XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | 2. MÛSA 37-38
Rola Gorîgehên Konê Îbadetê Çi Bû?
37:25, 29; 38:1
Gorîgehên konê îbadetê li gor rêberiya Yehowa hatibûn çêkirin, û wan roleke muhîm dilîst.
Çawa ku Yehowa ji bixûrê razî dibû, ew ji duayên meqbûl ên xizmetkarên xwe razî ye.
Yehowa qurbanên ku li ser gorîgeha qurbanên şewitandî dihatin pêşkêş kirin, qebûl dikirin. Ev yek ku gorîgeh li ber konê îbadetê bû tîne bîra me ku ji bo ku Xwedê ji me razî be, gerek em baweriya xwe bi fîdyeya Îsa bînin (Yh 3:16-18; Îbr 10:5-10).
Ji bo ku duayên me li ber Xwedê wek bixûr bin, gerek em çi bikin? (Zb 141:2).