KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb21 Mijdar r. 15
  • Nîşanî Xwendekarên Xwe Bike ku Çawa Xwarina Ruhî Bistînin

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Nîşanî Xwendekarên Xwe Bike ku Çawa Xwarina Ruhî Bistînin
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2021
  • Malzemeya Eleqedar
  • Alî Xwendekarên Kitêba Pîroz Bike ku Ew Bibin Dostên Yehowa
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
  • Alî Xwendekarên Kitêba Pîroz Bike ku Ew Dev ji Adetên Xerab Berdin
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
  • Pirsan Bipirse
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2021
  • Bigihîje Dilan
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2021
Zêdetir Bibîne
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2021
mwb21 Mijdar r. 15

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE | DI XIZMETÊ DE DILXWEŞIYA XWE ZÊDE BIKE

Nîşanî Xwendekarên Xwe Bike ku Çawa Xwarina Ruhî Bistînin

Ji bo ku xwendekarên me hewcedariyên xwe yên ruhî têr bikin û ji aliyê ruhî ve xurttir bibin, tiştên ku em li dema kursê hînî wan dikin, ne bes in (Mt 5:3; Îbr 5:12–6:2). Gerek xwendekar hîn bibin ku çawa bi xwe xwarina ruhî bistînin.

Ji destpêkê ve, nîşanî xwendekarên xwe bide ku ew çawa dikarin xwe ji bo kursê hazir bikin. Bi ser de, daxwaza wan zêde bike ku ew vêya bikin (mwb18.03 6). Ji wan re bibêje ku bila ew pêşiya her lêkolîna xwe ya şexsî dua bikin. Alî wan bike ku ew hacetên me yên elektronîk ji bo lêkolînê bibînin û nîşanî wan bide ku ev hacet çawa tên bikaranîn. Wekî din, nîşanî wan bide ku çawa li tiştên nû li ser jw.org û JW Broadcasting® bibînin. Gav bi gav hînî wan bike ku ew Kitêba Pîroz her roj bixwînin, xwe ji bo civînan hazir bikin û li cewabên pirsên xwe bigerin. Rêyî wan bide ku ew çawa dikarin li ser tiştên ku ew nû hîn dibin, kûr bifikirin.

LI VÎDEOYA ALÎ XWENDEKARÊN XWE BIKE KU EW ... XWARINA RUHÎ BISTÎNIN TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Sehneya ji vîdeoya “Alî Xwendekarên Xwe Bike ku Ew . . . Xwarina Ruhî Bistînin”. Jiyana dibêje ku hin tiştên ku dilê wê digirin tên bîra wê.

    Nîtayê çawa nîşanî Jiyanayê da ku lêkolîn ne tenê ev e ku mirov cewabên pirsan bizanibe?

  • Sehneya ji vîdeoya “Alî Xwendekarên Xwe Bike ku Ew . . . Xwarina Ruhî Bistînin”. Nîta alî Jiyanayê dike ku cewaba pirsekê di hundirê ayetê de bibîne.

    Çi alî Jiyanayê kir ku ew fehm bike ku Yehowa çima bêexlaqiyê qedexe dike?

  • Sehneya ji vîdeoya “Alî Xwendekarên Xwe Bike ku Ew . . . Xwarina Ruhî Bistînin”. Jiyana li kêleka hezkiriyê xwe rûniştî ye û li ser ayetekê kûr difikire.

    Nîşanî xwendekarên xwe bide ku ew çawa dikarin bi xwarina ruhî hiş û dilê xwe têr bikin

    Jiyanayê di heqê fikirîna kûr de çi fehm kir?

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne