MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 29
KILAM 87 Civînên ku Dilê Me Xurt Dikin
Gerek Em Çawa Şîretan Bidin?
“Ezê … şîret li te bikim, çavê min li ser te ye” (ZEBÛR 32:8).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku em çawa dikarin şîretên baş bidin.
1. Lazim e ku kî şîretan bide? Zelal bike.
GELO tu hez dikî ku ji kesên din re şîretan bidî? Ev yek li hinekan hêsan tê, li hinekan jî zor tê. Halê me her çi be jî, carinan lazim e ku em şîretan bidin. Gelo çima? Çimkî Îsa Mesîh gotibû ku şagirtên wî wê ji hezkirina di nav wan de bên naskirin (Yûhena 13:35). Gava xwişk û birayên me hewceyî şîretê ne, gerek em ji wan re şîretê bidin, çimkî em ji wan hez dikin. Kitêba Pîroz dibêje ku “şîreta ku heval dide, ji mirov re şêrîn tê” (Methelokên Silêman 27:9, KP).
2. Lazim e ku rîspî çi bikin, û çima? (Li çarçoveya “Şîretên li Civîna Jiyan û Xizmetê” jî binêre.)
2 Bi xisûsî lazim e ku rîspî şîretên baş bidin. Bi destê Îsa Mesîh, Yehowa ew wek şivanên civatê tayîn kirine (1. Petrûs 5:2, 3). Bi destê gotarên ku ew di civînan de pêşkêş dikin, ew li ser esasê Kitêba Pîroz şîretan didin. Wekî din, gerek ew ji hin miyan re şîretên xisûsî bidin, mesela ji yên ku ji keriyê dûr ketine re. Gelo rîspî çawa dikarin şîretên baş bidin? Em gişt çawa dikarin vêya bikin?
3. (a) Em çawa dikarin bibin şîretkarên baş? (Îşaya 9:6; li çarçoveya “Wek Îsa Mesîh Şîretan Bide” jî binêre.) (b) Di vê meqaleyê de, emê çi hîn bibin?
3 Ji bo ku em şîretên baş bidin, gerek em li serpêhatiyên xizmetkarên Xwedê yên berê binêrin. Bi xisûsî lazim e ku em bala xwe bidinê ku Îsa Mesîh çawa şîret dida. Kitêba Pîroz jê re dibêje “Şîretkarê Nûwaze” (Îşaya 9:6 ji wergera KP bixwîne). Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku eger kesek ji me şîretê bixwaze, em dikarin çi bikin. Wekî din, emê bibînin ku eger lazim be ku em şîretê bidin bêyî ku kesek ji me şîretê bixwaze, em dikarin çi bikin. Ji xeynî vê, emê hîn bibin ku çi qas muhîm e ku em di wexta minasib de û bi awayê rast şîretan bidin.
GAVA JI ME ŞÎRET TÊ XWESTIN
4-5. Eger kesek ji me aqil bixwaze, gerek em serê pêşîn ji xwe çi bipirsin? Mîsalekê bide.
4 Gava kesek ji te şîretekê dixwaze, gerek tu çi bikî? Dibe ku tu şa bî ji ber ku hevalê te baweriya xwe bi te tîne. Tuyê belkî bixwazî hemen alî wî bikî. Lê belê, berî ku tu şîretekê bidî, ka ji xwe bipirse: “Gelo tecrûbe û zanîna min têra min dike ku ez şîretê bidimê?” Li şûna ku tu şîretê bidî, carinan baştir be ku tu hevalê xwe bişînî ba kesekî ku tecrûbe û zanîna wî zêde ye û dikare li ser meseleyê rêberiya wî bike.
5 Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Hevalekî te giran nexweş ketiye. Ew ji te re dibêje ku wî lêkolîn kiriye ka kîjan tedawiyên cuda hene. Niha ew ji te dipirse ka bi dîtina te, kîjan tedawî baştir e. Dibe ku li ser vê yekê nêrîna te heye, lê belê, tu ne hekîm î û te ji bo tedawîkirina nexweşiya wî perwerde nestandiye. Îcar rêya herî baş ev e ku tu alî wî bikî ku ew ji xwe re kesekî minasib bibîne, yê ku dikare nexweşiya wî tedawî bike.
6. Berî ku em şîretê bidin, wê baş be ku em çi bikin?
6 Eger tu difikirî ku tu dizanî ku gerek tu çi şîretê bidî jî, wê belkî baştir be ku tu zû bi zû cewabê nedî. Gelo çima? Methelokên Silêman 15:28 dibêje ku “kesê rast ji bo bersivê kûr difikire”. Eger tu cewabê dizanî jî, wê baş be ku tu lêkolîn bikî, dua bikî û kûr bifikirî. Eger tu wisa bikî, şîreta te wê nêzîktirî nêrîna Yehowa be. Ka bîne bîra xwe ku çi hatibû serê Natan pêxember.
7. Ji serpêhatiya Natan pêxember em dikarin çi dersê bistînin?
7 Dawid Padîşah ji Natan pêxember re behsa daxwaza xwe kir ku ji bo Yehowa îbadetgehekê ava bike. Bêyî ku nêrîna Yehowa bipirse, Natan rasterast jê re got ku bila dest bi avakirinê bike. Lê belê, paşê derket ku Yehowa nexwest ku Dawid îbadetgehê ava bike (1. Dîrokan 17:1-4). Ji vê serpêhatiyê, em fehm dikin ku gava kesek ji me şîretê dixwaze, wê baş be ku em ‘di peyivînê de giran bin’ (Aqûb 1:19, Mizgînî).
8. Berî ku em şîretekê bidin, gerek em çi bikin?
8 Sebebekî din jî heye ku çima lazim e ku em bi dîqat şîretan bidin: Eger kesek ji ber şîreta me qerareke nebaş bide, ya ku netîceyên xerab tîne meydanê, dibe ku em jî sûcdar bin. Ma ne baştir be ku em rind bifikirin berî ku em şîretan bidin?
GAVA EM ŞÎRETÊ DIDIN BÊYÎ KU JI ME ŞÎRET TÊ XWESTIN
9. Berî ku rîspî şîretê bidin, gerek ew çi rind bizanin? (Galatî 6:1)
9 Eger talûke heye ku xwişk yan birayek “gaveke şaş bavêje”, carinan lazim e ku rîspî xwe bi xwe şîretê bidinê (Galatî 6:1 bixwîne). Kesekî wisa belkî hê guneh nekiriye, lê rîspî dibînin ku ew hêdî hêdî ji rêya rast dûr dikeve. Loma, armanca wan ev e ku alî vî kesî bikin ku ew li ser rêya jiyanê bimîne (Aqûb 5:19, 20). Lê belê, ji bo ku tesîra şîreta wan hebe, gerek ew rind bizanin ka vî kesî bi rastî jî gaveke şaş avêtiye yan na, çimkî Yehowa Xwedê îznê dide ku her kes li gor wijdanê xwe qeraran bide (Romayî 14:1-4). Lê eger kesekî bi rastî jî gaveke şaş avêtibe û rîspî qerarê bidin ku jê re şîretê bidin, gerek ew vêya çawa bikin?
10-12. Rîspî çawa dikarin şîretên nehêvîkirî bidin? Mîsalekê bide (Li resiman jî binêre.)
10 Ji bo rîspiyan ne hêsan e ku xwe bi xwe şîretê bidin. Gelo çima? Pawlosê şandî gotibû ku kesek dikare “bêyî ku haya wî jê hebe gaveke şaş bavêje”. Lê berî ku rîspî şîretê bidin kesekî wisa, wê baş be ku ew wî hazir bikin.
11 Dayîna şîretên nehêvîkirî dişibe îşê cotkarekî ku dixwaze li erdê hişk toximan biçîne. Berî ku ew toximan bireşîne, gerek ew kotanê bike ku erd nerm bibe. Paşê, ew dikare toximan biçîne û av bide. Mîna vê, berî ku rîspiyek şîretê bide, gerek ew “erd” hazir bike. Mesela, ew dikare ji wî kesî re bibêje ku ew jê hez dike û dixwaze li ser tiştekî xeber bide. Eger rîspiyê ku şîretê dide wek kesekî nazik û dilovan tê naskirin, wê li xwişk û birayan hêsantir bê ku şîretên wî qebûl bikin.
12 Ji bo ku erd hê jî nermtir bibe, rîspî dikare di sohbetê de bibêje ku her kes şaşiyan dike û carinan hewceyî şîretan e (Romayî 3:23). Bi dengekî sakîn û bi awayekî hurmetdar, rîspî dikare ji Kitêba Pîroz nîşanî wî kesî bide ku wî gaveke şaş avêtiye. Eger ew qebûl bike ku wî şaşî kiriye, rîspî dikare “toxim biçîne”, yanî bi gotinên hêsan jê re zelal bike ku ew çawa dikare problema xwe safî bike. Paşê, rîspî dikare “av bide”, yanî ji dil pesnê wî kesî bide û pê re dua bike (Aqûb 5:15).
Gava rîspî ji kesekî re şîretên nehêvîkirî didin, gerek ew vêya bi nermî û dilovanî bikin (Li paragrafên 10 heta 12an binêre)
13. Ji bo ku kesek şîreta ku jê re tê dayîn, fehm bike, rîspî dikarin çi bikin?
13 Carinan, dibe ku kesek şîreta ku jê re tê dayîn, rind fehm nake. Ji bo ku wisa nebe, rîspî dikarin çi bikin? Mesela, ew dikarin bi destê pirsên nazik bala wî kesî bikişînin ser nuqteyên sereke (Waiz 12:11). Cewabên wî wê nîşanî rîspiyan bidin ka wî şîreta wan fehm kiriye yan na.
DI WEXTA MINASIB DE Û BI AWAYÊ RAST ŞÎRETAN BIDE
14. Gava em bihêrs in, wê çima baştir be ku em şîretê nedin?
14 Em gişt qisûrdar in, loma em dilê kesên din carinan bi gotin yan kirinên xwe diêşînin (Kolosî 3:13; Efesî 4:26). Gava em bihêrs in, wê baştir be ku em şîretê nedin, “çimkî hêrsbûna mirov rastdariya Xwedê pêk nayne” (Aqûb 1:20, Mizgînî). Eger em bi hêrsa xwe şîretê bidin, hal wê bi îhtimaleke mezin hê jî xerabtir bibe. Ev yek helbet nayê maneya ku gerek em ji kesekî ku dilê me êşandiye re nebêjin ku em çi difikirin û çi hîs dikin. Lê belê, berî ku em tiştekî bibêjin, wê baş be ku em li bendê bin heta ku em sakîn bin. Ka binêre ku Elîhû çawa şîret da hevalê xwe Eyûb.
15. Em ji mîsala Elîhû çi hîn dibin? (Li resim jî binêre.)
15 Gelek roj, Eyûb xwe li hemberî gotinên şaş ên hevalên xwe yên sexte diparast, û Elîhû bê deng guh dida wan. Dilê Elîhû bi Eyûb dişewitî, lê ew hêrs ket ji ber ku Eyûb di heqê Yehowa de tiştên nerast digotin û bi zêdeyî bala xwe dida halê xwe. Dîsa jî, Elîhû li benda dora xwe sekinî û paşê bi nermî û hurmet ji Eyûb re şîret da (Eyûb 32:2; 33:1-7). Ji vê mîsalê, em derseke muhîm distînin: Ji bo ku tesîra şîretekê hebe, gerek ew di wexteke minasib de û bi awayekî rast – yanî bi hurmet û hezkirin – bê dayîn (Waiz 3:1, 7).
Elîhû her çi qas ji ber gotinên Eyûb hêrs ketibû jî, ew bi sebir li bendê sekinî û paşê bi nermî û hurmet jê re şîret da (Li paragrafa 15an binêre)
ŞÎRETÊ HEM BIDE HEM JÎ QEBÛL BIKE
16. Tu ji Zebûr 32:8 çi dersê distînî?
16 Li gor ayeta sereke, Yehowa Xwedê ‘şîret li me dike’ û ‘çavê wî li ser me ye’ (Zebûr 32:8 bixwîne). Ji vê em fehm dikin ku ew bi dewamî destekê dide me. Ji xeynî vê ku ew şîretan dide, ew alî me dike ku em li gor van şîretan hereket bikin. Ma ne lazim e ku em jî wisa bikin? Gava fersenda me heye ku em ji kesekî re şîretê bidin, bila çavê me li ser wî be û bila em destekê bidinê ku ew serkeftî be.
17. Rîspiyên ku li ser esasê Kitêba Pîroz şîretan didin, dişibin çi? (Îşaya 32:1, 2)
17 Ji ber ku em di rojên dawîn de dijîn û jiyan zehmet e, lazim e ku em şîretên baş bidin û bistînin (2. Tîmotêyos 3:1). Rîspiyên ku li ser esasê Kitêba Pîroz şîretan didin “wekî coyên avê yên dera ziwa” ne (Îşaya 32:1, 2 bixwîne). Hevalên ku dizanin ku em çi dixwazin bibihîzin, lê dîsa jî çi lazim e ji me re dibêjin pir biqîmet in, “wekî sêvên zêrîn ên di nav zîvê qewirandî de” ne (Methelokên Silêman 25:11). Bila em her ku diçe hîkmeta xwe zêde bikin, da ku em şîretên baş bidin û qebûl bikin!
KILAM 109 Ji Dil Hez Bike