DERS 41
Dawid û Saûl
Piştî ku Dawid Golyat kuşt, Saûl Padîşah ew kir fermandarê ordiya xwe. Dawid di gelek şeran de bi ser ket û ew pir bi nav û deng bû. Her cara ku Dawid ji şer vedigeriya, jin direqisîn û stran digotin: ‘Saûl kuşt bi hezaran û Dawid kuşt bi deh hezaran!’ Ji ber vê yekê, Saûl hesûdiya Dawid dikir û dixwest ku wî bikuje.
Dawid pir baş li çengê dixist. Rojekê dema ku Dawid ji Saûl re li çengê dixist, padîşah ji nişka ve rima xwe avêt wî. Dawid zû xwe ji ber da alî û rim li dîwêr ket. Piştî vê yekê Saûl gelek caran dixwest ku Dawid bikuje. Di dawiyê de Dawid reviya çû xwe li çolê veşart.
Saûl 3.000 esker bi xwe re birin û bi dû Dawid ket. Ew bêyî ku hay jê hebe ket şikefta ku Dawid û zilamên wî xwe tê de veşartibûn. Zilamên Dawid bi pistepist gotin: ‘Niha fersend ketiye destê te ku tu Saûl bikujî.’ Dawid hêdî hêdî nêzîkî Saûl bû û ji dawa xiftanê wî parçeyek jê kir. Saûl pê nehesiya. Lê Dawid xemgîn bû ku wî hurmet neda padîşahê ku Yehowa hilbijartiye. Wî îzin neda ku zilamên wî hicûmî Saûl bikin. Piştî ku Saûl ji şikeftê derket, Dawid bangî wî kir û got ku eger wî bixwesta, wî dikaribû ew bikuşta, lê wî ev yek nekir. Gelo Saûl fikra xwe ya li ser Dawid guhert?
Na. Saûl hê jî bi dû Dawid diket. Şevekê Dawid û xwarziyê wî Abîşay bi dizîka ketin kampa eskerên Saûl. Abnerê ku Saûl diparast di xewê de bû. Abîşay got: ‘Ev fersenda me ye! Bihêle ez wî bikujim.’ Dawid got: ‘Yehowa wê di heqê Saûl de bê der. Were em tenê rima wî û şerbikê wî yê avê bigirin û biçin.’
Dawid hilkişiya ser çiyayekî nêzîk û li kampa eskerên Saûl mêze kir. Ji wir wî bang kir û got: ‘Abner, te çima padîşahê xwe neparast? Ka binêre şerbik û rima Saûl li ku derê ne?’ Saûl dengê Dawid nas kir û got: ‘Te dikaribû ez bikuştama, lê te ev yek nekir. Ez dizanim ku tuyê bibî padîşahê nû yê Îsraîlê.’ Saûl vegeriya qesra xwe. Lê di malbata Saûl de yekî ku ji Dawid pir hez dikir hebû.
“Eger mumkin be, heta ku ji destê we bê, bi hemû mirovan re di aştiyê de bin. Delalno, heyfa xwe nestînin, lê rê bidin xezeba Xwedê” (Romayî 12:18, 19).