DERS 52
Ordiya Yehowa ya ji Agir
Padîşahê Sûriyeyê Ben-Hadad şerê xwe yê li dijî Îsraîlê dewam dikir. Lê ji ber ku Êlîşa pêxember her car padîşahê Îsraîlê hişyar dikir, wî xwe diparast. Loma Ben-Hadad qerar da ku Êlîşa bigire. Gava wî xeber stand ku Êlîşa li bajarê Dotanê ye, wî ordiya Sûriyeyê şand ku wî bigire.
Eskerên Sûriyeyê bi şev hatin Dotanê. Roja din serê sibê xulamê Êlîşa derket derve û dît ku ordiyeke mezin bajar dorpêç kiriye. Ew tirsiya û wî bang kir: ‘Êlîşa, em çi bikin?’ Êlîşa ji wî re got: ‘Yên ku bi me re ne ji yên ku bi wan re ne bêtir in.’ Wê gavê Yehowa çavê xulamê Êlîşa vekir ku ew ordiya melekan bibîne. Hemû çiyayên li derdora bajêr bi hesp û erebeyên ji agir tije bûn.
Gava eskerên Sûriyeyê xwest ku Êlîşa bigirin, Êlîşa wisa dua kir: ‘Yehowa, ji kerema xwe re wan kor bike.’ Yehowa tiştekî balkêş kir. Eskeran dikaribû bibînin, lê wan nizanibû bû ku ew li ku derê bûn. Êlîşa ji eskeran re got: ‘Hûn li bajarê şaş in. Li pey min werin. Ezê we bibim cem zilamê ku hûn lê digerin.’ Esker ji wir heta Sameriyayê li dû Êlîşa çûn. Li wê derê Padîşahê Îsraîlê dijiya.
Eskerên Sûriyeyê pir dereng fehm kir ku ew li ku derê bûn. Padîşahê Îsraîlê ji Êlîşa pirsî: ‘Ez wan bikujim?’ Gelo Êlîşa ji bo ku heyfa xwe ji wan bistîne ev fersend bi kar anî? Na. Êlîşa got: ‘Wan nekujin. Xwarinê bide wan û wan bişîne welatê wan.’ Loma padîşah ji bo wan cejneke mezin çêkir û piştre esker şandin malên wan.
“Cesareta me ya li ber wî ev e: Çaxê em tiştekî li gor daxwaza wî bixwazin, ew guhê xwe dide me” (1. Yûhena 5:14, Mizgînî).