MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 38
KILAM 120 Mîna Îsa Mesîh Sernerm Be
Qedrê Mirovan Bigire
“Qedir û qîmet ji zêr û zîvan çêtir e” (METHELOKÊN SILÊMAN 22:1, NWT).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku çima lazim e ku em qedrê mirovan bigirin û eger zor be jî, em çawa dikarin vêya bikin.
1. Gava kesên din qedrê me digirin, ev yek ser me çawa tesîr dike? (Methelokên Silêman 22:1)
HER KES dixwaze ji kesên din hurmetê bibîne. Gava kesên din qedrê me digirin, em dilxweş dibin. Loma, Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Navekî baş ji dewlemendiya mezin muhîmtir e. Qedir û qîmet ji zêr û zîvan çêtir e” (Methelokên Silêman 22:1, NWT).
2-3. Gerek em qedrê kê bigirin?
2 Carinan belkî li me hêsan nayê ku em qedrê mirovan bigirin. Gelo çima? A yekê, dibe ku kêmasiyên mirovan bikevin çavê me. Wekî din, di rojên me de gelek kes qedrê hevdû nagirin. Lê belê, gerek em ne mîna wan bin, çimkî Yehowa dixwaze ku em “ji hemûyan re hurmetê bikin” (1. Petrûs 2:17).
3 Di vê meqaleyê de, emê hîn bibin ku qedirgirtin çi ye û em çawa dikarin qedrê (1) maliyên xwe, (2) xwişk û birayan û (3) kesên ku ne Şahidên Yehowa ne bigirin. Emê bibînin ku eger zor be jî, em çawa dikarin qedrê van kesan bigirin.
QEDIRGIRTIN ÇI YE?
4. Qedirgirtin çi ye?
4 Gava em qedrê kesekî digirin, ev yek tê maneya ku em hurmetê didin wî, belkî ji ber xisûsiyetên wî, ji ber serkeftinên wî yan ji ber mertebeya wî. Pir muhîm e ku em bi hal û hereketên xwe û ji dil qedrê mirovan bigirin û hurmetê bidin wan (Meta 15:8).
5. Çi dikare alî me bike ku em qedrê mirovan bigirin?
5 Yehowa dixwaze ku em qedrê mirovan bigirin. Mesela, Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Bila her kes guhdariya kesên ku hukim dajon, bike. … Kesê ku dixwaze ku qedrê wî bê girtin, qedrê wî bigirin, kesê ku rûmetê dixwaze, rûmetê bidin wî” (Romayî 13:1, 7). Lê hin kes dibêjin: “Ez hazir im ku qedrê mirovan bigirim, lê tenê eger ew hêjayî vê yekê ne.” Gelo ev fikir rast e? Na. Ji ber ku em xizmetkarên Yehowa ne, gerek em qedrê mirovan bigirin, ne tenê ji ber ku em wan hêjayî vê yekê dibînin, lê ji ber ku em ji Yehowa hez dikin û dixwazin dilê wî xweş bikin (Yêşû 4:14; 1. Petrûs 3:15).
6. Gelo em dikarin qedrê kesên wisa bigirin, ên ku qedrê me nagirin? (Li resim jî binêre.)
6 Gelo bi rastî mumkin e ku em qedrê kesên wisa bigirin, ên ku qedrê me nagirin? Belê. Mesela, ka bala xwe bide serpêhatiya Yonatan, ê ku ji aliyê bavê xwe Saûl Padîşah ve li ber çavê her kesî hatibû nizmxistin (1. Samûyêl 20:30-34). Dîsa jî, Yonatan qedrê bavê xwe digirt û heta mirina wî piştgiriya wî dikir (2. Mûsa 20:12; 2. Samûyêl 1:23). Wekî din, serpêhatiya Hannayê bîne bîra xwe. Kahînê mezin Elî bi sertî pê re xeber da, çimkî ew difikirî ku ew serxweş e (1. Samûyêl 1:12-14). Bi ser de, her kesî dizanibû ku Elî mesûliyetên xwe wek bav û kahînê mezin nedianîn cih. Dîsa jî, Hannayê bi Elî re bi hurmet xeber da (1. Samûyêl 1:15-18; 2:22-24). Yan jî, serpêhatiya Pawlosê şandî bîne ber çavê xwe. Xelkê Atînayê ew wek kesekî zimandirêj bi nav kir (Karên Şandiyan 17:18). Dîsa jî, Pawlos bi wan re bi hurmet xeber da (Karên Şandiyan 17:22). Ji van mîsalan tê fehmkirin ku eger zor be jî, gerek em qedrê mirovan bigirin ji ber ku em ji Yehowa hez dikin û naxwazin dilê wî biêşînin. Niha, ka em bibînin ku gerek em qedrê kê bigirin û çima.
