DERS 17
Fehmbarî
1. Korîntî 14:9
BI KURTASÎ: Alî guhdaran bike ku ew maneya gotinên te rind fehm bikin.
ÇAWA:
Malzemeya xwe rind lêkolîn bike. Mijarê ew qas rind fehm bike ku tu karibî mijarê bi gotinên hêsan pêşkêş bikî.
Hevokên kin û hêsan bi kar bîne. Her çi qas hevokên dirêj carinan lazim bin jî, fikrên sereke bi hevokên kin pêşkêş bike.
Maneya peyvên nenas îzah bike. Peyvên nenas bi zêdeyî bi kar neyne. Eger lazim be ku tu behsa tiştekî nenas bikî – mesela peyveke nenas, mirovekî nenas, ê ku li Kitêba Pîroz derbas dibe, an wezn û adetên kevn – maneya wan îzah bike.