MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 28
KILAM 88 Rêyên Xwe Nîşanî Me Bide
Çima Gerek Em ji Kesên Din Şîretê Bixwazin?
“Yê ku şîretê dixwaze, bihîkmet e” (METHELOKÊN SILÊMAN 13:10, NWT).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku em çawa dikarin ji şîretên ku ji me re tên dayîn feydeyê bistînin.
1. Ji bo ku em qerarên baş bidin û planên me serkeftî bin, gerek em çi bikin? (Methelokên Silêman 13:10; 15:22)
EM GIŞT dixwazin qerarên baş bidin, û em dixwazin ku planên me serkeftî bin. Ji bo ku em bigihîjin van hedefan, gerek em çi bikin? Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Kustaxî dibe sebebê şerkirinê, lê yê ku şîretê dixwaze, bihîkmet e” (Methelokên Silêman 13:10, NWT). Ayeteke din jî wisa dibêje: “Gava şêwir nabe, pîlan vala derdikevin, lê zêdebûna şêwirmendan serketinê tîne” (Methelokên Silêman 15:22).
2. Yehowa çi soz daye?
2 Şîretkarê herî baş helbet Yehowa ye. Ew wisa soz dide: “Ezê … şîret li te bikim, çavê min li ser te ye” (Zebûr 32:8). Ji vê ayetê, em fehm dikin ku Yehowa ne tenê şîretan dide me. Ji xeynî ve, ew bi me eleqedar e û alî me dike ku em şîretên wî pêk bînin.
3. Di vê meqaleyê de, emê çi hîn bibin?
3 Di vê meqaleyê de, emê cewabên van çar pirsan ji Kitêba Pîroz bistînin: (1) Ji bo ku ez ji şîretan feydeyê bistînim, gerek ez yekî çawa bim? (2) Kî dikare şîretên baş bide min? (3) Ez çawa dikarim nîşan bidim ku ez hazir im şîretan qebûl bikim? (4) Çima ne baş e ku ez ji kesên din bixwazim ku ew li şûna min qeraran bidin?
GEREK EZ YEKÎ ÇAWA BIM?
4. Ji bo ku em ji şîretan feydeyê bistînin, gerek em mirovên çawa bin?
4 Ji bo ku em ji şîretan feydeyê bistînin, gerek em dilnizm bin û hedê xwe bizanin. Gerek em qebûl bikin ku tecrûbe yan zanîna me belkî têra me nake ku em xwe bi xwe qerarên baş bidin. Eger em dilnizm nebin û hedê xwe nizanibin, Yehowa wê nikaribe alî me bike. Bi ser de, eger ji me re şîret bê dayîn jî, ewê ser me qet tesîr neke (Mîka 6:8; 1. Petrûs 5:5). Lê belê, eger em dilnizm bin û hedê xwe bizanin, emê şîretên ku li ser esasê Kitêba Pîroz ji me re tên dayîn qebûl bikin û ji wan feydeyê bistînin.
5. Dawid mirovekî çawa bû?
5 Ka bala xwe bide serpêhatiya Dawid Padîşah. Ew yekî pir serkeftî bû, lê dîsa jî, ew nebû yekî pozbilind. Gelek sal berî ku ew bû padîşah, ew muzîkvanekî hunermend bû. Heta, ji wî hat xwestin ku ew li ber Saûl Padîşah li çengê bixe (1. Samûyêl 16:18, 19). Piştî ku Yehowa ew wek padîşahê piştî Saûl hilbijart, wî ruhê pîroz da wî (1. Samûyêl 16:11-13). Xelk ji wî re heyran bû ji ber ku wî Golyatê dêw û dijminên din kuştibûn (1. Samûyêl 17:37, 50; 18:7). Eger Dawid qure bûya, dibe ku ew bifikiriya ku ne lazim e ku ew guh bide şîretên kesên din. Lê Dawid ne yekî wisa bû.
6. Em ji ku dizanin ku Dawid hazir bû ku guh bide şîretan? (Li resim jî binêre).
6 Piştî ku Dawid bû padîşah, wî bi kesên ku şîret dida wî re hevaltî dikir (1. Dîrokan 27:32-34). Heta, berî ku ew bû padîşah jî, ew tim hazir bû ku guh bide şîretan. Wî ne tenê guh dida şîretên mêran, lê şîretên jinan jî. Mesela, wî guh da şîreta jinikeke bi navê Abîgaîl. Zilamê wê Nabal yekî bêterbiye, nankor û xwehez bû. Bi saya şîreta wê, Dawid xwe girt û şaşiyeke mezin nekir (1. Samûyêl 25:2, 3, 21-25, 32-34).
Dawid şîreta Abîgaîl ê bi dilnizmî qebûl kir û li gor gotinên wê hereket kir (li paragrafa 6an binêre)
7. Em dikarin ji serpêhatiya Dawid çi dersan bistînin? (Waiz 4:13) (Li resiman jî binêre.)
7 Gelo em dikarin ji serpêhatiya Dawid çi dersan bistînin? Dibe ku hin hunerên me yan jî mesûliyetên me yên muhîm hebin. Dîsa jî, gerek em nefikirin ku em her tiştî dizanin û ne hewce ye ku kesek şîretê bide me. Wek Dawid, gerek em hazir bin ku guh bidin şîretan – ferq nake ku kî şîretê dide me (Waiz 4:13 bixwîne). Eger em wisa bikin, emê xwe ji şaşiyên giran dûr bigirin, ên ku dikarin serê me û serê kesên din bixin belayê.
Eger şîreteke baş ji me re bê dayîn, gerek em wê qebûl bikin – ferq nake ku kê ew daye (Li paragrafa 7an binêre)c
KÎ DIKARE ŞÎRETÊN BAŞ BIDE MIN?
8. Yonatan çima kesekî minasib bû ku şîretê bide Dawid?
8 Em dikarin ji serpêhatiya Dawid derseke din jî bistînin. Wî guh dida kesên ku nêzîkî Yehowa bûn û rind fehm dikir ku ew di çi halî de ye. Mesela, gava wî dixwest bizanibe ka îmkan heye ku ew dîsa bi Saûl Padîşah re li hev were yan na, Dawid ji kurê Saûl Yonatan şîret xwest. Yonatan çima kesekî minasib bû ku şîretê bide Dawid? Çimkî Yonatan hem xizmetkarekî dilsoz ê Yehowa bû hem jî wî rind dizanibû ku Saûl yekî çawa ye (1. Samûyêl 20:9-13). Gelo em çawa dikarin li gor vê dersê hereket bikin?
9. Wê baş be ku em ji kê şîretê bixwazin? (Methelokên Silêman 13:20)
9 Gava em dixwazin ku kesek şîretê bide me, bila em ji kesekî wisa bipirsin, ê ku hem xizmetkarekî dilsoz ê Yehowa ye hem jî di warê ku ji te re alîkarî lazim e de bitecrûbe yea (Methelokên Silêman 13:20 bixwîne). Mesela, ferz bike ku birayekî ciwan li xwişkeke minasib digere ku pê re bizewice. Gelo kî dikare şîretên baş bide wî? Kesekî azib, ê ku li gor esasê Kitêba Pîroz şîretan dide, helbet dikare tiştên bifeyde bibêje. Lê belê, wê belkî hê jî baştir be ku ew ji jin û mêrekî ku êdî çend sal zewicî ne, bextewar in û wî rind nas dikin, şîretê bixwaze, çimkî ewê bi îhtimaleke mezin bikarin ne tenê li ser prensîpên Kitêba Pîroz xeber bidin, lê behsa jiyana xwe jî bikin.
10. Niha emê çi hîn bibin?
10 Me dîtiye ku kîjan du xisûsiyet ji me re lazim in û kî dikare şîretên baş bide me. Niha emê bibînin ku em çawa dikarin nîşan bidin ku em hazir in ku şîretan qebûl bikin. Wekî din, emê bibînin ku çima ne baş e ku em ji kesên din bixwazin ku ew li şûna me qeraran bidin.
EZ ÇAWA DIKARIM NÎŞAN BIDIM KU EZ HAZIR IM ŞÎRETAN QEBÛL BIKIM?
11-12. (a) Dibe ku em carinan çi bikin? (b) Gava Rehoboam Padîşah li ber qerareke muhîm bû, wî çi kir?
11 Carinan wisa xuya dike qey kesek aqil dixwaze, lê bi eslê xwe, wî qerara xwe jixwe daye, û ew tenê dixwaze ku kesên din piştgiriya qerara wî bikin. Kesekî wisa hazir nîne ku şîretan qebûl bike. Wê baş be ku ew bîne bîra xwe ku çi hatibû serê Rehoboam Padîşah.
12 Rehoboam piştî Silêman Padîşah bû hukimdarê miletê Îsraîl. Hal û rewşa milet baş bû, lê xelk difikirî ku Silêman barê wan giran kiribû. Loma, wan ji Rehoboam rica kir ku bila ew barê wan siviktir bike. Rehoboam ji wan re got ku jê re hinek wext lazim e ku ew bifikire û qerarê bide. Di serî de, wî tiştekî baş kir: Wî ji rîspiyên ku li cem Silêman bûn, aqil xwest (1. Qiralan 12:2-7). Lê belê, wî şîreta wan red kir. Gelo çima? Dibe ku Rehoboam jixwe qerar dabû ku çi bike, û wî tenê dixwest ku kesek piştgiriya qerara wî bike. Ji ber vê yekê, gava wî ji hemsaliyên xwe pirsî û wan jî tiştên wisa gotin, ên ku li gor dilê wî bûn, ew dilxweş bû (1. Qiralan 12:8-14). Rehoboam li gor şîreta wan cewab da xelkê. Di netîceyê de, milet bû du parçe, û ji wê demê û pê ve, serê Rehoboam ji probleman dernediket (1. Qiralan 12:16-19).
13. Em çawa dikarin pê derxin ka em bi rastî hazir in şîretê qebûl bikin?
13 Em dikarin ji serpêhatiya Rehoboam Padîşah çi hîn bibin? Wexta ku em ji kesekî şîretê dixwazin, gerek em hazir bin ku vê şîretê qebûl bikin. Gelo em çawa dikarin bizanibin ka em wisa dikin yan na? Mesela, em dikarin ji xwe bipirsin: “Gava ez şîretê dixwazim û şîret ne li gor dilê min be, gelo ez wê red dikim?” Ka em li mîsalekê binêrin.
14. Gava ji me re şîret tê dayîn, gerek em çi ji bîr nekin? Mîsalekê bide. (Li resim jî binêre.)
14 Ferz bike ku ji birayekî re îşekî pir baş hatiye teklîfkirin. Li ser vê mijarê, ew ji rîspiyekî aqil dixwaze. Bira ji rîspî re dibêje ku eger ew vî îşî qebûl bike, wê lazim be ku ew gelek caran ji malbata xwe dûr bimîne. Rîspî tîne bîra wî ku li gor Kitêba Pîroz, wek serê malbatê mesûliyeta wî ya sereke ev e ku ew rêya Xwedê hînî malbata xwe bike (Efesî 6:4; 1. Tîmotêyos 5:8). Lê belê, gotinên rîspî li wî xweş nayên, loma ew diçe û ji birayên din dipirse heta ku ew gotinên ku li gor dilê wî ne, dibihîze. Gelo ev bira bi rastî li şîretê digere, yan wî qerara xwe jixwe daye û tenê dixwaze ku kesek bi fikra wî qayîl be? Ji bîr neke ku dilê me xayîn e (Yêremya 17:9). Carinan, şîreta ku ji me re lazim e şîreteke wisa ye ku li me qet xweş nayê.
Gelo em bi rastî şîretê dixwazin, yan gelo em tenê dixwazin ku kesek bi fikra me qayîl be? (Li paragrafa 14an binêre)
GELO WÊ BAŞ BE KU KESÊN DIN LI ŞÛNA MIN QERARAN BIDIN?
15. Gerek em çi nekin, û çima?
15 Lazim e ku her kes qerarên xwe bide (Galatî 6:4, 5). Wek me dîtiye, wê baş be ku em ji Kitêba Pîroz û ji xwişk û birayên gihîştî aqil bixwazin berî ku em qerarekê bidin. Lê belê, gerek em ji wan nexwazin ku ew li şûna me qeraran bidin. Mesela, hin kes rasterast ji kesekî ku ew qedrê wî digirin dipirsin: “Eger tu li şûna min bûyayî, teyê çi bikira?” Hin kes jî belkî rasterast napirsin, lê bêyî ku xwe bi xwe li ser mijarê kûr bifikirin li gor qerara kesên din hereket dikin.
16. Li Korîntê çi çêbû, û netîce bû çi? (1. Korîntî 8:7; 10:25, 26)
16 Di sedsala yekê de, lazim bû ku xwişk û birayên li civata Korîntê qerarê bidin ka goştê ku belkî ji pûtan re hatibû qurbankirin, bixwin yan na. Pawlosê şandî ji wan re wisa nivîsî: “Em dizanin ku pût ne tiştek e, û tenê yek Xwedê heye” (1. Korîntî 8:4). Loma, hin xwişk û bira difikirîn ku ne problem e ku ew goştê ku ji pûtan re hatibû qurbankirin û paşê li sûkê hat firotin, bixwin. Lê wijdanê hin kesan îzin nedida ku ew vî goştî bixwin (1. Korîntî 8:7; 10:25, 26 bixwîne). Ev yek qerareke şexsî bû. Pawlosê şandî tu caran ji Korîntiyan re negotibû ku gerek ew li şûna kesên din qeraran bidin yan li gor qerarên kesên din hereket bikin. Wî ji wan re got ku her yek ji wan “wê li ber Xwedê ji bo xwe hesab bide” (Romayî 14:10-12).
17. Çima wê ne baş be ku em tim li gor qerarên kesên din hereket bikin? (Li resiman jî binêre.)
17 Îro jî, em dikarin rastî rewşên mîna vê bên. Mesela, ka mijara qismên biçûk ên xwînê bîne ber çavê xwe. Gerek her kes xwe bi xwe qerarê bide ku wan qebûl bike yan na.b Belkî li me zor tê ku em vê mijarê rind fehm bikin, lê dîsa jî, mesûliyeta me ye ku em vê qerarê xwe bi xwe bidin (Romayî 14:4). Eger em tim li gor qerarên kesên din hereket bikin, emê tu caran nebin kesên bihîkmet. Loma, ji bo ku em wijdanê xwe perwerde bikin, gerek em qerarên ku aîdî me ne xwe bi xwe bidin (Îbranî 5:14). Ji bo vê, gerek em pêşîn xwe bi xwe lêkolînê bikin. Eger dîsa jî ji me re alîkarî lazim be ku em girêdana di nav prensîpên Kitêba Pîroz û rewşa me de bibînin, em helbet dikarin ji xwişk yan birayekî gihîştî aqil bixwazin.
Pêşî gerek em xwe bi xwe lêkolînê bikin, paşê em dikarin aqil bixwazin (Li paragrafa 17an binêre)
HER TIM ŞÎRETÊ BIXWAZE
18. Yehowa Xwedê ji bo me çi kir?
18 Yehowa baweriya xwe bi me tîne û îznê dide ku em xwe bi xwe qeraran bidin. Wek Bavê meyî dilovan, ew bi destê Kitêba Pîroz alî me dike ku em bikarin qerarên baş bidin. Wekî din, wî dost û hevalên bihîkmet dane me, yên ku dikarin alî me bikin ku em prensîpên Kitêba Pîroz rast fehm bikin û li gor wan hereket bikin (Methelokên Silêman 3:21-23). Em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji bo alîkariya wî şikirdar in?
19. Em çawa dikarin dilê Yehowa xweş bikin?
19 Gava dê û bav dibînin ku zarokên wan mezin dibin û dibin xizmetkarên bihîkmet ên Yehowa, yên ku hazir in ku alî kesên din bikin, ew dilxweş dibin. Mîna vê, gava Yehowa dibîne ku em di rêya rastiyê de hêdî hêdî mezin dibin û hazir in şîretan qebûl bikin û dilê wî bi qerarên xwe yên baş xweş bikin, ew jî şa dibe.
KILAM 127 Gerek Ez Bibim Yekî Çawa?
a Ji bo mijarên wek pere yan sihetê, em helbet dikarin ji kesên ku ne xizmetkarên Yehowa ne jî bipirsin.
b Ji bo zêdetir melûmatê, li kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 39, fikir 5 û qismê “Zêdetir Hîn Bibe” binêre.
c RESIM: Rîspiyek ji rîspiyekî din re li ser vê ku wî li koma rîspiyan çawa xeber dabû, şîretê dide.