DERS 57
Eger Ez Gunehekî Giran Bikim, Gerek Ez Çi Bikim?
Bê guman tu ji Yehowa pir hez dikî û qet naxwazî bi kirinên xwe dilê wî biêşînî. Dîsa jî em însan in û carinan gunehan dikin. Lê hin guneh ji gunehên din girantir in (1. Korîntî 6:9, 10). Eger te gunehekî giran kiribe, bîne bîra xwe ku Yehowa hê jî ji te hez dike. Ew hazir e ku te efû bike û alî te bike.
1. Ji bo ku Yehowa gunehên me efû bike, gerek em çi bikin?
Yê ku ji Yehowa hez dike, gava gunehekî giran dike, pir xemgîn dibe. Lê Yehowa bi van gotinên xweş êşa dilê me sivik dike: “Gunehên we bi xwînê sor jî bûbin, wê wekî berfê spî bibin” (Îşaya 1:18, Mizgînî). Eger em ji dil tobe bikin, Yehowa wê me bi temamî efû bike. Gelo tobekirin çi ye? Gava em tobe dikin, em ji kirinên xwe yên xerab ji dil poşman dibin, dev ji wan berdidin û ji Yehowa rica dikin ku ew me efû bike. Dû re, em pir xîret dikin ku dev ji fikrên şaş û adetên xerab berdin, çimkî ew bûne sebeb ku em guneh bikin. Wekî din, em xîret dikin ku dîsa li gor qanûnên Yehowa bimeşin (Îşaya 55:6, 7 bixwîne).
2. Gava em guneh dikin, Yehowa çawa bi destê rîspiyan alî me dike?
Eger me gunehekî giran kiribe, Yehowa dixwaze ku em gazî rîspiyên civatê bikin (Aqûb 5:14, 15 bixwîne). Rîspî ji Yehowa û xizmetkarên wî pir hez dikin. Wan perwerdehî standiye ku alî me bikin. Bi alîkariya wan, em dikarin dîsa li Yehowa vegerin û bibin dostên wî (Galatî 6:1).
Eger em gunehekî giran bikin, rîspî wê çawa alî me bikin? Du yan sê rîspî wê me bi destê Kitêba Pîroz serrast bikin. Ewê şîretên baş bidin me û dilê me xurt bikin ku em eynî gunehî dîsa nekin. Ji bo ku civat ji tesîreke xerab bê parastin, rîspî kesên ku gunehekî giran dikin û tobe nakin ji civatê derdixin.
HÛR Û KÛR BIFIKIRE
Eger em gunehekî giran bikin, gelo Yehowa wê çawa destê alîkariyê dirêjî me bike?
3. Îtirafkirin dermanê dilê me ye
Her gunehê ku em dikin, dilê Yehowa diêşîne. Loma gerek em gunehên xwe ji wî re îtiraf bikin. Zebûr 32:1-5 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Çima baştir e ku em gunehên xwe veneşêrin û ji Yehowa re îtiraf bikin?
Piştî ku em gunehên xwe ji Yehowa re îtiraf dikin, çima muhîm e ku em alîkariyê ji rîspiyan bixwazin? VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Rîspiyan çawa alî birayê me kir ku ew li Yehowa vegere?
Ji bo ku rîspî bikarin alî me bikin, gerek em bi wan re rast û durist bin. Aqûb 5:16 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Rîspî, ji bo ku bikarin bi awayekî baş alî me bikin, çima gerek em bi wan re rast rûnin û rast xeber bidin?
Gunehê xwe îtiraf bike, bi rîspiyan re rast û durist be û alîkariya Yehowa qebûl bike
4. Yehowa dilrehmiya xwe ji gunehkaran re nîşan dide
Eger kesek gunehekî giran bike û nexwaze li gor qanûn û pîvanên Yehowa bimeşe, ew ji civatê tê derxistin. Wekî din, em pê re hevaltiyê nakin. 1. Korîntî 5:6, 11 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Piçek hevîrtirş temamiya hevîr tirş dike. Bi eynî awayî, gunehkarekî ku tobe nake tesîreke çawa li civatê dike?
Yehowa dilrehmiya xwe ji gunehkaran re nîşan dide. Rîspiyên civatê jî wek Yehowa dixwazin xwe bigihînin dilê kesên ku ji civatê hatibûn derxistin û alî wan bikin. Ji ber vê yekê, gelek kes vegeriyan civatê. Gelo çima? Çimkî terbiye her çi qas dilêş bû jî, alî wan kir ku ew werin ser hişê xwe (Zebûr 141:5).
Dilrehmiya ku Yehowa ji gunehkaran re nîşan dide çawa xuya dike ku ew yekî maqûl, dilrehm û dilovan e?
5. Gava em tobe dikin, Yehowa me efû dike
Îsa Mesîh bi meseleyekê nîşan da ku Yehowa li ser kesên tobedar çi difikire. Lûqa 15:1-7 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Em ji vê ayetê li ser Yehowa çi dielimin?
Hêzekîêl 33:11 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Em çawa dikarin nîşan bidin ku em bi rastî tobe dikin?
Yehowa wek şivanekî dilovan bi miyên xwe re eleqedar dibe
HINEK WISA DIBÊJIN: “Eger ez ji rîspiyan re bêjim min guneh kiriye, ewê min ji civatê derxin.”
Eger kesek bi vî awayî bifikiriya, teyê çi jê re bigota?
BI ÇEND GOTINAN
Eger em gunehekî giran bikin, lê ji dil ji gunehê xwe poşman bibin û xîret bikin ku wî gunehî careke din nekin, Yehowa wê me efû bike.
Tu çi elimî?
Çima ji bo me baş e ku em gunehên xwe ji Yehowa re îtiraf bikin?
Ji bo ku Yehowa gunehên me efû bike, gerek em çi bikin?
Eger me gunehekî giran kiribe, çima gerek em ji rîspiyan alîkariyê bixwazin?
ZÊDETIR HÎN BIBE
Gelo zilamekî çawa dilrehmiya Yehowa fehm kir?
Rîspî çawa hewl didin ku alî kesekî ku gunehekî giran kiriye, bikin?
“Rehm û Dilovaniya li hemberî Gunehkaran” (Birca Çavdêriyê, Tebax 2024)
Bala xwe bidê ku dilrehmî û dilovanî çawa ji kesên ku tobe nakin re tê nîşandayîn.
“Alîkariya ji bo Kesên ku ji Civatê Hatine Derxistin” (Birca Çavdêriyê, Tebax 2024)
Zilamek ji rêya rastiyê dûr ket, lê Yehowa ew dîsa li xwe vegerand. Meqaleya “Lazim Bû ku Ez Vegerim ba Yehowa” bixwîne.
“Kitêba Pîroz Jiyanê Diguherîne” (Birca Çavdêriyê, 1 Nîsan 2012)