KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • bm beş 25 r. 29
  • Şîretên derbarê bawerî, tevgerîn û hezkirinê de

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Şîretên derbarê bawerî, tevgerîn û hezkirinê de
  • Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
  • Malzemeya Eleqedar
  • Pawlos ji civînan re nameyan dinivîse
    Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
  • Tiştên ku Em ji Nameyên Petrûs Dielimin
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • Gerek Em Micadele Bikin ku Em ji Riya Rastiyê Dernekevin
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2019
Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
bm beş 25 r. 29
Nivîskarekî Pirtûka Pîroz nameyek dinivîsîne

BEŞ 25

Şîretên derbarê bawerî, tevgerîn û hezkirinê de

Aqûb, Petrûs, Yûhenna û Cihûda bi navgîniya Ruhê Pîroz nameyên ku hembawermendên xwe teşwîq bikin, nivîsîn.

AQÛB û Cihûda ji aliyê dê ve zîrbirayên Îsa Mesîh bûn. Lê Petrûs û Yûhenna jî, şandiyên Îsa bûn. Ji nameyên ku di nav Nivîsarên Pîroz ên Grekî de ne, heft name ji aliyê van çar kesên bawermend ve hatine nivîsîn. Ev name her yek bi navê nivîskarê wê tên binavkirin. Şîretên di van nameyan de, hemû Peyxama Xweda ne û ji bo ku şopînerên Îsa Mesîh ji Yahowa Xweda û Padîşahiya wî re dilsoz bimînin, alîkariya wan dikin.

Bawerî. Heger mirov bi tenê bêje, ez bawer dikim, ev yek qîm nake. Ji ber ku baweriya rasteqîn divê bi kiryaran bê dîtin. Aqûb weha got: “Bi vî awayî bawerî jî dema kirin tunebe mirî ye” (Aqûb 2:26). Di dema ceribandinan de tevgerîna li gor baweriyê, sebirê tîne holê. Mirov ji bo ku bikare di vê yekê de biser bikeve, divê şehrezayiyê ji Xweda bixwaze û bawer bike ku Xweda dide wî. Yê ku sebir dike jî, ji aliyê Xweda ve tê pejirandin (Aqûb 1:2-6, 12). Bawermendekî Yahowa Xweda heger dilsoziya xwe biperêze, ewê bergîdana wê, ji Yahowa bistîne. Aqûb dibêje: “Nêzîkî Xwedê bibin, ew jî wê nêzîkî we bibe” (Aqûb 4:8, MIZ).

Bawerî divê zehf zexim be, da ku bikare li dijî ceribandinan û bandora exlaqên xerab, alîkariya mirovan bike. Di dema Cihûda de, civak di warê exleqî ango sincî de, her ku diçû xerab dibû, loma wî pêwîst dît ku hembawermendên xwe teşwîq bike û weha nivîsî: “Hûn ji bo baweriyê ... tekoşînê bikin” (Cihûda 3, MIZ).

Jiyaneke paqij. Yahowa ji kesên ku bawerî bi wî anîne, hêvî dike ku ew bi her awayî paqij ango pîroz bin. Petrûs weha dibêje: “Hûn jî di hemû tevgerên xwe de pîroz bin! Ji ber ku hatiye nivîsandin: Pîroz bin, ji ber ku ez [Yahowa] pîroz im!” (1. Petrûs 1:15, 16). Ji bo kesên bawermend mînakek zehf qenc heye. Şandî Petrûs dibêje: “Lewre Mesîh jî, bona hûn di şopa wî de biçin, ji bo we [cefa] kişand û ji we re bû mînak” (1. Petrûs 2:21). Şopînerên Îsa Mesîh ji ber ku ji dil bi Yasayên Xweda ve, girêdayî dimînin, heger êş û cefayê bikişînin jî, jiyana xwe bi “wijdaneke ... paqij” didomînin (1. Petrûs 3:16, 17, MIZ). Petrûs dibêje yên bawermend li hêviya Roja Darizandina Xweda û Cihana Nû ya ku wê bibe Stargeha Rastiyê ne. Lewre ew wan teşwîq dike, da ku ew derbarê karên ku dilsoziya ji Xweda re nîşan didin û kiryarên pîroz de, xîretkêş bin (2. Petrûs 3:11-13).

“Nêzîkî Xwedê bibin, ew jî wê nêzîkî we bibe” (Aqûb 4:8, MIZ)

Hezkirin. Şandî Yûhenna dibêje ku “Xwedê hezkirin e”. Ew dibêje ji ber ku hezkirina Xweda zehf mezin e, wî Îsa Mesîh “ji bo kefareta gunehên me şand”. Lê kesên bawermend divê çawa bersîvê bidin vê yekê? Yûhenna weha dibêje: “Ya xoşewîstno, ger Xwedê bi vî awayî ji me hez kiriye, em jî deyndar in ku ji [hevdû] hez bikin” (1. Yûhenna 4:8-11). Riyekî nîşandayîna vê hezkirinê jî, mêvanperweriya bo hembawermendan e (3. Yûhenna 5-8).

Lê yên ku bawerî bi Yahowa Xweda anîne, çawa dikarin hezkirina xwe ji wî re nîşan bidin? Yûhenna weha bersîvê dide: “Ji ber, hezkirina Xwedê ew e ku em [fermanên] wî [pêk bînin] û [fermanên] wî ne giran in” (1. Yûhenna 5:3; 2. Yûhenna 6). Kesên ku guh didin Xweda, dikarin bawer bikin, ku ew jî wê ji aliyê WÎ ve bêne hezkirin û ev hezkirin wê di tevahiya “jiyana herheyî” de, bidome (Cihûda 21, MIZ).

Ji Nivîsara Aqûb; 1. Petrûs; 2. Petrûs; 1. Yûhenna; 2. Yûhenna; 3. Yûhenna û Cihûda.

  • Mirov çawa dikare baweriya xwe nîşan bide?

  • Xweda domandina jiyaneke çawa ji bawermendên xwe hêvî dike?

  • Mirov hezkirina xwe ya ji Xweda re çawa dikare nîşan bide?

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne