DERS 93
Îsa Vedigere Ezmanan
Gava Îsa li Celîleyê bi şagirtên xwe re bû, wî ev emrê pir muhîm da wan: ‘Herin û mirovên ji hemû welatan bikin şagirtên min. Wan bielimînin tiştên ku min ji we re gotine û wan vaftîz bikin.’ Dûre wî ev soz da wan: ‘Ji bîr nekin ku ez her tim bi we re me.’
Piştî ku Îsa ji mirinê rabû di nav 40 rojan de li sedan şagirtên xwe yên li Celîle û Orşelîmê xuya bû. Wî ew elimandin gelek tiştên muhîm û gelek mucîze çêkirin. Piştre Îsa şandiyên xwe cara dawîn li ser Çiyayê Zeytûnê dîtin. Wî got: ‘Ji Orşelîmê dernekevin. Li benda soza ku Bav daye we bisekinin.’
Şandiyên wî fehm nekir ku Îsa dixwest çi bigota. Wan ji wî pirsî: ‘Ma tuyê niha bibî padîşahê Îsraîlê?’ Îsa got: ‘Hê wext nehatiye ku Yehowa min bike padîşah. Di demeke nêzîk de hûnê ji ruhê pîroz qewetê bistînin û hûnê şahidên min bin. Herin û mizgîniyê li Orşelîm, Cihûstan û Sameriyayê û li hemû dinyayê belav bikin.’
Piştre Îsa ber bi ezmanan ve bilind bû û ewrekî dora wî girt. Şagirtên wî hê li ezmanan dinêrî, lê Îsa li ber çavê wan winda bû.
Şagirt ji Çiyayê Zeytûnê çûn û ketin rêya Orşelîmê. Ew her tim di odeya jor a malekê de li hev kom dibûn û wan dua dikir. Ew li bendê bûn ku Îsa rêberiyeke nû bide wan.
“Ev mizgîniya Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê belavkirin, da ku hemû milet vê mizgîniyê bibihîzin, û hingê dawî wê bê” (Meta 24:14).