KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb21 Çile r. 11
  • Ber bi Binavbûnê ve Here

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Ber bi Binavbûnê ve Here
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2021
  • Malzemeya Eleqedar
  • Binavbûn Hedefeke Pir Xweş e!
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Binavbûn – ji bo Şagirtên Îsa Şert e
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
  • Gelo Tu Hazir î ku Bin Av Bibî?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2021
mwb21 Çile r. 11
Riya xizmeta Yehowa. Nîşanên li kêleka rê gavên li ser vê rê nîşan didin: kursa Kitêba Pîroz, civîn û binavbûn.

Gelo tu ber bi binavbûnê ve diçî?

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Ber bi Binavbûnê ve Here

Eger tu ciwan î û hê bin av nebûyî yan eger tu xwendekarê Kitêba Pîroz î, gelo te ji xwe re armanc daniye ku bin av bibî? Binavbûn çima ew qas muhîm e? Bi saya sonda xwedayînê û binavbûnê, tu dikarî bi Yehowa re dest bi dostaniyeke xisûsî bikî (Zb 91:1). Wekî din, ev gav ber bi xelasbûnê ve dibin (1Pt 3:21). Gelo tu çawa dikarî ber bi van hedefan ve herî?

Ji xwe îsbat bike ku rastî ev e. Gava pirsên te tên meydanê, lêkolîna şexsî bike (Rm 12:2). Eger lazim be ku tu jiyana xwe biguherînî, vêya bike ji ber ku tu ji Yehowa hez dikî (Mtl 27:11; Ef 4:23, 24). Ji Xwedê re dua bike û alîkariya wî bixwaze. Bawer be ku Yehowa wê bi destê ruhê pîroz qewetê bide te û piştgiriya te bike (1Pt 5:10, 11). Yehowa wê xîreta te bibereket bike. Belê, xizmeta Yehowa riya herî baş e! (Zb 16:11).

LI VÎDEOYA RIYA BER BI BINAVBÛNÊ VE TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Ji bo ku ew karibin bên bin av kirin, hin kesan bi kîjan astengan micadele kiriye?

  • Tu çawa dikarî baweriya xwe zêde bikî, da ku tu karibî jiyana xwe bidî destê Yehowa?

  • Çi alî hin kesan kiriye ku ew xwe ji bo binavbûnê hazir bikin?

  • Kesên ku qerarê didin ku ewê ji Yehowa re xizmet bikin çi bereketan distînin?

  • Maneya sonda xwedayînê û binavbûnê çi ye?

Li dawiya gotara binavbûnê, gotarvan ji kesên ku dixwazin bin av bibin re dibêje ku bila ew rabin ser piyan û bi dengê bilind cewaba van du pirsan bidin:

Gelo te ji gunehên xwe tobe kiriye, jiyana xwe daye destê Yehowa û riya xelasbûnê qebûl kiriye, ya ku Yehowa bi saya Îsa Mesîh vekiriye?

Gelo tu fehm dikî ku binavbûna te nîşan dide ku tu êdî Şahidê Yehowa û para teşkîlata Yehowa yî?

Bi cewabên xwe, kesên ku dixwazin bin av bibin bi eşkereyî nîşan didin ku ew baweriya xwe bi fîdyeyê tînin û ku wan jiyana xwe bi temamî daye destê Yehowa (Rm 10:9, 10).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne