WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Bikaranîna Sohbetên Emsal
Ji destpêka meha Çileyê ya sala 2018an û pê ve, sohbetên emsal li ser rûpêla pêşîn a Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê tên nîşan dayîn. Em çawa dikarin wan bi kar bînin?
Li Civînê: Pirs, ayet û pirsa ji bo ziyareta din yên sohbetên emsal bi kar bîne. Lê belê, ev yek nayê maneya ku gerek tu hemû peyvên ji vîdeoyên sohbetên emsal ezber bikî. Tu dikarî rewşeke din, destpêkeke din, muhakemeyeke din û hwd., hilbijêrî. Ji xeynî vê, eger di rêberiya ji bo wezîfeya te de nehatibe gotin jî, tu dikarî weşaneke ji Hacetên Elimandinê pêşkêş bikî.
Li Xizmetê: Armanca sohbetên emsal ev e ku fikrên bifeyde bidin. Eger kesek ji dil eleqedar be û zêdetir melûmatê bixwaze, tu dikarî sohbetê berdewam bikî. Mesela, tu dikarî mijara emsal, a ku ji bo ziyareta diduyan tê nîşan dayîn, bi kar bînî. Tu dikarî sohbetên emsal li gor dilê xwe biguherînî yan mijareke din bi kar bînî. Gelo mijara ji meheke din yan ayeteke din ji bo herêma we baştir e? Gelo mirovên li herêma te bi tiştekî ku li wê derê qewimiye eleqedar in? Tu sohbetên emsal çawa bi kar bînî jî, bila armanca te ev be ku tu di oxira mizgînê de her tiştî bikî (1Kr 9:22, 23).