DERS 32
Rêberekî Nû û Du Jinên Xurt
Yêşû gelek salan ji xizmetkarên Yehowa re rêberî kir. Ew di 110 saliya xwe de mir. Heta ku ew sax bû, Îsraîliyan ji Yehowa re îbadet dikir. Lê piştî mirina Yêşû, wan jî wek Kenaniyan dest bi îbadeta pûtan kir. Îsraîlî ji rêya Yehowa derketin. Ji ber vê yekê, Yehowa hişt ku padîşahekî Kenanî yê bi navê Yabîn tehdeyê li wan bike. Xelkê Îsraîl ji Yehowa rica kir ku ew alî wan bike. Loma Yehowa rêberekî nû tayîn kir. Navê wî Barak bû. Wî alî xelkê dikir ku ew li Yehowa vegerin.
Debora ya ku jineke pêxember bû şand pey Barak. Wê xwest vê xebera Yehowa ji wî re bibêje: ‘10.000 zilaman bi xwe re bibe û here çemê Kîşonê. Derkeve pêşiya ordiya Yabîn. Li wir tuyê zora fermandarê ordiya wî Sîsera bibî.’ Barak ji Deborayê re got: ‘Tenê eger tu bi min re werî, ezê biçim.’ Wê got: ‘Ezê bi te re werim. Lê vê yekê bizanibe kesê ku wê Sîsera bikuje ne tu yî. Yehowa got jinek wê wî bikuje.’
Debora rabû bi Barak û ordiya wî re çû ser Çiyayê Taborê. Li wir wan xwe ji bo şer hazir kir. Wexta ku Sîsera ev yek bihîst, wî esker û erebeyên xwe yên şer kom kirin û çû newala li wir. Deborayê ji Barak re got: ‘Îro ew roj e ku Yehowa wê dijminên te bide destê te.’ Barak û 10.000 zilamên wî rabûn bi ecele ji çiyê daketin û çûn pêşiya ordiya Sîsera a xurt.
Piştre Yehowa kir ku ava çemê Kîşonê rabe. Erebeyên Sîsera yên şer di nav heriyê de asê man. Sîsera erebeya xwe hişt û dest bi revê kir. Barak û eskerên wî zora ordiya Sîsera bir, lê Sîsera ji destê wan filitî! Ew ji wir reviya çû û xwe di konê jineke bi navê Yael de veşart. Wê şîr da wî û ew bi betaniyekê nixumand. Şervanê westiyayî ket xeweke giran. Piştre Yael hêdî hêdî nêzîkî wî bû û singê kon di serê wî de çikand. Bi vî awayî Sîsera mir.
Barak hat ku li Sîsera bigere. Yael ji konê xwe derket û got: ‘Were hundir. Ezê zilamê ku tu lê digerî nîşanî te bidim.’ Gava Barak çû hundir, wî dît ku Sîsera mirî ye. Ji ber ku Yehowa Îsraîlî li hemberî dijminên wan bi ser xistin, Barak û Deborayê bi stranekê pesnê Yehowa da. Êdî Îsraîlî 40 salên din di nav aştiyê de dijiyan.
“Jinên ku mizgîniyê belav dikin ordiyeke mezin in” (Zebûr 68:11).