MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 31
KILAM 111 Sebebên Dilxweşiya Me
Gelo Tu Sira Razîbûnê Hîn Bûyî?
“Ez hîn bûme ku di her hal û rewşê de bi tiştên ku di destê min de hene razî bim” (FILÎPÎ 4:11).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku şikirdarî, terazdarî, dilnizmî û fikirîna li ser sozên Yehowa çawa dikarin alî me bikin ku em bi halê xwe razî bin.
1. Maneya razîbûnê çi ye û çi nîne?
GELO tu bi halê xwe razî yî? Kesekî ku bi halê xwe razî ye bi saya bereketên ku jixwe di destê wî de hene dilxweş û bihizûr e. Eger kesek bi halê xwe razî be jî, ev yek nayê maneya ku ew bêxem e. Mesela, wê baş be ku şagirtekî Îsa Mesîh li fersendan bigere ku xizmeta xwe berfirehtir bike (Romayî 12:1; 1. Tîmotêyos 3:1). Dîsa jî, eger ew nikaribe hin îmtiyazan zû bistîne jî, ew dilxweşiya xwe winda nake.
2. Çima pir bitalûke ye ku kesek bi halê xwe ne razî be?
2 Îhtimal heye ku kesekî ku bi halê xwe ne razî ye gavên nebaş bavêje. Mesela, dibe ku ew gelek saetan bixebite ku tiştên wisa bikire, yên ku bi eslê xwe jê re ne lazim in. Çi heyf e ku hin şagirtên Îsa Mesîh pere û tiştên din dizîne. Wan belkî ji xwe re wisa gotiye: “Heqê min heye”, “Ez têra xwe li bendê bûme” yan “Ezê vî pereyî paşê vegerînim”. Lê belê, Yehowa ji her cure diziyê nefret dike, û dizî leke tîne ser navê wî (Methelokên Silêman 30:9). Hin kes jî ji ber ku wan îmtiyazek nestandiye ew qas xemgîn bûn ku wan dev ji xizmeta Yehowa berdaye (Galatî 6:9). Xizmetkarekî Yehowa çawa dikare tiştekî wisa bike? Problem belkî ev e ku ew êdî bi halê xwe ne razî ye.
3. Em dikarin ji Filîpî 4:11, 12 çi dersê bistînin?
3 Em gişt dikarin hîn bibin ku bi halê xwe razî bin. Pawlosê şandî wisa nivîsîbû: “Ez hîn bûme ku di her hal û rewşê de bi tiştên ku di destê min de hene razî bim” (Filîpî 4:11, 12 bixwîne). Gava wî ev gotin dinivîsîn, ew girtî bû. Dîsa jî, wî dilxweşiya xwe winda nekiribû, çimkî ew “sira” razîbûnê ‘hîn bûbû’. Eger li me zor tê ku em bi halê xwe razî bin, gotin û serpêhatiyên Pawlosê şandî dikarin me bidin bawerkirin ku em dikarin vî sifetî bi pêş bixin. Gerek em nefikirin ku emê bi otomatîk bi halê xwe razî bin. Na, lazim e ku em hîn bibin ku bi halê xwe razî bin. Gelo çawa? Ka em bala xwe bidin hin sifetên ku dikarin alî me bikin ku em sira razîbûnê hîn bibin.
ŞIKIRDAR BE
4. Şikirdarî çawa dikare alî me bike ku em bi halê xwe razî bin? (1. Selanîkî 5:18)
4 Şikirdarî alî mirov dike ku ew bi halê xwe razî be (1. Selanîkî 5:18 bixwîne). Mesela, eger em şikirdar bin ji ber ku tiştên esasî di destê me de hene, emê bi îhtimaleke mezin ji bo tiştên ku em dixwazin, lê nikarin bi dest bixin, bi zêdeyî xeman nekişînin. Eger em ji bo îmtiyazên ku me di civatê de standine, şikirdar bin, emê xîret bikin ku van wezîfeyan bi awayê herî baş pêk bînin, û emê tim nefikirin ku em çawa dikarin îmtiyazeke din bi dest bixin. Loma, Kitêba Pîroz dibêje ku bila em di duayên xwe de bînin zimên ku em ji Yehowa re çi qas şikirdar in. Şikirdarî dikare alî me bike ku “aştiya Xwedê, ya ku di ser her fehmkirinê re ye” bikeve dilê me (Filîpî 4:6, 7).
5. Çima lazim bû ku Îsraîlî şikirdar bin? (Li resim jî binêre.)
5 Ka halê Îsraîliyên berê bîne bîra xwe. Wan çend car ji Yehowa re şîkayet kir ji ber ku wan bêriya xwarinên Misrê dikir (4. Mûsa 11:4-6). Jiyana li çolê helbet ne hêsan bû. Dîsa jî, çi dikaribû alî wan bikira ku ew bi halê xwe razî bin? Gerek ew bi şikirdarî li ser tiştên ku Yehowa jixwe ji bo wan kiribûn, bifikiriyana. Li Misrê, ew kole bûn, û wan zilm û zordarî didît, loma Yehowa 10 bela anîn ser welatê Misrê. Piştî ku Îsraîlî serbest man, wan zêr, zîv û kincên Misriyan “talan kirin” (2. Mûsa 12:35, 36). Gava Îsraîlî li ber ordiya Misrê reviyan û hatin ber Behra Sor, Yehowa ava behrê bi mucîzeyekê vekir. Paşê, gava ew li çolê bûn, wî her roj Mana da wan. Îcar problema wan çi bû? Ew bi halê xwe ne razî bûn, ne ji ber ku ew birçî mabûn, lê ji ber ku ew ji bo tiştên ku ba wan hebûn, ne şikirdar bûn.
Îsraîlî çima bi halê xwe ne razî bûn? (Li paragrafa 5an binêre)
6. Em çawa dikarin şikirdariya xwe zêde bikin?
6 Gelo tu çawa dikarî şikirdariya xwe zêde bikî? A yekê, her roj bîne ber çavê xwe ka kîjan tiştên baş li ba te hene. Belkî tu dikarî du sê tiştên ku tu ji bo wan şikirdar î, ji xwe re binivîsî (Lawijên Yêremya 3:22, 23). A diduyan, şikirdariya xwe bîne zimên. Ji kesên din re ji bo tiştên ku ew ji bo te dikin, spas bike. Ji her tiştî muhîmtir, her roj ji Yehowa re spas bike (Zebûr 75:1). A sisêyan, bi kesên şikirdar re dostaniyê bike. Eger dostên me kesên wisa bin, emê jî şikirdar bin. Eger ew kesên nerazî bin, emê jî nerazî bin (5. Mûsa 1:26-28; 2. Tîmotêyos 3:1, 2, 5). Eger em bala xwe bidinê ku şikirdariya xwe bînin zimên, emê bi îhtimaleke mezin ji ber tengasiyên xwe yan ji ber tiştên ku em dixwazin, lê li ba me tune ne, ew qas aciz nebin.
7. Aciyê şikirdariya xwe çawa zêde kir, û netîce bû çi?
7 Ka bala xwe bide serpêhatiya xwişka me Aci, ya ku li Endonezyayê dijî. Ew wisa dibêje: “Di dema pandemiya COVID-19 de, min dest pê kir ku halê xwe bi halê xwişk û birayên din muqayese bikim. Di netîceyê de, ez bi halê xwe ne razî bûm” (Galatî 6:4). Gelo çi alî wê kir ku ew nêrîna xwe biguherîne? Aci dibêje: “Min dest pê kir ku bereketên ku min her roj distandin, bihejmêrim û li ser tiştên baş bifikirim, ên ku li ba min hene ji ber ku ez aîdî teşkîlata Xwedê me. Paşê, min ji Yehowa re şikir dikir. Bi saya vê, ez ji dil bi halê xwe razî bûm.” Eger tu ji ber halê xwe aciz bûyî, ma tu nikarî gavên wisa bavêjî ku tu bibî yekî şikirdar?
TERAZDAR Û DILNIZM BE
8. Barûk ketibû kîjan dafikê?
8 Barûk, ê ku sekreterê Yêremya bû, heta demekê ketibû dafikekê. Wezîfeya wî zor bû. Lazim bû ku ew destekê bide Yêremya, yê ku xebereke giran digihand miletekî neşikirdar. Rojekê, Barûk terazdariya xwe winda kir. Li şûna ku ew bala xwe bide daxwaza Yehowa, xuya ye ku wî bi zêdeyî bala xwe dida xwe û hedefên xwe. Bi destê Yêremya, Yehowa ji Barûk re wisa got: “Qey tu li pey tiştên mezin î? Nede pey van tiştan!” (Yêremya 45:3-5). Yehowa qey wisa digot: “Bi halê xweyî niha razî be.” Barûk ev şîret qebûl kir, loma wî rizaya Yehowa winda nekir.
9. Li gor 1. Korîntî 4:6, 7, gerek em bi dilnizmî çi qebûl bikin? (Li resiman jî binêre.)
9 Carinan, dibe ku kesek bifikire ku heqê wî heye ku îmtiyazeke xisûsî bistîne. Belkî ew pir jîr û jêhatî yan bitecrûbe ye. Lê dîsa jî, dibe ku îmtiyaza ku wî dixwest bistanda ji kesekî din re bê dayîn. Gelo çi dikare alî wî bike ku ew hêrs nekeve? Mesela, ew dikare li ser gotinên Pawlos ên di 1. Korîntî 4:6, 7 de bifikire (bixwîne). Her îmtiyaza ku em distînin û her qabiliyeta ku li ba me heye ji Yehowa tê. Gava ji me re îmtiyazek tê dayîn, ev yek nayê maneya ku me ew heq kiriye yan em ji kesên din baştir in. Na, Yehowa wan ji ber qenciya xwe ya mezin dide me (Romayî 12:3, 6; Efesî 2:8, 9).
Her îmtiyaza ku em distînin, em bi saya qenciya mezin a Yehowa distînin (Li paragrafa 9an binêre)a
10. Çi dikare alî me bike ku em dilnizm bin?
10 Fikirîna li ser mîsala Îsa Mesîh dikare alî me bike ku em dilnizm bin. Ka bîne ber çavê xwe ku şeva ku Îsa Mesîh lingên şandiyên xwe şûştin, çi çêbû. Yûhenayê şandî wisa nivîsî: “Îsa, yê ku dizanibû [1] ku Bav her tişt daye destê wî û [2] ku ew ji ba Bav hatiye û [3] diçe ba Bav, … dest bi şûştina lingên şagirtên xwe kir” (Yûhena 13:3-5). Îsa Mesîh dikaribû bifikiriya ku gerek şandî lingên wî bişon. Lê gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, ew tu caran nedifikirî ku ew hêjayî jiyaneke zengîntir û rehettir e (Lûqa 9:58). Îsa Mesîh mirovekî dilnizm bû û bi halê xwe razî bû. Wî ji me re mîsaleke bêqisûr hişt (Yûhena 13:15).
11. Dilnizmî çawa alî Dennis dike ku ew bi halê xwe razî be?
11 Birayê me Dennis, ê ku li Holendayê dijî, xîret dike ku dilnizmiya Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigire, lê ev yek carinan ne hêsan e. Ew dibêje: “Car caran, quretî dikeve dilê min yan ez bi halê xwe ne razî me, mesela gava ji kesekî din re îmtiyazek tê dayîn. Di demên wisa de, ez mijara dilnizmiyê lêkolîn dikim. Di programa JW Library® de, min etîket daniye hin ayetên li ser dilnizmiyê, da ku ez bikarim wan zû bibînim û dîsa bixwînim. Wekî din, min hin gotarên li ser dilnizmiyê di telefona xwe de daxistine, û ez gelek caran guh didim wan. Ez hîn bûme ku hemû îşên ku em dikin ne ji bo pesnê me, lê ji bo pesnê Yehowa ne. Her yek ji me di pêkanîna daxwaza Yehowa de roleke biçûk dilîze.” Eger tu rojekê aciz bibî ji ber ku îmtiyazek ji te re nehatiye dayîn, xîret bike ku tu zêdetir dilnizm bî. Ev yek wê dostaniya te ya bi Yehowa re xurttir bike û alî te bike ku tu bi halê xwe razî bî (Aqûb 4:6, 8).
LI SER HÊVIYA XWE KÛR BIFIKIRE
12. Hêviya me çi ye? (Îşaya 65:21-25)
12 Ji bo ku em bi halê xwe zêdetir razî bin, bila em li ser hêviya xwe ya xweş kûr bifikirin. Di kitêba Îşaya de, Yehowa dibêje ku ew rind dizane ku jiyana me çi qas zor e, û ew soz dide ku ewê hemû problemên me ji holê rake (Îşaya 65:21-25 bixwîne). Emê li xaniyên baş û rehet bijîn. Emê karên xweş bikin û xwarinên tehmxweş û bifeyde bixwin. Wê demê, wê êdî ne lazim be ku em bitirsin ku tiştekî xerab bê serê me yan zarokên me (Îşaya 32:17, 18; Hêzekîêl 34:25). Em dikarin ji sedî sed bawer bin ku rojên pir xweş li ber me ne.
13. Dibe ku kengê bi xisûsî lazim be ku em bala xwe bidin hêviya xwe?
13 Îro pir muhîm e ku em bala xwe bidin hêviya xwe. Gelo çima? Çimkî em di “rojên dawîn” de dijîn, û problemên her kesî hene (2. Tîmotêyos 3:1). Ji bo ku em bikarin tehemul bikin, Yehowa her roj rêberî, qewet û destekê dide me (Zebûr 145:14). Wekî din, di rojên zehmet de hêviya me dikare qewetê bide me. Belkî li te zor tê ku tu debara malbata xwe bikî. Gelo ev yek tê maneya ku wê tim lazim be ku tu micadele bikî? Na! Yehowa soz daye ku li Cenetê, ewê her tiştê ku ji te re lazim e bide te (Zebûr 9:18; 72:12-14). Belkî li ba te êşên kronîk, depresyon yan nexweşiyeke din heye. Gelo ev yek barê te ye, yê ku wê tu caran derbas nebe? Na! Li dinyaya nû, nexweşî û mirin wê tune bin (Peyxam 21:3, 4). Ev hêvî îro alî me dike ku em bi halê xwe razî bin û hêrs nekevin. Gava em rastî neheqiyê tên, gava hezkiriyekî me dimire yan gava tiştekî xerab tê serê me, em dîsa jî dikarin bi halê xwe razî bin. Gelo çima? Çimkî tengasiyên me çi qas giran bin jî em dizanin ku ew tenê “ji bo demekê ne”. Di demeke nêzîk de, li dinyaya nû emê ji wan bi temamî bifilitin (2. Korîntî 4:17, 18).
14. Em çawa dikarin hêviya xwe xurttir bikin?
14 Madem ku hêvî pir muhîm e ji bo ku em bi halê xwe razî bin, gelo em çawa dikarin hêviya xwe xurttir bikin? Çawa ku hin kes gerek berçavk bi kar bînin ku tiştên dûr bi zelalî bibînin, belkî lazim e ku em hêviya xwe xurttir bikin ku em Ceneta sozdayî bi zelalî bibînin. Gava em ji ber halê xweyî madî xeman dikişînin, bila em bînin ber çavê xwe ku jiyana bê pere, bê deyn û bê neheqiya ekonomîk wê çawa be. Eger em ji ber îmtiyazên ku me hê nestandine xemgîn in, bila em bînin bîra xwe ku piştî ku em gihîştibin bêqisûriyê û me bi hezaran salan ji Yehowa re xizmet kiribin, xemên wisa wê çi qas bêmane xuya bikin (1. Tîmotêyos 6:19). Di serî de dibe ku li me zor bê ku em li ser pêşerojê kûr bifikirin û ji bo îro xeman nekişînin. Lê bi zeman re, wê li me hêsantir bê ku em bala xwe bidin sozên Yehowa.
15. Tu ji gotinên Christayê çi dersê distînî?
15 Ka binêre ku xwişka me Christa, ya ku jina Dennis e, ji hêviya xwe çi qas qewetê distîne. Ew dibêje: “Ji ber nexweşiya min a giran, ez mecbûr im ku erebeya seqetan bi kar bînim û bi gelemperî di nav nivînan de bimînim. Ez her roj êşê dikişînim. Doktor gotiye ku hêvî tune ye. Lê min ji xwe re got: ‘Ew pêşerojê mîna min nabîne.’ Ez bala xwe didim hêviya xwe, loma hizûr ketiye dilê min. Li vê dinyayê çi qas zehmetiyên min hebin jî, ezê ji jiyana li dinyaya nû pir kêfê bistînim!”
“KÊMAHIYA WÎ ÇÊNABE, YÊ KU DITIRSE JI WΔ
16. Dawid Padîşah çima got ku kêmasiya kesên ku ji Yehowa ditirsin, tune ye?
16 Xizmetkarekî Yehowa her çi qas bi halê xwe razî be jî, ew dikare rastî tengasiyan bê. Mesela, Dawid Padîşah herî kêm sê zarokên xwe winda kirin. Ew bi neheqî hat sûcdarkirin, rastî îxanetê hat û bi salan mecbûr ma ku bireve. Dîsa jî, gava ew rastî tengasiyeke giran hat, wî got: “Kêmahiya wî çênabe, yê ku ditirse ji [Yehowa]” (Zebûr 34:9, 10). Gelo wî çima wisa got? Çimkî em dizanin ku ji ber ku em xizmetkarên Yehowa ne, her çi qas kul û derdên me hebin jî, Yehowa wê me ji tiştên ku ji me re bi rastî lazim in, mehrûm nehêle (Zebûr 145:16). Em dikarin bawer bin ku di hemû tengasiyên me de, Yehowa wê ji me re bibe destek. Loma, em dikarin bi halê xwe razî bin.
17. Tu çima dixwazî sira razîbûnê hîn bibî?
17 Yehowa dixwaze ku tu bi halê xwe razî bî (Zebûr 131:1, 2). Loma, xîret bike ku tu sira razîbûnê hîn bibî. Eger tu şikirdar, terazdar û dilnizm bimînî û bala xwe bidî hêviya xwe, tuyê bikarî wek Pawlos bibêjî: “Ez hîn bûme ku di her hal û rewşê de bi tiştên ku di destê min de hene razî bim” (Filîpî 4:11).
KILAM 118 “Baweriya Me Zêde Bike”
a RESIM: Birayekî ku di avahiyeke teşkîlatê de dixebite, xwişkeke ku zimanê îşaretan hîn bûye û li komcivînekê behsa serpêhatiye xwe dike û birayekî ku gotareke umûmî pêşkêş dike.