KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • rq ders 14 r. 28-29
  • Rêxistina Şahidên Yahowa Çawa Ava Bûye?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Rêxistina Şahidên Yahowa Çawa Ava Bûye?
  • Xwedê Li Me Çi Dawa Dike?
  • Malzemeya Eleqedar
  • Gelo Teşkîlata Xwedê Heye?
    Mizgîna Xwedê
  • Çima Hêja ye ku Tu Werî Civînên Şahidên Yehowa?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Li Beytelan kîjan îş tên kirin?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
Xwedê Li Me Çi Dawa Dike?
rq ders 14 r. 28-29

Ders 14

Rêxistina Şahidên Yahowa Çawa Ava Bûye?

Kengê di dema meya nûjen de Şahidên Yahowa derketin holê? (1)

Îbadetên Şahidên Yahowa çawa tên birêvebirin? (2)

Ew xerc û mesrefên xwe ji kuderê peyde dikin? (3)

Di her civatê de kî rêberî û serperestiyê dike? (4)

Hersal kîjan civînên mezin çê dibin? (5)

Kîjan karûbar di kargeha navendî û kargehên şaxî de tên kirin? (6)

1. Dîroka nûjena Şahidên Yahowa di salên 1870’yan de destpê kir. Pêşîn ji wan re şagirtên Pirtûka Pîroz hat gotin. Lê belê di sala 1931’ê de li gor Pirtûka Pîroz navê Şahidên Yahowa girtin. (Îşaya 43:10) Di destpêkê de Şahidên Yahowa hindik bûn, lê îro hejmara wan bi milyonan e, û ew ji zêdeyî 230 welatan de bi jêhatî vê peyam û mizgînê didin.

2. Piraniya civatên Şahidên Yahowa di heftê de sê caran kom dibin. Bo îbadetan hûn jî tên dawetkirin. (Îbranî 10:24, 25) Bingeha perwerde û dersa tê dayin Pirtûka Pîroz e. Îbadet bi lava yan dua destpê dike û diçe dawiyê. Di pirtir îbadetan de ‘Lawjeyên ruhanî’ ji dil tên strandin. (Efesî 5:18, 19) Tevlêbûn û têkilî serbest e, tê de pere nayê komkirin.—Metta 10:8.

3. Piraniya civatan di Dîwanên Padîşahiyê de kom dibin. Ew dîwanan sade ne û piraniya wan bi destên alîkarên dilxwastên Şahidên Yahowa hatine avakirin. Di van Dîwanên Padîşahiyê de hûn ne pût ne xaç û çarmix ne jî tiştekî wiha dibînin. Mesref bi destê teberûyên dilxwastî tên peydakirin. Ji bo kesên ku dixwazin ji dil tişteki teberû bikin, qûtiya teberû li wê derê heye.—2. Korîntî 9:7.

4. Di her civatê de pîr yan çavnêr hene. Ew di civatê de di derbarê hînkirinê rêberiyê dikin. (1. Tîmotêyos 3:1-7; 5:17) Xizmetkarên alîkar ji wan re alîkarî û yarmetiyê dikin. (1. Tîmotêyos 3:8-10, 12, 13) Ev kesan, ji yên din mezintir nînin. (2. Korîntî 1:24) Sernav û unwanên wanên taybetî tune ne. (Metta 23:8-10) Ew cilên cuda li xwe nakin. Û ji bo karên xwe pere jî nastînin. Pîr di civatê de bi dilxwastî ji bo pêwistiyên karê ruhî xwe amade dikin. Bi taybetî eger çaxa pirsgirek derkevin, ew dikarin ji bo xemrevînê û rêberiyê alîkar bin.—Aqûb 5:14-16; 1. Petrûs 5:2, 3.

5. Her sal, Şahidên Yahowa civîn yan komcivînên mezin jî li dardixin. Bo vê yekê gelek civat li hev kom dibin, ku ji bo perwerdekirina li ser Pirtûka Pîroz bernameyekî taybetî guhdarî bikin. Perçeyek ji bernameya komcivînê jiavêkişandin yan îmadkirina şagirtên nû ye.—Metta 3:13-17; 28:19, 20.

6. Navenda Şahidên Yahowa ya cîhanê li New Yorkê ye. Li wê derê komek ji pîrên bitecribe heye ku navenda heyeta îdarî ye, çavnêriyê li civatên seranserî cîhanê dike. Li ser erdê giştî bêtirî 100 kargehên şaxî hene. Li van şaxên kargehan çapkirin û belavkirina weşanên li gor Pirtûka Pîroz bi destê dilxwestan tên avakirin. Wekî din li wê derê destûr û talîmat tên dayin ku rêberî û çavdêriya karê nasandina mizgîna baş were avakirin. Gelo çima carekî serlêdana şaxê kargehekî nêzîkî we ye nekin?

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne