WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Li ser Şopa Mesîh Here
Li dema zilm an tengahiyan, gerek em Îsa ji xwe re bikin nimûne (1Pt 2:21-23). Îsa pir zilm û zordarî dît, lê belê gava mirovan li wî heqaret dikir, wî cewab nedida (Mq 15:29-32). Çi alî wî dikir ku ew sebir bike? A yekê, wî dixwest daxwaza Yehowa bîne cih (Yh 6:38). A diduyan, wî bala xwe dida “şahiya ku li ber wî bû” (Îbr 12:2).
Eger mirov seba baweriya me zilmê li me bikin, gerek em çi bikin? Şagirtên Îsa ‘di şûna xerabiyê de li tu kesî xerabiyê nakin’ (Rm 12:14, 17). Eger em li dema tengahiyan wek Îsa sebir bikin, em dikarin bawer bin ku Xwedê wê ji me razî bibe (Mt 5:10-12; 1Pt 4:12-14).
VÎDEOYA NAVÊ YEHOWA PIR FERZ E (BI KURMANCIYA QAFKASYAYÊ) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
Gava xwişka me Gertrud Pötzinger ket hucreyê, wê wexta xwe çawa derbas dikir?
Di kampên temerkûzê de, çi hat serê Martin û Gertrud Pötzinger?
Çi alî wan dikir ku ew sebir bikin?
Di dema tengahiyan de li ser şopa Mesih here