Saûl Padîşah kurê xwe Yonatan her çi qas nizm xistibû jî, Yonatan piştgiriya wî dikir (li paragrafa 6an binêre)
QEDRÊ MALIYÊN XWE BIGIRE
7. Carinan belkî çima zor e ku em qedrê maliyên xwe bigirin?
7 Çima zor e? Em bi malbata xwe re pir wextê derbas dikin. Loma, em hem xisûsiyetên baş ên maliyên xwe hem jî kêmasiyên wan rind dizanin. Hin maliyên me belkî nexweş in, û li me zor tê ku em li wan binêrin. Hin ji wan belkî behicî ne yan dilê me bi gotin û kirinên xwe diêşînin. Li şûna ku ew xîret bikin ku malê bikin cihekî rehet û bihizûr, hin maliyên me belkî şerok in û qedrê hevdû nagirin. Loma, belkî di hundirê malê de tevlihevî heye. Wek nexweşiyeke ku îznê nade ku beden rind bixebite, bêhurmetî ji yekîtiya malbatê re asteng e. Lê çawa ku hin nexweşî dikarin bên tedawîkirin, ferdên malbatê jî dikarin hîn bibin ku qedrê hevdû bigirin.
8. Çima muhîm e ku em qedrê maliyên xwe bigirin? (1. Tîmotêyos 5:4, 8)
8 Çima muhîm e ku em qedrê maliyên xwe bigirin? (1. Tîmotêyos 5:4, 8 bixwîne). Di nameya xwe de, Pawlos ji Tîmotêyos re got ku gerek ferdên malbatê çawa li hev xwedî derkevin. Wî got ku sebebê herî muhîm ku em qedrê maliyên xwe bigirin ne ev e ku em mecbûr in ku vêya bikin, lê ev e ku em dixwazin “ji Xwedê re dilsoz” bin. Malbat ji aliyê Yehowa ve hatiye avakirin (Efesî 3:14, 15). Loma, gava em qedrê maliyên xwe digirin, em bi eslê xwe qedrê Yehowa digirin, ê ku malbat çêkiriye. Em dibînin ku çi qas muhîm e ku em qedrê maliyên xwe bigirin, ne wisa ye?
9. Jin û mêr çawa dikarin qedrê hevdû bigirin? (Li resiman jî binêre.)
9 Jin û mêr çawa dikarin qedrê hevdû bigirin. Mêrekî ku qedrê jina xwe digire hem li ber mirovan hem jî li malê nîşan dide ku ew qîmetê dide wê (Methelokên Silêman 31:28; 1. Petrûs 3:7). Ew tu caran li jina xwe naxe, wê nizm naxe û kêm nabîne. Joséa, yê ku li Arjantînê dijî, wisa dibêje: “Ji ber ku xanima min nexweş e, ew dilê min carinan bi gotinên xwe diêşîne. Gava ew wisa dike, ez tînim bîra xwe ku ew bi eslê xwe naxwaze wisa bibêje. Wexta ku ez aciz dibim, ez gotinên 1. Korîntî 13:5 tînim bîra xwe. Ev ayet alî min dike ku ez bi xeberdana xwe qedrê wê bigirim û bi sertî cewabê nedim” (Methelokên Silêman 19:11). Jineke ku qedrê mêrê xwe digire navê wî nizm naxe (Efesî 5:33). Ew bi mêrê xwe re bi zimanekî tûj xeber nade û heqaretê li wî nake, çimkî ew dizane ku tiştên wisa zerarê didin zewacê (Methelokên Silêman 14:1). Xwişkeke ku li Îtalyayê dijî di heqê mêrê xwe de wisa dibêje: “Carinan, ez difikirim ku di her tiştî de problem dibîne. Berê, min bi gotin û awirên xwe nîşan dida ku ez têra xwe qedrê wî nagirim. Lê her ku ez tevî kesên ku bi hurmet di heqê mirovên din de xeber didin wextê derbas dikim, daxwaza min zêde dibe ku ez qedrê zilamê xwe bigirim.”
Gava em qedrê maliyên xwe digirin, em bi eslê xwe qedrê Yehowa digirin, ê ku malbat çêkiriye (Li paragrafa 9an binêre)
10. Ciwan çawa dikarin nîşan bidin ku ew qedrê dê û bavê xwe digirin?
10 Ciwanno, guh bidin dê û bavê xwe (Efesî 6:1-3). Bi hurmet bi wan re xeber bidin (2. Mûsa 21:17). Her ku dê û bavê we mezintir dibin, dibe ku ew zêdetir hewceyî eleqeya we bin. Çi qas ji destê we tê li wan xwedî derkevin. Ka serpêhatiya xwişka me Maríayê bînin ber çavê xwe. Bavê wê Şahidê Yehowa nîne. Gava ew nexweş ket, ji bo Maríayê pir zor bû ku li wî binêre, çimkî wî dilê wê bi gotinên xwe pir diêşand. Xwişka me wisa dibêje: “Min dua dikir ku bila ez bikarim qedrê bavê xwe bigirim û vêya nîşan bidim jî. Min ji xwe re digot ku madem ku Yehowa dixwaze ku ez qedrê dê û bavê xwe bigirim, ewê qewetê bide min ku ez bikarim vêya bikim. Bi zeman re, min fehm kir ku ji bo ku ez qedrê bavê xwe bigirim, ne lazim e ku ew xwe serrast bike.” Eger kêmasiyên maliyên me hebin, lê em dîsa jî qedrê wan digirin, em îsbat dikin ku em qedrê Yehowa digirin, ê ku malbat ava kiriye.
QEDRÊ XWIŞK Û BIRAYAN BIGIRE
11. Belkî çima zor e ku em qedrê xwişk û birayan bigirin?
11 Çima zor e? Xwişk û birayên me her çi qas li gor qanûnên Kitêba Pîroz dijîn jî, dibe ku ew carinan neheqiyê li me bikin yan me bi hal û hereketên xwe aciz bikin. Eger “sebebekî [me] ji bo gazinan hebe” jî, gelo em çawa dikarin qedrê wan bigirin? (Kolosî 3:13).
12. Çima muhîm e ku em qedrê xwişk û birayan bigirin? (2. Petrûs 2:9-12)
12 Çima muhîm e ku em qedrê xwişk û birayan bigirin? (2. Petrûs 2:9-12 bixwîne). Di nameya xwe ya diduyan de, Petrûs behsa hin kesan kir, ên ku di heqê rîspiyan de xerab xeber dida. Gelo melekên dilsoz, ên ku ev yek didît, çi kir? Ji ber ku ew qedrê Yehowa digirin, wan di heqê kesên sûcdar de tu tiştekî xerab negot. Li şûna vê, ew li bendê sekinîn ku Yehowa wan kesan serrast bike û hukmê wan bide (Romayî 14:10-12; li Cihûda 9 jî binêre). Em dikarin ji van melekên dilsoz dersê bigirin. Madem ku gerek em bêhurmetiyê li muxalifan nekin, helbet gerek em bêhurmetiyê li xwişk û birayan jî nekin. Di minasebetên me yên bi wan re, bila em “di qedirgirtinê de gava pêşîn bavêjin” (Romayî 12:10). Bi vî awayî, em dikarin nîşan bidin ku em qedrê Yehowa digirin.
13-14. Em çawa dikarin qedrê xwişk û birayan bigirin? Hin mîsalan bide (Li resiman jî binêre.)
13 Em çawa dikarin qedrê xwişk û birayan bigirin? Rîspîno, xwişk û birayan bi dilovanî perwerde bikin (Filîmon 8, 9). Eger lazim be ku hûn şîretê bidin kesekî, vêya ne bi hêrs, lê bi nermî bikin. Xwişkno, bi vê ku hûn paşgotinî û îftirayê nekin, hûn dikarin alî xwişk û birayan bikin ku ew qedrê hevdû bigirin (Tîtos 2:3-5). Bi vê ku em gişt bi rîspiyan re hevkariyê bikin û ji wan re spas bikin ji ber ku ew bi dil û can civînan îdare dikin, rêberiya belavkirina mizgîniyê dikin û alî kesên ku “gaveke şaş” avêtiye dikin, em dikarin nîşan bidin ku em qedrê wan digirin (Galatî 6:1; 1. Tîmotêyos 5:17).
14 Li xwişkeke me ya bi navê Rosa zor dihat ku qedrê rîspiyekî bigire, yê ku şîret dabû wê. Rosa wisa dibêje: “Ez aciz bûm, çimkî gotinên wî li min sert hatin. Li malê, min di heqê wî de xerab xeber da. Di dilê xwe de, min bawer nedikir ku şîreta wî ji bo xêra min bû, loma min şîreta wî avêt pişt guhê xwe.” Gelo xwişka me fikra xwe çawa guhert? Ew dibêje: “Gava min Kitêba Pîroz dixwend, min gotinên 1. Selanîkî 5:12, 13 dîtin. Min fehm kir ku min qedrê wî birayî nedigirt, loma wijdanê min nerehet bû. Min ji Yehowa re dua kir û di weşanên teşkîlatê de lêkolîn kir ka ez çawa dikarim nêrîna xwe serrast bikim. Dawiya dawîn, min fehm kir ku problem ne ew bû wî çi gotibû, lê ew bû ku ez pozbilind bûm. Niha ez dibînim ku ji bo ku ez qedrê mirovan bigirim, gerek ez dilnizm bim. Ez hê jî xîret dikim ku zêdetir qedrê mirovan bigirim, û ez hîs dikim ku Yehowa ji xîreta min razî ye.”
Bila em bi rîspiyan re hevkariyê bikin û ji bo karê wan şikirdar bin. Bi vî awayî, em dikarin nîşan bidin ku em qedrê wan digirin (Li paragrafên 13 û 14an binêre)
QEDRÊ KESÊN KU NE ŞAHIDÊN YEHOWA NE BIGIRE
15. Belkî li me çima zor tê ku em qedrê kesên ku ne Şahidên Yehowa ne bigirin?
15 Çima zor e? Di xizmetê de, em gelek caran rastî mirovên wisa tên, ên ku ji gotinên Kitêba Pîroz hez nakin (Efesî 4:18). Hin kes ji ber tiştên ku ew di biçûktiya xwe de hîn bûbûn çavê xwe li ser rastiyê digirin. Wekî din, dibe ku patron, mamoste, hevalders yan hevalkarên me însanên sert in. Bi zeman re, dibe ku ew di çavê me de bikevin û em jî li hemberî wan sert bin.
16. Çima muhîm e ku em qedrê mirovên ku hê ji Yehowa re xizmet nakin, bigirin? (1. Petrûs 2:12; 3:15)
16 Çima muhîm e ku em qedrê kesên ku ne Şahidên Yehowa ne bigirin? Yehowa dixwaze ku em li hemberî kesên ku ne Şahidên Yehowa ne jî dilovan bin. Petrûsê şandî ji şagirtên Îsa Mesîh re gotibû ku bi saya hal û hereketên wan ên baş, dibe ku hin kes Xwedê “birûmet bikin”. Ji ber vê yekê, wî ji wan re gotibû ku gerek ew baweriya xwe bi nermî û hurmet biparêzin (1. Petrûs 2:12; 3:15 bixwîne). Ferq nake ku em ji ber baweriya xwe di hizûra hakim de disekinin yan bi cîranekî xwe re sohbetê dikin, gerek em li hemberî kesên ku ne Şahidên Yehowa ne wisa bin qey em di hizûra Xwedê de ne, çimkî Yehowa her tiştê ku em dibêjin dibihîze, û ew dibîne ku em çawa xeber didin. Madem ku wisa ye, ma ne lazim e ku em qedrê kesên ku ne Şahidên Yehowa ne bigirin?
17. Em çawa dikarin qedrê kesên ku ne Şahidên Yehowa ne bigirin?
17 Em çawa dikarin qedrê kesên ku ne Şahidên Yehowa ne bigirin? Gava em di xizmetê de ne, gerek em kesên ku Kitêba Pîroz baş nizanin yan qet nizanin kêm nebînin, lê ji bîr nekin ku Xwedê qîmetê dide wan. Wekî din, gerek em wan “ji xwe mezintir bibînin” (Hagay 2:7; Filîpî 2:3). Eger kesek ji ber baweriya te heqaretê li te bike, bi gotinên tûj cewabê nede (1. Petrûs 2:23). Eger tu ji ber gotineke xwe poşman bî, di cih de efû bixwaze. Mesela, gelo tu çawa dikarî qedrê hevalkarên xwe bigirî? Jîr û jêhatî be, û li patron û hevalkarên xwe pozîtîf binêre (Tîtos 2:9, 10). Ferq nake ku mirov ji te razî bin yan na, eger tu bi xîret û duristî bixebitî, Xwedê wê ji te razî be (Kolosî 3:22, 23).
18. Çima muhîm e ku em qedrê mirovan bigirin?
18 Belê, sebebên muhîm hene ku em qedrê mirovan bigirin. Me dîtiye ku gava em qedrê malbata xwe digirin, em bi eslê xwe qedrê Yehowa digirin, ê ku malbat çêkiriye. Mîna vê, gava em qedrê xwişk û birayan digirin, em rûmetê didin Bavê xweyî ezmanî. Wekî din, gava em qedrê kesên ku ne Şahidên Yehowa ne digirin, em rê vedikin ku ew jî rûmetê bidin Yehowa Xwedê. Eger hin mirov qedrê me negirin jî, bila em qedrê wan bigirin. Gelo çima? Çimkî emê bereketa Yehowa bistînin, ê ku wisa soz daye: “Kesê ku min rûmetdar bike, ezê jî rûmetdar bikim” (1. Samûyêl 2:30).
KILAM 129 Emê Dilsoz Bimînin
a Hin nav hatine guhertin.