KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lfb ders 96 r. 224-r. 225 p. 2
  • Îsa Saûl Hildibijêre

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Îsa Saûl Hildibijêre
  • Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Malzemeya Eleqedar
  • Civat “di Aştiyê de” Bû
    Li ser Padîşahiya Xwedê Şahidiyeke Baş Bidin
  • Dawid û Saûl
    Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Padîşahê Pêşîn ê Xelkê Îsraîl
    Dersên ji Kitêba Pîroz
Dersên ji Kitêba Pîroz
lfb ders 96 r. 224-r. 225 p. 2
Ronahiyek li dora Saûl dibiriqe

DERS 96

Îsa Saûl Hildibijêre

Saûl welatiyekî Romayê bû û li Tarsûsê hat dinyayê. Ew yekî Fêrisî bû û Qanûna Cihûyan pir baş nas dikir. Wî ji Mesîhiyan nefret dikir. Wî hem jin hem jî mêr bi destê zorê ji malên wan derdixistin û diavêtin hebsê. Carekê gava komeke zilaman şagirtekî Îsa yê bi navê Steyfan da ber keviran û kuşt, Saûl jî li nêzîkî wan sekinî bû û li wan dinêrî.

Lê girtina şagirtên Îsa yên li Orşelîmê ne besî Saûl bû. Wî ji kahînê mezin xwest ku wî bişîne Şamê. Bi vî awayî wî dixwest li şagirtên Îsa yên li wir bigere û wan bigire. Gava Saûl nêzîkî bajêr bû, ji nişka ve ronahiyek li dora wî biriqî û ew ket erdê. Wî bihîst dengek wisa dibêje: “Saûl, tu çima zilmê li min dikî?” Saûl pirsî: “Tu kî yî?” Wî dengî got: ‘Ez Îsa me. Here Şamê. Li wir tiştê ku gerek tu bikî wê ji te re bê gotin.’ Di cih de Saûl kor bû û kesên ku pê re bûn bi destê wî girt û ew bir Şamê.

Li Şamê şagirtekî Îsa yê dilsoz yê bi navê Hananya hebû. Di dîtiniyekê de, Îsa ji wî re got: ‘Rabe here mala Cihûda ya li kolana ku jê re Ya Rast tê gotin û Saûl bibîne.’ Hananya got: ‘Efendiyê min, ez dizanim ku ew zilamekî çawa ye! Ew şagirtên te digire û wan diavêje hebsê!’ Lê Îsa got: ‘Here cem Saûl. Min ew hilbijartiye ku ew mizgîniyê bide gelek miletan.’

Saûl piştî dîtina ronahiyê kor dibe

Gava Hananya Saûl dît, wî jê re got: ‘Saûl, birayê min, Îsa ez şandim ku çavên te vekim.’ Di cih de Saûl dîsa dikaribû bibîne. Ew li ser Îsa elimî gelek tiştan, bû şagirtê wî û vaftîz bû. Saûl wek şagirtên din dest pê kir ku di sînagogan de mizgîniyê belav bike. Gava Saûl ji kesên din re behsa Îsa dikir, Cihû pir şaş diman. Wan digot: ‘Ma ew zilamê ku zilm li şagirtên Îsa dikir ne ev zilam e?’

Saûl sê salan li Şamê mizgînî belav dikir. Cihûyan ji Saûl nefret dikir û ji bo ku wî bikujin plan çêdikirin. Lê gava birayan ev yek bihîst, wan alî wî kir ku ew ji wir bireve. Wan ew bi selikekê ji pencereya ku di sûr de bû daxist jêr.

Saûl çû Orşelîmê û dixwest ku tev li xwişk û birayan bibe. Lê ew ji wî ditirsiyan. Piştre şagirtekî dilovan yê bi navê Barnabas Saûl bir cem şandiyan. Wî ew qanih kirin ku Saûl bi rastî hatiye guhertin. Saûl dest pê kir ku bi awayekî jîr û jêhatî bi civata Orşelîmê re mizgîniyê belav bike. Êdî ji wî re ne Saûl, lê Pawlos dihat gotin.

“Mesîh Îsa hatiye dinyayê, da ku gunehkaran xilas bike û ji wan ê herî gunehkar ez im” (1. Tîmotêyos 1:15, Mizgînî).

Pirs: Şagirtên Îsa çima ji Saûl ditirsiyan? Saûl çima hat guhertin?

Karên Şandiyan 7:54–8:3; 9:1-28; 13:9; 21:40–22:15; Romayî 1:1; Galatî 1:11-18

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne