KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lfb ders 37 r. 90-r. 91 p. 1
  • Yehowa bi Samûyêl re Dipeyive

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Yehowa bi Samûyêl re Dipeyive
  • Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Malzemeya Eleqedar
  • Dersên ji Jiyana Samûyêl
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
  • Yehowa Yê Herî Bilind e, Lê Xatirê Me Digire
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
Dersên ji Kitêba Pîroz
lfb ders 37 r. 90-r. 91 p. 1
Samûyêl deriyên konê îbadetê vedike

DERS 37

Yehowa bi Samûyêl re Dipeyive

Du kurên Kahînê Mezin Elî hebûn. Navên wan Hofnî û Pînehas bûn. Wan di konê îbadetê de wek kahîn xizmet dikir. Wan guh nedida qanûnên Yehowa û wan gelek xerabî li xelkê dikir. Gava Îsraîliyan qurban ji Yehowa re dianîn, Hofnî û Pînehas parçeyên goşt ên herî baş ji xwe re dibirin. Elî bihîst ku kurên wî çi dikin, lê wî tiştek nekir ku wan bisekinîne. Gelo Yehowa wê bihişta ku ev yek wisa dewam bike?

Samûyêl ji Hofnî û Pînehas pir biçûktir bû, lê dîsa jî wî wek wan nedikir. Yehowa ji Samûyêl razî bû. Şevekê gava Samûyêl di xewê de bû, wî bihîst ku dengek gazî wî dike. Ew rabû bi ecele çû cem Elî û jê re got: ‘Kerem ke va ez hatim!’ Lê Elî got: ‘Min gazî te nekiriye. Here rakeve.’ Samûyêl vegeriya nav nivînên xwe. Piştre dîsa wisa bû. Gava Samûyêl cara sisêyan deng bihîst, Elî fehm kir ku Yehowa gazî Samûyêl kiriye. Elî ji Samûyêl re got eger ew dîsa deng bibihîze ew dikare wisa bibêje: ‘Xulamê te guhdarî dike Yehowa. Kerem ke bêje.’

Samûyêl ji Elî re dibêje ku Yehowa ji wî re çi gotibû

Samûyêl vegeriya nav nivînên xwe. Piştre Yehowa jê re got: ‘Samûyêl! Samûyêl!’ Wî cewab da: ‘Bipeyive, xulamê te guhdarî dike.’ Yehowa jê re got: ‘Ji Elî re bêje ku ezê wî û malbata wî ceza bikim. Ew dizane ku kurên wî di konê îbadetê de tiştên xerab dikin, lê ew li hemberî vê yekê tiştekî nake.’ Roja din serê sibê Samûyêl wek her car deriyên konê îbadetê vekirin. Ew ditirsiya ku gotinên Yehowa ji kahînê mezin re bibêje. Lê Elî gazî wî kir û pirsî: ‘Kurê min, Yehowa çi ji te re got? Her tiştî ji min re bêje.’ Di dawiyê de Samûyêl her tişt ji wî re got.

Gava Samûyêl mezin dibû, Yehowa her tim bi wî re bû. Li her dera Îsraîlê, hemû mirovan dizanibû ku Yehowa Samûyêl kiriye pêxember û hakim.

“Xaliqê xwe yê Mezin di rojên ciwantiya xwe de bîne bîra xwe” (Waiz 12:1, NWT).

Pirs: Çi ferqa Samûyêl ji Hofnî û Pînehas hebû? Yehowa ji Samûyêl re çi got?

1. Samûyêl 2:12-17, 22-26; 3:1-21; 7:6

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne