KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w18 Adar r. 3-7
  • Binavbûn – ji bo Şagirtên Îsa Şert e

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Binavbûn – ji bo Şagirtên Îsa Şert e
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • DI KITÊBA PÎROZ DE BINAVBÛN
  • DERENG NEMÎNE!
  • BINAVBÛN – ARMANCEKE JI BO XWENDEKARÊN KITÊBA PÎROZ
  • Binavbûn Hedefeke Pir Xweş e!
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Gelo Tu Hazir î ku Bin Av Bibî?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
w18 Adar r. 3-7
Kesên ku dixwazin bên bin av kirin radibin ser piyan, dê û bavê wan an jî mamosteyên wan serbilind in

Binavbûn – ji bo Şagirtên Îsa Şert e

“Imad ... îro we xelas dike” (1. PTR. 3:21).

KILAM: 52, 41

EM JI AYETÊN JÊRÎN LI SER BINAVBÛNÊ ÇI DIELIMIN?

  • 1. Petrûs 3:20, 21

  • Metta 28:19, 20

  • Karên Şandiyan 22:16

1, 2. (a) Wexta ku zarok dixwaze bê bin av kirin, hin dê û bav ji xwe çi dipirsin? (b) Gotarbêj ji kesên ku dixwazin bên bi av kirin çi dipirse, û çima? (Li resmê ewilî binêre.)

KEÇIKEKE neh salî – ku emê jê re bibêjin Maria – tevî kesên din ên ku dixwazin bên bin av kirin radibe ser piyan. Bi dengekî bilind û zelal, ew cewab dide du pirsên gotarbêj. Pişt re, ew tê bin av kirin.

2 Dê û bavê Mariayê serbilind in ku keça wan ji Yehowa re weqf bûye û hatiye bin av kirin. Dîsa jî, hin pirs ketibûn dilê diya wê, mesela: “Ma Maria ji bo binavbûnê ne pir biçûk e? Gelo ew bi rastî fehm dike ku binavbûn mesûliyeteke çi qas cidî ye? Gelo ew bi rastî hazir e ku bê bin av kirin?” Wexta ku zarok dixwaze bê bin av kirin, gelek dê û bav ji xwe wisa dipirsin (Waiz 5:5). Bi eslê xwe, weqf û binavbûn di jiyana şagirtên Îsa de gavên herî muhîm in. (Li çarçoveya “Gelo Tu ji Yehowa re Weqf Bûyî?” binêre.)

3, 4. (a) Petrûsê şandî çawa nîşan da ku binavbûn pir muhîm e? (b) Çêkirina gemiya Nûh û binavbûn çawa wek hev in?

3 Gava Petrûs der heqê binavbûnê de peyivî, wî behsa Nûh û çêkirina gemiyê kir: “Ev jî mînaka imadê ye ya ku îro we xilas dike” (1. Petrûs 3:20, 21 bixwîne). Ji çêkirina gemiyê eyan e ku Nûh bi dil û can dixwest daxwaza Xwedê bîne cih. Nûh karê ku Yehowa dabû wî bi dilsozî pêk dianî. Belê, bi saya karên bawermendiyê, Nûh û malbata wî di Tofanê de sax man. Maneya gotinên Petrûs çi ye?

4 Mîna ku gemî baweriya Nûh eyan dikir, binavbûna li ber çavê xelkê jî eyan dike ku şagirtekî Îsa li ser temela baweriya bi Mesîh ji Yehowa re weqf bûye. Wek Nûh, şagirtên weqfkirî karê Yehowa bi dilsozî tînin cih. Çawa ku Nûh di Tofanê de sax ma, şagirtên weqfkirî jî – eger dilsoz bimînin – wê li dawiya vê dinyaya xerab sax bimînin (Mar. 13:10; Pey. 7:9, 10). Loma weqf û binavbûn pir muhîm in. Kesekî ku binavbûna xwe bêsebeb li paş dixe jiyana xwe ya herheyî davêje talûkeyê.

5. Di vê meqaleyê de, emê li ser çi şêwir bikin?

5 Ji ber ku binavbûn ew qas muhîm e, gerek em bala xwe bidin sê pirsan: Kitêba Pîroz li ser binavbûnê çi dibêje? Berî binavbûnê, gerek mirov çi bike? Gerek em çima alî zarokên xwe an jî kesên din bikin ku ew fehm bikin ku binavbûn çi qas muhîm e?

DI KITÊBA PÎROZ DE BINAVBÛN

6, 7. (a) Binavkirina Yehya dihat çi maneyê? (b) Kesê herî muhîm ê ku ji aliyê Yehya ve hat bin av kirin, kî bû?

6 Di Kitêba Pîroz de, peyva “imad”, yanî “binavbûn”, cara pêşîn li dema Yehya derbas dibe (Met. 3:1-6). Kesên ku ji aliyê Yehya ve dihatin bin av kirin bi vî awayî nîşan dida ku ew seba gunehên xwe yên li hemberî Qanûna Mûsa tobedar in. Kesê herî muhîm, ê ku ji aliyê Yehya ve hat bin av kirin, Îsa bû (Met. 3:13-17). Lê belê ji ber ku Îsa bêguneh bû, ne lazim bû ku ew tobe bike (1. Ptr. 2:22). Li şûna vê, binavbûna Îsa nîşan da ku wî xwe ji bo pêkanîna daxwaza Xwedê amade kiriye (Îbr. 10:7).

7 Gava Îsa li ser erdê dijiya, şagirtên wî jî mirov bin av dikirin (Yûh. 3:22; 4:1, 2). Wek kesên ku ji aliyê Yehya ve hatibûn bin av kirin, kesên ku li wê demê ji aliyê şagirtên Îsa ve dihatin bin av kirin bi vî awayî nîşan dida ku ew seba gunehên xwe yên li hemberî Qanûna Mûsa tobedar in. Lê belê piştî mirin û rabûna Îsa, maneya binavbûnê bi temamî guherî.

8. (a) Piştî ku Îsa ji miriyan rabû, wî çi emir da şagirtên xwe? (b) Maneya binavbûna şagirtên Îsa çi ye?

8 Li sala 33yan a P.M., Îsayê saxkirî xwe li ber bêtirî 500 zilam, pîrek û belkî jî zarokî xuyanî kir. Dibe ku wî li wê demê wisa got: “Loma herin û hemû miletan bikin şagirtên min: Wan bi navê Bav, Kur û Ruhê Pîroz imad bikin, hemû tiştên ku min li we emir kirine, hînî wan bikin” (Met. 28:19, 20; 1. Kor. 15:6). Belê, wisa tê fehm kirin ku gava Îsa ev emir da, bi sedan şagirtên wî li wir hazir bûn. Eger yekî dixwaze bikeve bin “nîrê” Îsa, yanî bibe şagirtê wî, lazim e ku ew bê bin av kirin (Met. 11:29, 30). Ji bo ku Xwedê xizmeta me qebûl bike, gerek em fehm bikin û qebûl bikin ku Yehowa mexseda xwe bi saya Îsa pêk tîne. Piştî vê, em dikarin bên bin av kirin. Xwedê tenê vî cureyî binavbûnê qebûl dike. Kitêba Pîroz rêyî me dide ku di sedsala yekê de, şagirtên nû maneya binavbûnê rind fehm dikir. Wekî din, ew ji bo binavbûnê bêsebeb dereng nediman (Kar. 2:41; 9:18; 16:14, 15, 32, 33).

DERENG NEMÎNE!

9, 10. Serpêhatiyên zilamê Etyopyayî û Pawlosê şandî li ser binavbûnê çi rêyî me didin?

9 Karên Şandiyan 8:35, 36 bixwîne. Zilamekî Etyopyayî, yê ku bûbû Cihû, piştî îbadetkirina li Orşelîmê vedigeriya malê. Melekê Yehowa şagirtê Îsa Filîpos şand ba wî ku mizgîna li ser Îsa bide wî. Zilamê Etyopyayî çi kir? Xuya ye ku wî rastiya der heqê Îsa de qebûl kir, û wî rind fehm kir ku daxwaza Yehowa çi ye. Loma ew hema di wê rojê de hat bin av kirin.

10 Wekî din, zilamekî Cihû yê bi navê Şawûl hebû. Miletê Cihûyan bi temamî ji Xwedê re weqf bûbû, lê Yehowa ew red kirin ji ber ku wan guh nedida wî. Şawûl bi adetên Cihûyan ve pir girêdayî bû, loma wî li şagirtên Îsa zilm dikir. Rojekê, Îsayê saxkirî ji Şawûl re daxuyanî bû û pê re xeber da. Şawûl çi kir? Wî alîkariya şagirtê Îsa Hananya qebûl kir. Paşê, “ew rabû û imad bû” (Kar. 9:17, 18; Gal. 1:14). Navê vî zilamî paşê bû Pawlos. Belê, wexta ku Pawlos pêhesiya ku mexseda Xwedê wê çawa bi saya Îsa pêk bê, ew der hal hat bin av kirin (Karên Şandiyan 22:12-16 bixwîne).

11. (a) Xwendekarên Kitêba Pîroz ên îroyîn çima dixwazin bên bin av kirin? (b) Binavkirina kesên nû li ser me çawa tesîr dike?

11 Emrê wan çi be jî, halê xwendekarên Kitêba Pîroz ên îroyîn jî wisa ye. Ên ku qîmetê didin rastiya Kitêba Pîroz û baweriyê pê tînin dixwazin weqf bibin û bên bin av kirin. Li hemû civînên mezin ên Şahidên Yehowa, gotara binavbûnê tê pêşkêş kirin. Gava kesek rastiya Kitêba Pîroz qebûl dike û tê bin av kirin, Şahidên Yehowa pir dilşad dibin. Wexta ku zarok tên bin av kirin, ma dê û bavê wan pê kêfxweş nabin? Li sala xizmetê ya 2017an, zêdetirî 284.000 kesên dilpak ji Yehowa re weqf bûn û hatin bin av kirin (Kar. 13:48). Xuya ye ku wan fehm kir ku binavbûn ji bo şagirtên Îsa şert e. Berî binavbûnê, wan kîjan gav avêtibûn?

12. Berî binavbûnê, lazim e ku xwendekarekî Kitêba Pîroz çi bike?

12 Berî ku kesek bê bin av kirin, lazim e ku ew rind fehm bike ku Xwedê kî ye, mexseda wî çi ye û riya xelasbûnê çi ye. Paşê, gerek ew bi van tiştan baweriyê bîne (1. Tîm. 2:3-6). Bi saya vê baweriyê, xwendekar wê dev ji hal û hereketên xerab berde û êdî li gor rêberiya Yehowa bijî (Kar. 3:19). Ev tiştekî pir muhîm e, çimkî heta ku mirov dev ji xerabiyê bernede, Xwedê weqfbûna wî qebûl nake (1. Kor. 6:9, 10). Ji xeynî vê ku em li gor qanûnên Yehowa yên li ser exlaqê bijîn, lazim e ku em herin civînan û mizgînê bi dil û can belav bikin. Îsa got ku şagirtên wî yên rastîn wê vê xebatê bikin (Kar. 1:8). Piştî van gavan, şagirtekî nû dikare bi duayeke şexsî ji Yehowa re weqf bibe û paşê jî li ber çavên her kesî bê bin av kirin.

BINAVBÛN – ARMANCEKE JI BO XWENDEKARÊN KITÊBA PÎROZ

Birayek alî şagirtê xwe dike ku ew fehm bike ku binavbûn çi qas muhîm e

Gelo tu alî xwendekarên xwe dikî ku ew fehm bikin ku binavbûn çi qas muhîm e? (Li paragrafa 13an binêre)

13. Çima lazim e ku mamosteyên Kitêba Pîroz ji bîr nekin ku binavbûn ji bo şagirtên Îsa şert e?

13 Her ku em alî zarokên xwe û kesên din dikin ku ew gavên behskirî bavêjin, gerek em bînin bîra xwe ku ji bo ku ew bi rastî bibin şagirtên Îsa, gerek ew bên bin av kirin. Eger em vê yekê her tim bînin ber çavê xwe, emê zanibin ku gerek em ji xwendekarên xwe re çi bibêjin. Li wextên minasib, wê baş be ku em behsa weqf û binavbûnê bikin. Belê, em ji dil dixwazin ku zarokên me û xwendekarên din bi pêş ve herin û bên bin av kirin!

14. Gerek em çima zorê li xwendekarên xwe nedin ku ew bên bin av kirin?

14 Binavbûn helbet bi zora dê û bav, mamosteyê Kitêba Pîroz an xwişk an birayekî din nabe. Yehowa vêya naxwaze (1. Yûh. 4:8). Loma gerek em zorê nedin xwendekarên xwe. Li şûna vê, gerek em alî wan bikin ku ew fehm bikin ku çi qas muhîm e ku ew bi Xwedê re bikevin îrtibateke şexsî. Wexta ku xwendekar qîmeta rastiyê bibîne û bixwaze bibe şagirtê Îsa, ewê bixwaze bê bin av kirin (2. Kor. 5:14, 15).

15, 16. (a) Gelo em dikarin bibêjin ku gerek mirov li çend salî bê bin av kirin? (b) Eger xwendekarekî Kitêba Pîroz berê di dînekî din de hatibû bin av kirin jî, gerek ew çima dîsa bê bin av kirin?

15 Gerek mirov li çend salî bê bin av kirin? Her kes ji hev cuda ye. Hinek ji aliyê ruhî ve zû gihîştî dibin û di zaroktiya xwe de tên bin av kirin. Hinek jî rastiya Kitêba Pîroz dereng dibihîzin. Mesela, hin kesên ku tên bin av kirin ji 100 salî mezintir in!

16 Jinikeke extiyar ji mamosteya xwe pirsiya ku ka bi rastî lazim e ku ew dîsa bê bin av kirin. Berê, ew jixwe di cure cure dînan de hatibû bin av kirin. Xwişka me tevî jinikê çend ayetên li ser vê mewzûyê muzakere kirin. Pir wext derbas nebû ku jinik hat bin av kirin. Emrê wê nêzikî 80yî bû, lê wê êdî rind fehm kir ku li gor Kitêba Pîroz, lazim e ku ew bê bin av kirin. Belê, ji bo ku binavbûn meqbûl be, lazim e ku mirov daxwaza Yehowa rast fehm bike. Loma, eger yekî di dînekî din de hatibû bin av kirin jî, gerek ew dîsa bê bin av kirin (Karên Şandiyan 19:3-5 bixwîne).

17. Wê baş be ku mirov li roja binavbûna xwe li ser çi kûr bifikire?

17 Roja binavbûnê bi rastî roja dilşadiyê ye. Wekî din, wê baş be ku mirov li wê rojê li ser maneya binavbûnê kûr bifikire. Pir xîret lazim e ku mirov li gor weqfa xwe hereket bike. Ji ber vê yekê, Îsa got ku şagirtbûn, mîna nîrekî ye. Lazim e ku şagirtên Îsa “êdî ne ji bo xwe, lê belê ji bo wî yê ku ji bo wan mir û hat rakirin, bijîn” (2. Kor. 5:15; Met. 16:24).

18. Li meqaleya bê, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

18 Wexta ku Maria hat bin av kirin, diya wê li ser van tiştan difikiriya. Eger zarokên te hene, dibe ku te jî ji xwe wisa pirsiye: “Gelo zarokê min bi rastî hazir e ku ew bê bin av kirin? Ji bo ku ew weqf bibe, gelo zanîna wî bes e? Di warê xwendin û xebatê de, gerek zarokê min kîjan armancan hilbijêre? Eger zarokê min bê bin av kirin, lê paşê guneh bike, ezê çi bikim?” Li meqaleya bê, emê li ser van mijaran şêwir bikin û bibînin ku dê û bav çawa dikarin di warê binavbûnê de bibin xwediyê nêrîneke maqûl.

Keçikekbi duayeke ji Yehowa re weqf dibe

Gelo Tu ji Yehowa re Weqf Bûyî?

Berî ku xwendekarên Kitêba Pîroz tên bin av kirin, gotarvan du pirsan dipirse. Pirsa yekê ev e: “Li ser temela fîdyeya Îsa Mesîh, gelo te ji gunehên xwe tobe kiriye û ji Yehowa re weqf bûyî da ku tu daxwaza wî bînî cih?”

Çima lazim e ku kesên ku dixwazin bên bin av kirin, ji berê de ji Yehowa re weqf bibin? Nêzikî saleke berî ku Îsa ji şandiyên xwe re got ku ew “herin û hemû miletan bikin şagirt”, wî nîşan dabû ku şagirtên nû gerek çi bikin (Met. 28:19, 20). Îsa ji şandî û şagirtên xwe re wisa gotibû: “Eger yek bixwaze li pey min bê, bila xwe înkar bike ... û li pey min bê” (Met. 16:24).

Gava Îsa li ser erdê dijiya, wî her tim bala xwe dida daxwaza Xwedê. Loma lazim e ku xwendekarên Kitêba Pîroz, ên ku dixwazin hemû gotinên Îsa bînin cih, xwe înkar bikin û bê şert û merc ji Yehowa re weqf bibin. Wek Îsa, gerek ew ji her tiştî zêdetir bala xwe bidin daxwaza Yehowa (Met. 26:39). Gava ew tên bin av kirin, şagirtên nû nîşan didin ku wan xwe înkar kiriye û ku ew dixwazin bi dil û can ji Xwedê re xizmetê bikin (Rom. 12:1). Loma lazim e ku kesên ku dixwazin bên bin av kirin teyîd bikin ku ew ji Yehowa re weqf bûne da ku ew daxwaza wî bînin cih.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne