KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w17 Adar r. 23-27
  • Ji Tiştên Nivîsî ji Xwe re Dersan Bigire

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Ji Tiştên Nivîsî ji Xwe re Dersan Bigire
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • BAWERBÛNA HÎKMETA ÎNSANÎ FELAKET TÎNE
  • HEVALTIYA XERAB ÇIMA BITALÛKE YE?
  • ÎZIN NEDE KU DILÊ TE QURE BIBE
  • GAVA TU QERARAN DIDÎ, DÎQAT BIKE
  • BI HEMÛ DILÊ XWE DILSOZ BIMÎNE Û DILŞAD BE
  • Bi Hemû Dilê Xwe ji Yehowa re Xizmet Bike
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
  • Dema Aştiyê bi Aqilmendî bi Kar Bîne
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
  • Birayên Ciwan – Hûn Çawa Dikarin Îtibara Xwişk û Birayan Qazanc Bikin?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
w17 Adar r. 23-27
Yehoşafat û Ahab Padîşah şer dikin tevî Sûrya

Ji Tiştên Nivîsî ji Xwe re Dersan Bigire

“Ev tiştên . . . ji me yên ku gihîştin dawiya deman re bibin şîret, hatine nivîsîn” (1. KOR. 10:11).

KILAM: 49, 127

ŞAŞIYÊN VAN PADÎŞAHAN ÇI RÊYÎ ME DIDIN?

  • Asa û Yehoşafat

  • Hîzkiya

  • Yoşiya

1, 2. Emê çima der heqê serpêhatiyên çar padîşahên Cihûdayê de şêwir bikin?

EGER te bidîta ku kesek di riyekê de şemitî û ket erdê, ma teyê di wê rê de dîqat nekira? Belê, çaxa em bala xwe didin şaşiyên kesên din, ev yek alî me dike ku em eynî şaşiyan nekin. Riya me ya ruhî jî wisa ye. Em dikarin ji şaşiyên kesên din – mesela ji yên ku di Kitêba Pîroz de hatine qeyd kirin – ji xwe re dersan bigirin.

2 Di meqaleya berê de, me behsa çar padîşahên Cihûdayê kiribû. Van padîşahan bi temamiya dilê xwe ji Yehowa re xizmet dikir. Lê wan padîşahan şaşiyên mezin jî kirin. Em dikarin ji şaşiyên wan çi bielimin, û em çawa dikarin ji şaşiyên wisa dûr bisekinin? Bila em li ser serpêhatiyên wan şêwir bikin û bi vî awayî ji tiştên ku ji bo şîretkirinê hatine nivîsîn feyde bistînin (Romayî 15:4 bixwîne).

BAWERBÛNA HÎKMETA ÎNSANÎ FELAKET TÎNE

3-5. a) Dilê Asa her çi qas bi Yehowa re yek bû jî, wî çi kir? b) Gava Baaşa li hemberî Cihûdayê derket, dibe ku Asa çima baweriya xwe bi mirovan anî?

3 A pêşîn, bila em der heqê serpêhatiyên Asa de şêwir bikin û bibînin ku Peyva Xwedê çawa dikare li ser jiyana me tesîr bike. Çaxa yek mîlyon leşkerên Hebeşî erîşî Cihûdayê kir, Asa bi Yehowa bawerî anî û jê alîkarî xwest. Lê careke din, çaxa padîşahê Îsraêl Baaşa li hemberî Asa derket û dest bi avakirina bajarê Ramayê kir, Asa ji Xwedê hawar nexwest (2. Dîr. 16:1-3). Bi hîkmeta xwe, Asa rişwet da padîşahê Sûriyê Ben-Hadad da ku ew erîşî Baaşa bike. Gelo taktîka Asa serkeftî bû? Kitêba Pîroz dibêje ku “dema Baaşa vê yekê bihîst, dev ji avakirina Ramayê berda û dev ji karê xwe berda” (2. Dîr. 16:5). Wisa xuya bû wekî ku stratejiya Asa serkeftî bû.

4 Lê gelo kirinên Asa ji Yehowa re xweş hat? Na! Xwedê pêxemberê xwe Hananî şand ba Asa ku ew wî şermezar bike ji ber ku wî baweriya xwe bi Yehowa neanî (2. Dîrokan 16:7-9 bixwîne). Hananî wisa got: “Dê ji niha pê ve bi te re ceng bêne kirin”. Rast e Asa ji destê Baaşa filitî, lê belê Asa paşê her tim di nav şeran de ma.

5 Di meqaleya berê de, em elimîbûn ku Xwedê ji Asa razî bû, çimkî wî didît ku dilê Asa pê re yek e (1. Qra. 15:14). Li ber çavê Xwedê, ew mirovekî dilsoz bû. Dîsa jî, Asa netîceyên kirinên xwe yên bêaqil dikişandin. Gava Baaşa li hemberî wî derket, Asa çima li şûna ku baweriya xwe bi Yehowa bîne, baweriya xwe bi mirovan – yanî bi Ben-hadad û bi xwe – anî? Gelo ew fikirî ku stratejiya dîplomatîk an leşkerî ji alîkariya Xwedê wê baştir be? Gelo wî guh da şîretên nebaş?

6. Em ji şaşiya Asa çi dielimin?

6 Em dikarin ji vê şaşiya Asa ji xwe re ders bigirin. Gelo em çi qas baweriya xwe bi Yehowa tînin? Gerek em ne tenê di meseleyên mezin de, lê di tiştên biçûk de jî baweriya xwe bi Yehowa bînin. Gelo em dixwazin tiştên wisa bi aqlê xwe çareser bikin? Gava pirsgirêkên me hebin, gerek em her tim li prensîpên Kitêba Pîroz bigerin û xîret bikin ku em wan bînin cih. Bi vî awayî, em dikarin nîşan bidin ku em baweriya xwe bi Yehowa tînin. Mesela, eger ferdên malbata te riya te bigirin ku tu neçî îbadetê an civîneke mezin, tuyê çi bikî? Gelo tuyê alîkariya Yehowa bixwazî ku ew ji te re rêberî bike û alî te bike ku tu qerarê herî rast bidî? An jî dibe ku te karê xwe winda kir û nikarî karekî nû bibînî. Wexta ku tu karekî nû bibînî, gelo tuyê ji patron re bibêjî ku gerek tu her heftî herî civînan? Derdê me çi be jî, gerek em van gotinên zebûrbêj ji bîr nekin: “Riya xwe ji wî re bihêle xwe bispêre Xudan, ewê bîne cih hemû pêwistiyan” (Zeb. 37:5).

HEVALTIYA XERAB ÇIMA BITALÛKE YE?

7, 8. Yehoşafat çi şaşî kirin? Netîce çi bû? (Li resmê ewilî binêre.)

7 Niha emê der heqê kurê Asa Yehoşafat de şêwir bikin. Ew xwediyê gelek sifatên baş bû. Ji ber ku wî baweriya xwe bi Xwedê anî, wî gelek tiştên baş kirin. Dîsa jî, wî qerarên bêaqil jî dan. Mesela, wî qîza Ahab – padîşahê xerab ê padîşahiya bakur – ji kurê xwe re xwest. Ji xeynî vê, wî û Ahab mil dan hev, da ku ew li hemberî Sûriyê şer bikin. Mîkaya pêxember Yehoşafat ji berê ve hişyar kiribû, lê Yehoşafat dîsa jî çû û hindik mabû ku ew bê kuştin. Paşê ew vegeriya Orşelîmê (2. Dîr. 18:1-32). Yehû pêxember jê wisa pirsî: “Gelo alîkariya bi xeraban re û ji yên ku ji Xudan ve dikerihin hezkirin hewce dike?” (2. Dîrokan 19:1-3 bixwîne).

8 Çi heyf e ku Yehoşafat ji şaşiya xwe ders negirt. Wî her çi qas bi xîret ji Xwedê re xizmet dikir jî, xuya ye ku ew şîreta Yehû pêxember ji nedîtî ve hat. Yehoşafat îcar jî bi kurê Ahab Ahazya re peyman danî. Ahazya Padîşah jî xerab û dijiminê Xwedê bû. Yehoşafat û Ahazya bi hev re gemî ava kirin, lê ew gemî xera bûn û mexseda wan nehat cih (2. Dîr. 20:35-37).

9. Hevaltiya xerab çawa dikare li ser jîyana me bandor bike?

9 Serpêhatiyên Yehoşafat derseke muhîm didin me. Yehoşafat bi gelemperî padîşahekî baş bû. Wî tiştên rast dikir û bi hemû dilê xwe li Yehowa digeriya (2. Dîr. 22:9). Lê şaşiya wî ev bû ku ew bi kesên ku ji Yehowa hez nedikir hevaltî kir. Netîceyên vê şaşiyê xerab bûn. Kitêba Pîroz dibêje: “Yê ku bi zaniyaran ve rûdinê û radibe, dibe zaniyar; lê belê yê ku bi bêaqilan ve dibe heval, dixesire” (Mtl. 13:20). Netîceya eleqeya nehewce a bi Ahab re ji bo Yehoşafat felaket bû – hindik mabû ku ew bimire. Îro em alî mirovan dikin ku ew rastiyê bielimin. Lê belê hevaltiya nêzik a bi nebawermendan re bitalûke ye.

10. a) Der heqê mewzûya zewacê de, em ji Yehoşafat çi dielimin? b) Gerek em li ser çi bawer bin?

10 Em ji serpêhatiyên Yehoşafat çi dielimin? Dibe ku dilê şagirtekî Îsa bikeve kesekî ku ji Yehowa hez nake. Belkî ew difikire ku ew nikare di civatê de kesekî li gor dilê xwe bibîne. An jî dibe ku merivên nebawermend zorê lê bidin ku ew bêyî ku dereng bimîne bizewice. Hinek jî mîna vê xwişkê difikirin: “Xwestina hezkirin û dostiyê, di tabîeta me de heye.” Gerek şagirtekî Îsa çi bike? Bila ew bifikire ku çi hat serê Yehoşafat. Ew pir caran li rêberiya Xwedê digeriya (2. Dîr. 18:4-6). Lê em dizanin ku çi qewimî çaxa ew bû hevalê Ahab, yê ku ji Yehowa hez nedikir. Wê lazim bûya ku Yehoşafat ji bîr neke ku çavê Yehowa li kesên ku bi hemû dilê xwe tevî wî ne digere. Îro jî çavê Xwedê temamiya dinyayê dibîne, û ew her tim hazir e ku qudreta xwe di oxira me de bixebitîne (2. Dîr. 16:9). Yehowa halê me fehm dike, ji me hez dike û dixwaze alî me bike. Gelo tu bawer dikî ku Xwedê wê alî te bike ku tu kesekî li gor dilê xwe bibînî? Bawer be ku ewê vê xwestina dilê te zû dereng bîne cih!

Mêr ji xwişkekê re tiştek tîne ku li ser xwe de ke

Dîqat bike ku tu bi kesekî nebawermend nekevî bin nîrekî (Li paragrafa 10an binêre)

ÎZIN NEDE KU DILÊ TE QURE BIBE

11, 12. a) Hîzkiya tiştên ku dilê xwe de hebûn çawa eyan kirin? b) Yehowa çima Hîzkiya efû kir?

11 Serpêhatiya Hîzkiya rêyî me dide ku çiqas mûhîm e ku em dilê xwe biparêzin. Carekê Yehowa – yê ku dilan dixwîne – xuya kir ku di dilê Hîzkiya de çi heye (2. Dîrokan 32:31 bixwîne). Çaxa Hîzkiya di dereceya mirinê de nexweş ket, Xwedê nîşanek da wî ku ewê dîsa baş be: Siya li ser merdîwanê vekişiya. Wisa tê fehmkirin ku serokên Babîlê mirov şandin ba Hîzkiya ji bo ku ew der heqê vê mucîzeyê zêdetir melûmat bistînin (2. Qra. 20:8-13; 2. Dîr. 32:24). Kitêba Pîroz dibêje ku wê demê, Yehowa Hîzkiya tenê hişt ji bo ku ew bibîne ku ewê çi bike. Hîzkiya hemû xezîneyên mala xwe şanî wan mirovên Babîlê dan. Belê, vê hereketa bêaqil “hemûyên ku di dilê wî de” hebû xuya kir.

12 Di Kitêba Pîroz de nayê gotin ku dilê Hîzkiya çima qure bû. Gelo seba ku wî li ser Asûrê zafer girt an seba ku wî bi mucîzeyeke Xwedê şîfa dît? An jî seba ku “zehf serwet û mezintiya Hîzkiya hebû”? Em cewaba van pirsan nizanin, lê em dizanin ku seba quretiya xwe, Hîzkiya ji bo kerema ku wî ji aliyê Xwedê ve dîtibû şikur nekir. Çi heyf e! Belê, wî her çi qas bi temamiya dilê xwe ji Xwedê re xizmet dikir jî, wî carekê dilê Yehowa êşand. Lê wext derbas bû û Hîzkiya “xwe nizm kir”, û ji bo vê, Xwedê ji Hîzkiya û xelkê wî re bi hêrs neket (2. Dîr. 32:25-27; Zeb. 138:6).

13, 14. a) Dibe ku Yehowa me kengê bihêle ku ew bibîne ku di dilê me de çi heye? b) Gava mirov pesnê me didin, gerek em çi bikin?

13 Gava em serpêhatiyên Hîzkiya dixwînin û li ser wan difikirin, em çi dielimin? Piştî ku Yehowa Sanherîb mexlûb kir û şîfa da Hîzkiya, pir wext derbas nebû ku quretiya Hîzkiya derket meydanê. Eger me şixulekî mezin kiriye, gelo dibe ku Yehowa me dihêle ku em xuya bikin ku di dilê me de çi heye? Mesela, bîne ber çavê xwe ku birayekî ji bo hazirkirina gotarekê pir hewl daye. Piştî pêşkêşkirina gotarê, gelek kes pesnê wî didin. Gelo ewê li ber van pesnan çi bike?

14 Çaxa mirov pesnê me didin, wê baş be eger em van gotinên Îsa bînin bîra xwe: “Çaxê we hemû tiştên ku li we hatine emirkirin anîn cih, bêjin: ‘Em xulamên bêkêr in; me ew karê ku li ser me deyn bû, kir’” (Lûqa 17:10). Dîsa, em dikarin ji şaşiya Hîzkiya dersekê bistînin. Quretiya wî ji vê yekê xuya bû ku wî ji bo kerema ku wî ji aliyê Xwedê ve dîtibû şikur nekir. Loma gerek em her tim bînin bîra xwe ku Xwedê ji bo me çi kiriye. Ev yek wê alî me bike ku em qure nebin, çimkî Yehowa ji quretiyê nefret dike. Gerek em her dem şikur bidin Yehowa ji bo alîkariya wî, çimkî bê Kitêba Pîroz û ruhê pîroz, meyê nikaribûya serkeftî bibûna.

GAVA TU QERARAN DIDÎ, DÎQAT BIKE

15, 16. Yoşiya çima hem parastina Yehowa hem jî canê xwe winda kir?

15 Em ji şaşiya Yoşiya Padîşah çi dielimin? Mixabin, wî seba şaşiya xwe canê xwe winda kir (2. Dîrokan 35:20-22 bixwîne). Neko Padîşah ji Yoşiya re got ku ew li hemberî wî dernakeve, çimkî di nava wan de pirsgirêk tune. Kitêba Pîroz dibêje ku gotinên Neko “ji devê Xwedê” bûn. Madem ku wisa bû, Yoşiya çima li hemberî wî şer kir? Kitêba Pîroz sebebê nabêje.

16 Lê gerek Yoşiya çi bikira? Wiyê çawa bikaribûya bielime ku gotinên Neko bi rastî ji Xwedê ne an na? Mesela, wiyê bikaribûya ji Yêremya pêxember bipirsiya (2. Dîr. 35:23, 25). Lê Kitêba Pîroz nabêje ku wî wisa kir. Wekî din, gerek ewê bifikiriya ku Neko li hemberî Orşelîmê derneket, lê ew çû Karkemîşê ji bo ku erîşî miletekî din bike. Bi ser de, Neko ji navê Xwedê an ji xizmetkarên wî re bêhurmetî nekiribû. Yanî, şerkirina li hemberî Neko, tiştekî bêaqil bû. Em ji vê çi dielimin? Eger pirsgirêkek derkeve û em nizanin çi bikin, gerek em berî her tiştî li rêberiya Yehowa bigerin.

17. Çaxa pirsgirêkên me hebin, em çawa dikarin xwe ji şaşiyên wekî şaşiya Yoşiya biparêzin?

17 Berî ku em li ser tiştekî qerar bidin, divê em bifikirin ku kîjan prensîpên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin û em çawa dikarin van prensîpan bi awayekî bihîkmet bi kar bînin. Carinan dibe ku gerek em di weşanên Şahidên Yehowa de xwe bi xwe lêkolîn bikin an jî ji kalên civatê şîret bixwazin. Kalên civatê dikarin alî me bikin ku em prensîpên Kitêba Pîroz rindtir fehm bikin. Mesela, bîne ber çavê xwe ku xwişkeke ku zilamê xwe nebawermend e rojekê dixwaze here xizmeta belavbûna mizgînê (Kar. 4:20). Lê zilamê wê dixwazê ku ew li malê bimîne. Zilam ji pîreka xwe re dibêje ku ew dixwaze pê re wext derbas bike. Xwişk dizane ku Kitêba Pîroz dibêje ku gerek ew guh bide Xwedê û îşê belavkirina mizgîne bîne cih (Met. 28:19, 20; Kar. 5:29). Ji aliyê din ve, ew dizane ku gerek ew guh bide zilamê xwe û maqul be (Ef. 5:22-24; Flp. 4:5). Niha pirs ev e: Gelo zilamê wê dixwaze ku ew qet neçe xizmetê, an tenê rojekê? Gerek em qerarên wisa bi serwextiyê bidin da ku em îradeya Xwedê bînin cih û wijdanê me jî paqij bimîne.

BI HEMÛ DILÊ XWE DILSOZ BIMÎNE Û DILŞAD BE

18. Em ji serpêhatiyên çar padîşahan çi dielimin?

18 Mîna çar padîşahên behskirî, dibe ku em jî carinan şaşiyan bikin, çimkî em jî gunehkar in. Dibe ku em 1) bêhemdî pişta xwe bidin hîkmeta însanî, 2) hevalên nebaş hilbijêrin, 3) qure bin an 4) bêyî lêgerîna rêberiya Xwedê qeraran bidin. Wekî ku Yehowa qenciya çar padîşahan didît, ew qenciya me jî dibîne. Wekî din, Yehowa dibîne ku em jê çi qas hez dikin u çi qas dixwazin jê re ji dilê xwe xizmet bikin. Ji ber vê yekê, wî mîsalên hişyarker dane qeyd kirin da ku em şaşiyên mezin nekin. Bila em li ser van serpêhatiyen Kitêba Pîroz rind bifikirin û şikur bikin ku Yehowa ev melûmat daye me!

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne