KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w25 Tîrmeh r. 14-19
  • Ji Rastiyên Esasî yên Kitêba Pîroz Dersên Nû Bistîne

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Ji Rastiyên Esasî yên Kitêba Pîroz Dersên Nû Bistîne
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • YÊ KU HER TIŞT ÇÊKIRIYE, YEHOWA YE
  • XWEDÊ ÇIMA DIHÊLE KU KUL Û DERD HEBIN?
  • EM DI “ROJÊN DAWÎN DE” NE
  • JI BO RASTIYÊN ESASÎ ŞIKIRDAR BE
  • Bi Dilnizmî Qebûl Bike ku Tu Her Tiştî Nizanî
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Xwe Bispêre Yehowa û Qerarên Baş Bide
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
  • Gelo Tu Dengê Rastiyê Nas Dikî?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Mizgîniyê ji Hezkirinê Belav Bike
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
w25 Tîrmeh r. 14-19

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 30

KILAM 97 Em bi Peyva Xwedê dijîn

Ji Rastiyên Esasî yên Kitêba Pîroz Dersên Nû Bistîne

“Her çiqas hûn van tiştan dizanin û hûn bi wê rastiya ku bi we re ye hîmgirtî ne jî, ez dixwazim hergav van bînim bîra we” (2. PETRÛS 1:12, Mizgînî).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku piştî ku me dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz kiribû çi qas sal derbas bin jî, em dikarin ji rastiyên esasî yên Kitêba Pîroz dersên nû bistînin.

1. Gava me dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz kir, em çi hîn bûn?

JIYANA me bi saya rastiyên esasî yên Kitêba Pîroz guheriye. Mesela, gava me bihîst ku navê Xwedê Yehowa ye, me gava pêşîn avêt ku em bibin dostên wî (Îşaya 42:8). Gava em hîn bûn ku halê miriyan çi ye, me êdî meraq nedikir ka hezkiriyên me yên mirî hê êşê dikişînin yan na (Waiz 9:10). Û gava em hîn bûn ku Xwedê wê dinyayê bike Cenet, hêvî ket dilê me. Em êdî bawer bûn ku rojekê, emrê me wê êdî ne tenê 70 yan 80 sal be, lê emê heta hetayê bijîn (Zebûr 37:29; 90:10).

2. 2. Petrûs 1:12, 13 çawa nîşan dide ku xwişk û birayên gihîştî jî dikarin ji rastiyên esasî yên Kitêba Pîroz feydeyê bistînin?

2 Gerek em tu caran ji bîr nekin ku rastiyên esasî yên Kitêba Pîroz çi qas biqîmet in. Di nameya xwe ya diduyan de, Petrûsê şandî ji xwişk û birayên ku di rêya rastiyê de “hîmgirtî” bûn, nivîsî (2. Petrûs 1:12, 13 bixwîne). Lê niha, di hundirê civatê de kesên xerab hebûn, ên ku dixwest şagirtên Îsa Mesîh ji rastiyê vegerînin (2. Petrûs 2:1-3). Ji ber vê yekê, armanca Petrûs ev bû ku qewetê bide xwişk û birayan ku ew li hemberî van talûkeyan saxlem bisekinin. Ji bo vê, wî hin rastiyên ku wan ji xwe dizanîn dîsa anîn bîra wan. Petrûs dizanibû ku rastiyên wisa wê alî wan bikin ku ew heta dawiyê dilsoz bimînin.

3. Çima lazim e ku em bi dewamî li ser rastiyên esasî bifikirin? Mîsalekê bide.

3 Her ku em nêzîktirî Yehowa dibin, em dikarin ji rastiyên esasî yên Kitêba Pîroz dersên nû bistînin. Ka vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Dibe ku aşpêjekî bitecrûbe û aşpêjekî nû ji bo hazirkirina xwarinekê eynî malzemeyên esasî bi kar bînin. Lê belê, yê bitecrûbe êdî hîn bûye ku malzemeyan bi awayên cuda bi kar bîne ku xwarinên tehmxweş hazir bike. Mîna vê, dibe ku kesên ku bi gelek salan ji Yehowa re xizmet dikin û kesên ku Kitêba Pîroz nû hîn dibin ji aliyên cuda ve li rastiyên esasî yên Kitêba Pîroz binêrin. Ji wexta ku em vaftîz bûn heta niha, şertên me yan jî îmtiyazên me yên di civatê de bi îhtimaleke mezin guherîne. Gava em li ser rastiyên ku em berê hîn bûbûn, difikirin, dibe ku em dersên nû bistînin, ên ku ji bo jiyana me bifeyde ne. Ka bibîne ku kesên ku bi gelek salan ji Yehowa re xizmet kiriye ji sê rastiyên esasî dikarin çi dersan bistînin.

YÊ KU HER TIŞT ÇÊKIRIYE, YEHOWA YE

4. Ev yek ku em dizanin ku Yehowa Xaliqê me ye ser me çawa tesîr dike?

4 Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Yê ku her tişt çêkiriye, Xwedê ye” (Îbranî 3:4). Em dizanin ku erd û ezman ji aliyê Xwedê ve hatine çêkirin. Hîkmet û qudreta Xwedê bêsînor in. Wekî din, ji ber ku wî em çêkirine, ew me rind nas dike, û ew bi me eleqedar e. Bi saya vê ku em dizanin ku Yehowa Xaliqê me ye, em bûne xwediyê hêviyeke xweş, û jiyana me guheriye.

5. Bi saya kîjan rastiyê em dikarin fehm bikin ku gerek em dilnizm bin? (Îşaya 45:9-12)

5 Ev yek ku Yehowa Xaliqê her tiştî ye rastiyeke muhîm e, ya ku nîşan dide ku gerek em dilnizm bin. Gava Eyûb bi zêdeyî bala xwe dida halê xwe û kesên din, Yehowa anî bîra wî ku Xaliqê erd û ezmanan kî ye (Eyûb 38:1-4). Bi saya gotinên Yehowa, Eyûb fehm kir ku hemû kirinên Yehowa rast in. Çend sedsal bi şûn de, Îşaya pêxember wisa nivîsî: “Ma gil dikare ji kesê şikil didê re bêje: ‘Tu çi çêdikî?’” (Îşaya 45:9-12 bixwîne).

6. Bi xisûsî kengê lazim e ku em bînin bîra xwe ku Yehowa Xaliqê me ye? (Li resiman jî binêre.)

6 Her ku tecrûbeya me zêde dibe, li şûna ku em li rêberiya Yehowa û Kitêba Pîroz bigerin, dibe ku em xwe bi zêdeyî bispêrin fikir û nêrînên xwe (Eyûb 37:23, 24). Eger wisa be, gelo çima lazim e ku em di heqê hîkmeta bêemsal û mezinahiya Xwedê de bifikirin? (Îşaya 40:22; 55:8, 9). Ev rastiya esasî dikare alî me bike ku em dilnizm bimînin û ji bîr nekin ku fikir û nêrînên Yehowa ji yên me bilindtir in.

Kolaj: 1. Rîspiyek li civîna rîspiyan tiştekî dibêje, lê fikra wî li rîspiyên din xweş nayê. 2. Paşê, rîspiyê ku fikra wî nehatibû qebûlkirin li stêran dinêre.

Çi dikare alî me bike ku em ji bîr nekin ku fikrên Yehowa ji fikrên me muhîmtir in? (Li paragrafa 6an binêre)c


7. Ji bo ku hînî guhertinekê bibe, Rahelayê çi kir?

7 Gava xwişka me Rahela, ya ku li Slovenyayê dijî, di heqê Xaliq de difikire, li wê hêsantir tê ku guhertinên teşkîlatê qebûl bike. Ew dibêje: “Carinan ji bo min ne hêsan bû ku guhertinên teşkîlatê qebûl bikim. Mesela, piştî ku min li Rapora Koma Rêberiyê No. 8 2023 temaşe kir jî, gava min cara pêşîn dît ku birayekî bi rî gotarekê pêşkêş dike, ez ecêbmayî mam. Loma min ji Yehowa re dua kir ku bila ew alî me bike ku ez hînî vê guhertinê bim.” Rahelayê fehm kir ku madem ku Yehowa Xaliqê erd û ezmanan e, ew helbet dikare rêberiya teşkîlata xwe bike. Eger li te jî zor tê ku tu hînî melûmat yan telîmateke nû bibî, ma ne baş be ku tu bi dilnizmî li ser hîkmet û qudreta mezin a Xaliqê me Yehowa kûr bifikirî? (Romayî 11:33-36).

XWEDÊ ÇIMA DIHÊLE KU KUL Û DERD HEBIN?

8. Ev yek ku em sebebê kul û derdan dizanin çawa ser me tesîr dike?

8 Gelo Xwedê çima dihêle ku kul û derd hebin? Hin kesên ku cewaba vê pirsê nizanin li Xwedê hêrs ketine yan bûne ateîst (Methelokên Silêman 19:3). Lê belê, tu hîn bûyî ku sebebê kul û derdan çi ye. Tu dizanî ku sûcê Yehowa tune ye, lê mirov ji ber qisûrdariyê êşê dikişînin û dimirin. Wekî din, tu hîn bûyî ku bi saya sebra Yehowa, bi milyonan kesan ew nas kiriye, û ew êdî dizanin ku Yehowa wê kul û derdan çawa heta hetayê ji holê rake (2. Petrûs 3:9, 15). Bi saya van rastiyan, dilê te rehet e û tu nêzîktirî Yehowa bûyî.

9. Bi xisûsî kengê lazim e ku em sebebên kul û derdan bînin bîra xwe?

9 Em dizanin ku heta ku Yehowa kul û derdan ji holê rake, lazim e ku em sebir bikin. Lê belê, gava hezkiriyekî me dimire yan gava em rastî tengasî û neheqiyê tên, dibe ku em meraq bikin ka Yehowa çima tiştekî nake (Habaqûq 1:2, 3). Gava tiştekî wisa çêdibe, bila em bînin bîra xwe ku Yehowa çima dihêle ku kesên rast zehmetiyê bikişînin (Zebûr 34:19). Wekî din, bila em bînin bîra xwe ku rojekê, ewê hemû kul û derdan heta hetayê tune bike.

10. Anne’ê çawa li ber mirina diya xwe sebir kiriye?

10 Rastiya di heqê kul û derdan de dikare alî me bike ku em tehemul bikin. Xwişka me Anne, ya ku li girava Mayotte’ê dijî, wisa dibêje: “Çend sal berê, ez ji ber mirina diya xwe pir xemgîn bûm. Lê belê, ez tim tînim bîra xwe ku sebebê kul û derdan Yehowa nîne. Ew ji dil dixwaze hemû kul û derdan tune bike û hezkiriyên me ji mirinê rake. Ez carinan ecêbmayî dimînim ku fikirîna li ser van rastiyan dilê min çi qas rehet dike.”

11. Madem ku em sebebên kul û derdan dizanin, gerek em çi bikin?

11 Ji vê ku Xwedê çima dihêle ku kul û derd hebin, em fehm dikin ku gerek em dev ji belavkirina mizgîniyê bernedin. Piştî ku Petrûs zelal kir ku sebra Yehowa rê vedike ku kesên tobedar xelas bibin, wî wisa nivîsî: “Baş bifikirin ku gerek hûn bibin mirovên çawa. Bila rabûn û rûniştina we pîroz be û kirinên we nîşan bidin ku hûn ji Xwedê re dilsoz in” (2. Petrûs 3:11). Yek ji tiştên ku nîşan didin ku em “ji Xwedê re dilsoz in” ev e ku em mizgîniyê belav bikin. Mîna Bavê meyî ezmanî, em jî ji mirovan hez dikin, û em dixwazin ku ew jî li dinyaya nû bijîn. Yehowa bi sebir fersendê dide mirovên li derdora te ku ew jê re îbadetê bikin. Çi îmtiyazeke mezin e ku em hevalkarên Xwedê ne! Berî dawiya vê dinyayê, em dikarin alî mirovan bikin ku ew wî nas bikin (1. Korîntî 3:9).

EM DI “ROJÊN DAWÎN DE” NE

12. Zanîna me ya li ser “rojên dawîn” çi feydeyê tîne?

12 Kitêba Pîroz ji berê ve hûr û kûr gotibû ku di “rojên dawîn” de, mirov wê çawa bin (2. Tîmotêyos 3:1-5). Gava em li derdora xwe dinêrin, em bi çavê xwe dibînin ku ev yek çawa hatiye cih. Her ku hal û hereketên mirovan hê jî xerabtir dibin, em hê jî baştir dibînin ku Kitêba Pîroz çi qas pêbawer e (2. Tîmotêyos 3:13-15).

13. Li gor çîroka Îsa Mesîh, a ku di Lûqa 12:15-21 de derbas dibe, wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin?

13 Madem ku em di “rojên dawîn” de dijîn, em fehm dikin ku gerek em wexta xwe bi awayê rast bi kar bînin. Ka bala xwe bidê ku çîroka Îsa Mesîh a di Lûqa 12:15-21 de li ser vê yekê çi nîşanî me dide (bixwîne). Gelo li ser zilamê dewlemend çima hat gotin “bêaqil“? Ne ji ber ku ew dewlemend bû, lê ji ber ku wî bala xwe nedida tiştên muhîmtir. Wî ‘ji xwe re xezîne top dikirin, lê li ber çavê Xwedê ne dewlemend bû’. Ev yek şaşiyeke mezin bû, çimkî mirina wî nêzîk bû. Îro, her ku em nêzîktirî dawiya dinyayê dibin, bila em ji xwe bipirsin: “Gelo hedefên ku min ji xwe re danîne nîşan didin ku ez bala xwe didim tiştên herî muhîm? Ez li ber zarokên xwe çi hedefan datînim? Gelo ez qeweta xwe, wexta xwe û derfetên xwe herî zêde ji bo çi bi kar tînim: Ji bo ku ez ji xwe re xezîneyan top bikim yan ji bo ku ez li ber çavê Xwedê dewlemend bim?”

14. Wek em ji serpêhatiya Mikiyê dibînin, wê çima baş be ku em îsbatên ku em di rojên dawîn de dijîn, bînin ber çavê xwe?

14 Gava em îsbatên ku em di rojên dawîn de dijîn, tînin ber çavê xwe, ev yek dikare ser nêrîn û qerarên me tesîr bike. Mesela, xwişka me Miki wisa dibêje: “Wexta ku min mekteb xelas kir, min dixwest ji bo xwendina zoolojiyê herim zanîngehê. Wekî din, min dixwest bibim pêşenga daîmî û herim cihekî ku mizgînvan lê hindik in. Hin xwişk û birayan ji min re tewsiye kir ku ez rind bifikirim ka meslekeke wisa wê îznê bide ku ez bigihîjim hedefên xwe yên ji bo xizmetê. Wan anî bîra min ku dawiya vê dinyayê nêzîk e. Ji aliyê din ve, li dinyaya nû gelek fersenda min wê hebe ku ez heywanan lêkolîn bikim. Loma, min qerar da ku kurseke meslekî bistînim, a ku wê ew qas wexta min nexwe. Bi vî awayî, min ji xwe re karekî wisa dît, ê ku îzin dida ku ez pêşengiya daîmî bikim û paşê ji bo xizmetê derbasî Ekuadorê bibim.” Îro, Miki tevî zilamê xwe, yê ku çavdêrê herêmê ye, civatên li wê derê ziyaret dike.

15. Hin kes li mizgîniyê çawa dinêrin? Mîsalekê bide. (Li resiman jî binêre.)

15 Gava em mizgîniyê belav dikin û mirov di serî de guh nadin me, bila em cesareta xwe winda nekin. Bi zeman re, nêrîna mirovan dikare bê guhertin. Mesela, serpêhatiya Aqûb, ê ku birayê Îsa Mesîh bû, bîne ber çavê xwe. Ew tevî Îsa mezin bûbû, û wî dîtibû ku ew çawa bû Mesîh û bi awayekî bêemsal hîn dikir. Dîsa jî, bi gelek salan, Aqûb nebû şagirtê Îsa Mesîh. Ancax piştî ku Îsa Mesîh ji mirinê hat rakirin, ew bû şagirtekî wî – hem jî şagirtekî pir bixîreta (Yûhena 7:5; Galatî 2:9). Loma, hêviya xwe ji merivên xwe û kesên din, yên ku rastiya Kitêba Pîroz heta niha qebûl nekiriye, nebire. Ji bîr neke ku em di rojên dawîn de dijîn, loma karê belavkirina mizgîniyê acîl e. Tiştên ku tu niha ji wan re dibêjî dikare paşê ser wan tesîr bike, heta piştî destpêkirina tengasiya mezin jî.b

Xwişkeke ku lêkolîna şexsî dike, ji xwişka xwe re telefon dike, ya ku tevî qîza xwe çûye sûkê.

Çi dikare alî me bike ku em hêviya xwe ji merivên xwe yên nebawermend nebirin? (Li paragrafa 15an binêre)d


JI BO RASTIYÊN ESASÎ ŞIKIRDAR BE

16. Tu ji rastiyên esasî çawa feyde dîtiye? (Li çarçoveya “Bi Destê Rastiyên Kitêba Pîroz Alî Mirovan Bike” jî binêre.)

16 Hin melûmatên ku em ji teşkîlatê distînin ji bo kesên wisa ne, yên ku rastiyên esasî yên Kitêba Pîroz berê nebihîstibûn. Mesela, gotarên umûmî, hin meqale û vîdeoyên li ser jw.org û hin kovarên me herî zêde ji bo kesên wisa tên hazirkirin. Dîsa jî, em jî ji wan feydeyê distînin, çimkî ew alî me dikin ku em hê jî zêdetir ji Yehowa hez bikin, baweriya xwe bi gotinên wî bînin û rastiyên esasî ji mirovan re hîn bikin (Zebûr 19:7).

Bi Destê Rastiyên Kitêba Pîroz Alî Mirovan Bike

Gava tu meqaleyekê dixwînî, li vîdeoyekê temaşe dikî yan guh didî gotareke ku ji bo kesên eleqedar hatiye hazirkirin, bifikire ka tu çawa dikarî vê melûmatê ji bo xêra kesên din bi kar bînî. Ji xwe bipirse:

  • “Ji bo qanîkirina guhdaran kîjan îsbat tên bikaranîn?”

  • “Gava ez ji kesekî re behsa vê rastiyê dikim, gelo ez dikarim mîsaleke çawa bi kar bînim?”

  • “Ev mijar dikare bala kê bikişîne, û ez kengê dikarim jê re behsa vê rastiyê bikim?”

17. Wê bi xisûsî kengê baş be ku em li ser rastiyên esasî yên Kitêba Pîroz bifikirin?

17 Gava fehmkirina me ya li ser gotineke Kitêba Pîroz tê serrastkirin, em pir şa dibin. Ji xeynî vê, em ji bo rastiyên esasî, yên ku bûn sebeb ku em bên ser rêya rastiyê, şikirdar in. Eger em bifikirin ku nêrîneke me ji nêrîna teşkîlata Yehowa rasttir e, bila em bînin bîra xwe ku Xwedayê ku qudret û hîkmeta wî têra her tiştî dike rêberiya teşkîlatê dike. Eger em yan hezkiriyekî me rastî tengasiyekê bên, bila em sebir bikin û ji bîr nekin ku Yehowa çima dihêle ku kul û derd hebin. Gava em qerarê didin ku wext û derfetên xwe çawa bi kar bînin, bila em ji bîr nekin ku dawiya vê dinyayê çi qas nêzîk e. Bila rastiyên Kitêba Pîroz tim qewet û hîkmetê bidin me ku em jê re bi dilsozî xizmet bikin!

JI VAN RASTIYÊN ESASÎ, EM DIKARIN ÇI DERSAN BISTÎNIN?

  • Yehowa her tişt çêkiriye.

  • Xwedê çima dihêle ku kul û derd hebin?

  • Em di “rojên dawîn” de dijîn.

KILAM 95 Ronahî Her ku Diçe Zêde Dibe

a Li dersa 8an a broşûra Ji Mirovan Hez Bikin – Wan Bikin Şagirt binêre.

b Li meqaleya “Hukmên Yehowa Her Tim Adil û Rast in” (Birca Çavdêriyê, Gulan 2024, rûp. 8-13) binêre.

c RESIM: Koma rîspiyan fikra rîspiyekî qebûl nake. Paşê, ew li stêran dinêre û fehm dike ku qudret û hîkmeta Xwedê çi qas mezin e. Loma, ew qebûl dike ku daxwaza Xwedê ji ya wî muhîmtir e.

d RESIM: Di lêkolîna xwe ya şexsî de, xwişkeke me li îsbatan dinêre ku em di rojên dawîn de dijîn. Paşê, ew ji xwişka xwe re telefon dike û behsa Kitêba Pîroz dike.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne