DERS 77
Jinika li ber Bîrê
Piştî Cejna Derbasbûnê, Îsa û şagirtên wî ji bo ku vegerin Celîleyê ketin rê. Ew di Sameriyayê re derbas bûn. Li nêzîkî bajarê Sîxarê, Îsa li cihekî bi navê bîra Aqûb sekinî. Li wir dema ku wî xwe rehet dikir, şagirtên wî ji bo ku xwarinê bikirin çûn bajêr.
Jinikek hat ku avê ji bîrê bikişîne. Îsa ji wê re got: ‘Avê bide min ku ez vexwim.’ Wê got: ‘Tu çima bi min re xeber didî? Ez jineke Samerî me. Cihû û Samerî bi hev re xeber nadin.’ Îsa ji wê re got: ‘Eger te bizaniya ku ez kî me, teyê av ji min bixwesta û minê ava jiyanê bidaya te.’ Jinikê pirsî: ‘Ma tu dixwazî çi bêjî? Tiştekî ku tu pê avê bikişînî li cem te tune ye.’ Îsa got: ‘Her kesê ku ji ava ku ez bidim wî vexwe wê tu carî tî nebe.’ Jinikê got: ‘Efendiyê min, vê avê bide min.’
Îsa ji wê re got: ‘Here zilamê xwe bîne.’ Wê got: ‘Zilamê min tune ye.’ Wî got: ‘Tu rastiyê dibêjî. Tu pênc caran zewicî bûyî û yê ku tu niha pê re dijî, ne zilamê te ye.’ Jinikê got: ‘Ez dibînim ku tu pêxember î. Xelkê min bawer dike ku em dikarin li ser vî çiyayî ji Xwedê re îbadetê bikin, lê Cihû dibêjin ku gerek em tenê li Orşelîmê îbadetê bikin. Ez bawer dikim ku gava Mesîh were, ewê me bielimîne ku em çawa îbadetê bikin.’ Piştre Îsa got: ‘Ez Mesîh im.’ Heta niha wî ev yek ji tu kesî re negotibû.
Jinik bi lez çû bajarê xwe û ji Sameriyan re got: ‘Ez bawer dikim ku min Mesîh dît. Ew li ser min her tiştî dizane. Werin û bibînin!’ Ew bi wê re çûn ser bîrê û li tiştên ku Îsa dielimandin guhdarî dikir.
Sameriyan ji Îsa xwest ku ew li cem wan bimîne. Îsa du rojan li wir ma û ew elimandin. Gelek kesan îmana xwe bi wî anî. Wan ji jinika Samerî re got: ‘Piştî ku me gotinên vî zilamî bihîstin, me fehm kir ku ew bi rastî jî xelaskarê dinyayê ye.’
“‘Were!’ Û yê tî bûye bila bê; yê dixwaze bila belaş ava jiyanê bistîne” (Peyxam 22:17, Mizgînî).