KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lff ders 47
  • Gelo Tu ji bo Binavbûnê Hazir î?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Gelo Tu ji bo Binavbûnê Hazir î?
  • Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • HÛR Û KÛR BIFIKIRE
  • BI ÇEND GOTINAN
  • ZÊDETIR HÎN BIBE
  • Binavbûn Hedefeke Pir Xweş e!
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Gelo Tu Hazir î ku Bin Av Bibî?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
  • Gelo Ez Hazir im ku Bin Av Bibim?
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • Binavbûn – ji bo Şagirtên Îsa Şert e
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
Zêdetir Bibîne
Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
lff ders 47
Ders 47. Gava zilamek di komcivînê de tê binavkirin, xwendekarekî Kitêba Pîroz lê mêze dike û li ser binavbûna xwe difikire.

DERS 47

Gelo Tu ji bo Binavbûnê Hazir î?

Versiyona Çapkirî
Versiyona Çapkirî
Versiyona Çapkirî

Tu bi destê van dersên ji Kitêba Pîroz li ser Yehowa hînî gelek tiştan bûyî. Bê guman te di jiyana xwe de hin tişt li gor Kitêba Pîroz serrast kirine. Lê, belkî tiştek nahêle ku tu jiyana xwe bidî destê Yehowa û bin av bibî. Gelo kîjan zor û zehmetî dikarin li ser rêya binavbûnê derkevin pêşiya te? Gelo tu çawa dikarî li hemberî wan bi ser bikevî?

1. Berî binavbûnê, gerek tu Kitêba Pîroz çi qas baş nas bikî?

Ji bo ku tu bin av bibî, gerek tu “zanîna rastiyê” baş fehm bikî (1. Tîmotêyos 2:4). Ev nayê maneya ku gerek tu cewaba hemû pirsên li ser Kitêba Pîroz ji serî heta binî bizanibî. Heta xizmetkarên Xwedê yên ku ji zû ve bin av bûne, ew hîn jî dielimin tiştên nû (Kolosî 1:9, 10). Lê lazim e ku tu gotinên esasî yên Kitêba Pîroz baş fehm bikî. Rîspiyên civatê dikarin alî te bikin ku tu bibînî, ka zanîna te têra binavbûnê dike yan na.

2. Gerek tu berî binavbûnê kîjan gavan bavêjî?

Berî ku tu bikarî bin av bibî, gerek tu ‘tobe bikî û li Xwedê bizivirî’ (Karên Şandiyan 3:19 bixwîne). Yanî, gerek tu ji gunehên xwe yên berê jidil poşman bibî û ji Yehowa re dua bikî ku ew gunehên te efû bike. Wekî din, gerek tu tiştên xerab bi temamî red bikî û bi soz û qerar li gor daxwaza Xwedê bijî. Ev jî muhîm e: Lazim e ku tu herî civînan û wek mizgînvanekî nebinavbûyî xizmetê bikî.

3. Çima gerek tirsa te nebe sebeb ku tu bin av nebî?

Hin kes ditirsin ku ew nikarin li ser soza ku wan daye Yehowa bimînin. Netirse, Kitêba Pîroz dibêje ku xizmetkarên Xwedê yên berê jî şaşî dikirin. Tuyê jî carinan şaşiyan bikî. Lê Yehowa ji xizmetkarên xwe qet naxwaze ku ew bi awayekî bêqisûr hereket bikin (Zebûr 103:13, 14 bixwîne). Eger çi ji destê te tê tu bikî, Yehowa wê ji te razî be! Bê guman ewê ji te re bibe alîkar. Erê, Yehowa bi van gotinan dilê me rihet dike: Tu tiştek nikare “me ji hezkirina Xwedê … veqetîne” (Romayî 8:38, 39 bixwîne).

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Eger tu Yehowa Xwedê baştir nas bikî û alîkariya wî qebûl bikî, tuyê bikarî li hemberî hemû zor û zehmetiyên li ser rêya binavbûnê bi ser bikevî.

Albûm: Jinikeke ciwan zor û zehmetiyên xwe safî dike da ku bin av bibe. Dîmen di vê dersê de dubare dibin.

4. Yehowa baştir nas bike

Ew jinik bi Şahidên Yehowa re Kitêba Pîroz lêkolîn dike.

Berî ku tu bin av bibî, gerek tu Yehowa çi qas baş nas bikî? Gerek tu Yehowa ew qas baş nas bikî ku tu ji wî hez bikî û bixwazî dilê wî şa bikî. VÎDEOYÊ vêxe û bibîne ku xwendekarên Kitêba Pîroz ên li seranserê dinyayê çi qas xîret dikin. Paşê li ser van pirsan sohbetê bikin:

VÎDEO: Riya ber bi Binavbûnê (3:56)

  • Di vê vîdeoyê de, çi alî hin kesan kir ku ew ji bo binavbûnê hazir bin?

Romayî 12:2 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Gelo şikên te hene ku Kitêba Pîroz yan Şahidên Yehowa rastiyê dielimînin?

  • Eger şikên te hebin, tu dikarî çi bikî?

5. Li hemberî zor û zehmetiyên xwe bi ser bikeve

Gava ew jinik Kitêba Pîroz dixe çenteyê xwe, diya wê qerfên xwe bi wê dike.

Her kesê ku jiyana xwe dide destê Yehowa û bin av dibe, ew rastî zor û zehmetiyan tê. Ji bo dîtina mîsalekê, VÎDEOYÊ vêxe û paşê li ser van pirsan sohbetê bikin:

VÎDEO: Hezkirina Yehowa li Hemberî Zor û Zehmetiyan bi Ser Dikeve (5:22)

  • Ji ber ku Narangerelê dixwest ji Yehowa re xizmetê bike, wê kîjan zor û zehmetî dîtin?

  • Hezkirina ji Yehowa çawa alî wê kir ku ew li hemberî zor û zehmetiyên xwe bi ser bikeve?

Methelokên Silêman 29:25 û 2. Tîmotêyos 1:7 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Çi qewetê dide me ku em li hemberî zor û zehmetiyên xwe bi ser bikevin?

6. Xwe bispêre alîkariya Yehowa

Ew jinik ji jineke pîr re behsa xebera xêrê dike. Mamosteya wê ya Kitêba Pîroz pê re xizmetê dike.

Yehowa wê alî te bike ku tu ji wî re dilsoz bimînî. VÎDEOYÊ vêxe û paşê li ser van pirsan sohbetê bikin:

VÎDEO: Yehowa wê Alî Te Bike (2:50)

  • Çi bû sebeb ku xwendekarê Kitêba Pîroz xwe ji binavbûnê bi şûn de girt?

  • Kîjan tiştên ku ew elimîbûn qewet da wî ku ew xwe bispêre Yehowa?

Îşaya 41:10, 13 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Çima tu dikarî ji xwe bawer bî ku tu dikarî li gor sonda xwedayînê bimeşî?

7. Ji bo hezkirina Yehowa şikurdar be

Ew jinik bi tena serê xwe dua dike.

Tu çi qas bifikirî ku Yehowa ji te gelek hez dike, tuyê pir şikurdar bî û bixwazî ji wî re heta bi hetayê xizmetê bikî. Zebûr 40:5 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Tu ji bo kîjan xêr û bereketên Yehowa gelek şikurdar î?

Yêremya pêxember ji Yehowa û gotina wî pir hez dikir. Ji bo wî rûmeteke pir mezin bû ku navê Yehowa li ser wî bû. Wî gotibû: “Gotinên te ji min re bûn kêfxweşî û ji dilê min re bûn şabûn; ji ber ku ez bi navê te ve tême bangkirin, ya Xwedayê artêşan XUDAN [Yehowa]” (Yêremya 15:16). Van pirsan bibersivîne:

  • Çima ji bo me rûmeteke mezin e ku em Şahidên Yehowa ne?

  • Gelo tu dixwazî wek Şahidekî Yehowa bin av bibî?

  • Gelo tiştek rê li ber te digire ku tu bin av bibî?

  • Tu çi difikirî, tu çawa dikarî bigihîjî hedefa binavbûnê?

Ew jinik bin av dibe.

HINEK WISA DIBÊJIN: “Ez newêrim bin av bibim, ez ditirsim belkî guneh bikim û dilê Yehowa biêşînim.”

  • Gelo tu jî bi vî awayî difikirî?

BI ÇEND GOTINAN

Bi alîkariya Yehowa, tu dikarî li ser rêya binavbûnê li hemberî zor û zehmetiyên xwe bi ser bikevî.

Tu çi elimî?

  • Berî ku tu bin av bibî, gerek tu Kitêba Pîroz çi qas baş nas bikî?

  • Berî ku tu bikarî bin av bibî, lazim e ku tu di jiyana xwe de çi serrast bikî?

  • Çima gerek tirsa te nebe sebeb ku tu bin av nebî?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Sebeba esasî ya ji bo binavbûnê çi ye?

“Gelo Tu Hazir î ku Bin Av Bibî?” (Birca Çavdêriyê, Adar 2020)

Tu çawa dikarî li hemberî zor û zehmetiyan bi ser bikevî?

“Ma Çi ji Min re Dibe Asteng ku Ez Bin Av Bibim?” (Birca Çavdêriyê, Adar 2019)

Bibîne ku zilamek çawa li hemberî zor û zehmetiyên xwe bi ser ketiye û bin av bûye.

‘Çima Tu Binavbûna Xwe Dereng Dixî?’ (1:10)

Zilamekî bi navê Ataa newêrîbû bin av bibe. Ew çima îqna bû ku vê gava muhîm bavêje?

Ma Ez Hêjayî vê Bereketê Me? (7:21)

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne