KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w25 Cotmeh r. 12-17
  • Hezkirina Xwedê Her û Her Dimîne

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Hezkirina Xwedê Her û Her Dimîne
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • JI BÎR NEKE KU HEZKIRINA YEHOWA HÎNDARIYEKE ESASÎ YE
  • “BAV BI XWE JI WE HEZ DIKE”
  • PÊ DERXE KU ŞIK Û GUMANÊN TE JI KU TÊN
  • DILSOZ BIMÎNE
  • Yehowa ji Te Pir Hez Dike
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Bawer Be ku Yehowa ji Te Hez Dike
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Ji Şikên Xwe Bifilite
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Feydeyên ku Em ji Hezkirina Dilsoz a Yehowa Distînin
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
w25 Cotmeh r. 12-17

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 41

KILAM 108 Hezkirin û Dilsoziya Xwedê

Hezkirina Xwedê Her û Her Dimîne

“Ji Xudan re spas bikin, çimkî ew qenc e; kerema wî her û her e” (ZEBÛR 136:1).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku Kitêba Pîroz li ser hezkirina Yehowa çi dibêje û gava em rastî tengasiyan tên, ev yek çawa dikare dilê me xurt bike.

1-2. Gelek xwişk û birayên me di çi halî de ne?

GEMIYEKE biçûk, a ku ketiye firtoneyê, bîne ber çavê xwe. Pêlên behrê gemiyê vir de wê de davêjin. Heta ku gemîvan lenger danexin, gemî wê di cihê xwe de nesekine. Lê belê, bi saya lenger, gemî dikare saxlem bisekine.

2 Gava em rastî tengasiyan tên, dibe ku em jî mîna vê gemiyê bin. Carinan em xwe baş hîs dikin, carinan jî xerab. Rojekê, em bawer in ku Yehowa ji me hez dike û piştgiriya me dike, lê roja din, em meraq dikin ka ew halê me dibîne yan na (Zebûr 10:1; 13:1). Bi saya gotinên dostekî me, dibe ku dilê me heta demekê rehet bibe (Methelokên Silêman 17:17; 25:11). Lê paşê, dibe ku em dîsa bikevin şik û gumanan ka Yehowa hê li kêleka me ye yan na. Li hemberî tengasiyan, gelo em çawa dikarin qey bi destê “lengerekî” saxlem bisekinin? Yanî, em çawa dikarin tim bawer bin ku Yehowa ji me hez dike û piştgiriya me dike?

3. (a) Zebûr 31:7 û 136:1 di heqê hezkirin û dilsoziya Yehowa de çi nîşanî me didin? (b) Em çima dibêjin ku di van waran de, Yehowa bêemsal e? (Li resim jî binêre.)

3 Ji bo ku em li hemberî tengasiyan saxlem bisekinin, gerek em hezkirina dilsoz a Yehowa bînin bîra xwe (Zebûr 31:7; 136:1 bixwîne). Di van ayetên Zebûrê de, peyva ku wek “kerem” hatiye tercûmekirin tê maneya hezkirina dilsoz. Di vî warî de, Yehowa bêemsal e. Kitêba Pîroz dibêje ku ew “zehf keremkar” e (2. Mûsa 34:6, 7, KP). Wekî din, Kitêba Pîroz di heqê Yehowa de wisa dibêje: “Ezman ji erdê çiqas bilindtir be, heskirina wî ya ji yên ku ji wî ditirsin re ewqas mezin e” (Zebûr 103:11). Ka bifikire: Yehowa xizmetkarên xwe yên dilsoz tu caran tenê nahêle. Gava em di nav tengasiyê de ne, zanîna ku Yehowa dilsoz e dikare ji bo me wek lenger be (Zebûr 23:4).

Di nav firtoneyê de, lenger gemiyê saxlem digire.

Çawa ku gemî bi saya lenger di nav firtoneyekê de saxlem disekine, baweriya me ya bi hezkirina Yehowa dikare alî me bike ku em li hemberî tengasiyê saxlem bisekinin (Li paragrafa 3yan binêre)


JI BÎR NEKE KU HEZKIRINA YEHOWA HÎNDARIYEKE ESASÎ YE

4. Hin hîndariyên esasî yên Kitêba Pîroz çi ne, û em çima bi wan bawer in?

4 Gava em rastî tengasiyan tên, bila em bînin bîra xwe ku hezkirina Yehowa hîndariyeke esasî ya Kitêba Pîroz e. Ev fikir jî dikare ji bo me wek lenger be. Gelo hin hîndariyên esasî yên Kitêba Pîroz çi ne? Mesela, tu ji Kitêba Pîroz hîn bûyî ku navê Xwedê Yehowa ye, ku Îsa Mesîh Kurê Xwedê ye, ku mirî tiştekî nizanin, ku dinya wê bibe cenet û ku emê tê de heta hetayê bijîn (Zebûr 83:18; Waiz 9:5; Yûhena 3:16; Peyxam 21:3, 4). Te ev hîndarî qebûl kirin û tu bi wan bawer bûyî ji ber ku te fehm kir ku ew rast in. Eger em qebûl bikin ku hezkirina Yehowa jî hîndariyeke esasî ye, emê nefikirin ku Yehowa bala xwe nade me yan bi me eleqedar nîne. Ka em binêrin ku çima wisa ye.

5. Hîndariyên derewîn çawa tên hilweşandin?

5 Gava te dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz kiribû, gelo çi alî te kir ku tu dev ji hîndariyên derewîn berdî? Bi îhtimaleke mezin, te hîndariyên baweriya xwe ya berê bi gotinên Kitêba Pîroz muqayese kirin. Mesela, belkî te berê bawer dikir ku piştî mirinê, ruh ji bedenê vediqete û sax dimîne. Lê gava te Kitêba Pîroz lêkolîn dikir, te ji xwe pirsî ka ev fikir rast e yan na. Te dît ku Kitêba Pîroz li ser vê mijarê çi dibêje û te fehm kir ku ev hîndarî şaş e. Paşê, te hîndariya Kitêba Pîroz qebûl kir ku “mirî tiştekî nizanin”, lê roj wê bê “ku hem kesên rast hem jî kesên nerast wê ji mirinê rabin” (Waiz 9:5; Karên Şandiyan 24:15). Helbet carinan ne hêsan e ku hîndariyên derewîn, ên ku wek “bircên saxlem” in, bên hilweşandin (2. Korîntî 10:4, 5). Lê belê, te ev yek kir, û tu venegeriyayî hîndariyên ku te dev ji wan berdabû (Filîpî 3:13).

6. Tu çima dikarî bawer bî ku “kerema [Yehowa] her û her e”?

6 Ji bo tiştên ku Kitêba Pîroz di heqê hezkirina Yehowa de dibêje, tu dikarî eynî wisa bikî. Gava tu rastî tengasiyekê têyî, ka ji xwe bipirse: “Gelo fikra min rast e?” Fikrên xwe bi gotinên Zebûr 136:1 muqayese bike. Peyva ku wek “kerem” hatiye tercûmekirin bi eslê xwe tê maneya “hezkirina dilsoz”. Gelo ev zebûr gotina “kerema [Yehowa] her û her e” çima 26 caran dubare dike? Wek me dîtibû, ev yek ku Yehowa ji xizmetkarên xwe hez dike û li hemberî wan dilsoz e, hîndariyeke esasî ya Kitêba Pîroz e. Fikra ku Yehowa qîmetê nade te û ji te hez nake, derew e. Çawa ku te hîndariyên derewîn ên din red kiribûn, vê fikra şaş jî red bike!

7. Behsa hin ayetan bike, yên ku hezkirina Yehowa nîşan didin.

7 Gelek ayetên din jî behsa hezkirina Yehowa dikin. Mesela, Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re wisa got: “Hûn ji çivîkan biqîmettir in” (Meta 10:31). Wekî din, Yehowa bi xwe ji xizmetkarên xwe re wisa got: “Ezê te bişidînim, alîkariya te bikim. Ezê bi destê rastê yê edaleta xwe ji te re bibim destek” (Îşaya 41:10). Ka bala xwe bidê ku ev gotin çi qas qewî ne. Îsa Mesîh negot “Belkî hûn biqîmettir in”, û Yehowa negot “Ezê belkî alîkariya te bikim”. Na, Îsa Mesîh got: ‘Hûn biqîmettir in.’ Yehowa jî wisa got: ‘Ezê alîkariya te bikim.’ Eger tu rojekê rastî tengasiyekê bêyî û şik û gumanên te hebin ka Yehowa bi rastî ji te hez dike yan na, ayetên wisa wê ne tenê alî te bikin ku tu xwe rehettir hîs bikî, ewê te bidin bawerkirin ku Yehowa ji te hez dike. Gotinên van ayetan rast in. Li ser vê rastiyê kûr bifikire û dua bike. Îcar tuyê jî bikarî wisa bibêjî: “Me fehm kir û bawer kir ku Xwedê ji me hez dike” (1. Yûhena 4:16).a

8. Eger carinan şik û gumanên te hebin ka Yehowa ji te hez dike yan na, tu dikarî çi bikî?

8 Lê eger carinan dîsa jî şik û guman bikevin dilê te ka Yehowa ji te hez dike yan na, tu dikarî çi bikî? Hîsên xwe bi rastiyên ku tu dizanî muqayese bike. Hîsên me carinan dikarin me bixapînin, lê hezkirina Yehowa rastiyeke esasî ya Kitêba Pîroz e. Kesekî ku bawer nake ku Yehowa ji wî hez dike bi eslê xwe ji bîr dike ku xisûsiyeta wî ya herî muhîm, hezkirin e (1. Yûhena 4:8).

“BAV BI XWE JI WE HEZ DIKE”

9-10. Gava Îsa Mesîh got: “Bav bi xwe ji we hez dike”, wî behsa çi dikir? (Li resim jî binêre.)

9 Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re wisa gotibû: “Bav bi xwe ji we hez dike” (Yûhena 16:26, 27 bixwîne). Armanca van gotinan ne tenê ew bû ku dilê şagirtan rehet bike. Ayetên berê nîşan didin ku Îsa Mesîh di heqê hîsên wan de xeber nedida. Bi eslê xwe, wî di heqê mijara duayê de xeber dida. Ji van gotinên Îsa Mesîh, em di heqê hezkirina Yehowa de çi hîn dibin?

10 Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re got, ne ku gerek ew ji wî re, lê ku gerek ew bi navê wî dua bikin (Yûhena 16:23, 24). Pir muhîm bû ku ew vêya fehm bikin. Piştî ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû, dibe ku wanê bixwesta ji Îsa Mesîh re dua bikira, çimkî Îsa Mesîh dostê wan bû û ji wan hez dikir. Loma, wan dikaribû bifikiriyana ku Îsa Mesîh dikare guh bide wan û ricayên wan ji Bavê xwe re bibêje. Lê belê, Îsa Mesîh ji wan re got ku gerek ew wisa nefikirin. Gelo çima? Wî got: “Bav bi xwe ji we hez dike.” Yek ji tiştên esasî, yên ku Kitêba Pîroz li ser duayê dibêje, ev e. Ka bifikire ku maneya vê çi ye. Bi saya lêkolîna Kitêba Pîroz, te Îsa Mesîh nas kiriye, û tu ji wî hez dikî (Yûhena 14:21). Dîsa jî, wek şagirtên Îsa Mesîh ên pêşîn, tu dikarî rasterast ji Xwedê re dua bikî, çimkî ew ‘bi xwe ji te hez dike’. Her cara ku tu ji Yehowa re dua dikî, tu nîşan didî ku tu bi van gotinan bawer î (1. Yûhena 5:14).

Kolaj: Birayekî ku li derve rûniştî ye li ser sê meseleyên muhîm dua dike. 1. Ew xwarinê tîne ba jina xwe, ya ku nexweş e û ketiye nav nivînan. 2. Ew bi keça xwe re kursa Kitêba Pîroz derbas dike. 3. Ew li kaxizan dinêre, yên ku bi mesrefên malbatê ve girêdayî ne.

Em dikarin bi piştrastî ji Yehowa re dua bikin, çimkî ew “bi xwe” ji me hez dike (Li paragrafên 9 û 10an binêre)b


PÊ DERXE KU ŞIK Û GUMANÊN TE JI KU TÊN

11. Îblîs çima dixwaze ku şik û guman bikevin dilê me ka Yehowa ji me hez dike yan na?

11 Şik û gumanên di heqê hezkirina Yehowa de ji ku tên? Tuyê belkî bibêjî ku fikrên wisa ji Îblîs tên, û ev yek ji aliyekî ve rast e. Îblîs dixwaze me daqurtîne, û gava şik û guman dikevin dilê me ka Yehowa ji me hez dike yan na, ew şa dibe (1. Petrûs 5:8). Jixwe, Îblîs dixwaze ku em xwe hêjayî fîdyeya ku Yehowa bi dilovanî tedarek kiriye, nebînin (Îbranî 2:9). Eger li ser hezkirina Yehowa şik û gumanên me hebin, ev yek wê li kê xweş bê? Li Îblîs. Û eger em ji ber tengasiyan dev ji xizmeta Yehowa berdin, ev yek wê li kê xweş bê? Li Îblîs. Îblîs dixwaze ku em bifikirin ku Yehowa ji me hez nake, lê bi eslê xwe, yê ku hezkirina Yehowa winda kiriye, ew e. Lê belê, yek ji “hîleyên” wî ew e ku me bide bawerkirin ku Yehowa ji me hez nake û em mehkûm kirine (Efesî 6:11, jêrenot). Gerek em rind fehm bikin ku armanca dijminê me çi ye. Îcar emê bikarin “li hember Îblîs bisekinin” (Aqûb 4:7).

12-13. Ev yek ku em qisûrdar in çawa dikare bibe sebeb ku em bi hezkirina Yehowa bawer nebin?

12 Şik û gumanên di heqê hezkirina Yehowa de dikarin ji ber sebebekî din jî bên meydanê. Gelo ev sebeb çi ye? Qisûrdariya ku me mîras standiye (Zebûr 51:5; Romayî 5:12). Ji ber guneh, însan ji Yehowa Xwedê dûr ketiye. Wekî din, guneh zerar daye hiş, dil û bedena însên.

13 Ji ber qisûrdariya xwe, dibe ku em xwe carinan sûcdar bikin, endîşe bikin yan şerm bikin, bi xisûsî wexta ku me gunehek kiriye. Ji xeynî vê, hîsên wisa dikarin bên meydanê ji ber ku em tim tînin ber çavê xwe ku em qisûrdar in. Ev yek me aciz dike, çimkî însan di serî de wisa nehatibû xuliqandin (Romayî 8:20, 21). Çawa ku lastîkeke daketî kapasîteya erebeyekê kêmtir dike, qisûrdarî jî kapasîteya me kêmtir dike. Loma, em ecêbmayî namînin ku carinan, şik û gumanên me çêdibin ka Yehowa ji me hez dike yan na. Gava wisa çêdibe, bila em bînin bîra xwe ku Yehowa Xwedê li hemberî kesên ku ji wî hez dikin û qanûnên wî pêk tînin, dilsoz û dilovan e (Nehemya 1:5).

14. Fikirîna li ser fîdyeyê çawa dikare alî me bike ku em nefikirin ku Yehowa ji me hez nake? (Romayî 5:8) (Li çarçoveya “Ji Aliyê Qisûrdariya Xwe ve Neyê Xapandin” jî binêre.)

14 Dibe ku em carinan bifikirin ku em hêjayî hezkirina Yehowa nînin. Bi eslê xwe, ev yek rast e. Lê em her çi qas ne hêjayî vê yekê bin jî, Yehowa ji me hez dike. Ji ber vê yekê, wî fîdye tedarek kiriye, û ew gunehên me li ser esasê fîdyeyê efû dike (1. Yûhena 4:10). Wekî din, ji bîr neke ku Îsa Mesîh hatiye, ne ji bo ku însanên bêqisûr xelas bike, lê ji bo ku gunehkaran xelas bike (Romayî 5:8 bixwîne). Tu kes nikare her tiştî bi awayekî bêqisûr bike, û Yehowa vêya rind dizane. Madem ku em fehm dikin ku şik û gumanên me yên di heqê hezkirina Yehowa de ji ber qisûrdariya me tên meydanê, bila em li hemberî fikrên wisa micadele bikin (Romayî 7:24, 25).

Ji Aliyê Qisûrdariya Xwe ve Neyê Xapandin

Kitêba Pîroz dibêje ku qeweta guneh heye ku mirovan bixapîne (Îbranî 3:13). Loma, ji xeynî vê ku me dehf bide ku em guneh bikin, qisûrdariya me dikare bibe sebeb ku şik û guman bikevin dilê me ka Yehowa ji me hez dike yan na.

Em belkî difikirin ku tu kes nikare me bixapîne. Mesela, em belkî bawer dikin ku tu sextekar nikare pereyê me bi hîle ji destê me bigire. Lê belê, eger em hay ji xwe nebin, dibe ku em bikevin dafikê.

Mîna vê, gava qisûrdariya me dibe sebeb ku em bifikirin ku Yehowa ji me hez nake, gerek em neyên xapandin. Ji ber qisûrdariya xwe, dibe ku em tim bala xwe bidin kêmasî û şaşiyên xwe. Lê belê, gerek em ji bîr nekin ku sebebê vê ev e ku qeweta guneh heye ku me bixapîne. Loma gerek em fikrên wisa red bikin.

DILSOZ BIMÎNE

15-16. Eger em ji Yehowa re dilsoz bimînin, ewê ji bo me çi bike? (2. Samûyêl 22:26)

15 Yehowa dixwaze ku em ya rast bikin û ‘pê ve girêdayî’ bimînin (5. Mûsa 30:19, 20). Eger em wisa bikin, ewê ji me re dilsoz bimîne (2. Samûyêl 22:26 bixwîne). Heta ku em ji Yehowa re dilsoz bimînin, ewê alî me bike ku em bikarin li hemberî her tengasiyan sebir bikin.

16 Çawa ku gemî bi saya lenger saxlem disekine, Yehowa hazir e ku alî me bike ku em li hemberî tengasiyan saxlem bisekinin. Kitêba Pîroz bi eşkereyî dibêje ku Yehowa ji me hez dike. Eger şik û guman bikevin dilê me ka ew ji me hez dike yan na, bila em bala xwe bidin, ne hîsên xwe, lê vê yekê ku em di heqê hezkirina Yehowa de çi dizanin. Belê, bila em bi gotina Kitêba Pîroz bawer bin ku hezkirina Yehowa her û her dimîne!

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Çima gerek em ji bîr nekin ku hezkirina Yehowa hîndariyeke esasî ya Kitêba Pîroz e?

  • Qisûrdariya me çawa dikare bibe sebeb ku şik û gumanên me hebin ka Yehowa bi rastî ji me hez dike yan na?

  • Eger şik û gumanên me hebin ka Yehowa ji me hez dike yan na, em dikarin çi bikin?

KILAM 159 Rûmetê Bide Yehowa

a Ji bo mîsalên din, li 5. Mûsa 31:8, Zebûr 94:14 û Îşaya 49:15 binêre.

b RESIM: Birayek ji Yehowa alîkariyê dixwaze ku li jina xwe ya nexweş binêre, pereyê xwe bi awayekî bihîkmet bi kar bîne û keçika xwe di rêya Yehowa de hîn bike.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne