KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lfb ders 25 r. 64-r. 65 p. 3
  • Konê Îbadetê

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Konê Îbadetê
  • Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Malzemeya Eleqedar
  • Qîmetê Bide Xizmeta di Îbadetgeha Ruhî de
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • Siya Tiştên Qenc ên ku wê Bên
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2019
Dersên ji Kitêba Pîroz
lfb ders 25 r. 64-r. 65 p. 3
Konê îbadetê û hewşa wê

DERS 25

Konê Îbadetê

Gava Mûsa li ser Çiyayê Sînayê bû, Yehowa ji wî re got ku gerek ew konekî xisûsî çêkin: Konê îbadetê. Wexta ku Îsraîlî derbasî cihekî din dibûn, wan dikaribû konê îbadetê bi xwe re bibin.

Yehowa got: ‘Ji xelkê min re bêje ku çi ji destê wan tê bila ew ji bo çêkirina konê îbadetê bidin.’ Îsraîliyan zêr, zîv, tûnc yanî sifir, kevir û cewherên biqîmet anîn. Wan hirî, kitan, çermên heywanan û gelek tiştên din jî anîn. Îsraîlî ew qas comerd bûn ku Mûsa ji wan re got: ‘Tiştê ku we daye bes e! Êdî tiştekî din neynin.’

Îsraîlî ji bo ku destekê bidin çêkirina konê îbadetê diyariyan tînin

Gelek jin û mêrên jêhatî di karê çêkirina konê îbadetê de alîkarî dikir. Yehowa ew ji bo vî karî kirin kesên zana. Hinekan rîs an qumaş çêdikirin an jî ew dineqişandin. Kesên din jî kevir bi cih dikirin, li ser zêr dişixulîn an textik dixeritandin.

Îsraîliyan konê îbadetê tam wek ku Yehowa gotibû çêkir. Wan perdeyeke xweşik çêkir ku konê îbadetê bikin du qisim: Cihê Pîroz û Cihê Herî Pîroz. Di Cihê Herî Pîroz de sindoqa peymanê hebû. Ev sindoq ji dara aqasyayê û zêr hatibû çêkirin. Di Cihê Pîroz de şamdanka zêrîn, mase û qurbangeha bixûrê hebûn. Di hewşê de hewzeke sifirîn û qurbangeheke mezin hebûn. Sindoqa peymanê soza ku Îsraîliyan dabû Xwedê dianî bîra wan. Wan soz dabû ku ewê guh bidin Yehowa. Gelo tu dizanî peyman çi ye? Peyman sozeke xisûsî ye.

Yehowa Harûn û kurên wî ji bo xizmeta di konê îbadetê de kirin kahîn. Lazim bû ku ew bala xwe bidin konê îbadetê û li wir qurbanan ji Yehowa re pêşkêş bikin. Tenê îzna serokkahîn Harûn hebû ku salê carekê têkeve Cihê Herî Pîroz. Li wir wî ji bo gunehên xwe û malbata xwe û gunehên miletê Îsraîl qurbanek pêşkêş dikir.

Îsraîliyan konê îbadetê salekê piştî derketina ji Misrê xelas kir. Êdî cihekî wan hebû ku ew tê de ji Yehowa re îbadetê bikin.

Yehowa nîşan da ku wî konê îbadetê eciband û wî ewrek di ser wê re da xuyakirin. Heta ku ewr di ser konê îbadetê re bû, Îsraîlî li cihê xwe diman. Lê gava ewr bilind dibû, wan fehm dikir ku gerek ew ji wir biçin. Îcar wan konê îbadetê dida hev û li dû ewr diçûn.

“Min ji text dengekî bilind bihîst ku digot: ‘Va ye, konê Xwedê di nav mirovan de ye û ew bi xwe wê bi wan re bijî. Ewê gelên wî bin û Xwedê bi xwe wê bi wan re be û Xwedayê wan be’” (Peyxam 21:3, Mizgînî).

Pirs: Yehowa çi ji Mûsa xwest? Yehowa çi mesûliyet dan Harûn û kurên wî?

2. Mûsa 25:1-9; 31:1-11; 40:33-38; Îbranî 9:1-7

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne