Qisim 5 pêşgotin
Piştî mucîzeya li Behra Sor du meh derbas bûn. Îsraîlî gihîştin Çiyayê Sînayê. Li wir Yehowa bi Îsraîliyan re peymanek çêkir ku ew bibin miletê wî yê xisûsî. Wî ew diparastin û her tiştê ku ji wan re lazim bû dida wan. Xwedê ji bo xwarinê mana dida wan. Bi xêra Yehowa kincên wan nediriziyan û ew li cihekî biemniyet dijiyan. Alî zarokên xwe bikin ku ew van fikrên muhîm fehm bikin: Gelo Yehowa çima Qanûn, konê îbadetê û xizmeta kahîntiyê dan Îsraîliyan? Gelo çima ew qas muhîm e ku em soza xwe bînin cih, dilnizm bimînin û her tim ji Yehowa re dilsoz bin?