KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • wp21 no. 2 r. 7-9
  • Dawiya Dinyayê Kengê Tê? Îsa Pêxember Çi Gotibû?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Dawiya Dinyayê Kengê Tê? Îsa Pêxember Çi Gotibû?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2021
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • ÎSA PÊXEMBER LI SER DAWIYA DINYAYÊ ÇI GOTIBÛ?
  • NÎŞANA DAWIYA DINYAYÊ
  • “ROJÊN DAWÎN”
  • CENETA LI SER ERDÊ PIR NÊZÎK E!
  • Gelo Dawiya Dinyayê Nêzik e?
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • Gelo Elameta “Rojên Dawîn” yan “Dema Dawîn” Çi ye?
    Pirsên li ser Kitêba Pîroz
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2021
wp21 no. 2 r. 7-9
Îsa Mesîh ji şandiyên xwe re dibêje ku nîşana rojên dawîn çi ye.

Dawiya Dinyayê Kengê Tê? Îsa Pêxember Çi Gotibû?

Wek ku me heta niha dît, Kitêba Pîroz behsa dawiya dinyayê dike. Ev nayê maneya dawiya erd û însaniyetê. Lê belê, ev tê maneya tunekirina nîzam û sîstema vê dinyaya xerab û hemû kesên ku jê hez dikin. Gelo Kitêba Pîroz dibêje ku dawiya nîzam û sîstema vê dinyaya xerab kengê tê?

ÎSA PÊXEMBER LI SER DAWIYA DINYAYÊ ÇI GOTIBÛ?

“Loma hişyar bimînin, çimkî hûn ne wê rojê û ne jî wê saetê dizanin” (METTA 25:13).

“Hay ji xwe hebin! Hişyar bin! Çimkî hûn nizanin kengê ew wext wê bê” (MARQOS 13:33).

Li ser erdê tu kes nizane ku dawiya vê dinyaya xerab wê kengê were. Lê belê, Xwedê dizane ku “ew roj û ew saet” wê kengê were (Metta 24:36). Gelo em dikarin pê derxin ka dawiya dinyayê nêzîk e? Belê! Îsa Pêxember ji dostên xwe re gotibû ku bila ew bala xwe bidin hin tiştên ku wê berî dawiya dinyayê çêbin.

NÎŞANA DAWIYA DINYAYÊ

Îsa Pêxember gotibû ku nîşana “dawiya dinyayê” çi ye. Wî got: “Milet wê li hember miletan, padîşahî li hember padîşahiyan rabin. Û wê li cih cihan xela û erdhejîn çêbin” (Metta 24:3, 7). Wekî din, Îsa Pêxember gotibû ku “êşa zirav” yanî nexweşiyên giran wê belav bibin (Lûqa 21:11). Ma em bi çavên xwe nabînin ku gotinên Îsa Pêxember îro çawa tên cih?

Di rojên me de, însan ji ber şer û herban, xela, zelzele û nexweşiyên giran pir êşê dikişînin. Mesela, di sala 2004an de zelzeleyeke mezin Behra Hindistanê hejand, tsûnamî çêbû û 225.000 kes mirin. Di nav sê salan de, ji ber pandemiya COVID-19 li seranserê dinyayê teqrîbên 6,9 milyon kes mirin. Îsa Pêxember gotibû ku emê ji çêbûna van tiştan fehm bikin ku dawiya vê dinyaya xerab êdî pir nêzîk bûye.

“ROJÊN DAWÎN”

Kitêba Pîroz wexta berî dawiya dinyayê wek “rojên dawîn” bi nav dike (2. Petrûs 3:3, 4). 2. Tîmotêyos 3:1-5 dibêje ku di rojên dawîn de bêexlaqiya însanan wê zêde bibe. (Li çarçoveya “Berî Dawiya Dinyayê” binêre.) Ma îro gelek însan xwehez, tima, dîn û har û bê dil nînin? Ev jî îsbat dike ku dawiya dinyayê pir nêzîk bûye.

Gelo rojên dawîn wê çi qas wext dewam bikin? Kitêba Pîroz dibêje ku ev wexteke kin e. Paşê, Xwedê wê qira însanên ku “rûyê erdê wêran dikin” bîne (Peyxam 11:15-18, 12:12, KP).

Şer û Herb

Leşker şer dikin, ew ji paş barîkatekê bi reşaşên xwe guleyan diavêjin.
  • Di nav salên 2007 û 2017an de, mirin ji ber şer û terorê ji sedî 118 zêde bûye

Nexweşî

Zilamekî nexweş li ser doşeka li nexweşxaneyê ye.
  • Însan herî zêde ji ber nexweşiya dil, felc, nexweşiya pişikê, nexweşiyên dergûşan, nexweşiyên navçûyînê, kanser, yanî pençeşêr, û êşa zirav dimirin

Birçîtî

Keçeke birçî tasekê bi destên xwe digire.
  • Di sala 2021ê de ji sedî 9,8 mirovên dinyayê birçî mane û teqrîben ji her sê zarokên di bin 5 saliya xwe de yek ji ber kêmbûna xwarinê seqet bûye

Belavkirina Xebera Xêrê

Şahidên Yehowa li kêleka erebeyên weşanan disekinin û bi zilamekî re sohbet dikin.
  • Zêdetirî 8,6 milyon mamosteyên Kitêba Pîroz (Şahidên Yehowa) weşanên li ser Kitêba Pîroz bi zêdetirî 1.000 zimanî li 240 welatî belav dikin

CENETA LI SER ERDÊ PIR NÊZÎK E!

Xwedê dizane ku ewê di kîjan roj û saetê de vê dinyaya xerab tune bike (Metta 24:36). Lê dîsa jî, ji bo me xebereke xweş heye. Xwedê “naxwaze ku kesek helak bibe” (2. Petrûs 3:9). Ew fersendê dide her kesî ku ew wî nas bikin û bi ya wî bikin. Xwedê çima vêya dixwaze? Çimkî ew dixwaze ku em di dawiya dinyayê de sax bimînin, û bikevin dinyaya nû, yanî li ser erdê di cenetê de bijîn.

Xwedê bi destê bernameyeke perwerdeya Kitêba Pîroz ji hemû însanan re nîşan dide ku ew çawa dikarin bikevin dinyaya nû û li bin hikmê Padîşahiya wî bijîn. Îsa Pêxember gotibû ku “ev Mizgîniya Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê dayîn” (Metta 24:14). Li seranserê dinyayê Şahidên Yehowa bi milyaran saet ji bo belavkirina mizgînê û hînkirina Kitêba Pîroz xerc kirine. Îsa Pêxember gotibû ku ev “Mizgîniya Padîşahiyê” wê berî hatina dawiya dinyayê li her derê were belavkirin.

Ji bo hikûmetên însanan êdî pir wext nemaye. Lê ji bo me xebereke xweş heye. Di dawiya dinyayê de, tu dikarî sax bimînî û bikevî ceneta ku Xwedê soz daye. Meqaleya bê zelal dike ku tu çawa dikarî bikevî dinyaya nû.

BERÎ DAWIYA DINYAYÊ

“Lê vê bizane ku di rojên dawîn de wextên dijwar wê bên. Çimkî mirov wê bibin xwehez, perehez, pesinker, pozbilind, çêrker, neguhdarên dê û bavan, nankor, nepak, bêdilovanî, bêrehm, buxtankar, çilek, har, neyarên qenciyê, xayîn, rikdar, qure û wê ji Xwedê bêtir ji kêfê hez bikin. Wê şiklê jiyana xwedayî nîşan bidin, lê wê hêza wê înkar bikin. Tu xwe ji yên weha dûr bixe” (2. TÎMOTÊYOS 3:1-5).

Îsa Pêxember bi gotinên xwe yên li ser “rojên dawîn” hêviyeke xweş dide me

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne