MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 18
KILAM 1 Wesfên Yehowa
Baweriya Xwe bi Rehma Hakimê Hemû Dinyayê Bîne!
“Ma dadgerê [hakimê] hemû dinyayê ya rast neke?” (1. MÛSA 18:25, Mizgînî).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Ev yek ku kesên nerast wê ji mirinê rabin yan na çawa bi rehm û edaleta Yehowa ve girêdayî ye? Di vê meqaleyê de, emê cewaba vê pirsê bibînin.
1. Yehowa kîjan ders da Birahîm?
ROJEKE ji rojan, Yehowa bi destê melekekî ji Birahîm re got ku ewê bajarên Sodom û Gomorayê helak bike. Rast e, baweriya Birahîm pir xurt bû, lê dîsa, wî ji Yehowa wisa pirs kir: “Ma tê yên rast, bi xeraban re tune bikî? … Ma dadgerê [hakimê] hemû dinyayê ya rast neke?” Yehowa bi sebir alî dostê xwe Birahîm kir ku ew ji xwe re derseke muhîm bistîne: Xwedê tu caran kesên rast helak nake. Ev ders ji bo me jî bifeyde ye û teseliyê dide me (1. Mûsa 18:23-33, Mizgînî).
2. Em çima dikarin emîn bin ku hukmên Yehowa tim rast û birehm in?
2 Em dikarin emîn bin ku hukmên Yehowa tim rast û birehm in, ji ber ku ew li dilê mirovan dinêre (1. Samûyêl 16:7). Belê, Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa ‘dilê hemû mirovan dizane’ (1. Qiralan 8:39, Mizgînî; 1. Dîrokan 28:9). Hîkmeta Yehowa pir mezin e, û em nikarin hemû qerarên wî fehm bikin. Pawlosê şandî li ser Yehowa Xwedê wisa got: “Ma kî dikare dîwankirina wî fêm bike!” (Romayî 11:33).
3-4. Dibe ku em carinan çi meraq bikin, û di vê meqaleyê de emê çi bibînin? (Yûhena 5:28, 29)
3 Dîsa jî, çawa ku pirsên Birahîm hebûn, dibe ku pirsên me jî hebin. Mesela, dibe ku em cewabên van pirsan meraq dikin: “Gelo kesên ku ji aliyê Yehowa ve hatin helakkirin – mesela miroven ji Sodom û Gomorayê – dikarin dîsa bên jiyanê? Gava ‘kesên nerast wê ji mirinê rabin’, gelo hin kes ji wan jî wê bên rakirin?” (Karên Şandiyan 24:15, NWT).
4 Ka em bînin bîra xwe ku em di heqê rabûna ji mirinê de çi dizanin. Çendek berê, fehmkirina me ya li ser rabûna ji bo jiyanê û rabûna ji bo hukim hat serrastkirina (Yûhena 5:28, 29 ji wergera NWT bixwîne). Ji ber vê fehmkirina me ya nû, hin guhertinên din jî lazim bûne. Di vê meqale û meqaleya din de, emê van guhertinan bibînin. Pêşî, emê bibînin ku em li ser hukmên rast ên Yehowa çi nizanin. Paşê, emê bibînin ku em çi dizanin.
TIŞTÊN KU EM NIZANIN
5. Berê, di weşanên me de li ser kesên ku li Sodom û Gomorayê hatibûn helakkirin çi dihat gotin?
5 Gelo halê kesên ku Yehowa wek kesên nerast dibîne, wê çi be? Berê, weşanên me digot ku ji bo mirovên wek yên li Sodom û Gomorayê hêviya rabûna ji mirinê tune ye. Lê piştî ku me li ser vê mijarê zêdetir dua û lêkolîn kir, me fehm kir ku em nikarin ji vê yekê tam emîn bin. Gelo çima?
6. Kîjan mîsalên di heqê hukmên Yehowa yên li ser kesên nerast de hene, û em çi nizanin?
6 Ka bala xwe bide çend mîsalên din. Çend serpêhatiyên Kitêba Pîroz hukmên Yehowa yên li dijî kesên nerast nîşan didin. Mesela, Yehowa li Tofanê ji xeynî Nûh û malbata wî tu kes sax nehişt. Wekî din, wî emir da Îsraîliyan ku ew heft miletên ku li Welatê Sozdayî dijiyan, helak bikin. Careke din, wî bi destê melekekî di şevekê de 185.000 eskerên Asûrê kuştin (1. Mûsa 7:23; 5. Mûsa 7:1-3; Îşaya 37:36, 37). Ma Kitêba Pîroz ji me re bi zelalî nîşan dide ku Yehowa hukmê helakbûna herheyî daye wan, û ji ber vê yekê, hêviya wan tune ye ku ji mirinê bên rakirin? Na. Em çima dikarin vê yekê bibêjin?
7. Em li ser kesên ku di Tofanê de helak bûn û li ser Kenaniyên ku hatin kuştin çi nizanin? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)
7 Em nizanin ka hukmê Yehowa yê li ser her yek ji wan çi bû. Wekî din, em nizanin ka fersenda her kesê ku hatibû kuştin hebû ku Yehowa nas bike û tobe bike. Di heqê dema berî Tofanê de, Kitêba Pîroz dibêje ku Nûh pêxember “peyvbêjê rastdariyê bû” (2. Petrûs 2:5). Wexta ku Nûh gemiya xwe çêdikir, gelo wî fermana Xwedê gihand her kesî? Kitêba Pîroz vêya nabêje. Mîna vê, li ser miletên Kenanê, em nizanin ka fersenda her mirovê xerab hebû ya na ku Yehowa nas bike û ji rêya xwe ya xerab vegere.
Nûh û malbata wî gemiyê çêdikin. Em nizanin ka Nûh fermana Xwedê ji hemû însanên li seranserê dinyayê re da bihîstin (Li paragrafa 7an binêre)
8. Em di heqê xelkê Sodom û Gomorayê de çi nizanin?
8 Gelo halê xelkê Sodom û Gomorayê wê çi be? Lût, ê ku mirovekî rast bû, di nav wan de dijiya. Gelo Lût xebera Xwedê gihand her kesê ku li wê derê dijiya? Em vêya nizanin. Xelkê wan bajaran helbet mirovên xerab bûn, lê gelo hemûyan dizanibû ku çi rast e û çi na? Bîne bîra xwe ku zilamên bajêr dixwest xerabiyê li mêvanên Lût bikin. Kitêba Pîroz dibêje ku “çi ciwan çi jî kal hemû bi hev re dora malê girtin” (1. Mûsa 19:4, Mizgînî; 2. Petrûs 2:7). Ma em bi rastî dizanin ku Xwedayê dilovan Yehowa wê ji xelkê Sodom û Gomorayê tu kesî ji mirinê raneke? Na. Yehowa ji Birahîm re gotibû ku li Sodomê, 10 kesên rast jî tune ne (1. Mûsa 18:32). Ew kesên nerast bûn, loma heqê Yehowa hebû ku wan helak bike. Lê belê, gava “kesên nerast wê ji mirinê rabin”, ma ji xelkê Sodom û Gomorayê tu kes wê ji mirinê neyê rakirin? Em vêya nizanin.
9. Em di heqê Silêman Padîşah de çi nizanin?
9 Ji aliyê din ve, Kitêba Pîroz behsa hin kesên rast dike, yên ku paşê bûn kesên nerast. Mesela, Silêman Padîşah di rêya Yehowa de hatibû perwerdekirin û ji aliyê Yehowa ve gelek bereket standibûn. Dîsa jî, wî paşê dest bi pûtperestiyê kir. Yehowa ji ber gunehên wî pir hêrs ket, û tesîra gunehên wî bi sedsalan dewam kir. Kitêba Pîroz dibêje ku paşê, Silêman Padîşah “mir û gihîşt bav û kalên xwe”. Di nav van ‘bav û kalan’ de, kesên dilsoz wek Dawid Padîşah hebûn (1. Qiralan 11:5-9, 43, Mizgînî; 2. Qiralan 23:13). Ma ev yek ku Silêman wisa hat defnkirin tê maneya ku ewê ji mirinê bê rakirin? Kitêba Pîroz vêya nabêje. Lê belê, ma Kitêba Pîroz nabêje ku “mirovê ku miriye ji guneh azad bûye”? (Romayî 6:7). Belê, lê ev yek nayê maneya ku hemû kesên mirî wê ji mirinê bên rakirin, qey wan heqê jiyaneke nû qezenc kiriye. Rabûna ji mirinê hediyeyeke ji Xwedayê dilovan e. Ew vê hediyeyê dide kesên ku ew dixwaze fersendê bide wan ku ew heta bi hetayê ji wî re xizmet bikin (Eyûb 14:13, 14; Yûhena 6:44). Gelo Silêman Padîşah wê vê hediyeyê bistîne? Yehowa cewaba vê pirsê dizane, lê em nizanin. Lê belê, em dizanin ku Yehowa wê ya rast bike.
TIŞTÊN KU EM DIZANIN
10. Yehowa li helakkirina mirovan çawa dinêre? (Hêzekîêl 33:11) (Li resim jî binêre.)
10 Hêzekîêl 33:11 bixwîne. Di Kitêba Pîroz de, Yehowa ji me re dibêje ku ew li helakkirina însanan çawa dinêre. Wek Hêzekîêl pêxember, Petrûsê şandî jî nivîsiye ku Yehowa “naxwaze ku kesek helak bibe” (2. Petrûs 3:9). Bi saya van gotinên îlhamkirî, em dizanin ku Yehowa cezayê helaka herheyî zû nade mirovan. Ew pir dilovan û birehm e, û eger mumkin be, ew rehmê li mirovan dike.
Gava kesên nerast wê ji mirinê bên rakirin, fersenda gelek kesan wê hebe ku di heqê Yehowa de hîn bibin (Li paragrafa 10an binêre)
11. Kî wê ji mirinê neyê rakirin, û em vêya ji ku dizanin?
11 Em di heqê kesên ku wê ji mirinê neyên rakirin de çi dizanin? Kitêba Pîroz tenê behsa çend kesan dike, yên ku wê ji mirinê neyên rakirin. Mesela, Îsa Mesîh gotibû ku Cihûdayê Îsxeryot wê ji mirinê neyê rakirin (Marqos 14:21; li Yûhena 17:12b jî binêre). Cihûda bi qesdî li hemberî Yehowa Xwedê û Kurê wî hereket dikir (li Marqos 3:29c jî binêre). Wekî din, Îsa Mesîh gotibû ku hin alimên dînî, yên ku muxalefet li wî dikir, wê ji mirinê neyên rakirin (Meta 23:33). Pawlosê şandî jî gotibû ku kesên ku li hemberî rastiyê serî hildidin wê ji mirinê neyên rakirin (Îbranî 6:4-8; 10:29).
12. Em di heqê rehma Yehowa de çi dizanin? Mîsalan bide.
12 Ji aliyê din ve, em di heqê rehma Yehowa de çi dizanin? Gelo wî çawa nîşan daye ku ew “naxwaze ku kesek helak bibe”? Bîne ber çavê xwe ku Yehowa rehm li kesên ku gunehên giran kiribûn, kir. Mesela, Dawid Padîşah hem zîna kiribû hem jî kesekî bêsûc dabû kuştin. Lê paşê, Dawid tobe kir, û Yehowa ew bi dilovanî efû kir (2. Samûyêl 12:1-13). Manaşe Padîşah di emrê xwe de bi gelemperî xerabî dikir. Dîsa jî, gava wî tobe kir, Yehowa tobeya wî bi rehm qebûl kir û ew efû kir (2. Dîrokan 33:9-16). Ji van mîsalan, em fehm dikin ku gava Yehowa sebebekî baş dibîne ku rehmê li mirovan bike, ew vêya dike. Kesên wisa wê ji mirinê bên rakirin, çimkî wan qebûl kir ku gunehên wan çi qas giran in û wan tobe kir.
13. (a) Yehowa çima rehm li xelkê Nînewayê kir? (b) Îsa Mesîh di heqê xelkê Nînewayê de çi got?
13 Wekî din, em dizanin ku Yehowa rehm li xelkê Nînewayê kir. Xwedê ji Ûnis re wisa gotibû: “Xerabiya wan, derket heta pêşiya min!” Lê gava wan ji gunehên xwe tobe kir, Yehowa ew bi dilovanî efû kirin. Rehma wî ji rehma Ûnis mezintir bû. Gava Xwedê rehm li xelkê Nînewayê kir, Ûnis hêrs ket. Loma, Xwedê anî bîra Ûnis ku bajariyên Nînewayê “çep û rastên xwe nizanin” (Ûnis 1:1, 2; 3:10; 4:9-11). Bi sedsalan bi şûn de, Îsa Mesîh bi destê vê mîsalê bala mirovan kişand ser edalet û rehma Yehowa. Wî got ku mirovên tobedar ên bajarê Nînewayê wê ‘di Roja Hukim de rabin’ (Meta 12:41, NWT).
14. Xelkê Nînewayê wê çawa bê hukimkirin?
14 Xelkê Nînewayê wê di kîjan “Roja Hukim” de “rabe”? Îsa Mesîh gotibû ku di pêşerojê de, hin kes wê bên rakirin, da ku bên hukimkirin (Yûhena 5:29). Di vê ayetê de, wî behsa Hukimdariya xwe ya Hezarsalî dikir. Wê demê, hem yên rast hem jî yên nerast wê ji mirinê bên rakirin (Karên Şandiyan 24:15). Kesên nerast wê bên rakirin ku bên hukimkirin, yanî Yehowa û Îsa Mesîh wê binêrin ka ew guh didin tiştên ku ew nû hîn dibin. Eger mirovekî ji Nînewayê ji mirinê rabe, lê paşê nexwaze ji Yehowa re îbadetê bike, Yehowa wê îznê nede ku ew bijî (Îşaya 65:20). Lê kesên ku qerarê didin ku bi dilsozî ji Yehowa re îbadetê bikin wê bikarin heta bi hetayê bijîn (Danîêl 12:2).
15. (a) Çima gerek em nebêjin ku ji mirovên ku li Sodom û Gomorayê hatibûn helakkirin, tu kes wê ji mirinê neyê rakirin? (b) Gotinên Cihûda 7 çawa dikarin bên fehmkirin? (Li çarçoveya “Maneya Gotinên Cihûda Çi ye?” binêre.)
15 Gava Îsa Mesîh behsa xelkê Sodom û Gomorayê dikir, wî got ku “di Roja Hukim de”, halê wan wê ji halê kesên ku ew û gotinên wî red dikirin, hêsantir be (Meta 10:14, 15; 11:23, 24; Lûqa 10:12). Gelo Îsa Mesîh li vir tenê bi mibalexe (yanî bi mezinkirina gotinan) xeber dida, da ku nîşan bide ku kesên ku guh nadin wî ji xelkê Sodom û Gomorayê hê jî xerabtir in? Bi îhtimaleke mezin, na. Îsa Mesîh gotibû ku bajariyên Nînewayê wê bi rastî jî ji mirinê bên rakirin, û wisa tê fehmkirin ku li vir jî, Îsa Mesîh rasterast behsa rabûna xelkê Sodom û Gomorayê dikir. Xuya ye ku her du caran, Îsa Mesîh behsa eynî “Roja Hukim” dikir. Wek xelkê Nînewayê, xelkê Sodom û Gomorayê jî xerabî kiribû. Lê belê, fersenda bajariyên Nînewayê hebû ku tobe bikin, lê di destê xelkê Sodom û Gomorayê de fersendeke wisa tune bû. Wekî din, bîne bîra xwe ku Îsa Mesîh di heqê rabûna ji bo hukim de çi gotibû. Kesên ku xerabî kiribû jî wê ji mirinê bên rakirin (Yûhena 5:29). Loma, wisa tê fehmkirin ku herî kêm hin kesên ji Sodom û Gomorayê wê ji mirinê bên rakirin, û belkî fersenda me wê hebe ku alî wan bikin ku ew Yehowa û Îsa Mesîh nas bikin.
16. Yehowa çawa qerarê dide ku kesekî ji mirinê rake yan na? (Yêremya 17:10)
16 Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Ez, Yehowa, ez li dil dinêrim, niyetan lêkolîn dikim, da ku ji her kesî re li gor rêya wî, li gor karên wî bidim” (Yêremya 17:10, NWT). Belê, Yehowa dizane ku di dilê mirovan de çi heye, û ewê li gor karên mirovan qerarê bide ku wan ji mirinê rake yan na. Eger mumkin be, Yehowa wê rehmê li mirovan bike. Loma, eger Kitêba Pîroz li ser kesekî rasterast nabêje ku ewê ji mirinê neyê rakirin, gerek em xwe bi xwe negihîjin netîceyeke wisa.
HAKIMÊ HEMÛ DINYAYÊ WÊ YA RAST BIKE
17. Halê miriyan wê çi be?
17 Ji wexta ku Adem û Hewa ketin ber bayê Îblîs û li hemberî Yehowa Xwedê serî hilda û pê ve, bi milyaran însan mirine. Mirin bi rastî jî dijminê me ye (1. Korîntî 15:26). Gelo halê van miriyan wê çi be? 144.000 şagirtên Îsa Mesîh wê piştî rabûna ji mirinê wek kesên nemir li ezmanan bijîn (Peyxam 14:1). Piraniya xizmetkarên Yehowa wê di rabûna kesên rast de ji mirinê bên rakirin, û eger ew di Hukimdariya Hezarsalî ya Îsa Mesîh de û di dema îmtihana dawîn de dilsoz bimînin, ewê heta bi hetayê li rûyê erdê bijîn (Danîêl 12:13; Îbranî 12:1). Di Hukimdariya Hezarsalî de, fersenda kesên nerast wê hebe ku xwe biguherînin û bibin xizmetkarên Yehowa yên dilsoz. Di nav wan de kesên ku xerabî kiribû û kesên ku tu caran ji Yehowa re xizmet nekiribû jî wê hebin (Lûqa 23:42, 43). Lê belê, hin kes ew qas xerab bûn û bi israr li hemberî Yehowa û armancên wî serî hildabû ku Yehowa wê wan ji mirinê raneke (Lûqa 12:4, 5).
18-19. (a) Em dikarin ji çi emîn bin? (Îşaya 55:8, 9) (b) Di meqaleya din de, emê çi hîn bibin?
18 Em dikarin emîn bin ku hemû hukmên Yehowa adil û bêqisûr in. Wek Birahîm fehm kir, Yehowa hakimê hemû dinyayê ye, û hîkmet û rehma wî mezin in. Yehowa mesûliyeta hukimkirinê daye destê Kurê xwe (Yûhena 5:22). Hem Bav hem Kur dizanin ku di dilê mirovan de çi heye (Meta 9:4). Loma, ewê her tim ya rast bikin!
19 Bila em baweriya xwe bi Yehowa û bi qerarên wî bînin. Hukimkirin îşê Yehowa ye, ne îşê me ye (Îşaya 55:8, 9 bixwîne). Loma, bila em vî îşî bi dilekî rihet ji Yehowa û Kurê wî re bihêlin. Em dizanin ku Îsa Mesîh bi awayekî bêqisûr li gor edalet û rehma Bavê xwe hereket dike (Îşaya 11:3, 4). Lê gelo em li ser hukmên Xwedê, yên ku ewê li dema tengasiya mezin bide, çi nizanin û çi dizanin? Di meqaleya din de, emê li cewabên van pirsan binêrin.
KILAM 57 Mizgînê Bê Pêşhukim Belav Bike
a Li Birca Çavdêriyê, Îlon 2022, rûp. 14-19 binêre.
b Gotina “kurê helakê” tê maneya ku gava Cihûda mir, wî cezayê helaka herheyî stand, û ewê tu caran ji mirinê neyê rakirin.
c Ji ber ku ruhê pîroz rasterast ji Xwedê tê, dijminahiya li dijî ruhê pîroz tê maneya kufirkirina li Xwedê. Wek ji Meta 12:24, 28 û Marqos 3:22 tê fehmkirin, alimên dînî yên Cihû bi çavê xwe didît ku Îsa Mesîh çawa bi destê ruhê Xwedê mucîze çêdikirin. Dîsa jî, wan digot ku qudreta wî ji Îblîs tê. Wisa tê fehmkirin ku gotina “gunehê herheyî” tê maneya gunehê qesdî, yê ku nikare li ser esasê qurbanekê bê efûkirin.