KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w25 Îlon r. 8-13
  • Gava Em Rastî Bêedaletiyê Tên, Gerek Em Çi Bikin?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Gava Em Rastî Bêedaletiyê Tên, Gerek Em Çi Bikin?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • YEHOWA Û ÎSA MESÎH JI BÊEDALETIYÊ NEFRET DIKIN
  • ÎSA MESÎH LI HEMBERÎ BÊEDALETIYÊ ÇI DIKIR?
  • ÎSA MESÎH JI XWE RE EMSAL BIGIRE
  • NIHA EM DIKARIN ÇI BIKIN?
  • Em Çawa Dikarin li hemberî Neheqiyê Sebir Bikin?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • “Hakimê Hemû Dinyayê” Her Tim Adil e
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
  • Min Dixwest li Hember Bêedaletiyê Micadele Bikira
    Kitêba Pîroz Jiyanê Diguherîne
  • Em Çawa Dikarin li hemberî Neheqiyê Sebir Bikin?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
w25 Îlon r. 8-13

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 37

KILAM 114 “Sebir Bikin”

Gava Em Rastî Bêedaletiyê Tên, Gerek Em Çi Bikin?

“Ew li edaletê digeriya, lê bêedaletî hebû” (ÎŞAYA 5:7, NWT).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê hîn bibin ku gava em rastî bêedaletiyê tên, em çawa dikarin Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin û dilê Yehowa xweş bikin.

1-2. Li hemberî neheqiyê, gelek kes çi dikin, û kîjan pirs tên meydanê?

DINYA bi neheqî û bêedaletiyê ve tije ye. Gelek kes ji ber koka xwe, zayenda xwe yan ji ber ku ew feqîr in rastî bêedaletiyê tên. Tebîet ji ber çavbirçîtiya mirovên dewlemend û siyasetvanan xera dibe, û ev yek ser însanan xerab tesîr dike. Dibe ku em yan hezkiriyên me jî rastî tiştên wisa hatine.

2 Em gişt bi hesreta edaletê ne. Loma, hin kesên ku ji ber bêedaletiyê bihêrs in dikevin siyasetê, protesto dikin û bi awayên din li hemberî neheqiyê micadele dikin. Lê belê, ji ber ku em şagirtên Îsa Mesîh in, gerek em xwe ji tiştên wisa dûr bigirin (Yûhena 17:16). Dîsa jî, gava em dibînin ku kesek rastî bêedaletiyê tê, em jî aciz dibin. Îcar gerek em çi bikin? Li hemberî bêedaletiyê, gelo em dikarin tiştekî bikin? Ji bo ku em cewabên van pirsan bistînin, ka em bibînin ku Yehowa û Îsa Mesîh li bêedaletiyê çawa dinêrin.

YEHOWA Û ÎSA MESÎH JI BÊEDALETIYÊ NEFRET DIKIN

3. Çima normal e ku em ji ber bêedaletiyê aciz dibin? (Îşaya 5:7)

3 Em çima ji ber bêedaletiyê ew qas aciz dibin? Kitêba Pîroz nîşan dide ku Yehowa Xwedê, yê ku “ji rastî û edaletê hez dike”, em di sûretê xwe de çêkirine (Zebûr 33:5; 1. Mûsa 1:26). Ew tu caran neheqî û bêedaletiyê nake, û ew naxwaze ku kesên din bêedaletiyê bikin (5. Mûsa 32:3, 4; Mîka 6:8; Zekerya 7:9). Mesela, di rojên Îşaya pêxember de, Yehowa “hawara” kesên ku ji aliyê welatiyên xwe ve bêedaletî didît, dibihîst (Îşaya 5:7a ji jêrenotê bixwîne). Yehowa kesên ku Qanûna wî binpê dikir û bêedaletî li kesên din dikir, ceza dikirin (Îşaya 5:5, 13).

4. Ji serpêhatiyeke ji Kitêba Pîroz, em fehm dikin ku Îsa Mesîh li bêedaletiyê çawa dinêrî? (Li resim jî binêre.)

4 Wek Yehowa, Îsa Mesîh jî ji edaletê hez dike û ji bêedaletiyê nefret dike. Carekê, wî zilamekî destseqet dît, û wî ew qenc kir. Lê belê, alimên dînî hêrs ketin û gotin ku Îsa Mesîh qanûna li ser roja Sebtê binpê dike. Qet ne xema wan bû ku zilam ji derdê xwe filitîbû. Gelo Îsa Mesîh li wan mirovên dilsar çawa dinêrî? Kitêba Pîroz dibêje ku ew “ji ber dilhişkiya wan pir xemgîn bû” (Marqos 3:1-6).

Li sînagogekê, Îsa Mesîh bi alimên dînî re di heqê zilamê destseqet de xeber dide, yê ku ewê qenc bike. Alimên dînî bi nefret li Îsa Mesîh dinêrin.

Alimên dînî zordarî li mirovan dikir, lê Îsa Mesîh ji mirovan hez dikir û alî wan dikir (Li paragrafa 4an binêre)


5. Gava em ji ber bêedaletiyê hêrs dikevin, gerek em çi ji bîr nekin?

5 Madem ku hem Yehowa hem Îsa Mesîh ji ber bêedaletiyê hêrs dikevin, normal e ku em jî hêrs dikevin (Efesî 4:26). Dîsa jî, gerek em ji bîr nekin ku hêrsa me wê bêedaletiyê ji holê raneke. Bi ser de, eger em dev ji hêrsa xwe bernedin, îhtimal heye ku em nexweş bikevin yan bikevin depresyonê (Zebûr 37:1, 8; Aqûb 1:20). Loma, gava em rastî neheqî û bêedaletiyê tên, gerek em çi bikin? Ka em bala xwe bidinê ku Îsa Mesîh çi dikir.

ÎSA MESÎH LI HEMBERÎ BÊEDALETIYÊ ÇI DIKIR?

6. Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, çi cure bêedaletî hebûn? (Li resim jî binêre.)

6 Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, pir bêedaletî hebû. Mesela, wî didît ku alimên dînî çawa bêedaletî li xelkê dikir (Meta 23:2-4). Wekî din, wî didît ku dewleta Romayê çawa zordarî li xelkê dikir. Ji ber vê yekê, gelek Cihûyan dixwest ji bindestiya Romayê xelas bibin û serbixwe bin. Heta, hin kesan li dijî Romayiyan şer dikir. Lê belê, Îsa Mesîh piştgiriya komên ku li dijî dewletê bûn, nedikir. Gava ew pê hesiya ku xelk dixwaze wî bike padîşah, Îsa Mesîh ji wê derê çû (Yûhena 6:15).

Îsa Mesîh bi tena serê xwe hildikişe çiyayekî. Li ber çiyê gelek însan sekinî ne.

Gava xelkê dixwest Îsa Mesîh bixista nav siyasetê, ew ji wê derê çû (Li paragrafa 6an binêre)


7-8. Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî çi nekir? (Yûhena 18:36)

7 Îsa Mesîh tev li siyasetê nedibû ku bêedaletiyê ji holê rake, çimkî wî dizanibû ku ne heqê însanan heye, ne jî qabiliyeta wan têrê dike ku li ser xwe hukim bajon (Zebûr 146:3; Yêremya 10:23). Ji destê wan nayê ku bêedaletiyê ji kokê ve rakin, çimkî dinya di bin kontrola Îblîs de ye, yê ku bêedaletiyê bi pêş dixe (Yûhena 8:44; Efesî 2:2). Wekî din, niyeta hin kesan her çi qas baş be jî, ew jî qisûrdar in, loma ew nikarin her tim bi edalet hereket bikin (Waiz 7:20).

8 Îsa Mesîh rind dizanibû ku tenê Hukimdariya Xwedê dikare hemû sebebên bêedaletiyê ji holê rake. Ji ber vê yekê, wî bi xîret “mizgîniya Hukimdariya Xwedê belav dikir” (Lûqa 8:1). Wî dilê kesên ku “ji bo rastdariyê tî û birçî ne” rehet dikir û ji wan re digot ku dawiya neheqî û bêedaletiyê wê bê (Meta 5:6; Lûqa 18:7, 8). Lê belê, ev yek ne bi xîreta însanan, lê bi destê Hukimdariya Xwedê, ya ku “ne ji vê dinyayê ye”, wê bê çêkirin (Yûhena 18:36 bixwîne).

ÎSA MESÎH JI XWE RE EMSAL BIGIRE

9. Tu çima bawer î ku tenê Hukimdariya Xwedê dikare bêedaletiyê ji holê rake?

9 Bêedaletî di rojên Îsa Mesîh de jî hebû, lê îro, ew pir zêde bûye. Lê wek berê, bêedaletiya ku di van “rojên dawîn” de heye dîsa ji Îblîs û ji kesên ku di bin kontrola wî de ne, tê (2. Tîmotêyos 3:1-5, 13; Peyxam 12:12). Wek Îsa Mesîh, em dizanin ku tenê Hukimdariya Xwedê dikare sebebên eslî yên bêedaletiyê ji holê rake. Ji ber ku em ji dil piştgiriya Hukimdariya Xwedê dikin, em tev li protestoyên dinyayê nabin ku li hemberî bêedaletiyê micadele bikin. Ka serpêhatiya xwişkeke bi navê Stacyb bîne ber çavê xwe. Berî ku ew rastiya Kitêba Pîroz hîn bû, wê tim li hemberî bêedaletiyê protesto dikir. Lê paşê, wê ji xwe pirsî ka bi rastî feydeya vê yekê heye yan na. Ew dibêje: “Gava ez diçûm protestoyan, min ji xwe dipirsî ka bi rastî feydeya vê yekê heye yan na. Lê niha, ez piştgiriya Hukimdariya Xwedê dikim, û ez dizanim ku rêya rast ev e. Yehowa wê zilm û zordariyê bi temamî ji holê rake. Minê nikaribûya ev yek bikira” (Zebûr 72:1, 4).

10. Li gor Meta 5:43-48, em çima hewl nadin ku halê dinyayê biguherînin? (Li resim jî binêre.)

10 Îro, gelek kes piştgiriya tevgerên civakî dikin, ên ku hewl didin ku hukûmetan bi darê zorê biguherînin. Birayekî bi navê Jeffrey wisa dibêje: “Gava însan protesto dikin, ew carinan ji nişka ve hêrs dikevin û dest bi talan û zordariyê dikin.” Tiştên wisa ne li gor mîsal û hîndariyên Îsa Mesîh in (Efesî 4:31). Îsa Mesîh gotibû ku bila em li hemberî her kesî dilovan bin – heta li hemberî kesên ku ji me hez nakin yan zilmê li me dikin (Meta 5:43-48 bixwîne). Ji ber ku em şagirtên Îsa Mesîh in, em çi ji destê me tê dikin ku wî ji xwe re emsal bigirin.

Di nav bajêr de, xwişkek ji kêleka komeke protestovanan re derbas dibe, lê li wan nanêre.

Gerek em ji xwe re bikin armanc ku em tev li meseleyên siyasî û civakî nebin (Li paragrafa 10an binêre)


11. Carinan belkî çima zor e ku em Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin?

11 Em her çi qas dizanin ku Hukimdariya Xwedê wê bêedaletiyê ji holê rake jî, dibe ku carinan li me zor bê ku em Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin. Xwişka me Janiya, ya ku ji ber rengê çermê xwe dihat nizmxistin, wisa dibêje: “Ez gelek bihêrs bûm, û min dixwest ku cezayê kesên ku bêedaletî dikir, bê dayîn. Paşê, min dixwest beşdarî tevgerekê bim, ya ku li hemberî nîjadperestî û cihêkariyê protesto dikir. Ez difikirîm ku ev yek rêyeke baş e ku ez hêrsa xwe nîşan bidim.” Lê bi zeman re, Janiyayê fehm kir ku gerek ew fikra xwe biguherîne. Ew dibêje: “Min îzin dida ku kesên din ser fikrên min tesîr bikin ku ez baweriya xwe, ne bi Yehowa, lê bi însanan bînim. Hingê min qerar da ku ji wê tevgerê bi temamî derkevim.” Gerek em hay ji xwe hebin ku hêrsa me nebe sebeb ku em tev li siyasetê bibin (Yûhena 15:19).

12. Çima gerek em dîqat bikin ku em çi dixwînin û li çi temaşe dikin?

12 Gava em bêedaletiyê dibînin, gelo çi dikare alî me bike ku em sakîn bimînin? Gerek em dîqat bikin ku em çi dixwînin û li çi temaşe dikin. Hin rûpelên medyaya sosyal bala mirovan dikişînin ser nûçeyên di heqê bêedaletiyê de, û ew tevgerên reforma civakî bi pêş dixin. Hin kanalên nûçeyan jî bala temaşevanan dikişînin, ne ser vê yekê ku çi çêbûye, lê ser nêrîna xwe. Eger nûçeyeke di heqê bêedaletiyê de rast be jî, gelo ji bo me bifeyde be ku em tim li ser bifikirin? Eger em tim li tiştên wisa temaşe bikin, dibe ku em pir aciz bin yan cesareta xwe winda bikin (Methelokên Silêman 24:10). Bi ser de, dibe ku em ji bîr bikin ku tenê Hukimdariya Xwedê dikare bêedaletiyê bi temamî ji holê rake.

13. Çima muhîm e ku em Kitêba Pîroz her roj bixwînin?

13 Eger em Kitêba Pîroz her roj bixwînin û li ser kûr bifikirin, emê bizanin ku gava em bêedaletiyê dibînin, gerek em çi bikin. Xwişkeke bi navê Alia pir aciz dibû ji ber ku hin kesên li derdora wê rastî bêedaletiyê dihatin. Wisa xuya dikir qey kesên ku zilm li xelkê dikir ceza nedistand. Ew dibêje: “Ez rûniştim û min ji xwe re got: ‘Gelo ez bi rastî bawer im ku Yehowa wê van probleman hel bike?’ Hingê min Eyûb 34:22-29 xwend. Wan ayetan anî bîra min ku tu kes nikare xwe ji Yehowa veşêre. Edaleta Yehowa bêqisûr e, û tenê ew dikare hemû meseleyan serrast bike.” Lê heta ku Hukimdariya Xwedê edaleta rastîn bîne, gelo em dikarin çi bikin?

NIHA EM DIKARIN ÇI BIKIN?

14. Ji bo ku em bi xwe bêedaletiyê nekin, gerek em çi bikin? (Kolosî 3:10, 11)

14 Em her çi qas nikarin hal û hereketên kesên din, ên ku bêedaletiyê dikin, kontrol bikin jî, em dikarin hal û hereketên xwe kontrol bikin. Wek me berê dîtibû, gerek em wek Îsa Mesîh li hemberî her kesî nazik û dilovan bin – heta li hemberî kesên ku bêedaletiyê dikin jî (Meta 7:12; Romayî 12:17). Eger em li hemberî her kesî adil û dilovan bin, Yehowa wê ji me razî be (Kolosî 3:10, 11 bixwîne).

15. Çima muhîm e ku em ji mirovan re behsa Kitêba Pîroz bikin?

15 Ji bo ku em alî mirovan bikin, metoda herî baş ev e ku em ji wan re behsa Kitêba Pîroz bikin. Gelo çima? Çimkî “zanîna Xudan” dikare kesekî zalim û zordar jî bike însanekî nerm û aştîhez (Îşaya 11:6, 7, 9). Berî ku ew bû Şahidê Yehowa, zilamekî bi navê Cemal tev li komeke serhildêr bû ji ber ku ew difikirî ku hukûmet zalim e û gerek bê qelibandin. Ew di heqê xwe de wisa dibêje: “Tu kes bi darê zorê nayê guhertin, û ez jî ancax bi saya rastiya Kitêba Pîroz, a ku ez hîn dibûm, hatim guhertin.” Belê, Cemal bi saya tiştên ku ew hîn dibû dev ji şerkirinê berda. Kesên ku bi destê gotinên Kitêba Pîroz tên guhertin çi qas zêde bin, kesên ku bêedaletiyê dikin wê ew qas kêmtir bibin.

16. Tu çima dixwazî mizgîniya Hukimdariya Xwedê belav bikî?

16 Wek Îsa Mesîh, em dixwazin ji mirovan re bibêjin ku tenê Hukimdariya Xwedê dikare bêedaletiyê bi temamî ji holê rake. Ev xeber dikare ronahiyê bide kesên ku rastî bêedaletiyê hatine (Yêremya 29:11). Stacy, ya ku me berê behsa wê kiribû, wisa dibêje: “Ji ber ku ez dizanim ku Xwedê wê hemû kul û derdan ji holê rake, ez dikarim li hemberî bêedaletiyê sakîn bimînim. Bi destê gotinên Kitêba Pîroz, Yehowa dilê min rehet dike.” Ji bo ku em ji mirovan re bibêjin ku Kitêba Pîroz li ser çareseriya bêedaletiyê çi dibêje, gerek em xwe ji berê ve hazir bikin. Eger em bawer in ku sozên Xwedê wê bên cih, emê bikarin bi piştrastî li ser vê mijarê xeber bidin, mesela li cihê îş yan li mektebê.c

17. Yehowa çawa alî me dike ku em li hemberî bêedaletiyê sebir bikin?

17 Em dizanin ku heta ku Îblîs “serokê vê dinyayê” be, emê rastî bêedaletiyê bên. Lê belê, em dilxweş in ji ber ku roj nêzîk e ku Îblîs wê “bê avêtin derve” (Yûhena 12:31). Bi destê Kitêba Pîroz, Yehowa hem eşkere dike ku çima ew qas bêedaletî heye hem jî nîşanî me dide ku dilê wî bi mezlûman dişewite (Zebûr 34:17-19). Ji mîsala Îsa Mesîh, em hîn dibin ku gerek em li hemberî bêedaletiyê çi bikin û ku di demeke nêzîk de, Hukimdariya wî wê bêedaletiyê bi temamî tune bike (2. Petrûs 3:13). Bila em mizgîniya Hukimdariya Xwedê bi dil û can belav bikin û li benda wê rojê bimînin ku dinya wê bi “heqî û edaletê” ve tije bibe (Îşaya 9:7).

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Ji ber bêedaletiyê, em çima ew qas aciz dibin?

  • Em çima bawer nakin ku însan dikarin bêedaletiyê ji holê rakin?

  • Gava em rastî bêedaletiyê tên, em dikarin çi bikin?

KILAM 158 Ewê Dereng Nemîne

a “Çimkî mala Îsraîl rezê Yehowayê ordiyan e. Mirovên Cihûda baxê wî yê ezîz in. Ew li edaletê digeriya, lê neheqî hebû. Ew li rastdariyê digeriya, lê hawar hebû” (Îşaya 5:7, NWT).

b Hin nav hatine guhertin.

c Wekî din, di broşûra Ji Mirovan Hez Bikin – Wan Bikin Şagirt de li Pêvek A, nuqteyên 24 heta 27an binêre.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne