XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | TÎTOS 1 – FILÊMON
Tayînkirina Kalên Civatê
Pawlos ji Tîtos re got ku bila ew “di her bajarî de” kalên civatê tayîn bike. Îro nazirên herêmî li gor vê emsala Kitêba Pîroz birayan wek kalên civatê tayîn dikin.
KOMA RÊBERIYÊ
Wekî ku li sedsala yekê, Koma Rêberiyê îro jî mesûliyeta tayînkirina kalên civatê û alîkarên xizmetê daye destê nazirên herêmî.
NAZIRÊN HERÊMÎ
Her nazirê herêmî gerek pêşiya ku birayekî tayîn bike bi dua hûr û kûr bifikire û paşê qerara xwe bide.
KALÊN CIVATÊ
Piştî ku kalên civatê tên tayîn kirin, gerek ew dîsa jî xîret bikin ku ew li gor standardên Kitêba Pîroz bijîn.