KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w22 Sibat r. 8-13
  • “Gotina Zaniyaran Guhdarî Bike”

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • “Gotina Zaniyaran Guhdarî Bike”
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • KESÊN KU ŞÎRET RED DIKIRIN
  • KESÊN KU ŞÎRET QEBÛL DIKIRIN
  • ÇI DIKARE ALÎ ME BIKE KU EM ŞÎRETÊ QEBÛL BIKIN?
  • ŞÎRETÊ BIXWAZE Û FEYDEYÊ BISTÎNE
  • Gelo Şîreta ku Tu Didî “Dil Kêfxweş Dike”?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
  • Gerek Em Çawa Şîretan Bidin?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Xwe bi Dewamî Serrast Bike
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
w22 Sibat r. 8-13

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 7

“Gotina Zaniyaran Guhdarî Bike”

“Guh bide, gotina zaniyaran guhdarî bike” (METHELOKÊN SILÊMAN 22:17).

KILAM 123 Guh Bide Rêberiya Xwedê

PÊŞGOTINa

1. Şîret çawa dikare bê dayîn, û em gişt çima hewceyî şîretê ne?

CAR CARAN, em gişt hewceyî şîretê ne, ne wisa ye? Gava ku ji me re şîret lazim dibe, em belkî xwe bi xwe ji kesekî ku em qedrê wî digirin, şîretê dixwazin. Yan jî, dibe ku kesekî ku xema me dixwe were û ji me re bibêje ku riya me şaş e (Galatî 6:1). Wekî din, eger me şaşiyeke giran kiribe, dibe ku kesek şîretê bide me û me serrast bike. Şîret bi çi awayî bê dayîn jî, wê baş be ku em guh bidinê. Ev yek ji bo xêra me ye û dikare jiyana me biparêze (Methelokên Silêman 6:23).

2. Li gor Methelokên Silêman 12:15, gerek em çima guh bidin şîretê?

2 Ayeta sereke dibêje ku gerek em ‘gotina zaniyaran guhdarî bikin’ (Methelokên Silêman 22:17). Gerek em qebûl bikin ku em her tiştî nizanin, û zanîn yan tecrûbeya kesekî din dikare ji ya me zêdetir be (Methelokên Silêman 12:15 bixwîne). Loma, gerek em dilnizm bin û guh bidin şîretê. Bi vî awayî, em nîşan didin ku em sînorên xwe dizanin û hewceyî alîkariyê ne, da ku em bigihîjin hedefên xwe. Bi îlhama Xwedê, Silêman Padîşah nivîsîbû ku “pirraniya şîretkiran” serkeftinê tîne (Methelokên Silêman 15:22).

Kolaj: Birayek difikire ku ew çawa dikare şîretê bistîne. Şîretên rasterast û şîretên nerasterast. 1. Şîreta nerasterast: Bira diçe civînê, Kitêba Pîroz dixwîne, li bernameya JW Broadcasting temaşe dike û weşanekê lêkolîn dike. 2. Şîreta rasterast: Bira guh dide birayekî din, ê ku ji tableta xwe tiştekî nîşanî wî dide. Du bira ji bo ziyareta şivantiyê tên ba wî.

Bi dîtina te, qebûlkirina çi cure şîretan zortir e? (Li paragrafên 3 û 4an binêre)

3. Em çawa dikarin şîretê bistînin?

3 Carinan, dibe ku kesek rasterast şîretê bide me. Dibe ku rîspiyek yan birayekî din ê bitecrûbe ji me re bibêje ku gerek em li ser kêmasiyeke xwe bixebitin. Madem ku ev bira ew qas ji me hez dike ku ew li ser esasê Kitêba Pîroz şîretê dide me, ma ne lazim e ku em guh bidinê û vê şîretê qebûl bikin? Ji aliyê din ve, em carinan bi awayekî nerasterast jî şîretê distînin. Mesela, dibe ku em ayetekê yan weşanekê bixwînin û têderxin ku gerek em xwe serrast bikin (Îbranî 4:12).

4. Li gor Waiz 7:9, wexta ku em şîretan distînin, gerek em çi nekin?

4 Belkî li me zor tê ku em şîretên ku rasterast ji me re tên dayîn, qebûl bikin. Bi ser de, dibe ku em seba şîretên wisa bixeyîdin. Gelo çima? Em helbet qebûl dikin ku em qisûrdar in, lê gava kesek bala me dikişîne ser kêmasiyeke me, dibe ku em aciz bibin (Waiz 7:9 bixwîne). Dibe ku em xîret bikin ku xwe bêsûc derxin, ji niyeta kesê ku şîretê dide şikê bibin yan awayê şîretdayînê rexne bikin. Belkî em li bahaneyan bigerin û bibêjin: “Çi îzna wî heye ku şîretê bide min? Bila pêşî li xwe binêre!” Gava şîreta ku em distînin li me xweş nayê, dibe ku em wê bavêjin pişt guhê xwe yan li şîreteke ku li me xweştir bê, bigerin.

5. Li vê meqaleyê, emê di heqê çi de xeber bidin?

5 Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin çend kesên ku şîret red dikirin û çend kesên ku şîret qebûl dikirin. Wekî din, emê bibînin ku çi dikare alî me bike ku em şîretan qebûl bikin û ji wan feydeyê bistînin.

KESÊN KU ŞÎRET RED DIKIRIN

6. Ev yek ku Rehoboam li hemberî şîretê çi kir, çi rêyî me dide?

6 Serpêhatiya Rehoboam bîne bîra xwe. Wexta ku ew bû padîşahê Îsraêlê, xelk ji wî tiştek xwest. Wan got ku bila ew barê ku bavê wî Silêman danîbû ser stûyê wan, siviktir bike. Di serî de, Rehoboam ji rîspiyan pirsî ka çi cewabê bide xelkê. Rîspiyan got ku eger ew li gor daxwaza xelkê bike, ewê her tim piştgiriya wî bikin (1. Qiralan 12:3-7). Eşkere ye ku Rehoboam ji vê şîretê hez nedikir, loma wî ji hevsaliyên xwe pirsî. Bi îhtimaleke mezin, ew weke 40 salî bûn, loma ew jî kesên bitecrûbe bûn (2. Dîrokan 12:13). Lê îcar, wan şîreteke xerab da Rehoboam. Wan ji wî re got ku bila ew barê xelkê hê jî girantir bike (1. Qiralan 12:8-11). Madem ku ev du şîret ji hev cuda bûn, wê baş bûya ku Rehoboam dua bikira û ji Yehowa bipirsiya ka kîjan şîret baştir e. Lê belê, Rehoboam wisa nekir. Wî şîreta ku li wî xweş hat, qebûl kir û guh da hevsaliyên xwe. Netîce pir xerab bû – hem ji bo Rehoboam hem jî ji bo miletê Îsraêlê. Dibe ku şîretên ku em bistînin carinan li me jî xweş neyên. Dîsa jî, eger şîret li ser esasê Peyva Xwedê hatibe dayîn, wê baş be ku em wê qebûl bikin.

7. Serpêhatiya Ûzziya Padîşah çi rêyî me dide?

7 Ûzziya Padîşah şîret red kir. Carekê, ew ket perestgeha Yehowa ku bixûrê pêşkêş bike. Lê belê, ev yek îmtiyaza kahînan bû, û îzna Ûzziya tune bû ku vêya bike. Loma, wan ji wî re got: “Ya Ûzziya ji XUDAN re buxur vêxistin ne ji te re ye, lê ji kahînên, ji lawên Harûn, yên ku bona buxur vêxistinê hatine pîroz kirin re dikeve.” Ûzziya çi kir? Eger wî ev şîret bi dilnizmî qebûl bikira û hemen ji perestgehê derketa, Yehowa wê ew belkî efû bikira. Lê belê, “Ûzziya hêrs bû”. Gelo wî şîreta ku jê re hat dayîn, çima red kir? Eşkere ye ku ew difikirî ku madem ku ew padîşah e, îzna wî heye ku her tiştî li gor dilê xwe bike. Lê Yehowa wisa nedifikirî. Seba vê kustaxiyê, Ûzziya bi cuzamê hat cezakirin û “heta roja mirina xwe bi cizam ma” (2. Dîrokan 26:16-21). Serpêhatiya Ûzziya nîşan dide ku ferq nake ku em kî bin jî, eger em şîreta ku li ser esasê Kitêba Pîroz ji me re tê dayîn, red bikin, emê dostaniya Yehowa winda bikin.

KESÊN KU ŞÎRET QEBÛL DIKIRIN

8. Gava ji Eyûb re şîret hat dayîn, wî çi kir?

8 Ji aliyê din ve, Kitêba Pîroz behsa hin kesan dike, yên ku şîret qebûl dikirin û di netîceyê de bereket distandin. Mesela, serpêhatiya Eyûb bîne ber çavê xwe. Wî her çi qas ji Xwedê ditirsiya jî, hin kêmasiyên wî hebûn. Gava ew di bin stresa mezin de bû, wî hin fikrên şaş anîn zimên. Ji ber vê yekê, hem Elîhû hem jî Yehowa şîretên cidî dan wî. Gelo Eyûb çi kir? Wî ev şîret bi dilnizmî qebûl kirin. Wî got: “Tiştên ku fêhm nekirime gotim; ... Ji ber vêya, ez xwe biçûk dibînim û di xwelî û tozê de di tobe kirinê de me.” Seba dilnizmiya wî, Yehowa ew bibereket kir (Eyûb 42:3-6, 12-17).

9. Ji aliyê qebûlkirina şîretan ve, Mûsa pêxember çawa ji me re bû emsal?

9 Mûsa pêxember hazir bû ku piştî şaşiyeke cidî terbiyeyê qebûl bike. Carekê, ew hêrs ketibû û rûmet nedabû Yehowa. Ji ber vê yekê, Yehowa ji wî re got ku ewê nekeve Welatê Sozdayî (4. Mûsa 20:1-13). Çend sal bi şûn de, Mûsa dîsa jî îzin xwest ku bikeve Welatê Sozdayî, lê Yehowa got: “Bes e; êdî di derheqê vî tiştî de, carekî din ji min re nebêje!” (5. Mûsa 3:23-27). Gelo Mûsa ev şîret qebûl kir? Belê. Ew nexeyîdî, lê wî qerara Yehowa qebûl kir, Yehowa jî îzin da ku Mûsa wek rêberê miletê Îsraêlê bimîne (5. Mûsa 4:1). Ji aliyê qebûlkirina şîretan ve, wê baş be ku em Eyûb û Mûsa ji xwe re emsal bigirin. Eyûb nêrîna xwe serrast kir û li bahaneyan negeriya. Mûsa jî şîreta Yehowa qebûl kir. Piştî ku Yehowa ji wî re got ku ewê nekeve Welatê Sozdayî, wî dîsa jî bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikir.

10. (a) Li gor Methelokên Silêman 4:10-13, feydeyên qebûlkirina şîretê çi ne? (b) Hin kesên ku şîret standine çi kir?

10 Wê baş be ku em Eyûb, Mûsa û kesên din ji xwe re emsal bigirin û mîna wan hazir bin ku şîretan qebûl bikin (Methelokên Silêman 4:10-13 bixwîne). Gelek xwişk û birayên me şîret qebûl kirine. Birayekî bi navê Emmanuel, ê ku li Kongoyê dijî, dibêje: “Birayên gihîştî yên ji civata min dît ku hindik ma ku minê dostaniya xwe ya bi Yehowa re xera bikira, loma wan şîret da min. Min şîreta wan qebûl kir, û vê yekê alî min kir ku ez serê xwe nexim belayê.”b Li Kanadayê, pêşengeke bi navê Megan di heqê şîretan de wisa dibêje: “Şîretên ku min distandin carinan li min xweş nedihatin, lê ew bi rastî jî ji min re lazim bûn.” Birayekî bi navê Marko, yê ku li Kroatyayê dijî, wisa dibêje: “Min îmtiyazek winda kir, lê niha ez fehm dikim ku şîreta ku min stand alî min kiriye ku ez dostaniya xwe ya bi Yehowa re ji nû ve ava bikim.”

11. Birayê Karl Klein di heqê qebûlkirina şîretê de çi got?

11 Birayê Karl Klein jî ji qebûlkirina şîretan feyde stand. Li serpêhatiya xwe, vî birayî – yê ku paşê bû endamê Koma Rêberiyê – got ku wî çawa ji dostê xwe Joseph Rutherford şîreteke cidî standibû. Birayê Klein qebûl kir ku di serî de, ev şîret li wî xweş nehat. Wî got: “Gava [birayê Rutherford] ez dîtim, wî bi kêfxweşî got: ‘Silav, Karl!’ Lê ji ber ku ez hê xeyîdî bûm, min bi dengekî nizm silav da wî. Wî jî got: ‘Karl, dîqat bike! Îblîs li pey te ye!’ Min fedî kir û got: ‘Tişt tune, birayê Rutherford.’ Lê belê, wî dizanibû ku ez bihêrs im, loma wî got: ‘Her tişt baş e. Tenê dîqat bike. Îblîs li pey te ye.’ Gotinên wî çi qas rast bûn! Gava em ji birayekî dixeyîdin, bi xisûsî ji ber ku wî tiştekî minasib gotiye ... Îblîs bi hêsanî dikare me bixe dafikên xwe”c (Efesî 4:25-27). Birayê Klein şîreta birayê Rutherford qebûl kir, û dostaniya di nav wan de xera nebû.

ÇI DIKARE ALÎ ME BIKE KU EM ŞÎRETÊ QEBÛL BIKIN?

12. Dilnizmî çawa dikare alî me bike ku em şîretan qebûl bikin? (Zebûr 141:5)

12 Gelo çi dikare alî me bike ku em şîretê qebûl bikin? Gerek em bi dilnizmî bînin bîra xwe ku em qisûrdar in û carinan tiştên bêaqil dikin. Wek me berê dîtibû, nêrîna Eyûb şaş bû, lê paşê, wî nêrîna xwe serrast kir, loma Yehowa ew bibereket kir. Gelo çima? Çimkî Eyûb yekî dilnizm bû. Dilnizmiya wî ji vêya eşkere ye ku wî şîreta Elîhû, yê ku ji wî biçûktir bû, qebûl kir (Eyûb 32:6, 7). Eger em bifikirin ku em hewceyî şîretê nînin yan eger kesê ku şîretê dide me ji me ciwantir e, dilnizmî wê alî me bike ku em dîsa jî şîreta wî qebûl bikin. Rîspiyekî ku li Kanadayê dijî wisa dibêje: “Madem ku em nikarin xwe wisa bibînin çawa ku kesên din me dibînin, ma îhtimal heye ku em bê şîret bi pêş ve herin?” Bi rastî jî, ji bo ku em sifetên baş bi pêş bixin û xizmeta xwe bînin cih, pir muhîm e ku em bi pêş ve herin (Zebûr 141:5 bixwîne).

13. Gerek em li şîretên ku ji me re tên dayîn, çawa binêrin?

13 Ji bîr neke ku şîret hezkirina Xwedê nîşan dide. Yehowa xêra me dixwaze (Methelokên Silêman 4:20-22). Wexta ku ew bi destê Peyva xwe, bi destê weşaneke li ser esasê Kitêba Pîroz yan bi destê xwişk yan birayekî gihîştî şîretê dide me, ew nîşan dide ku ew ji me hez dike. Li gor Îbranî 12:9, 10, Xwedê vêya “ji bo feyda me” dike.

14. Gava ku em şîretê distînin, gerek em bala xwe bidin çi?

14 Bala xwe bidê ku çi tê gotin, ne ku çawa tê gotin. Carinan, em belkî difikirin ku şîret bi awayekî ne ew qas baş hatiye dayîn. Helbet gerek kesên ku şîretê didin xîret bikin ku vêya bi awayekî xweş bikind (Galatî 6:1). Dîsa jî, wexta ku ji me re şîret tê dayîn, wê baş be ku em bala xwe bidinê ku çi tê gotin. Ji xwe bipirse: “Eger li min xweş nayê ku şîret çawa hat dayîn, gelo ez dîsa jî dikarim jê dersê bistînim? Gelo ez dikarim çavê xwe li ser kêmasiyên kesê ku şîret daye bigirim û tenê bala xwe bidim qîmeta şîretê?” Belê, wê baş be ku em xîret bikin ku ji şîretên ku ji me re tên dayîn, feydeyê bistînin (Methelokên Silêman 15:31).

ŞÎRETÊ BIXWAZE Û FEYDEYÊ BISTÎNE

15. Wê çima baş be ku em şîretê bixwazin?

15 Kitêba Pîroz me teşwîq dike ku em şîretê bixwazin. Methelokên Silêman 13:10 wisa dibêje: “Yê ku guh dide şîretan ... zaniyar e.” Çi qas rast e! Kesên ku li bendê nasekinin ku kesek şîretê bide wan, lê xwe bi xwe şîretê dixwazin carinan ji aliyê ruhî ve zûtir bi pêş ve diçin. Loma, gava pêşîn bavêje û şîretê bixwaze!

Kolaj: 1. Xwişkeke ciwan li ser Înternetê hin tiştan dikire. Ew li hin kincên neminasib dinêre. 2. Xwişka ciwan kincên ku ew dixwaze bikire nîşanî xwişkeke gihîştî dide.

Xwişka ciwan çima ji xwişka bitecrûbe şîretê dixwaze? (Li paragrafa 16an binêre)

16. Wê kengê baş be ku em şîretê bistînin? Mîsalan bide.

16 Gelo wê kengê baş be ku em ji xwişk û birayan şîretê bixwazin? Van mîsalan bîne ber çavê xwe: (1) Mizgînvanek xwişkeke bitecrûbe gazî kursa xwe dike û paşê jê dipirse ka ew çawa dikare hunerên xwe yên hînkirinê zêde bike. (2) Xwişkeke azib ji xwişkeke gihîştî dipirse ka bi dîtina wê, kincên ku ew dixwaze bikire minasib in yan na. (3) Berî ku birayek cara pêşîn gotareke umûmî pêşkêş bike, ew ji gotarvanekî bitecrûbe rica dike ku bila ew guh bide gotara wî û hin tewsiyeyan bide. Helbet, birayekî ku bi gelek salan gotar pêşkêş kirine jî dikare ji şîreta gotarvanên bitecrûbe feydeyê bistîne.

17. Em çawa dikarin ji şîretê feydeyê bistînin?

17 Ji niha û pê ve, eger tu bi awayekî rasterast yan nerasterast şîretê bistînî, gotinên vê meqaleyê bîne bîra xwe. Dilnizm bimîne. Bala xwe bidê ku çi tê gotin, ne ku çawa tê gotin. Li gor şîreta ku tuyê bistînî hereket bike. Hîkmet bi otomatîk nakeve dilê tu kesî. Loma, “şîretê û perwerdeyê qebûl bike”, da ku tu bihîkmet bibî! (Methelokên Silêman 19:20).

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Em dikarin ji serpêhatiyên kesên ku şîret red dikirin, çi dersê bistînin?

  • Em dikarin ji serpêhatiyên kesên ku şîret qebûl dikirin, çi dersê bistînin?

  • Çi wê alî me bike ku em şîretan qebûl bikin?

KILAM 124 Tim Dilsoz Be

a Pir muhîm e ku em guh bidin şîreta ku li ser esasê Kitêba Pîroz ji me re tê dayîn. Lê belê, carinan li me zor tê ku em şîretê qebûl bikin. Gelo çima? Û çi dikare alî me bike ku em ji şîretan feydeyê bistînin?

b Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.

c The Watchtower, 1 Cotmeh 1984, rûp. 21-28.

d Li meqaleya din, emê bibînin ku em çawa dikarin bi awayekî nazik şîretê bidin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne