MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 42
KILAM 44 Niyaza Kesê Dilteng
Em Çawa Dikarin bi Awayekî Xweştir Dua Bikin?
“Ez bi hemû dilê xwe diqîrim, tu min bibersivîne, ya Xudan!” (ZEBÛR 119:145).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku duayên ku di Kitêba Pîroz de nivîsî ne çawa dikarin alî me bikin ku em bi awayekî xweştir dua bikin.
1-2. (a) Belkî çima li me zor tê ku em dilê xwe ji Yehowa re vekin? (b) Em ji ku dizanin ku Yehowa hazir e ku guh bide me?
DI DUAYÊN xwe de, gelo tu tim eynî tiştan dibêjî? Gelo carinan li te zor tê ku tu dilê xwe ji Yehowa re vekî? Bawer be ku halê gelek kesan wisa ye. Ji ber ku em pir mijûl in, em belkî tim bi ecele dua dikin. Yan jî, dibe ku em dilê xwe ji Yehowa re venakin ji ber ku em xwe hêja nabînin ku em nêzîkî wî bibin.
2 Kitêba Pîroz nîşanî me dide ku ji bo Yehowa, tiştê herî muhîm ne ev e ku em di duayên xwe de bi cimleyên xweş xeber bidin, lê ev e ku em ji dil û bi nefsbiçûkî dua bikin, çimkî ew guh dide “daxwaza dilnizman” (Zebûr 10:17, NWT). Ew rind guh dide her gotina me, çimkî ew bi rastî bi me eleqedar e (Zebûr 139:1-3).
3. Di vê meqaleyê de, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?
3 Gelo em çima dikarin bi piştrastî ji Yehowa re dua bikin? Ji bo ku duayên me zêdetir bimane bin, em dikarin çi bikin? Di vî warî de, duayên ku Kitêba Pîroz behsa wan dike çawa dikarin alî me bikin? Eger li me zor tê ku em hîsên xwe bînin zimên, em dikarin çi bikin? Di vê meqaleyê de, emê cewabên van pirsan bistînin.
BI PIŞTRASTÎ JI YEHOWA RE DUA BIKE
4. Çi dikare alî me bike ku em bi piştrastî dua bikin? (Zebûr 119:145)
4 Ji bo ku em bi piştrastî ji Yehowa re dua bikin, gerek em fehm bikin ku Yehowa dostê meyî dilsoz e, yê ku dixwaze ku em serkeftî bin. Gava nivîskarê Zebûr 119 dua dikir, wî Yehowa wek dostê xwe wisa didît. Xuya ye ku hin tengasiyên wî hebûn. Mesela, kesên sextekar neheqî li wî kiribû (Zebûr 119:23, 69, 78). Wekî din, wî li hemberî kêmasiyên xwe jî micadele dikir (Zebûr 119:5). Dîsa jî, ew neditirsiya ku dilê xwe ji Yehowa re veke (Zebûr 119:145 bixwîne).
5. Çima gerek em şerm nekin ku dua bikin? Mîsalekê bide.
5 Eger kesekî gunehekî giran kiribe jî, Yehowa dixwaze ku ew ji wî re dua bike (Îşaya 55:6, 7). Loma, gerek em şerm nekin ku ji Yehowa re dua bikin. Ka vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Pîlotek dizane ku eger lazim be, ew dikare ji birca balafirgehê alîkariyê bixwaze. Eger ew rêya xwe şaş bike yan şaşiyeke din bike, ma wê baş be ku ew ji ber şerma xwe alîkariyê nexwaze? Helbet na! Mîna vê, eger me rêya xwe şaş kiribe yan guneh kiribe jî, em dikarin bi piştrastî ji Yehowa re dua bikin (Zebûr 119:25, 176).
JI BO KU DUAYÊN ME ZÊDETIR BIMANE BIN, EM DIKARIN ÇI BIKIN?
6-7. Fikirîna li ser sifetên Yehowa çawa dikare alî me bike ku duayên me zêdetir bimane bin? Mîsalekê bide. (Li jêrenotê jî binêre.)
6 Ji bo ku duayên me zêdetir bimane bin, gerek em ji Yehowa re behsa hîs û fikrên xwe bikin. Gelo çi dikare alî me bike ku em bi vî awayî dua bikin?
7 Li ser sifetên Yehowa bifikire.a Her ku em li ser sifetên wî bifikirin, wê li me hêsantir bê ku em fikrên xwe bi rehetî bînin zimên (Zebûr 145:8, 9, 18). Ka bala xwe bide serpêhatiya xwişkeke me ya bi navê Kristine. Bavê wê yekî zordar bû, û vê yekê ser wê xerab tesîr dikir. Xwişka me wisa dibêje: “Li min hêsan nedihat ku ez Yehowa wek Bav bibînim û pê re xeber bidim. Ez difikirîm ku ji ber kêmasiyên min, ewê terka min bide.” Gelo kîjan sifetê Yehowa alî wê kir ku ew ji vê tirsê bifilite? Ew dibêje: “Ez li ser hezkirina dilsoz a Yehowa pir difikirîm, û min fehm kir ku ew ji min hez dike. Ez dizanim ku ewê destê min tu caran nehêle. Eger ez bikevim jî, ewê min bi dilovanî rake. Ev yek alî min dike ku ez dilê xwe ji wî re vekim û behsa tiştên ku min dilxweş dikin yan min xemgîn dikin, bikim.”
8-9. Wê çima baş be ku em ji berê ve bifikirin ka em dixwazin di duayên xwe de çi bibêjin? Mîsalekê bide.
8 Bifikire ku tu dixwazî çi bibêjî. Berî ku tu dua bikî, ji xwe bipirse: “Gelo derdên min çi ne? Gelo kesek heye, yê ku gerek ez efû bikim? Gelo ji min re alîkariya Yehowa lazim e ku ez problemeke ku nû derketiye meydanê, safî bikim?” (2. Qiralan 19:15-19). Wekî din, duaya emsal a Îsa Mesîh bîne bîra xwe û bifikire ku tu dikarî di heqê navê Yehowa, Hukimdariya wî û daxwaza wî de çi bibêjî (Meta 6:9, 10).
9 Gava xwişkeke bi navê Aliska bihîst ku zilamê wê bi kansera mêjî ket û çareya nexweşiya wî tune ye, li wê zor dihat ku dua bike. Ew dibêje: “Ez ew qas xemgîn bûm û fikrên min ew qas tevlihev bûn ku gava min dua dikir, min nedizanibû ku çi bibêjim.” Gelo çi alî wê kir? Ew dibêje: “Berî ku ez dua bikim, ez tînim ber çavê xwe ku ez dixwazim di heqê çi de dua bikim. Ev yek alî min dike ku ez ne tenê ji bo xwe û nexweşiya zilamê xwe dua bikim. Bi vî awayî, ez êdî dikarim hem bi dilrehetî hem jî li ser cure cure meseleyan ji Yehowa re dua bikim.”
10. Çima gerek em bi ecele dua nekin? (Li resiman jî binêre.)
10 Bi ecele dua neke. Duayên kin jî helbet alî me dikin ku em nêzîkî Yehowa bibin. Ji aliyê din ve, duayên dirêjtir dikarin fersendeke baştir bidin me ku em dilê xwe ji wî re vekin û behsa hîs û fikrên xwe bikin.b Zilamê Aliskayê Elijah wisa dibêje: “Di rojê de, ez xîret dikim ku gelek caran dua bikim. Ez bi lez dua nakim, û ev yek alî min dike ku ez nêzîktirî Yehowa bibim. Yehowa ji duayên dirêj aciz nabe, loma ne lazim e ku ez ecele bikim.” Ka vêya biceribîne: Ji xwe re wext û cihekî minasib bibîne ku tu dirêj dirêj dua bikî – belkî bi dengekî bilind – bêyî ku tiştekî din bala te bikişîne.
Ji xwe re saet û cihekî minasib bibîne ku tu dirêj dirêj dua bikî (Li paragrafa 10an binêre)
LI SER DUAYÊN KU KITÊBA PÎROZ BEHSA WAN DIKE, KÛR BIFIKIRE
11. Wê çima bifeyde be ku em li ser duayên ji dil, ên ku Kitêba Pîroz behsa wan dike, kûr bifikirin? (Li çarçoveya “Gelo Halê Te Dişibe Halê Wan?” jî binêre.)
11 Dibe ku ji bo te bifeyde be ku tu li ser duayên ji dil û kilamên ku di Kitêba Pîroz de nivîsî ne, kûr bifikirî. Gava tu dibînî ku xizmetkarên Xwedê hîs û fikrên xwe çawa dianîn zimên, ev yek wê alî te bike ku tu jî dilê xwe ji Yehowa re vekî. Wekî din, dibe ku tu hin awayên nû bibînî ku tu çawa dikarî di duayên xwe de pesnê Xwedê bidî. Ji xeynî vê, tuyê bi îhtimaleke mezin hin duayên ku bi halê te ve girêdayî ne, bibînî.
12. Gava em li ser gotinên duayên qeydkirî difikirin, em dikarin ji xwe çi bipirsin?
12 Wexta ku tu li ser gotinên duayeke ku di Kitêba Pîroz de qeydkirî ye, difikirî, ji xwe bipirse: “Ev duaya kê ye, halê wî çawa bû û wî çima wisa dua kir? Gelo gotinên vê duayê bi halê min ve girêdayî ne? Ez dikarim ji vê duayê çi dersan bistînim?” Ji bo ku tu cewabên van pirsan bistînî, wê belkî lazim be ku tu zêdetir lêkolînê bikî. Ji bo vê belkî wext û xîret lazim e, lê ev yek pir bifeyde ye. Ka bala xwe bide çend mîsalan.
13. Ji serpêhatiya Hannayê, em dikarin di heqê duayê de çi dersê bistînin? (1. Samûyêl 1:10, 11) (Li resim jî binêre.)
13 1. Samûyêl 1:10, 11 bixwîne. Gava Hannayê ev dua kir, du derdên wê yên mezin hebûn: A yekê, zarokên wê çênedibûn, û ya diduyan, hewiya wê dilê wê diêşand (1. Samûyêl 1:4-7). Eger li ba te derdek heye, yê ku bi demeke dirêj derbas nebûye, gelo tu dikarî ji duaya Hannayê çi hîn bibî? Piştî ku wê dirêj dirêj dua kiribû û ji Xwedê re behsa derdê xwe kiribû, dilê wê rehet bû (1. Samûyêl 1:12, 18). Eger em ji Yehowa re bibêjin ku derdê me çawa ser me tesîr dike û barê xwe ji wî re bihêlin, dilê me jî wê rehet bibe (Zebûr 55:22).
Gava zarokên Hannayê çênedibûn û hewiya wê dilê wê diêşand, wê dilê xwe ji Yehowa re vekir (li paragrafa 13an binêre)
14. (a) Wekî din, em dikarin ji serpêhatiya Hannayê çi dersê bistînin? (b) Fikirîna kûr a li ser Nivîsarên Pîroz çawa dikare alî me bike ku em di duayên xwe de behsa zêdetir tiştan bikin? (Li jêrenotê binêre.)
14 Çend sal piştî ku Samûyêl hatibû dinyayê, diya wî Hannayê ew bir ba kahînê mezin Elî (1. Samûyêl 1:24-28). Di duayeke ji dil de, wê baweriya xwe anî zimên ku Yehowa xizmetkarên xwe yên dilsoz diparêze û li wan xwedî derdikevec (1. Samûyêl 2:1, 8, 9). Dibe ku tengasiyên Hannayê hê derbas nebûbûn, lê dîsa jî, wê bala xwe dida vê yekê ku Yehowa ew çawa bibereket kiribû. Gelo dersa ji bo me çi ye? Eger em bala xwe bidinê ku Yehowa heta niha çawa destek daye me, wê li me hêsantir bê ku em li hemberî tengasiyan sebir bikin.
15. Gava em rastî bêedaletiyê tên, em dikarin ji duaya Yêremya çi hîn bibin? (Yêremya 12:1)
15 Yêremya 12:1 bixwîne. Carekê, Yêremya pêxember ji serkeftîbûna xeraban aciz bû. Wekî din, wî cesareta xwe winda kir ji ber ku xelkê qerfên xwe bi wî dikirin (Yêremya 20:7, 8). Gava mirovên sextekar serkeftî dibin yan gava mirov qerfên xwe bi me dikin, dibe ku em jî xwe mîna wî hîs bikin. Yêremya her çi qas xemên xwe anîn zimên jî, wî tu caran ji edaleta Yehowa şik nedibir. Gava wî dît ku Yehowa xizmetkarên xwe yên serhildêr çawa terbiye dikirin, baweriya wî ya bi edaleta Yehowa bê şik hê jî qewîtir bû (Yêremya 32:19). Em jî dikarin di duayên xwe de bi eşkereyî behsa xemên xwe bikin û bawer bin ku di dema rast de, Yehowa wê dest bavêje bêedaletiya ku em rastî wê tên.
16. Ji duaya zilamekî ji eşîra Lêwî, em dikarin çi hîn bibin? (Zebûr 42:1-4) (Li resiman jî binêre.)
16 Zebûr 42:1-4 bixwîne. Nivîskarê vê kilamê zilamekî ji eşîra Lêwî bû, yê ku sirgûn bû û nikaribû here îbadetgehê ku bi kesên din re ji Yehowa re îbadetê bike. Zebûra wî nîşanî me dide ku wî xwe çawa hîs dikir. Eger em nikarin ji malê derkevin yan eger em ji ber baweriya xwe di hebsê de ne, dibe ku em jî xwe wisa hîs bikin. Hîsên me her çi bin jî, wê baş be ku em di duayên xwe de behsa wan bikin. Ev yek dikare alî me bike ku em hîsên xwe baştir fehm bikin û halê xwe bi awayekî terazdar bibînin. Mesela, zilamê ji eşîra Lêwî fehm kir ku li ber wî, fersendên nû wê derkevin ku ew pesnê Yehowa bide (Zebûr 42:5). Wekî din, wî anî bîra xwe ku Yehowa li wî çawa xwedî derdiket (Zebûr 42:8). Duayên ji dil dikarin alî me bikin ku em hîsên xwe analîz bikin, terazdar bin û ji bo tehemulkirinê qewetê bistînin.
Nivîskarê Zebûra 42yan dilê xwe ji Xwedê re vekir. Gava em di duayên xwe de behsa hîsên xwe dikin, ev yek dikare alî me bike ku em halê xwe bi awayekî terazdar bibînin (Li paragrafa 16an binêre)
17. (a) Em dikarin ji duaya Ûnis pêxember çi dersê bistînin? (Ûnis 2:1, 2) (b) Gava em rastî zehmetiyan tên, hin gotinên Zebûran çawa dikarin alî me bikin? (Li jêrenotê binêre.)
17 Ûnis 2:1, 2 bixwîne. Wexta ku Ûnis pêxember di zikê masiyekî mezin de bû, wî bi van gotinan ji Yehowa Xwedê re dua kir. Ûnis pêxember guh nedabû Yehowa, lê dîsa jî, ew bawer bû ku Yehowa wê dengê wî bibihîze. Di duaya xwe de, Ûnis gelek gotinên ku di Zebûran de derbas dibin, bi kar anîn.d Xuya ye ku wî ev ayet rind dizanibûn. Gava ew li ser van ayetan difikirî, baweriya wî xurt bû ku Yehowa wê alî wî bike. Mîna Ûnis pêxember, bila em jî xîret bikin ku hin ayetan ezber bikin. Îcar, gava em di dema tengasiyê de ji Yehowa re dua bikin, ev ayet dikarin bên bîra me û dilrehetiyê bidin me.
BI DESTÊ DUAYÊ HER KU DIÇE NÊZÎKTIRÎ YEHOWA BIBE
18-19. Eger em carinan nizanin ku ji Yehowa re çi bibêjin, Romayî 8:26, 27 çawa dikare alî me bike? Mîsalekê bide.
18 Romayî 8:26, 27 bixwîne. Carinan dibe ku xemên me ew qas giran bin ku em nizanin ku ji Yehowa re çi bibêjin. Eger wisa be, ruhê pîroz dikare ji bo me “rica” bike. Gelo çawa? Bi destê ruhê pîroz, Yehowa gelek duayên xizmetkarên xwe di Nivîsarên Pîroz de dane qeydkirin. Eger em nikarin fikrên xwe bi zelalî bînin zimên, Yehowa dikare hin gotinên van duayan wek ricayên me qebûl bike, û ew dikare cewabê bide van duayan.
19 Gava xwişkeke Rûs a bi navê Yêlêna hat girtin ji ber ku wê dua kiribû û Kitêba Pîroz xwendibû, vê fikrê alî wê kir. Yêlêna ew qas di bin stresê de bû ku ji wê re zor hat ku dua bike. Ew dibêje: “Wê demê hat bîra min ku gava ez xwe bêçare hîs dikim û nizanim ku çawa dua bikim, Yehowa wê duayên îlhamkirî yên xizmetkarên xwe yên berê … wek ricayên min qebûl bike. … Di wan rojên zehmet de, vê yekê dilrehetî dida min.”
20. Gava em di bin stresê de ne, em çawa dikarin xwe ji bo duayê hazir bikin?
20 Gava em di bin stresê de ne, dibe ku em dest bi duakirinê bikin, lê paşê fikrên me tevlihev bibin û hişê me here ser tiştên din. Ji bo ku wisa nebe, em dikarin çi bikin? Mesela, berî ku em dua bikin, em dikarin guh bidin qeydên deng ên Zebûran. Yan jî, wek Dawid Padîşah, em dikarin hîsên xwe ji xwe re binivîsin (Zebûr 18, 34, 142; sernivîs). Helbet qanûn û qaîde tune ne ku gerek em xwe çawa ji bo duayê hazir bikin (Zebûr 141:2). Loma, her kes bila bi xwe qerarê bide ku kîjan metod ji bo wî baştir e.
21. Em çima dikarin bi temamiya dilê xwe dua bikin?
21 Çi xweş e ku berî ku em tiştekî bibêjin jî, Yehowa hîsên me fehm dike (Zebûr 139:4). Dîsa jî, li wî xweş tê ku em ji wî re behsa hîsên xwe dikin û dibêjin ku em xwe dispêrin wî. Loma, fedî neke ku ji Bavê xweyî ezmanî re dua bikî. Ji duayên ku di Kitêba Pîroz de qeydkirî ne, hîn bibe. Bi temamiya dilê xwe dua bike. Ji wî re bibêje ku tu ji ber çi dilxweş î yan xemgîn î. Yehowa dostê te ye, û ewê her tim li kêleka te be!
KILAM 45 Fikrên Dilê Min
a Bala xwe bide “Hine hunurên Yehowaye mexsûs”, yên ku li broşûra Kitêba Pîroz Dikare Alî We Bike (bi Kurmanciya Qafkasyayê) di bin mijara “Yehowa” de tên nîşandayîn.
b Bi gelemperî, duayên li ber civatê ne ew qas dirêj in.
c Hin tiştên ku Hannayê di duaya xwe de gotin dişibin gotinên ku di nivîsarên Mûsa de derbas dibin. Ji vê em fehm dikin ku ew li ser Nivîsarên Pîroz kûr difikirî (5. Mûsa 4:35; 8:18; 32:4, 39; 1. Samûyêl 2:2, 6, 7). Gotinên ku diya Îsa Mesîh Meryemê gelek sal bi şûn de ji bo pesnê Xwedê anîn zimên pir dişibin gotinên Hannayê (Lûqa 1:46-55).
d Mesela, gotinên Ûnis 2:3-9 bi gotinên Zebûr 69:1; 16:10; 30:3; 142:2, 3; 143:4, 5; 18:6; û 3:8 muqayese bike.