KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w25 Tebax r. 2-7
  • Yehowa Çawa Alî Me Dike ku Em Tehemul Bikin?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Yehowa Çawa Alî Me Dike ku Em Tehemul Bikin?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • DUA
  • KITÊBA PÎROZ
  • XWIŞK Û BIRA
  • HÊVIYA ME
  • Yehowa Xwedayê Zindî ye
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Bi Dilnizmî Qebûl Bike ku Tu Her Tiştî Nizanî
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Nameyeke ku Alî Me Dike ku Em Heta Dawiyê Dilsoz Bimînin
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Yehowa “Dilşikestiyan Qenc Dike”
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
w25 Tebax r. 2-7

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 32

KILAM 38 Ewê Me Xurt Bike

Yehowa Çawa Alî Me Dike ku Em Tehemul Bikin?

“Xwedayê hemû keremê … wê we nûvejen bike, xurt bike, hêzdar bike û we li ser bingehê qayîm bike” (1. PETRÛS 5:10, Mizgînî).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bala xwe bidin çend tiştên ku Yehowa tedarek kirine ku em bikarin tehemul bikin. Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin ji van tiştan feydeyê bistînin.

1. Çima lazim e ku em tehemul bikin, û em dikarin ji ku derê alîkariyê bistînin? (1. Petrûs 5:10)

DI VAN rojên dawîn de, lazim e ku xizmetkarên Yehowa li hemberî gelek tiştan tehemul bikin. Hin xwişk û birayên me giran nexweş in. Hinekan hezkiriyên xwe winda kirine. Hinek jî ji aliyê malbata xwe yan dewletê ve rastî muxalefetê tên (Meta 10:18, 36, 37). Bawer be ku tengasiya te her çi be jî, Yehowa dikare alî te bike ku tu tehemul bikî (1. Petrûs 5:10 ji wergera Mizgînî bixwîne).

2. Çi alî me dike ku em tehemul bikin?

2 Tehemul ev e ku mirov li hemberî asteng, zilm, tengasî yan dafikan sebat dike û hêviya xwe winda nake. Ji ber ku em nikarin vêya bi qeweta xwe bikin, Yehowa “hêza ku ji sînorê mirovan zêdetir e” dide me (2. Korîntî 4:7). Di vê meqaleyê de, emê li ser çar tiştan xeber bidin, ên ku Yehowa tedarek kirine ku em bikarin tehemul bikin, û emê bibînin ku em çawa dikarin ji wan feydeyê bistînin.

DUA

3. Dua çima mucîze ye?

3 Em her çi qas însanên qisûrdar in jî, Yehowa fersendê dide ku em pê re xeber bidin. Bi vî awayî, ew alî me dike ku em tehemul bikin (Îbranî 4:16). Ka bifikire: Em dikarin her tim û li ser her meseleyê ji Yehowa re dua bikin. Em li ku derê bin û bi kîjan zimanî xeber bidin jî, ew me dibihîze – heta eger em bi tena serê xwe yan di hebsê de bin jî (Ûnis 2:1, 2; Karên Şandiyan 16:25, 26). Eger em rind nizanin ku fikrên xwe çawa bînin zimên, Yehowa dîsa jî dizane ku em dixwazin çi bibêjin (Romayî 8:26, 27). Dua bi rastî jî mucîze ye!

4. Em ji ku dizanin ku duayên ji bo tehemulkirinê li gor daxwaza Xwedê ne?

4 Yehowa soz daye ku “çaxê em tiştekî li gor daxwaza wî bixwazin, ew guhê xwe dide me” (1. Yûhena 5:14, Mizgînî). Gelo em dikarin ji Yehowa alîkariyê bixwazin ku em tehemul bikin? Helbet! Ev yek li gor daxwaza wî ye, çimkî gava em tehemul dikin û ji Yehowa re dilsoz dimînin, em fersendê didin Yehowa ku ew cewaba Îblîs bide (Methelokên Silêman 27:11). Wekî din, Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa hazir e ku “di oxra yên ku dilên wan bi wî re yek in de xwurtbûna xwe nîşan bide” (2. Dîrokan 16:9, KP). Ji ber vê yekê, em dikarin bawer bin ku Yehowa hem dikare hem jî dixwaze alî me bike ku em tehemul bikin (Îşaya 30:18; 41:10; Lûqa 11:13).

5. Dua çawa dikare hizûrê bide me? (Îşaya 26:3)

5 Kitêba Pîroz dibêje ku gava em di heqê xemên xwe de ji dil dua dikin, “aştiya Xwedê, ya ku di ser her fehmkirinê re ye, wê dil û hişê [me] … biparêze” (Filîpî 4:7). Ka bifikire ku ev yek tê çi maneyê. Gava mirovên ku ji Yehowa re îbadetê nakin dikevin tengasiyê, ew gelek metodan dixebitînin ku hizûr bikeve dilê wan. Mesela, hin kes medîtasyonê dikin ku hemû fikir û xemên xwe ji hişê xwe derxin. Lê belê, kesekî ku wisa dike dikare bikeve bin tesîra cinan, loma ev yek pir bitalûke ye (li Meta 12:43-45 jî binêre). Hizûra ku Yehowa dide kesên ku jê re dua dikin, ji hizûra ku bi destê medîtasyonê tê bidestxistin, mezintir e. Gava em ji Yehowa re dua dikin, em nîşan didin ku em xwe bi temamî dispêrin wî, û ew aştiya bêdawî dide me (Îşaya 26:3 bixwîne). Yek ji metodên ku Yehowa bi kar tîne ku aştî û hizûrê bide me ev e ku ew alî me dike ku hin ayetên ku em berê hîn bûbûn bên bîra me. Ayetên wisa dikarin hizûrê bidin me, çimkî ew nîşan didin ku Yehowa bi me eleqedar e û dixwaze ku em bi ser bikevin (Zebûr 62:1, 2).

6. Di duayên xwe de, em dikarin behsa çi bikin? (Li resim jî binêre.)

6 Tu dikarî çi bikî? Gava baweriya te tê ceribandin, “barê xwe ji Xudan re bihêle” û dua bike ku bila ew hizûrê bide te (Zebûr 55:22). Wekî din, ji Yehowa hîkmetê bixwaze ku tu bizanibî ka gerek tu çi bikî (Methelokên Silêman 2:10, 11). Ji xeynî vê, ji bîr neke ku ji wî re şikir bikî (Filîpî 4:6). Xîret bike ku tu destê wî di jiyana xwe de bibînî, û ji bo desteka wî spas bike. Bila tengasiyên te nebin sebeb ku tu bereketên ku te jixwe standine, nebînî (Zebûr 16:5, 6).

Zivistanê, birayekî emirmezin li mala xwe rûniştî ye û dua dike. Kitêba Pîroz li ber wî vekirî ye, û li cem wî derman heye.

Gava tu dua dikî, tu bi Yehowa re dipeyivî. Gava tu Kitêba Pîroz dixwînî, Yehowa bi te re dipeyive (Li paragrafa 6an binêre)b


KITÊBA PÎROZ

7. Lêkolîna Kitêba Pîroz çawa dikare alî me bike ku em tehemul bikin?

7 Yehowa bi destê Kitêba Pîroz alî me dike ku em tehemul bikin. Gelek ayet nîşan didin ku Yehowa destekê dide me. Mesela, Meta 6:8 wisa dibêje: “Bavê weyî ezmanî, berî ku hûn tiştekî ji wî bixwazin, jixwe dizane ku ji we re çi lazim e.” Ev gotin, gotinên Îsa Mesîh in. Em dizanin ku Îsa Mesîh Yehowa pir baş nas dike. Loma, gerek qet şik û gumanên me tune bin ku gava em zehmetiyan dikişînin, Yehowa bi hewcedariyên me eleqedar dibe. Di Kitêba Pîroz de gelek ayetên din jî hene, yên ku dikarin qewetê bidin me ku em tehemul bikin (Zebûr 94:19).

8. (a) Kîjan prensîpên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin ku em tehemul bikin? Mîsalekê bide. (b) Çi dikare alî me bike ku em prensîpên Kitêba Pîroz bînin bîra xwe?

8 Şîretên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin ku em tehemul bikin û hîkmetê bidin me ku em qerarên baş bidin (Methelokên Silêman 2:6, 7). Mesela, Kitêba Pîroz dibêje ku bila em ji bo pêşerojê xeman nekişînin, lê roj bi roj xwe bispêrin Yehowa (Meta 6:34). Pir muhîm e ku em ji xwe re bikin adet ku Nivîsarên Pîroz bixwînin û li ser wan kûr bifikirin. Îcar, eger em rastî tengasiyekê bên, wê li me hêsantir bê ku em prensîpên bifeyde bînin bîra xwe.

9. Serpêhatiyên Kitêba Pîroz baweriya me ya bi alîkariya Yehowa çawa xurttir dikin?

9 Wekî din, Kitêba Pîroz behsa mirovên berê dike, yên ku xwe dispart Yehowa û desteka wî didît (Îbranî 11:32-34; Aqûb 5:17). Gava em li ser serpêhatiyên wisa difikirin, baweriya me zêde dibe ku Yehowa “stargeh û hêza me ye, di tengahiyê de hergav amade û alîkarê me ye” (Zebûr 46:1). Wexta ku em tînin ber çavê xwe ku di demên berê de xizmetkarên Yehowa çawa dilsoz diman, daxwaza me zêde dibe ku em bawerî û tehemula wan ji xwe re emsal bigirin (Aqûb 5:10, 11).

10. Ji bo ku em ji Kitêba Pîroz feydeyê bistînin, gerek em çi bikin?

10 Tu dikarî çi bikî? Kitêba Pîroz her roj bixwîne û ayetên ku ji bo te bifeyde ne, ji xwe re binivîse. Gelek kes sibehê zû ayeta rojê dixwînin ku ew bikarin temamiya rojê li ser bifikirin û jê qewetê bistînin. Ka serpêhatiya xwişka me Marieyêa bîne ber çavê xwe. Hem diya wê hem bavê wê bi kanser ketin. Di mehên dawîn de, gava ew êdî li ber mirinê bûn, gelo çi alî xwişka me kir ku ew tehemul bike? Ew dibêje: “Her sibehê, min ayeta rojê ji kitêboka Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike dixwend, û ez li ser kûr difikirîm. Bi saya vê, hişê min bi fikreke ji Kitêba Pîroz ve tije dibû, ya ku alî min dikir ku ez tim li ser zehmetiyên xwe nefikirim, lê bala xwe bidim sozên Yehowa” (Zebûr 61:2).

XWIŞK Û BIRA

11. Gava em zehmetiyan dikişînin, çima baş e ku em dizanin ku em ne tenê ne?

11 Yehowa bi destê xwişk û birayên me alî me dike ku em tehemul bikin. Em dizanin ku em ne tenê ne, çimkî “birayên [me] jî li seranserê dinyayê eynî cefayê dikişînin (1. Petrûs 5:9, Mizgînî). Belê, halê me her çi be jî, em dizanin ku kesên din jî rastî eynî tiştan hatine. Madem ku wan tehemul kiriye, em jî dikarin tehemul bikin (Karên Şandiyan 14:22).

12. Xwişk û birayên me çawa dikarin alî me bikin, û em çawa dikarin alî wan bikin? (2. Korîntî 1:3, 4)

12 Di demên zehmet de, xwişk û birayên me dikarin cesaretê bidin me. Gava Pawlosê şandî li mala xwe girtî bû, wî ji xwişk û birayan teselî, cesaret û alîkarî distand, û wî gelek caran bi şikirdarî behsa wan dikir (Filîpî 2:25, 29, 30; Kolosî 4:10, 11). Îro jî, gava ji me re destek lazim dibe ku em tehemul bikin, xwişk û birayên me hazir in ku alî me bikin. Ji aliyê din ve, gava ji wan re destek lazim dibe, gerek em jî hazir bin ku alî wan bikin (2. Korîntî 1:3, 4 bixwîne).

13. Çi alî xwişka me Mayayê kir ku ew tehemul bike?

13 Li Rûsyayê, xwişka me Mayayê ji xwişk û birayan destekeke mezin dît. Di sala 2020an de, polîs ketin mala wê û lêgerîn kir. Paşê, xwişka me derket ber mehkemeyê ji ber ku wê ji kesên din re behsa baweriya xwe kiribû. Maya dibêje: “Wê demê, halê min tune bû. Xwişk û birayan ji min re telefon dikir û dinivîsî, û wan digot ku ew ji min hez dikin. Min berê jî dizanibû ku em aîdî malbateke mezin û dilovan in, lê ji sala 2020an û pê ve, ez hê jî bawer bûm ku bi rastî jî wisa ye.”

14. Gava em li hemberî zehmetiyekê tehemul dikin, em çawa dikarin ji desteka xwişk û birayan feydeyê bibînin? (Li resim jî binêre.)

14 Tu dikarî çi bikî? Gava tu li hemberî zehmetiyekê tehemul dikî, nêzîkî xwişk û birayan bimîne. Eger lazim be, ji rîspiyan alîkariyê bixwaze. Ew dikarin bibin “wekî dereke mirov xwe ji bayê vedişêre, wekî sitara taviyê” (Îşaya 32:2). Wekî din, ji bîr neke ku xwişk û birayên din jî rastî tengasiyan tên. Eger tu ji bo kesekî hewcedar xêrê bikî, ev yek wê dilê te xweş bike û alî te bike ku tu jî tehemul bikî (Karên Şandiyan 20:35).

Biharê, birayê emirmezin ê ji resmê berê li mala xwe rûniştî ye û bi xwişk û birayekî û du keçên wan re sohbetê dike. Li cem wî gopal û çend derman hene. Yek ji keçan resmekî Cenetê nîşanî wî dide.

Nêzîkî xwişk û birayan bimîne (Li paragrafa 14an binêre)c


HÊVIYA ME

15. Hêviyê çawa alî Îsa Mesîh û kesên din kir? (Îbranî 12:2)

15 Yehowa bi saya hêviya saxlem, a ku wî daye me, alî me dike ku em tehemul bikin (Romayî 15:13). Ka bîne bîra xwe ku hêviyê çawa alî Îsa Mesîh dikir ku ew di roja xwe ya herî zor de tehemul bike (Îbranî 12:2 bixwîne). Wî dizanibû ku dilsoziya wî ji bo pîrozkirina navê Yehowa muhîm e. Wekî din, ew li bendê bû ku vegere ba Bavê xwe û paşê jî tevî birayên xwe li Padîşahiya ezmanan xizmet bike. Mîna vê, hêviya jiyana herheyî dikare alî me jî bike ku em li hemberî hemû zehmetiyên ku Îblîs tîne serê me, tehemul bikin.

16. Hêviyê çawa alî xwişkeke me kir ku ew tehemul bike, û tu ji gotinên wê çi dersê distînî?

16 Ka binêre ku hêviya jiyana li dinyaya nû çawa alî xwişka me Annayê kir, a ku li Rûsyayê dijî. Zilamê wê hat girtin û heta roja mehkemeyê di hebsê de ma. Wê demê, Annayê wisa got: “Dua û fikirîna kûr a li ser hêviya me alî min dike ku ez bi zêdeyî xemgîn nebim. Ez dizanim ku piştî van zehmetiyan, rojên xweş wê bên. Yehowa wê bi ser bikeve, û emê jî bi ser bikevin.”

17. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em qîmetê didin hêviya xwe? (Li resim jî binêre.)

17 Tu dikarî çi bikî? Li ser sozên Yehowa kûr bifikire. Xwe li dinyaya nû bibîne û xeyal bike ku tuyê çi bereketan bistînî. Eger tu wisa bikî, tuyê baştir fehm bikî ku tengasiyên ku niha li ba te hene “sivik û ji bo demekê” ne (2. Korîntî 4:17). Wekî din, bi dil û can ji kesên din re behsa baweriya xwe bike. Ka bifikire ku ji bo kesekî ku sozên Xwedê nizane, çi qas zor e ku ew li hemberî zehmetiyên dinyaya Îblîs tehemul bike. Sohbeteke kin jî dikare bibe sebeb ku ew bixwaze di heqê sozên Yehowa de zêdetir melûmatê bistîne.

Payîzê, birayê emirmezin li mala xwe rûniştî ye û li ser resmê Cenetê difikire, yê ku li ser tableta wî xuya dike. Li cem wî hacetê meşandinê û çend derman hene.

Li ser sozên xweş ên Yehowa kûr bifikire (Li paragrafa 17an binêre)d


18. Em çima dikarin bi sozên Yehowa bawer bin?

18 Piştî ku Eyûb li hemberî gelek tengasiyan tehemul kiribû, wî ji Yehowa re wisa got: “Ez dizanim tu dikarî her tiştî bikî û tu armanceke te nayê astengkirin” (Eyûb 42:2). Eyûb hîn bû ku tu tişt nikare ji pêkhatina armanca Yehowa re bibe asteng. Gava em tehemul dikin, ev fikir dikare qewetê bide me jî. Mesela, ka jinikeke nexweş bîne ber çavê xwe, ya ku xemgîn e ji ber ku gelek hekîman nikaribû ew qenc bikira. Lê wexta ku hekîmekî bitecrûbe û pêbawer fehm dike ku problem çi ye û zelal dike ku ewê nexweşiya wê çawa tedawî bike, ew dilxweş dibe. Rast e, hê wext lazim e heta ku ew qenc bibe, lê ew hazir e ku tehemul bike, çimkî êdî hêviya wê heye ku rojekê, ewê qenc bibe. Mîna vê, hêviya Ceneta sozdayî alî me dike ku em tehemul bikin.

19. Ji bo ku em bikarin tehemul bikin, ji me re çi lazim e?

19 Wek me dîtiye, Yehowa bi destê dua, Kitêba Pîroz, xwişk û birayên me û hêviya me alî me dike ku em tehemul bikin. Eger em çi ji destê me tê bikin ku ji van tiştan feydeyê bistînin, Yehowa wê alî me bike ku em li hemberî tengasiyên ku heta dawiya dinyaya Îblîs dikarin bên serê me, tehemul bikin (Filîpî 4:13).

BI DESTÊ VAN TIŞTAN, YEHOWA ÇAWA ALÎ ME DIKE KU EM TEHEMUL BIKIN?

  • Dua û Kitêba Pîroz

  • Xwişk û birayên me

  • Hêviya me

KILAM 33 Barê Xwe ji Yehowa re Bihêle

a Hin navên di vê meqaleyê de hatine guhertin.

b RESIM: Demsal bi demsal, birayekî extiyar bi dilsozî tehemul dike.

c RESIM: Demsal bi demsal, birayekî extiyar bi dilsozî tehemul dike.

d RESIM: Demsal bi demsal, birayekî extiyar bi dilsozî tehemul dike.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne