KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w25 Tebax r. 8-13
  • Bawer Be ku Yehowa ji Te Hez Dike

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Bawer Be ku Yehowa ji Te Hez Dike
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • ÇIMA MUHÎM E KU EM BI HEZKIRINA YEHOWA BAWER BIN
  • ÇI DIKARE ALÎ ME BIKE KU EM BI HEZKIRINA YEHOWA BAWER BIN?
  • ÎSA MESÎH ÇAWA ALÎ ME DIKE KU EM BI HEZKIRINA XWEDÊ BAWER BIN?
  • BAWERIYA XWE BI DEWAMÎ XURTTIR BIKE
  • Yehowa ji Te Pir Hez Dike
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Fîdye Çi Nîşanî Me Dide?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Bi Dilnizmî Qebûl Bike ku Tu Her Tiştî Nizanî
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Mizgîniyê ji Hezkirinê Belav Bike
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
w25 Tebax r. 8-13

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 33

KILAM 4 “Yehowa Şivanê Min e”

Bawer Be ku Yehowa ji Te Hez Dike

“Min bi hezkirina herheyî ji te hez kir” (YÊREMYA 31:3).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku em ji ku dizanin ku Yehowa ji me hez dike û em çawa dikarin baweriya xwe ya bi vê yekê xurttir bikin.

1. Te çima sond xwaribû ku tuyê heta hetayê ji Yehowa re xizmet bikî? (Li resim jî binêre.)

TÊ BÎRA te ku te çawa sond xwaribû ku tuyê heta hetayê ji Yehowa re xizmet bikî? Te wisa qerar dabû ji ber ku te ji Yehowa hez kir. Wê demê, te soz dabû ku tuyê “bi temamiya dilê xwe, bi temamiya canê xwe, bi temamiya hişê xwe û bi temamiya qeweta xwe” ji wî hez bikî (Marqos 12:30). Ji wê demê û pê ve, hezkirina te ya li hemberî wî hê jî xurttir bûye. Loma, eger kesekî ji te bipirsiya, “Gelo tu ji Yehowa bi rastî hez dikî?”, teyê bê guman bigota, “Erê, ez ji her kesî û her tiştî zêdetir ji wî hez dikim!”

Kolaj: Xwişkek li ser soza ku wî dabû Yehowa û vaftîza xwe kûr difikire. 1. Ew li derve rûniştî ye û dua dike. 2. Ew di çemekî de vaftîz dibe.

Gava te soz dabû ku tuyê heta hetayê ji Yehowa re xizmet bikî û vaftîz bûyî, tê bîra te ku te ji wî çi qas hez dikir? (Li paragrafa 1ê binêre)


2-3. Yehowa dixwaze ku em bi çi bawer bin, û di vê meqaleyê de emê li ser çi xeber bidin? (Yêremya 31:3)

2 Belê, tu ji Yehowa hez dikî, lê gelo ew jî ji te hez dike? Gelo tu bi rastî jî hêjayî hezkirina wî yî? Xwişkeke ku zaroktiya wê zor derbas bûbû wisa got: “Qet şik û gumana min tune ye ku ez ji Yehowa hez dikim. Lê belê, gelo Yehowa ji min hez dike? Ez vê pirsê gelek caran dipirsim.” Îcar, tu çawa dikarî bizanî ka Yehowa li te çawa dinêre?

3 Yehowa dixwaze ku tu bawer bî ku ew ji te hez dike (Yêremya 31:3 bixwîne). Rastî ev e ku Yehowa tu ba xwe kişandî. Gava te sond xwar ku tuyê ji wî re xizmet bikî û vaftîz bûyî, te tiştekî pir biqîmet stand: hezkirina wî ya dilsoz. Ew ji te pir hez dike, û ewê te tu caran tenê nehêle. Yehowa ji hemû xizmetkarên xwe hez dike û wan wek milkê xweyî biqîmet dibîne, û ew te jî wisa dibîne (Maleyaxî 3:17). Çawa ku Pawlosê şandî bawer bû ku Yehowa ji wî hez dike, Yehowa dixwaze ku tu jî bawer bî ku ew ji te hez dike. Pawlos wisa nivîsîbû: “Ez bawer im ku tu tişt nikare me ji hezkirina Xwedê veqetîne: Ne mirin, ne jiyan, ne melek, ne hukimdarî, ne tiştên niha, ne tiştên ku wê bên, ne qudret, ne bilindahî, ne kûrahî, ne jî tiştekî din ê ku Xwedê çêkiriye. Qet tu tişt nikare me ji hezkirina Xwedê, ya ku bi saya Efendiyê me Mesîh Îsa hatiye nîşandayîn, veqetîne” (Romayî 8:38, 39). Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku çima muhîm e ku em baweriya xwe xurttir bikin ku Yehowa ji me hez dike û çi dikare alî me bike ku em vêya bikin.

ÇIMA MUHÎM E KU EM BI HEZKIRINA YEHOWA BAWER BIN

4. Em çawa dikarin li hemberî hîleyên Îblîs micadele bikin?

4 Bawerbûna bi hezkirina Yehowa alî me dike ku em “li hemberî hîleyên Îblîs bisekinin” (Efesî 6:11, jêrenot). Îblîs dixwaze ku em dev ji xizmeta Yehowa berdin. Ew pir xîret dike ku bigihîje vê hedefê. Mesela, ew hewl dide ku me bide bawerkirin ku Yehowa ji me hez nake. Lê belê, eva derew e. Kitêba Pîroz Îblîs dişibîne şêrekî birçî (1. Petrûs 5:8, 9). Şêr bi gelemperî hicûmî heywanên zeîf dikin, ên ku nikarin xwe biparêzin. Mîna vê, gava em zeîf dikevin – mesela ji ber tiştên ku berê hatibûn serê me, ji ber zehmetiyên ku em niha dikişînin yan ji ber ku em ji pêşerojê ditirsin – Îblîs li fersendan digere ku hicûmî me bike (Methelokên Silêman 24:10). Ew dixwaze ku em biwestin û dev ji xizmeta Yehowa berdin. Loma, ji bo ku em bikarin “li hember Îblîs bisekinin”, gerek em ji sedî sed bawer bin ku Yehowa ji me hez dike (Aqûb 4:7).

5. Çima muhîm e ku em bi hezkirina Yehowa bawer bin?

5 Bawerbûna bi hezkirina Yehowa me nêzîktirî wî dike. Gelo çima? Yehowa însan wisa çêkirine ku ew hem hez bikin hem jî hewceyî vê yekê bin ku kesên din ji wan hez bikin. Gava kesek ji me hez dike, em jî ji wî hez dikin. Loma, her ku em dibînin ku Yehowa ji me hez dike û qîmetê dide me, emê jî ji wî zêdetir hez bikin (1. Yûhena 4:19). Wekî din, her ku em ji wî zêdetir hez dikin, ewê jî ji me zêdetir hez bike. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Nêzîkî Xwedê bibin, û ewê jî nêzîkî we bibe” (Aqûb 4:8). Lê em çawa dikarin baweriya xwe xurttir bikin ku Yehowa ji me hez dike?

ÇI DIKARE ALÎ ME BIKE KU EM BI HEZKIRINA YEHOWA BAWER BIN?

6. Ji bo ku em bi hezkirina Yehowa bawer bin, em dikarin ji bo çi dua bikin?

6 Dev ji duakirinê bernede û ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu fehm bikî ku ew çima ji te hez dike (Lûqa 18:1; Romayî 12:12). Eger lazim be, di rojekê de çend caran ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu bikarî xwe bi çavê wî bibînî. Carinan, dibe ku tu xwe mehkûm dikî û bawer nakî ku Yehowa ji te hez dike. Lê ji bîr neke ku Yehowa ji dilê te mezintir e (1. Yûhena 3:19, 20). Ew te rind nas dike û tiştên ku tu belkî nabînî jî dibîne (1. Samûyêl 16:7; 2. Dîrokan 6:30). Loma, şerm neke ku ji wî re behsa fikir û hîsên xwe bikî. “Dilê xwe birêje ber wî” û alîkariya wî bixwaze ku tu bi hezkirina wî bawer bî (Zebûr 62:8). Paşê, li gor duayên xwe hereket bike û tewsiyeyên jêrîn pêk bîne.

7-8. Kitêba Zebûrê çawa nîşan dide ku Yehowa ji me hez dike?

7 Xwe bispêre soza Yehowa. Bi îlhama Xwedê, nivîskarên Kitêba Pîroz nivîsiye ku Yehowa bi rastî yekî çawa ye. Mesela, Dawid Padîşah li ser wî wisa got: “Nêzikî dilşikestiyan e Xudan, ruhê wî rizgar dike bindestan” (Zebûr 34:18). Gava tu xemgîn î, dibe ku tu xwe bêkes hîs bikî. Lê Yehowa soz dide ku di demên wisa de, ewê nêzîkî te be, çimkî ew dibîne ku tu çi qas hewceyî wî yî. Di zebûreke din de, Dawid wisa got: “Te … hêstirên çavên min di meşka xwe de civand” (Zebûr 56:8). Yehowa tengasiyên te dibîne. Ew ji dil bi te eleqedar e. Çawa ku rêwiyek avê di meşka xwe de xwedî dike, Yehowa qey hêstirên çavên te xwedî dike. Zebûr 139:3 di heqê Yehowa de wisa dibêje: “Tu bi hemû riyên min baş dizanî.” Belê, Yehowa hemû rêyên te dibîne, lê ew bi xisûsî bala xwe dide qenciya ku tu dikî (Îbranî 6:10). Gelo çima? Çimkî ew qîmetê dide daxwaza te ku tu dilê wî xweş bikî.a

8 Bi destê ayetên ku dilê me rehet dikin, Yehowa qey dibêje: “Ez dixwazim nîşanî te bidim ku ez ji te çi qas hez dikim û bi te eleqedar im.” Lê wek me berê dîtibû, Îblîs dixwaze te bide bawerkirin ku Yehowa ji te hez nake. Loma, eger tu carinan meraq dikî ka Yehowa ji te bi rastî hez dike yan na, ji xwe bipirse: “Ezê bi gotinên kê bawer bikim – bi gotinên ‘bavê derewan’ yan bi gotinên ‘Xwedayê rastiyê’?” (Yûhena 8:44; Zebûr 31:5).

9. Yehowa ji kesên ku ji wî hez dikin re çi dibêje? (2. Mûsa 20:5, 6)

9 Bîne ber çavê xwe ku Yehowa li kesên ku ji wî hez dikin çawa dinêre. Ka binêre ku Yehowa ji Mûsa û Îsraîliyan re çi gotibû (2. Mûsa 20:5, 6 bixwîne). Yehowa soz daye ku ewê ji kesên ku ji wî hez dikin, bi dilsozî hez bike. Ev gotin nîşanî me didin ku Yehowa pişta xwe nade kesên ku ji wî hez dikin (Nehemya 1:5). Loma, eger tu carinan meraq dikî ka Yehowa ji te hez dike yan na, ji xwe bipirse: “Gelo ez ji Yehowa hez dikim?” Paşê bifikire: Madem ku tu ji wî hez dikî û çi ji destê te tê dikî ku dilê wî xweş bikî, tu dikarî bawer bî ku ew jî ji te hez dike (Danîêl 9:4; 1. Korîntî 8:3). Yanî, eger şik û gumanên te tune ne ku tu ji Yehowa hez dikî, gerek şik û gumanên te tune bin ku ew jî ji te hez dike. Tu dikarî ji sedî sed bawer bî ku ew ji te hez dike û ewê te tu caran tenê nehêle.

10-11. Yehowa Xwedê dixwaze ku tu li fîdyeyê çawa binêrî? (Galatî 2:20)

10 Li ser fîdyeyê kûr bifikire. Fîdyeya Îsa Mesîh hediyeya herî mezin a Yehowa ye, ya ku wî ji bo xêra hemû însanan daye (Yûhena 3:16). Lê belê, gelo ev hediye ji bo xêra te jî hatiye dayîn? Helbet! Ka serpêhatiya Pawlosê şandî bîne ber çavê xwe. Berî ku ew bû şagirtê Îsa Mesîh, wî hin tiştên pir xerab kiribûn, û paşê jî, dîsa lazim bû ku ew bi hin kêmasiyên xwe re micadele bike (Romayî 7:24, 25; 1. Tîmotêyos 1:12-14). Lê Pawlos fehm kir ku fîdye hediyeyeke şexsî ye, ya ku Yehowa ji bo xêra wî daye (Galatî 2:20 bixwîne). Em dizanin ku Pawlos gotinên xwe bi îlhama Yehowa nivîsîn, û her tiştê ku Kitêba Pîroz dibêje ji bo perwerdekirina me ye (Romayî 15:4). Loma, gotinên Pawlos nîşan didin ku Yehowa dixwaze ku tu jî fîdyeyê wek hediyeyeke şexsî bibînî. Eger nêrîna te ya li ser fîdyeyê wisa be, tuyê zêdetir bawer bî ku Yehowa ji te jî hez dike.

11 Em ji Yehowa re şikirdar in ji ber ku wî Îsa Mesîh şand dinyayê ku canê xwe ji bo xatirê me feda bike. Wekî din, Îsa Mesîh hat dinyayê ku ji mirovan re behsa rastiya li ser Xwedê bike (Yûhena 18:37). Mesela, wî ji mirovan re got ku Yehowa ji zarokên xwe hez dike.

ÎSA MESÎH ÇAWA ALÎ ME DIKE KU EM BI HEZKIRINA XWEDÊ BAWER BIN?

12. Em çima dikarin baweriya xwe bi gotinên Îsa Mesîh ên li ser Yehowa bînin?

12 Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî ji însanan re digot ku Yehowa yekî çawa ye (Lûqa 10:22). Ji ber ku Îsa Mesîh bi milyaran salan li cem Yehowa bû û Yehowa rind nas dike, em dikarin baweriya xwe bi gotinên wî bînin (Kolosî 1:15). Îsa Mesîh bi çavê xwe dîtibû ku Yehowa ji kesên dilsoz çi qas hez dike. Gelo wî çawa alî kesên din dikir ku ew bi hezkirina Xwedê bawer bin?

13. Îsa Mesîh dixwaze ku em li Yehowa çawa binêrin?

13 Îsa Mesîh dixwaze ku em mîna wî li Yehowa binêrin. Wî Yehowa zêdetirî 160 carî wek “Bav” bi nav kir. Wekî din, gava Îsa Mesîh bi însanan re xeber dida, wî carinan digot “Bavê we” yan “Bavê weyî ezmanî” (Meta 5:16; 6:26). Berî ku Îsa Mesîh hat dinyayê, xizmetkarên Xwedê ew wek “yê ku qudreta wî bêsînor e”, “Xwedayê Jorîn” û “Xaliqê Mezin” bi nav dikir, lê Îsa Mesîh gelek caran jê re digot “Bav”. Ev yek nîşan dide ku Yehowa dixwaze ku em nêzîkî wî bin, çawa ku zarokek nêzîkî bavê xwe ye. Ka em li du mîsalan binêrin, ên ku nîşan didin ku Îsa Mesîh peyva “Bav” çawa bi kar dianî.

14. Îsa Mesîh çawa nîşan da ku Bavê meyî ezmanî qîmetê dide me? (Meta 10:29-31) (Li resim jî binêre.)

14 Ka bala xwe bide gotinên Îsa Mesîh ên di Meta 10:29-31 de (bixwîne). Çivîkên biçûk ji Yehowa re îbadetê nakin û nikarin mîna însanan ji wî hez bikin. Dîsa jî, Bavê me qîmetê dide wan, û gava yek ji wan dikeve erdê, ew vêya dizane. Madem ku ew qîmetê dide çivîkan, ka bifikire ku ew çi qas zêdetir qîmetê dide xizmetkarên xwe yên dilsoz, ên ku ji wî hez dikin. Wekî din, Îsa Mesîh got ku Bavê me hejmara têlên porê me dizane. Ev yek nîşan dide ku ew bi her şagirtê Îsa Mesîh çi qas eleqedar e. Belê, xuya ye ku Îsa Mesîh dixwaze ku em bawer bin ku Bavê meyî ezmanî qîmetê dide me.

Îsa Mesîh bala şagirtên xwe dişîne ser çivîkeke ku li ser erdê rûdine.

Gava çivîkek dikeve erdê, Yehowa vê yekê dizane, çimkî ew qîmetê didê. Madem ku tu bi dilsozî ji wî re îbadetê dikî û ji wî hez dikî, ka bifikire ku ew çi qas zêdetir qîmetê dide te! (Li paragrafa 14an binêre)


15. Gotinên Îsa Mesîh ên di Yûhena 6:44 de li ser Bavê teyî ezmanî çi nîşanî te didin?

15 Ka bala xwe bide mîsaleke din, a ku nîşan dide ku Îsa Mesîh peyva “Bav” çawa bi kar dianî (Yûhena 6:44 bixwîne). Bavê teyî ezmanî tu kişandî ser rêya rastiyê. Gelo çima? Çimkî wî xisûsiyetên te yên baş didîtin (Karên Şandiyan 13:48). Dibe ku Îsa Mesîh di Yûhena 6:44 de behsa gotinên Yêremya kir, ên ku ayeta sereke jê hatiye girtin: “Min dilsoziya xwe beramberî te berdewam kir [yan, min tu bi hezkirina dilsoz ber bi xwe ve kişandî]” (Yêremya 31:3; li Hoşeya 11:4 jî binêre). Ka li ser maneya vê yekê bifikire. Belkî tu hin xisûsiyetên xwe yên baş nabînî, lê Bavê meyî ezmanî wan rind dizane.

16. (a) Îsa Mesîh bi eslê xwe ji me re çi dibêje, û çima gerek em baweriya xwe bi gotinên wî bînin? (b) Tu çawa dikarî baweriya xwe xurttir bikî ku Yehowa bi rastî jî Bavê te ye? (Li çarçoveya “Yehowa Bavê Herî Baş e” binêre.)

16 Bi vê ku Îsa Mesîh digot ku Yehowa Bavê me ye, wî bi eslê xwe wisa digot: “Yehowa ne tenê Bavê min e, ew Bavê we ye jî. Bawer bin ku ew ji we hez dike û bi her yekî ji we eleqedar e.” Loma, eger tu carinan meraq dikî ka Yehowa bi rastî ji te hez dike yan ne, ji xwe bipirse: “Ma ne lazim e ku ez baweriya xwe bi gotinên Îsa Mesîh bînim, ê ku Bavê me rind nas dike û her tim rastiyê dibêje?” (1. Petrûs 2:22).

Yehowa Bavê Herî Baş e

Bavê me Yehowa biqudret, adil û dilovan e, û ew tu caran dev ji zarokên xwe, yên ku ji wî hez dikin, bernade.

Xwişkeke ku ji aliyê bavê xwe ve gelek caran rastî zordariyê hatibû, dibêje ku melûmata di heqê xisûsiyetên Yehowa de çawa alî wê kiriye: “Gava ez mezin dibûm, ez ji bavê xwe ditirsiyam. Lê niha ez xisûsiyetên Yehowa dizanim, û ez fehm dikim ku bavekî baş yekî çawa ye. Ez dizanim ku Yehowa ji min hez dike, û ez jî ji Bavê xwe Yehowa hez dikim.” Xwişkeke din, piştî ku wê di heqê xisûsiyetên Yehowa de lêkolîn kir, wisa got: “Yehowa bi rastî jî Bavê herî baş e.”

Ji bo ku baweriya te xurttir be ku Yehowa Bavê herî baş e, tu dikarî ji weşanên me di heqê xisûsiyetên wî yên xweş de zêdetir melûmatê bistînî.

BAWERIYA XWE BI DEWAMÎ XURTTIR BIKE

17. Çima muhîm e ku em baweriya xwe ya bi hezkirina Yehowa xurttir bikin?

17 Gerek em baweriya xwe ya bi hezkirina Yehowa bi dewamî xurttir bikin. Wek me berê dîtibû, dijminê me Îblîs dixwaze ku em dev ji xizmeta Yehowa berdin. Ji bo ku me ji Yehowa dûr bixe, ew dixwaze me bide bawerkirin ku Yehowa ji me hez nake. Gerek em îznê nedin ku Îblîs bi ser bikeve (Eyûb 27:5).

18. Tu çawa dikarî baweriya xwe ya bi hezkirina Yehowa xurttir bikî?

18 Ji bo ku tu baweriya xwe ya bi Yehowa xurttir bikî, her tim ji wî alîkariyê bixwaze ku tu bikarî xwe bi çavê wî bibînî. Li ser ayetên Kitêba Pîroz, ên ku nîşan didin ku hezkirina wî çi qas mezin e, kûr bifikire. Ji bîr neke ku eger kesek ji Yehowa hez dike, ew jî ji wî kesî hez dike. Bîne ber çavê xwe ku fîdye çima wek hediyeyeke xisûsî ye. Û bi gotina Îsa Mesîh bawer be ku Yehowa Bavê te ye. Îcar, eger kesek ji te bipirse ka tu bawer î ku Yehowa ji te hez dike yan na, tuyê bi piştrastî bibêjî: “Erê, ez dizanim ku ew ji min hez dike, û ez çi ji destê min tê dikim ku nîşanî wî bidim ku ez jî ji wî hez dikim!”

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Çima muhîm e ku em bi hezkirina Yehowa bawer bin?

  • Çi dikare alî me bike ku em bi hezkirina Yehowa bawer bin?

  • Îsa Mesîh çawa alî me dike ku em bi hezkirina Yehowa bawer bin?

KILAM 154 Hezkirin Xelas Nabe

a Ji bo zêdetir melûmata li ser vê yekê ku Yehowa ji me hez dike, li meqaleya “Yehowa Qîmetê Dide Te!” binêre (w21.04, rûp. 20-25).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne