KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • fg ders 9 pirs 1-5
  • Malbat Çawa Dikare Bihizûr Bibe?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Malbat Çawa Dikare Bihizûr Bibe?
  • Mizgîna Xwedê
  • Malzemeya Eleqedar
  • Jin û Mêr Çawa Dikarin Jiyaneke Xweş bi Hev re Derbas Bikin?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
Mizgîna Xwedê
fg ders 9 pirs 1-5

DERS 9

Malbat Çawa Dikare Bihizûr Bibe?

1. Ji bo hizûra malbatê, zewaca resmî çima muhîm e?

Jin û mêrek zewaca xwe didin qeyd kirin

Çavkaniya mizgînê, Yehowa ye. Ew “Xwedayê dilşad” e, û ew dixwaze ku hemû malbat jî dilşad bin (1. Tîmotêyos 1:11, WDN). Zewaca pêşîn ji aliyê Xwedê ve hatibû saz kirin. Zewaca resmî muhîm e ku malbat hem ji bo dê û bav hem jî ji bo zarokan bibe warekî bihizûr. Ji ber vê yekê, lazim e ku zewac li gor qanûnên dewletê bê qeyd kirin.​—Lûqa 2:1, 4, 5 bixwîne.

Xwedê li zewacê çawa dinêre? Xwedê dixwaze ku zewac daîm be û ku jin û mêr ji hev re dilsoz bimînin (Îbranî 13:4). Yehowa ji hevberdanê nefret dike (Maleyaxî 2:16). Lê belê eger jin an mêr zîna bike, kesê bêsûc dikare kesê ku zîna kiriye berde û bi yekî din re bizewice.​—Metta 19:3-6, 9 bixwîne.

2. Gerek jin û mêr bi hev re çawa bin?

Jin û mêrekî dilşad

Yehowa dixwaze ku jin û mêr piştgiriya hev bikin (1. Mûsa 2:18). Li gor Kitêba Pîroz, mêr serê malbatê ye. Loma gerek ew malbata xwe ji aliyê madî û manewî ve xwedî bike. Mêr gerek ji jina xwe ji dil hez bike. Wekî din, gerek her du jî ji hev hez bikin û qedrê hev bigirin. Ji ber ku hemû jin û mêr şaşiyan dikin, ji bo hizûra malbatê lazim e ku ew hevdû efû bikin.​—Efesî 4:31, 32; 5:22-25, 33; 1. Petrûs 3:7 bixwîne.

3. Eger di zewacê de problem hebe, çare çi ye?

Eger di zewacê de problem hebe, gerek jin û mêr xîret bikin ku problemên xwe bi hezkirinê hel bikin (1. Korîntî 13:4, 5). Ji bo helkirina problemên zewacê, Kitêba Pîroz hevberdanê tewsiye nake.​—1. Korîntî 7:10-13 bixwîne.

4. Zarokno, daxwaza Xwedê ji bo we çi ye?

Dê û bav alî zarokên xwe dikin

Yehowa dixwaze ku hûn dilşad bin. Eger hûn bi gotinên wî bikin, ciwantiya we wê xweş derbas bibe. Wekî din, Yehowa dixwaze ku hûn ji hîkmet û tecrûbeya dê û bavê xwe feyde bibînin (Kolosî 3:20). Ji xeynî vê, Xwedê dixwaze ku hûn guh bidin wî û Îsa Mesîh. Bi vî awayî, hûnê dilxweş bibin.​—Waiz 11:9-12:1; Metta 19:13-15; 21:15, 16 bixwîne.

5. Dê û bavno, zarokên we çawa dikarin dilşad bin?

Bavek bi kurê xwe re dipeyive

Gerek hûn ji bo hewcedariyên zarokên xwe bi xîret bixebitin (1. Tîmotêyos 5:8). Ji xeynî vê, eger hûn dixwazin ku zarokên we dilşad bin, gerek hûn alîkariya wan bikin ku ew ji Xwedê hez bikin û gotinên Kitêba Pîroz hîn bibin (Efesî 6:4). Lazim e ku zarokên we bibînin ku hûn ji Xwedê çi qas hez dikin. Eger hûn zarokên xwe li gor Kitêba Pîroz hîn bikin, ev yek dikare li ser fikrên wan baş tesîr bike.​—5. Mûsa 6:4-7; Methelokên Silêman 22:6 bixwîne.

We baş be ku hûn cesaretê bidin zarokên xwe û pesnê wan bidin. Wekî din, şîret û rastkirin jî ji wan re lazim in. Terbiye wê wan biparêze ku ew ji rê dernekevin û dilşadiya xwe winda nekin (Methelokên Silêman 22:15). Lê belê, terbiye gerek bi sertî û zordarî neyê dayîn.​—Kolosî 3:21 bixwîne.

Hin kitêbên Şahidên Yehowa bi xusûsî ji bo dê û bavan û ji bo zarokan hatine hazir kirin. Temela van kitêban, Kitêba Pîroz e.​—Zebûr 19:7, 11 bixwîne.

Ji bo zêdetir melûmatê, li beşa 14an a kitêba bi navê Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje? binêre.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne