DERS 35
Hanna ji bo Kurekî Dua Dike
Du jinên zilamekî Îsraîlî yê bi navê Êlqana hebûn. Navên wan Hanna û Pennîna bûn. Êlqana ji Hannayê bêtir hez dikir. Zarokên Hannayê tune bûn, lê zarokên Pennînayê gelek hebûn. Ji ber vê yekê, Pennînayê her tim henekê xwe bi Hannayê dikir. Her sal Êlqana malbata xwe dibir konê îbadetê yê li Şîloyê. Carekê gava ew li wir bûn, wî dît ku hezkiriya wî Hanna pir xemgîn bû. Wî got: ‘Ji kerema xwe re negirî. Tu ne bêxwedî yî. Ez ji te hez dikim.’
Piştre Hanna çû bi tena serê xwe dua bike. Wê bi girî ji Yehowa rica dikir ku ew alî wê bike. Wê soz da: ‘Yehowa, eger tu kurekî bidî min, ezê wî bidim te. Ewê heta dawiya emrê xwe ji te re xizmetê bike.’
Kahînê Mezin Elî dît ku lêvên Hannayê diricifîn. Ew fikirî ku Hanna serxweş e. Hannayê ji wî re got: ‘Na efendiyê min, ez ne serxweş im. Derdê min derdekî giran e. Ez dilê xwe ji Yehowa re vedikim.’ Elî fehm kir ku fikra wî şaş e û ji wê re got: ‘Bila Xwedê tiştê ku tu dixwazî bide te.’ Dûre halê Hannayê baştir bû û ew ji wê derê çû. Piştî demekê kurekî wê çêbû û navê Samûyêl lê kir. Ka xeyal bike ku Hanna çi qas kêfxweş bû!
Hannayê soza ku dabû Yehowa ji bîr nekir. Piştî ku Samûyêl ji şîr hat vekirin, wê ew bir konê îbadetê. Wê ji Elî re got: ‘Min ji bo vî kurî dua kiribû. Ez wî didim Yehowa. Bila ew heta dawiya emrê xwe ji wî re xizmetê bike.’ Piştî vê yekê, Êlqana û Hanna her sal diçûn cem Samûyel û ji wî re xiftanek dibir. Yehowa du keç û sê kurên din jî dan Hannayê.
“Bi dewamî bixwazin û wê ji we re bê dayîn, bi dewamî lê bigerin û hûnê bibînin, bi dewamî li derî bixin û wê ji we re bê vekirin” (Meta 7:7).