KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb22 Çile r. 9
  • Alî Xwendekarên Kitêba Pîroz Bike ku Ew Herin Civînan

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Alî Xwendekarên Kitêba Pîroz Bike ku Ew Herin Civînan
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
  • Malzemeya Eleqedar
  • Çima Hêja ye ku Tu Werî Civînên Şahidên Yehowa?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Alî Xwendekarên Kitêba Pîroz Bike ku Ew Bibin Dostên Yehowa
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
  • Alî Xwendekarên Xwe Bike ku Ew Xwe ji Hevalên Xerab Dûr Bigirin
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
  • Alî Xwendekarên Kitêba Pîroz Bike ku Ew Dev ji Adetên Xerab Berdin
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
Zêdetir Bibîne
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
mwb22 Çile r. 9

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE | DI XIZMETÊ DE DILXWEŞIYA XWE ZÊDE BIKE

Alî Xwendekarên Kitêba Pîroz Bike ku Ew Bên Civînan

Civînên me di îbadeta me de pareke muhîm in (Zb 22:22). Kesên ku li hev top dibin ku ji Yehowa re îbadetê bikin, dilxweşî û bereketan bi dest dixin (Zb 65:4). Gava xwendekarên Kitêba Pîroz her hefte tên civînan, ew ji aliyê ruhî ve zûtir bi pêş ve diçin.

Gelo tu çawa dikarî alî xwendekarên xwe bikî ku ew bên civînan? Her tim wan ji bo civînan dawet bike. Vîdeoya Li Salona Îbadetê Em Çi Dikin? nîşanî wan bide. Behsa feydeyên civînan bike (lff ders 10). Fikreke xweş a ku te li civînê bihîstiye, ji wan re bibêje yan jî bi kurtasî behsa bernameya civîna din bike. Weşanên ku wê li civînê bên bikaranîn, bide wan. Wekî din, alîkariyê teklîf bike. Mesela, belkî tu dikarî wan bi erebeya xwe bibî Salona Îbadetê. Gava xwendekarê te cara pêşîn tê civînê, tuyê pir şa bibî (1Kr 14:24, 25).

LI VÎDEOYA ALÎ XWENDEKARÊN XWE BIKE KU EW HERIN CIVÎNAN TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Sehneyeke ji vîdeoya “Alî Xwendekarên Xwe Bike ku Ew Herin Civînan”. Nîta Jiyanayê ji bo civînekê dawet dike.

    Nîtayê çi fersend bi kar anî ji bo ku Jiyanayê ji bo civînê dawet bike?

  • Sehneyeke ji vîdeoya “Alî Xwendekarên Xwe Bike ku Ew Herin Civînan”. Gava Jiyana tê civînekê, Nîta şa dibe.

    Gava xwendekarekî Kitêba Pîroz tê civînan em çima şa dibin?

  • Sehneyeke ji vîdeoya “Alî Xwendekarên Xwe Bike ku Ew Herin Civînan”. Piştî civînê, çend xwişk silavê didin Jiyanayê.

    “Bi rastî jî Xwedê di nav we de ye”

    Gava Jiyana cara pêşîn çû civînê, çi qewimî?

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne