MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 43
KILAM 41 Bavo, Guh Bide Me
Ji bo Kesên Din Dua Bike
“Ji bo hev dua bikin … Duaya kesê rast bitesîr e” (AQÛB 5:16).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku çima muhîm e ku em ji bo kesên din dua bikin û em çawa dikarin vêya bikin.
1. Em ji ku dizanin ku Yehowa qîmetê dide duayên me?
DUA hediyeyeke pir mezin e. Ka bifikire: Yehowa hin wezîfe emanetî melekan kirine (Zebûr 91:11). Wekî din, wî hin mesûliyetên giran dane Kurê xwe (Meta 28:18). Lê belê, Yehowa bi xwe guh dide duayên me. Wî ev îş nedaye kesekî din. Loma, Kitêba Pîroz wî wek “yê ku duayan dibihîze” bi nav dike (Zebûr 65:2).
2. Ji aliyê duakirina ji bo kesên din ve, Pawlosê şandî mîsaleke çawa hişt?
2 Em helbet dikarin bi serbestî di heqê derdên xwe de ji Yehowa re dua bikin. Lê belê, gerek em ji bo kesên din jî dua bikin. Pawlosê şandî jî wisa dikir. Mesela, wî ji civata li bajarê Efesê re wisa nivîsî: “Ez we di duayên xwe de her tim tînim zimên” (Efesî 1:16). Pawlos ji bo hin kesan bi xisûsî dua dikir. Mesela, wî ji hevalê xwe Tîmotêyos re wisa got: “Şikir ji Xwedê re …. Bi şev û roj ez te di dua û lavayên xwe de tînim zimên” (2. Tîmotêyos 1:3). Pawlosê şandî helbet li ser xemên xwe ji Yehowa re dua dikir (2. Korîntî 11:23; 12:7, 8). Lê belê, wî ji bo kesên din jî dua dikir.
3. Dibe ku em çima ji bîr bikin ku ji bo kesên din dua bikin?
3 Carinan, dibe ku em ji bîr bikin ku ji bo kesên din dua bikin. Gelo çima? Xwişkeke bi navê Sabrinaa qala yek ji sebeban dike. Ew dibêje: “Jiyana me tijî stres e. Serê me carinan bi problemên me ew qas mijûl e ku em tenê li ser hewcedariyên xwe dua dikin.” Gelo halê te jî carinan wisa ye? Bi destê vê meqaleyê, emê bibînin ku (1) çima muhîm e ku em ji bo kesên din dua bikin û (2) em çawa dikarin vêya bikin.
ÇIMA GEREK EM JI BO KESÊN DIN DUA BIKIN?
4-5. Duayên ku em ji bo kesên din dikin çawa dikarin “bitesîr” bin? (Aqûb 5:16)
4 Duakirina ji bo kesên din “bitesîr e” (Aqûb 5:16 bixwîne). Gelo duayên ku em ji bo kesên din dikin bi rastî dikarin ser netîceya rewşekê tesîr bikin? Belê. Îsa Mesîh, ê ku dizanibû ku di demeke nêzîk de, Petrûsê şandî wê wî înkar bike, wisa got: “Min ji bo te dua kir ku baweriya te sist nebe” (Lûqa 22:32). Pawlosê şandî jî dizanibû ku dua dikare tesîrdar be. Gava ew bi neheqî li Romayê girtî bû, wî ji Filîmon re wisa nivîsî: “Ez hêvî dikim ku ez bi alîkariya duayên we vegerim ba we” (Filîmon 22). Bi rastî jî wisa çêbû. Pir wext derbas nebû ku Pawlos serbest ma û vegeriya karê belavkirina mizgîniyê.
5 Ev yek helbet nayê maneya ku bi destê duayê, em dikarin zorê li Yehowa bidin ku ew tiştekî bike. Lê belê, ew xema xizmetkarên xwe dibîne, û carinan, ew qerarê dide ku li gor daxwaza wan hereket bike. Madem ku wisa ye, bila em ji dil dua bikin û paşê meseleyê bihêlin destê wî (Zebûr 37:5; li 2. Korîntî 1:11 jî binêre).
6. Gava em ji bo kesên din dua dikin, nêrîna me ya li ser wan çawa dikare biguhere? (1. Petrûs 3:8)
6 Duakirina ji bo kesên din alî me dike ku em li hemberî wan “dilrehm bin” (1. Petrûs 3:8 bixwîne). Kesekî dilrehm rind dizane ku kesekî din di çi halî de ye, û ew hazir e ku alî wî bike (Marqos 1:40, 41). Rîspiyekî bi navê Michael wisa dibêje: “Gava ez ji bo hewcedariyên kesên din dua dikim, ez baştir fehm dikim ku halê wan çi qas zor e, û ez ji wan zêdetir hez dikim. Eger ew vêya nizanin jî, ez xwe nêzîktirî wan hîs dikim.” Rîspiyekî bi navê Richard qala feydeyeke din dike. Ew dibêje: “Gava em ji bo kesekî dua dikin, daxwaza me zêde dibe ku em alî wî bikin. Wekî din, gava em destekê didin wî, em bi eslê xwe hewl didin ku duaya me bê cih.”
7. Duakirina ji bo kesên din çawa alî me dike ku em ne tenê li ser problemên xwe bifikirin? (Filîpî 2:3, 4) (Li resiman jî binêre.)
7 Duakirina ji bo kesên din alî me dike ku em ne tenê li ser problemên xwe bifikirin (Filîpî 2:3, 4 bixwîne). Ji ber ku temamiya dinyayê di bin kontrola Îblîs de ye, her kes rastî tengasiyan tê (1. Yûhena 5:19; Peyxam 12:12). Gava em ji xwe re dikin adet ku ji bo kesên din dua bikin, em tînin bîra xwe “ku hemû birayên [me] li seranserê dinyayê eynî cefayan dikişînin” (1. Petrûs 5:9). Pêşengeke bi navê Katherine wisa dibêje: “Duakirina ji bo kesên din tîne bîra min ku kesên din jî rastî zehmetiyan tên û alî min dike ku ez bi zêdeyî bala xwe nedim derdên xwe.”
Duakirina ji bo kesên din alî me dike ku em ne tenê li ser problemên xwe bifikirin (Li paragrafa 7an binêre)d
KESÊN KU HEWCEYÎ DUAYÊN ME NE
8. Em dikarin ji bo kê dua bikin?
8 Gelo em dikarin ji bo kê dua bikin? Em dikarin bi gelemperî ji bo kesên nexweş, ji bo ciwanên ku li mektebê zehmetiyê dikişînin yan ji bo kesên emirmezin dua bikin. Gelek xwişk û birayên me ji aliyê merivên xwe ve yan ji aliyê dewletê ve muxalefetê dibînin (Meta 10:18, 36; Karên Şandiyan 12:5). Ji ber şer û tevliheviyê, hin xwişk û bira mecbûr mane ku ji malên xwe birevin. Hin kes jî ji ber felaketên tebîetê tengasiyê dikişînin. Belkî em van xwişk û birayan şexsen nas nakin. Lê gava em ji bo wan dua dikin, em nîşan didin ku em guh didin emrê Îsa Mesîh ku em “ji hevdû hez bikin” (Yûhena 13:34).
9. Çima gerek em ji bo kesên ku di teşkîlata Yehowa de mesûl in û ji bo jinên wan dua bikin?
9 Wekî din, em dikarin ji bo kesên ku di teşkîlata Yehowa de mesûl in dua bikin, mesela ji bo Koma Rêberiyê û alîkarên wan, ji bo Komîteyên Buroyan, ji bo çavdêrên ku li buroyan xizmet dikin yan ji bo çavdêrên herêmê, rîspiyên civatê û alîkarên civatê. Gelek ji van birayan hem bi dil û can ji bo me dixebitin hem jî bi xemên xwe re micadele dikin (2. Korîntî 12:15). Mesela, çavdêrekî herêmê yê bi navê Mark wisa dibêje: “Ev yek ku ez ji dê û bavê xweyî emirmezin dûr im ji bo min derdekî mezin e. Her du jî nexweş in. Xwişka min û mêrê wê her çi qas bi hewcedariyên wan eleqedar dibin jî, dilê min diêşe ji ber ku ez nikarim zêdetir alî wan bikim.” Ferq nake ku em derdên şexsî yên van birayên jîr û jêhatî dizanin yan na, bila em ji bo wan dua bikin (1. Selanîkî 5:12, 13). Ji xeynî vê, em dikarin ji bo jinên wan jî dua bikin, çimkî desteka wan ji bo mêrên wan bi rastî jî pir biqîmet e û alî wan dike ku ew xizmeta xwe berdewam bikin.
10-11. Gelo Yehowa ji duayên gelemper razî ye?
10 Wek me dîtiye, em carinan bi gelemperî ji bo xwişk û birayan dua dikin. Mesela, bêyî ku em rasterast qala kesekî dikin, em carinan ji bo kesên ku di hebsê de ne yan ji bo kesên ku hezkiriyên xwe winda kirine dua dikin. Rîspiyekî bi navê Donald wisa dibêje: “Ji ber ku gelek xwişk û bira di tengasiyê de ne, em carinan bi gelemperî ji bo wan hemûyan dua dikin.”
11 Gelo Yehowa ji duayên wisa razî ye? Helbet! Jixwe, em nizanin ku hewcedariya her yek ji xwişk û birayan çi ye. Loma, minasib e ku em bi gelemperî ji bo wan dua bikin (Yûhena 17:20; Efesî 6:18). Duayên wisa nîşan didin ku em ‘ji hemû xwişk û birayan hez dikin’ (1. Petrûs 2:17).
GAVA EM JI BO HIN KESAN BI XISÛSÎ DUA DIKIN
12. Ji bo ku em bikarin ji bo hin kesan bi xisûsî dua bikin, gerek em çi bikin?
12 Bala xwe bide derdora xwe. Ji xeynî vê ku em bi gelemperî ji bo xwişk û birayan dua bikin, wê baş be ku em ji bo hin kesan bi xisûsî dua bikin. Mesela, gelo di civata me de kesekî nexweş heye? Gelo zarok yan ciwanek heye, yê ku ji ber muxalefeta li mektebê bêcesaret ketiye? Gelo li xwişk yan birayekî zor tê ku bi tena serê xwe zarokê xwe “li gor terbiye û rêberiya Yehowa perwerde” bike? (Efesî 6:4). Bila em rind bala xwe bidin derdora xwe û kesên wisa bibînin. Bi vî awayî, emê ji wan zêdetir hez bikin û bixwazin ji bo wan dua bikinb (Romayî 12:15).
13. Em çawa dikarin ji bo kesên ku em şexsen nas nakin dua bikin?
13 Di duayên xwe de navên xwişk û birayan bîne zimên. Eger em kesekî şexsen nas nakin jî, em dikarin di duayên xwe de navê wî bînin zimên. Mesela, xwişk û birayên ku li cihên wek Krîm, Erître, Rûsya û Sîngapûrê ketine hebsê bîne ber çavê xwe. Navên kesên ku di hebsê de ne li ser jw.org tên weşandin.c Çavdêrekî herêmê yê bi navê Brian wisa dibêje: “Ji bo ku ez navê xwişk yan birayekî hebskirî bînim bîra xwe û di duayên xwe de bînim zimên, ez navê wî ji xwe re dinivîsim û bi dengê bilind dibêjim.”
14-15. Em çawa dikarin ricayên xisûsî bînin zimên?
14 Ricayên xisûsî bîne zimên. Michael, ê ku me berê qala wî kiribû, wisa dibêje: “Gava ez serpêhatiyên xwişk û birayên hebskirî li ser jw.org dixwînim, ez difikirim ku eger ez li şûna wan bûma, minê xwe çawa hîs bikira. Mesela, minê xema jina xwe bixwara, û minê bixwesta ku hewcedariyên wê bên tedarekkirin. Loma, ez dizanim ku gava ez ji bo xwişk û birayên zewicî, yên ku ketine hebsê, dua dikim, ez dikarim behsa çi bikim” (Îbranî 13:3).
15 Gava em tînin ber çavê xwe ku jiyana xwişk û birayên ku di hebsê de ne çawa ye, emê fehm bikin ku em dikarin ji bo çi dua bikin. Mesela, em dikarin dua bikin ku bila gardiyan li hemberî wan nazik bin û kesên mesûl îznê bidin ku xwişk û birayên me bi serbestî îbadetê bikin (1. Tîmotêyos 2:1, 2). Em dikarin dua bikin ku bila xwişk û birayên din ji dilsoziya kesên hebskirî teşwîqê bistînin yan ku kesên nebawermend hal û hereketên baş ên wan bibînin û guh bidin mizgîniyê (1. Petrûs 2:12). Helbet em dikarin ji bo xwişk û birayên ku tengasiyên din dikişînin jî wisa dua bikin. Bila em rind bala xwe bidin derdora xwe, navên hin xwişk û birayan di duayên xwe de bînin zimên û ji bo xatirê wan hin ricayên xisûsî jî bînin zimên. Bi vî awayî, bila hezkirina di nav me de zêde bibe (1. Selanîkî 3:12).
NÊRÎNA RAST A LI SER DUAYAN
16. Gerek em li duayên xwe çawa binêrin? (Meta 6:8)
16 Wek me dîtiye, duayên me dikarin ser netîceya meseleyekê tesîr bikin. Dîsa jî, gerek em nefikirin ku Yehowa hin tiştan nizane û lazim e ku em bi destê duayên xwe melûmatê bidin wî. Wekî din, gerek em ji Yehowa re nebêjin ku gerek ew çi bike. Yehowa hewcedariyên xizmetkarên xwe dizane berî ku haya wan – û me – ji wan hebe (Meta 6:8 bixwîne). Madem ku wisa ye, gelo çima lazim e ku em ji bo kesên din dua bikin? Ji xeynî sebebên ku me jixwe qala wan kiriye, bi duayên xwe em dikarin nîşan bidin ku em xema mirovan dixwin. Ji ber ku em ji hevdû hez dikin, em dixwazin ji bo hevdû dua bikin. Gava Yehowa dibîne ku em hezkirina wî ji xwe re emsal digirin, ew dilxweş dibe.
17-18. Duayên me dişibin çi? Mîsalekê bide.
17 Eger wisa xuya bike qey duayên me ser netîceya meseleyekê tesîr nakin jî, em bi duayên xwe nîşan didin ku em ji xwişk û birayan hez dikin, û ev yek ji çavê Yehowa nareve. Ka vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Di malbatekê de du zarokên biçûk hene, lawikek û keçikek. Lawik nexweş e û ketiye nav nivînan. Keçik ji bavê xwe re dibêje: “Bavo, ji kerema xwe re alî birayê min bike. Ew pir nexweş e!” Bav jixwe bi kurê xwe eleqedar e, çimkî ew ji wî hez dike û rind li wî xwedî derdikeve. Lê belê, gava ew dibîne ku keçika wî çi qas xema birayê xwe dixwe, ew pir dilxweş dibe.
18 Yehowa dixwaze ku em xema hevdû bixwin û ji bo hevdû dua bikin. Gava em ji bo kesên din dua dikin, em nîşan didin ku em ne tenê li ser xwe difikirin, û ev yek li Yehowa xweş tê (2. Selanîkî 1:3; Îbranî 6:10). Wekî din, wek me dîtiye, duayên me carinan dikarin ser netîceya meseleyekê tesîr bikin. Loma, bila em tu caran ji bîr nekin ku ji bo hevdû dua bikin.
KILAM 101 Yekîtiyê Biparêze
a Hin nav hatine guhertin.
b Li ser jw.org, li vîdeoya Takêşî Şîmîzû: Yehowa yê ku Dua Dibihê (bi Kurmanciya Qafkasyayê) temaşe bike.
c Ji bo dîtina navên xwişk û birayên hebskirî, li ser jw.org li rûpela “Jehovah’s Witnesses Imprisoned for Their Faith—By Location” bigere.
d RESIM: Xwişk û birayên ku bi derdên xwe re micadele dikin ji bo kesên din jî dua dikin.