KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w25 Îlon r. 2-7
  • ‘Gazî Rîspiyan Bike’

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • ‘Gazî Rîspiyan Bike’
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • KENGÊ LAZIM E KU EM ‘GAZÎ RÎSPIYAN BIKIN’?
  • ÇIMA GEREK EM GAZÎ RÎSPIYAN BIKIN?
  • RÎSPÎ ÇAWA ALÎ ME DIKIN?
  • MESÛLIYETA ME YA ŞEXSÎ
  • Rehm û Dilovaniya li hemberî Gunehkaran
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Rêberiya Civatê Çawa Tê Kirin?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Birano, Gelo Hûn Xîret Dikin ku Bibin Rîspî?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Şivanên ku ji bo Xêra Xizmetkarên Yehowa Dişixulin
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
w25 Îlon r. 2-7

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 36

KILAM 103 Şivanên Me Hediyeyên ji Xwedê ne

‘Gazî Rîspiyan Bike’

“Bila ew gazî rîspiyên civatê bike” (AQÛB 5:14).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku gava hewcedariya me çêdibe, çima muhîm e ku em ji rîspiyên civatê alîkariyê bixwazin.

1. Yehowa çawa nîşan daye ku ew qîmetê dide miyên xwe?

YEHOWA qîmetê dide miyên xwe. Wan ew bi xwîna Îsa Mesîh kirîne û emanetî rîspiyên civatê kirine (Karên Şandiyan 20:28). Xwedê dixwaze ku rîspî li hemberî miyan nazik û dilovan bin. Di bin rêberiya Îsa Mesîh de, rîspî li miyan xwedî derdikevin û wan ji tiştên ku dikarin zerarê bidin dostaniya wan a bi Xwedê re, diparêzin (Îşaya 32:1, 2).

2. Yehowa bi xisûsî bi kê eleqedar e? (Hêzekîêl 34:15, 16)

2 Yehowa helbet ji hemû miyên xwe hez dike, lê ew bi xisûsî bi yên ku tengasiyê dikişînin eleqedar e. Bi destê rîspiyan, ew destekê dide kesên ku ji ber şaşiyên xwe di tengasiyê de ne (Hêzekîêl 34:15, 16 bixwîne). Lê belê, gava hewcedariya me çêdibe, ew dixwaze ku em rasterast alîkariyê bixwazin. Ji xeynî vê ku em bi destê duayê ji Xwedê destekê bixwazin, gerek em ji ‘şivan û mamosteyên’ civatê alîkariyê bixwazin (Efesî 4:11, 12).

3. Di vê meqaleyê de, emê çi hîn bibin?

3 Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku Xwedê çawa bi destê rîspiyan destekê dide kesên ku dostaniya wan a bi wî re sist bûye. Emê cewabên van pirsan bistînin: Kengê lazim e ku em ji rîspiyan alîkariyê bixwazin? Çima lazim e ku em vêya bikin? Ew çawa alî me dikin? Dostaniya me ya bi Yehowa re her çi qas qewî be jî, gerek em bizanin ku Yehowa çawa bi destê rîspiyan alî me dike, çimkî dibe ku rojekê em jî hewceyî alîkariya wan bin.

KENGÊ LAZIM E KU EM ‘GAZÎ RÎSPIYAN BIKIN’?

4. Em ji ku dizanin ku Aqûb 5:14-16, 19, 20 behsa nexweşiya manewî dike? (Li resiman jî binêre.)

4 Aqûbê şagirt bi van gotinan nîşan da ku em çawa dikarin desteka manewî bistînin: “Eger kesek di nav we de nexweş e, bila ew gazî rîspiyên civatê bike” (Aqûb 5:14-16, 19, 20 bixwîne). Ji ayetên din ên vê beşê tê fehmkirin ku Aqûb li vir behsa nexweşiya bedenê nedikir. Mesela, wî negot ku bila kesên nexweş gazî hekîm bikin, lê wî got ku bila ew gazî rîspiyên civatê bikin. Wekî din, xuya ye ku ayet behsa nexweşiya manewî dike, çimkî qencbûna ji vê nexweşiyê dikare bi efûkirina gunehan ve girêdayî be. Ji hin aliyan ve, nexweşiya manewî dişibe nexweşiya bedenê. Gava kesek bi herfî nexweş dikeve, gerek ew here ba doktor, jê re behsa êş û derdên xwe bike û li gor telîmatên wî hereket bike. Mîna vê, gava dostaniya me ya bi Yehowa re sist dibe, gerek em herin ba rîspiyan, behsa halê xwe bikin û guh bidin şîretên ku li ser esasê Kitêba Pîroz ji me re tên dayîn.

Kolaj: 1. Zilamek ji doktor re behsa êşa milê xwe dike. 2. Birayek ji rîspiyekî re behsa halê xwe dike.

Gava em nexweş dikevin, em diçin ba doktor; gava dostaniya me ya bi Yehowa re sist dibe, gerek em herin ba rîspiyan (Li paragrafa 4an binêre)


5. Em çawa dikarin pê derxin ku dostaniya me ya bi Yehowa re sist bûye?

5 Gava em dibînin ku dostaniya me ya bi Yehowa re hêdî hêdî sist dibe, gerek em li gor beşa 5an a nameya Aqûb herin ba rîspiyan. Berî ku em rizaya Xwedê winda bikin, pir muhîm e ku em alîkariyê bistînin. Gerek em li hemberî xwe durist bin. Kitêba Pîroz nîşan dide ku eger em dîqat nekin, em dikarin rizaya Xwedê winda bikin bêyî ku haya me jê hebe (Aqûb 1:22). Hin xwişk û birayên ku li bajarê Sardîsê dijiyan ketibûn vê dafikê, û Îsa Mesîh ji wan re got ku halê wan ne baş e (Peyxam 3:1, 2). Ji bo ku em pê derxin ka em hê nêzîkî Xwedê ne yan na, bila em bifikirin ka em hê wek berê bi dil û can ji Yehowa re xizmet dikin yan na (Peyxam 2:4, 5). Mesela, ka em ji xwe bipirsin: “Gelo daxwaza min ku ez Kitêba Pîroz bixwînim û li ser kûr bifikirim hê wek berê ye? Gelo ez diçim hemû civînan? Gava ez diçim civînan, gelo ez wek berê rind haziriyê dikim? Gelo ez hê bi dil û can xizmet dikim, yan ez êdî herî zêde bala xwe didim mal û milk yan mijûliyên din?” Bi destê van pirsan, tu dikarî fehm bikî ku halê te çawa ye. Eger di van waran de problemeke me hebe, gerek em hin gavan bavêjin ku halê me hê jî xerabtir nebe. Û eger em nikarin problema xwe bi tena serê xwe hel bikin yan eger me jixwe tiştekî nebaş kiriye, gerek em ji rîspiyan alîkariyê bixwazin.

6. Kesên ku gunehekî giran kiriye gerek çi bikin?

6 Helbet lazim e ku kesên ku gunehekî wisa kiriye, yê ku dikare bibe sebeb ku ew ji civatê bên derxistin, herin ba rîspiyan (1. Korîntî 5:11-13). Kesên ku gunehekî giran kiriye êdî nikarin bê alîkariyê ji nû ve nêzîkî Yehowa bibin. Ji bo ku Yehowa kesên wisa li ser esasê fîdyeyê efû bike, gerek ew “bi kirinên xwe nîşan bidin ku wan tobe kiriye” (Karên Şandiyan 26:20). Yek ji tiştên ku gerek ew bikin ev e ku ew ji rîspiyan re behsa gunehê xwe bikin.

7. Wekî din, alîkariya rîspiyan ji kê re lazim e?

7 Ji xeynî kesên ku gunehekî giran kiriye, rîspî hazir in ku destekê bidin kesên ku bi xwestekên nerast re micadele dikin (Karên Şandiyan 20:35). Berî ku ew hatin ser rêya rastiyê, hin kesan madeyên narkotîk bi kar dianîn, li pornografiyê dinêrî yan bêexlaqî dikir. Dibe ku ji bo kesên wisa zor be ku ew ji xwestekên xwe bi temamî bifilitin. Eger ba te problemeke wisa heye, ji rîspiyekî alîkariyê bixwaze. Ewê guh bide endîşeyên te, hin tewsiyeyan bide te û bîne bîra te ku eger tu dev ji micadeleya xwe bernedî, Yehowa wê ji te razî be (Waiz 4:12). Eger te cesareta xwe winda kiriye ji ber ku xwestekên te derbas nabin, rîspî dikarin bînin bîra te ku Yehowa dilxweş e ji ber ku tu alîkariyê dixwazî, çimkî ev yek nîşan dide ku tu qîmetê didî dostaniya xwe ya bi Yehowa re û bi zêdeyî xwebawer nînî (1. Korîntî 10:12).

8. Ji bo kîjan gunehan ne lazim e ku em herin ba rîspiyan?

8 Ne lazim e ku em ji rîspiyan re behsa her şaşiya xwe ya biçûk bikin. Mesela, dibe ku te dilê xwişk yan birayekî bi gotinên xwe êşandiye yan heta li hemberî kesekî hêrs ketiyî. Li şûna ku tu herî ba rîspiyan, tu dikarî li gor şîreta Îsa Mesîh hereket bikî û bi wî kesî re li hev werî (Meta 5:23, 24). Wekî din, tu dikarî li ser mijarên wek nermî, sebir û xwegirtinê lêkolînê bikî û van sifetên xweş zêdetir bi pêş bixî. Helbet, eger dîsa jî ji destê te nayê ku tu problema xwe safî bikî, tu dikarî ji rîspiyekî alîkariyê bixwazî. Mesela, di nameyeke xwe de, Pawlos ji birayekî re got ku bila ew alî Evodya û Sintîxayê bike ku ew problema di nav xwe de hel bikin. Mîna vê, dibe ku rîspiyekî li civata te alî te bike (Filîpî 4:2, 3).

ÇIMA GEREK EM GAZÎ RÎSPIYAN BIKIN?

9. Çima gerek em fedî nekin ku ji rîspiyan alîkariyê bixwazin? (Methelokên Silêman 28:13)

9 Piştî ku me gunehekî giran kiriye yan gava li me zor tê ku em li hemberî xwestekên nerast micadele bikin, ji me re bawerî û cesaret lazim e ku em alîkariyê bixwazin. Gerek em fedî nekin ku gazî rîspiyên civatê bikin. Gelo çima? Çimkî Yehowa rîspî ji bo vê armancê tedarek kirine. Gava em ji wan alîkariyê dixwazin, em nîşan didin ku em baweriya xwe bi Yehowa tînin û hazir in ku guh bidin wî. Gerek em ji bîr nekin ku ji bo ku em tiştekî nerast nekin, em hewceyî desteka wî ne (Zebûr 94:18). Eger me gunehek kiribe, lê em vî gunehî îtiraf bikin û dev jê berdin, Xwedê hazir e ku rehmê li me bike (Methelokên Silêman 28:13 bixwîne).

10. Eger em gunehên xwe veşêrin, çi dikare çêbe?

10 Eger em gunehên xwe veşêrin û ji rîspiyan alîkariyê nexwazin, halê me wê hê jî xerabtir bibe. Gava Dawid Padîşah hewl dida ku gunehên xwe veşêre, vê yekê ser wî xerab tesîr kir û ew nexweş ket (Zebûr 32:3-5). Eger nexweşiyeke bedenê neyê tedawîkirin, ew dikare her ku diçe hê jî xerabtir bibe. Mîna vê, eger me guneh kiribe û em alîkariyê nexwazin, halê me dikare her ku diçe xerabtir bibe. Ji ber vê yekê, Yehowa dixwaze ku em dilê xwe ji rîspiyan re vekin û “li doza xwe binêrin” (Îşaya 1:5, 6, 18).

11. Eger em gunehên giran veşêrin, ev yek dikare ser kesên din çawa tesîr bike?

11 Eger em gunehên xwe yên giran veşêrin, ev yek dikare ser kesên din jî xerab tesîr bike. Mesela, halê me dikare bibe sebeb ku Xwedê ruhê pîroz nede civatê, û aştiya civatê dikare xera bibe (Efesî 4:30). Mîna vê, eger em pê bihesin ku xwişk yan birayekî din gunehekî giran kiriye, gerek em jê re bibêjin ku bila ew ji rîspiyan re behsa vê meseleyê bike.a Eger em gunehê giran ê kesekî din veşêrin, gunehê wî wê bikeve stûyê me jî (3. Mûsa 5:1). Madem ku em ji Yehowa hez dikin, gerek em ji rîspiyan re bibêjin ku çi çêbûye. Bi vî awayî, em dikarin paqijiya civatê biparêzin û alî kesê gunehkar bikin ku ew dîsa bibe dostê Yehowa.

RÎSPÎ ÇAWA ALÎ ME DIKIN?

12. Rîspî çawa destekê didin kesên ku dostaniya wan ya bi Yehowa re sist bûye?

12 Kitêba Pîroz dibêje ku bila rîspî “destekê bidin kesên sist” (1. Selanîkî 5:14). Eger me şaşiyek kiribe, dibe ku rîspî hin pirsan bipirsin ku hîs û fikrên me fehm bikin (Methelokên Silêman 20:5). Eger ji ber kultura me yan şexsiyeta me yan ji ber ku em şerm dikin li me zor bê jî, bila em dilê xwe ji wan re vekin. Bila em netirsin ku gotinên me li wan ecêb bên (Eyûb 6:3). Rîspî wê ecele nekin ku bigihîjin netîceyekê, lê ewê rind guh bidin me berî ku ew şîretê bidin me (Methelokên Silêman 18:13). Ew dizanin ku ji bo xwedîkirina keriyê Xwedê wext lazim e, loma ew nafikirin ku ewê bikarin meseleyên zor bi yek sohbetê safî bikin.

13. Bi destê duayên xwe û rêberiya li ser esasê Kitêba Pîroz, rîspî çawa dikarin alî me bikin? (Li resiman jî binêre.)

13 Gava em gazî rîspiyan dikin, ewê ji bo me dua bikin û hewl bidin ku barê me girantir nekin. Tesîra duayên wan dikare mezin be. Wekî din, ewê “bi navê Yehowa rûn li [me] bidin” (Aqûb 5:14-16). Ev “rûn” rastiya Kitêba Pîroz e. Bi destê Kitêba Pîroz, rîspî dikarin teşwîq û teseliyê bidin me û alî me bikin ku em ji nû ve bibin dostên Yehowa (Îşaya 57:18). Şîretên ku ew li ser esasê Kitêba Pîroz didin me dikarin me dehf bidin ku em ya rast bikin. Bi destê wan, em dikarin dengê Yehowa Xwedê bibihîzin, ê ku ji me re wisa dibêje: “Rê ev e, di vê riyê re herin!” (Îşaya 30:21).

Kolaj: 1. Doktorê ji resmê berê li milê zilam dinêre. Li ser dîwêr, rontgena milê wî heye. 2. Rîspiyê ji resmê berê û rîspiyekî din bi destê Kitêba Pîroz bira teşwîq dikin. Bira bi dilxweşî guh dide rîspiyan.

Bi destê Kitêba Pîroz, rîspî teşwîq û teseliyê didin me (Li paragrafên 13 û 14an binêre)


14. Li gor Galatî 6:1, rîspî çawa destekê didin kesên ku “gaveke şaş” avêtiye? (Li resiman jî binêre.)

14 Galatî 6:1 bixwîne. Ev yek ku kesekî “gaveke şaş” avêtiye tê maneya ku wî li gor daxwaza Xwedê hereket nedikir. Mesela, dibe ku wî qerareke şaş dabe yan jî gunehekî giran kiribe. Rîspî wê bi dilovanî xîret bikin ku “kesekî wisa bi nermî vegerînin ser rêya rast”. Gotina Yûnanî, ya ku di vê ayetê de wek “vegerînin ser rêya rast” hatiye tercûmekirin, dikare ji bo hestiyekî cihderketî jî bê bikaranîn. Çawa ku doktorekî jîr û jêhatî xîret dike ku hestî bixe cihê xwe bêyî ku kesê birîndar bi zêdeyî biêşîne, rîspî jî xîret dikin ku bi nermî şîretê bidin me. Wekî din, Kitêba Pîroz dibêje ku gerek ew “hay ji xwe hebin”. Gava ew alî me dikin ku em xwe serrast bikin, ew ji bîr nakin ku ew jî qisûrdar in û dikarin gavên şaş bavêjin. Loma ew dilnizm û dilovan in û nafikirin ku ew ji kesê ku ew alî wî dikin, baştir in (1. Petrûs 3:8).

15. Eger problemeke me hebe, em dikarin çi bikin?

15 Em dikarin baweriya xwe bi rîspiyên civatê bînin. Ew hatine perwerdekirin ku meseleyên şexsî veşartî bihêlin, li ser esasê Kitêba Pîroz û ne li gor fikrên xwe şîretan bidin me û alî me bikin ku em barê xwe hilgirin (Methelokên Silêman 11:13; Galatî 6:2). Rast e, ji aliyê şexsiyet û tecrûbeyê ve, her yek ji wan ji hev cuda ye. Lê belê, ew gişt hazir in ku guh bidin me. Helbet gerek em yek bi yek neçin ba hemû rîspiyan heta ku yek ji wan li gor dilê me xeber bide. Eger me wisa bikira, emê bibûna wek kesên ku qîmetê nadin “hîndariya rast”, lê tenê dixwazin “tiştên ku li guhên wan xweş tên” bibihîzin (2. Tîmotêyos 4:3) Wexta ku em ji rîspiyekî re behsa meseleyekê bikin, dibe ku ew ji me bipirse ka me ji rîspiyên din jî pirsiye û wan çi gotiye. Wekî din, ji ber ku ew kesekî dilnizm e, dibe ku ew ji rîspiyekî din şîretê bixwaze (Methelokên Silêman 13:10).

MESÛLIYETA ME YA ŞEXSÎ

16. Mesûliyeta me ya şexsî çi ye?

16 Ji ber ku em miyên Xwedê ne, rîspî li me xwedî derdikevin. Dîsa jî ew ji me re nabêjin ku gerek em çi bikin û çi nekin. Mesûliyeta me ya şexsî ye ku em li gor qanûnên Xwedê bijîn. Ji bo gotin û kirinên xwe, em li ber Xwedê mesûl in. Bi alîkariya wî, em dikarin dilrast bimînin (Romayî 14:12). Loma, li şûna ku rasterast ji me re bibêjin ku gerek em çi bikin, rîspî bala me dikişînin ser fikrên Xwedê, yên ku di Kitêba Pîroz de nivîsî ne. Bi saya şîretên wan ên li ser esasê Kitêba Pîroz, em dikarin xwe perwerde bikin ku em qerarên baş bidin (Îbranî 5:14).

17. Yehowa dixwaze ku em çi bikin?

17 Em çi qas şikirdar in ku em miyên Yehowa ne! Yehowa “şivanê baş” Îsa Mesîh şandiye ku ew fîdyeyê bide û em bikarin heta hetayê bijîn (Yûhena 10:11). Bi destê rîspiyên civatê, Yehowa ev soza xwe aniye cih: “Ezê şivanên li gorî dilê xwe bidim we ku bi zanîn û fêmdariyê şivantiya we bikin” (Yêremya 3:15). Gava dostaniya me ya bi Yehowa re sist dibe, gerek em fedî nekin ku ji rîspiyan alîkariyê bixwazin. Bi vî awayî, emê bibînin ku Yehowa wan çawa bi kar tîne ku alî me bike.

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Kengê lazim e ku em ‘gazî rîspiyan bikin’?

  • Çima lazim e ku em gazî rîspiyan bikin?

  • Rîspî çawa alî me dikin?

KILAM 31 Bi Xwedê re Bimeşe

a Eger kesekî guneh kiribe û vê yekê ji rîspiyan re nebêje, piştî demekê lazim e ku tu vê yekê bikî, çimkî tu dixwazî ji Yehowa re dilsoz bimînî.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne