KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb22 Çile r. 13
  • Dersên ji Jiyana Samûyêl

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Dersên ji Jiyana Samûyêl
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
  • Malzemeya Eleqedar
  • Yehowa bi Samûyêl re Dipeyive
    Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Padîşahê Pêşîn ê Xelkê Îsraîl
    Dersên ji Kitêba Pîroz
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
mwb22 Çile r. 13
Resim: Sehneyên ji vîdeoya “Ji Wan Dersan Bigire – Samûyêl.” 1. Danny. 2. Samûyêlê biçûk.

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Dersên ji Jiyana Samûyêl

Samûyêl heta dawiya emrê xwe ji Yehowa re dilsoz ma. Wexta ku Samûyêl ciwan bû, ew nediket ber bayê kurên Elî yên xerab (1Sm 2:22-26). Gava Samûyêl mezin dibe, Yehowa bi wî re bû (1Sm 3:19). Kurên Samûyêl dev ji riya Yehowa berda, lê Samûyêl di kalîtiya xwe de jî bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikir (1Sm 8:1-5).

Em dikarin ji serpêhatiya Samûyêl çi hîn bibin? Eger tu ciwan î, bawer be ku Yehowa derd û hîsên te fehm dike. Ew dikare cesareta te zêde bike (Îş 41:10, 13). Eger tu dê yan bav î û zarokê te ji riya rastiyê derketiye, ji bîr neke ku Samûyêl jî nikaribû zorê li kurên xwe yên mezin bide ku ew ji Yehowa re dilsoz bimînin. Samûyêl xwe dispart Yehowa û bi dilrastî ji wî re xizmet dikir. Eger tu jî wisa bikî, dibe ku rojekê, zarokê te wê emsala te ya baş bibîne û vegere ba Yehowa.

LI VÎDEOYA JI WAN DERSAN BIGIRE – SAMÛYÊL TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Resim: Sehneyeke ji vîdeoya “Ji Wan Dersan Bigire – Samûyêl.” Di destên Samûyêlê biçûk dar hene.

    Gava Samûyêl hê biçûk bû, wî mêrxasiya xwe çawa nîşan da?

  • Resim: Sehneyeke ji vîdeoya “Ji Wan Dersan Bigire – Samûyêl.” Danny hal û hereketên birayê xweyî mezin dide ber pirsan.

    Danny çawa mêrxasiya xwe nîşan da?

  • Resim: Sehneyeke ji vîdeoya “Ji Wan Dersan Bigire – Samûyêl.” Samûyêl pêxember di kalîtiya xwe de.

    Gava Samûyêl êdî kal bû, ew çawa bû emsaleke baş?

  • Resim: Sehneyeke ji vîdeoya “Ji Wan Dersan Bigire – Samûyêl.” Dê û bavê Danny.

    Yehowa piştgiriya yên ku dev ji rastiyê bernadin dike

    Dê û bavê Danny çawa bûn emsalên baş?

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne