KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • fg ders 14 pirs 1-4
  • Gelo Teşkîlata Xwedê Heye?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Gelo Teşkîlata Xwedê Heye?
  • Mizgîna Xwedê
  • Malzemeya Eleqedar
  • Xulamê Dilsoz û Bihîkmet Kî ye?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Ew Gihîştin Qerarekê
    Li ser Padîşahiya Xwedê Şahidiyeke Baş Bidin
Mizgîna Xwedê
fg ders 14 pirs 1-4

DERS 14

Gelo Teşkîlata Xwedê Heye?

1. Gelo li demên berê teşkîlata Xwedê hebû?

1. Xizmetkarên Xwedê li demên berê; 2. Li sedsala yekê, şagirtên Îsa mizgînê belav dikin

Birahîm pêxember dostê Xwedê bû. Xwedê qanûnên xwe dan zuriyeta wî û ew wek “Îsraêl” bi nav kirin. Xwedê riya rast û Nivîsarên Pîroz emanetî wan kirin (Zebûr 147:19, 20). Bi destê vî miletî, mirovên ji hemû miletan wê feyde bidîta.​—Karên Şandiyan 3:25 bixwîne.

Xwedê ew hilbijartibûn ku ew bibin şahidên wî. Tarîxa wan nîşan dide ku guhdarîkirina qanûnên Xwedê çi qas bifeyde ye (5. Mûsa 4:6). Bi destê van xizmetkarên Xwedê, mirovên ji miletên din jî dikaribû Xwedê nas bikira.​—Îşaya 43:10, 12 bixwîne.

2. Gelo îro teşkîlata Xwedê heye?

Bi zeman re, miletê Îsraêl rizaya Xwedê winda kir, çimkî wan guh nedida wî. Li şûna wan, Yehowa civata şagirtên Îsa Mesîh hilbijartiye (Metta 21:43; 23:37, 38). Niha, şagirtên Îsa Mesîh şahidên Xwedê ne.​—Karên Şandiyan 15:14, 17 bixwîne.

Îro, teşkîlata Şahidên Yehowa îşê belavkirina mizgîne li gor emrê Îsa Mesîh li seranserê dinyayê tîne cih (Metta 10:7, 11; 24:14; 28:19, 20). Niha em êdî nêzikî dawiya vê dinyayê ne, û îşê belavkirina mizgînê gelek bi pêş ve çûye. Li van rojan, bi milyonan mirovên ji hemû miletan hatine ser riya rast (Peyxam 7:9, 10). Lazim e ku şagirtên Îsa Mesîh cesaretê bidin hevdû û alî hev bikin. Li hemû dinyayê, ew li civînan di heqê Kitêba Pîroz de eynî melûmatê distînin.​—Îbranî 10:24, 25 bixwîne.

3. Teşkîlata Şahidên Yehowa ya îroyîn çawa dest pê kir?

Şahidên Yehowa li destpêka sedsala 20an û îro mizgînê belav dikin; weşanên li ser Kitêba Pîroz bi gelek zimanan.

Li salên 1870yan, komeke xwendekarên Kitêba Pîroz dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz kir. Bi zeman re, wan rastiyên Kitêba Pîroz ji nû ve keşf kirin, ên ku bi hezaran salan winda bûbûn. Wan fehm kir ku gerek şagirtên Îsa mizgîna Padîşahiya Xwedê belav bikin. Ji ber vê yekê, wan li hemû dinyayê dest bi belavkirina vê mizgînê kir. Li sala 1931ê, wan xwe wek “Şahidên Yehowa” bi nav kirin.​—Karên Şandiyan 1:8; 2:1, 4; 5:42 bixwîne.

4. Teşkîlata Şahidên Yehowa çawa dixebite?

Li sedsala yekê, komeke rêberiyê hebû. Endamên vê komê, Îsa Mesîh wek serê civatê qebûl dikir. Civatên li gelek welatan ji rêberiya wan pir feyde didît (Karên Şandiyan 16:4, 5). Îro jî, Koma Rêberiyê heye. Endamên vê komê pir bitecrûbe ne. Bi rêberiya wan, buroyên Şahidên Yehowa weşanên li ser Kitêba Pîroz bi nêzikî 1.000 zimanî tercûme dikin, çap dikin û belav dikin. Bi vî awayî, Koma Rêberiyê weke 120.000 civatên li hemû dinyayê îdare dike û cesaretê dide wan. Di her civatê de, rîspî an kalên hêja hene, yên ku keriyê Xwedê xwedî dikin.​—1. Petrûs 5:2, 3 bixwîne.

Wek şandiyên Îsa Mesîh, Şahidên Yehowa jî mizgînê mal bi mal belav dikin (Karên Şandiyan 20:20). Hin kes dixwazin li ser Kitêba Pîroz zêdetir melûmatê bistînin. Şahidên Yehowa ji wan re kursa Kitêba Pîroz teklîf dikin. Xizmetkarên Xwedê wek malbateke mezin in, û Yehowa serê vê malbatê ye. Şahidên Yehowa gişt xwîşk û birayên hev in, û ew ji hevdû hez dikin (2. Selanîkî 1:3). Mexseda vê malbata dilşad ev e ku ji Xwedê re xizmet bikin û alî mirovan bikin.​—Zebûr 33:12; Karên Şandiyan 20:35 bixwîne.

Ji bo zêdetir melûmatê, li beşa 19an a kitêba bi navê Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje? binêre.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne