Qisim 9 Pêşgotin
Di vî qismî de emê serpêhatiyên ciwan, pêxember û padîşahan nas bikin. Îmana wan a bi Yehowa pir xurt bû. Li Aramê yanî li Sûriyeya berê keçeke Îsraîlî bawer dikir ku pêxemberê Yehowa dikare efendiyê wê Neman qenc bike. Êlîşa pêxember tam piştrast bû ku Yehowa wê wî ji eskerên dijmin biparêze. Kahînê Mezin Yehoyada ji bo ku Yoaşê zarok ji pîrika wî ya xerab Atalyayê biparêze jiyana xwe xist xeterê. Hîzkiya Padîşah bawer dikir ku Yehowa wê Orşelîmê xelas bike. Loma ew ji ber tehdîda Asûriyan teslîm nebû. Yoşiya Padîşah welatê xwe ji pûtan paqij kir, îbadetgeh tamîr kir û miletê xwe vegerand îbadeta rast.