MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 18
KILAM 65 Tu Caran Nesekine!
Xortno – di Şopa Marqos û Tîmotêyos de Bimeşin
“Marqos hilde û bi xwe re bîne, çimkî ew ji bo xizmetê bi kêrî min tê” (2. TÎMOTÊYOS 4:11, Mizgînî).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku mîsala Marqos û Tîmotêyos çawa dikare alî birayên ciwan bike ku ew bi pêş bikevin û hem ji Yehowa re hem ji xwişk û birayan re zêdetir xizmet bikin.
1-2. Çi dikaribû bibûya sebeb ku Marqos û Tîmotêyos xizmeta xwe berfirehtir nekin?
BIRAYÊN ciwan, ma hûn naxwazin di xizmeta Yehowa de bi pêş bikevin û zêdetir alî xwişk û birayan bikin? Em bawer in ku hûn dixwazin vêya bikin. Çi xweş e ku ew qas xort hazir in ku ji kesên din re xizmet bikin! (Zebûr 110:3). Lê belê, gelo tu carinan difikirî ku ji destê te nayê ku vêya bikî? Mesela, gelo tu carinan ditirsî ku xizmeta xwe berfirehtir bikî ji ber ku tu nizanî ku jiyana te wê çawa be? Gelo tu xwe carinan hazir hîs nakî ku wezîfeyekê qebûl bikî? Eger wisa be, bawer be ku kesên din jî rastî astengên wisa hatine.
2 Mesela, di sedsala yekê de, Marqos û Tîmotêyos rastî astengên wisa dihatin. Lê belê, wan her çi qas nizanibû ku jiyana wan wê çawa be û tecrûbeya wan her çi qas kêm bû jî, ew hazir bûn ku xizmeta xwe berfirehtir bikin. Gava Pawlosê şandî û Barnabas gazî Marqos kir ku bi wan re here sefera wan a pêşîn, dibe ku Marqos bi diya xwe re di maleke rehet de dijiya (Karên Şandiyan 12:12, 13, 25). Ji bo ku xizmeta xwe berfirehtir bike, Marqos hazir bû ku ji malê here. Ewilî, ew derbasî Entakyayê bû. Paşê, ew tevî Pawlos û Barnabas çû cihên din jî (Karên Şandiyan 13:1-5). Gava Pawlos gazî Tîmotêyos kir ku bi wî re here û mizgîniyê belav bike, Tîmotêyos jî bi îhtimaleke mezin li cem dê û bavê xwe dijiya. Tîmotêyos hê ciwan û bêtecrûbe bû, loma wî dikaribû bifikiriya ku ew ne hazir e ku bi Pawlos re here (li 1. Korîntî 16:10, 11 û 1. Tîmotêyos 4:12 jî binêre). Lê belê, ew bi Pawlos re çû, û ji ber vê yekê, wî gelek bereket standin (Karên Şandiyan 16:3-5).
3. (a) Pawlosê şandî çi qas qîmet dida Marqos û Tîmotêyos? (2. Tîmotêyos 4:6, 9, 11) (Li resiman jî binêre.) (b) Di vê meqaleyê de, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?
3 Marqos û Tîmotêyos di ciwaniya xwe de tecrûbe qezenc kir, û ew hîn bûn ku mesûliyetên giran bînin cih. Pawlos pir qîmet dida van xortan. Gava wî fehm kir ku mirina wî êdî nêzîk e, wî gazî wan kir ku ew li cem wî bin (2. Tîmotêyos 4:6, 9, 11 bixwîne). Pawlos ji Marqos û Tîmotêyos çima ew qas hez dikir? Birayên ciwan çawa dikarin wan ji xwe re emsal bigirin? Wekî din, birayên ciwan çawa dikarin ji şîretên Pawlosê şandî feydeyê bibînin?
Pawlos qîmet dida Marqos û Tîmotêyos ji ber ku wan ji ciwaniya xwe ve hazir bûn ku mesûliyetan bistînin (Li paragrafa 3yan binêre)b
WEK MARQOS HAZIR BE KU XIZMET BIKÎ
4-5. Marqos çawa nîşan da ku ew hazir e ku xizmet bike?
4 Li gor çavkaniyekê, ev yek ku mirov ji kesên din re xizmet dike tê maneya ku ew bi dil û can alî wan dike. Di vî warî de, Marqos mîsaleke pir baş bû. Gava Pawlos nexwest wî bibe sefera diduyan, dibe ku ew xemgîn bû (Karên Şandiyan 15:37, 38). Dîsa jî, Marqos dev ji xizmeta ji xwişk û birayan re berneda.
5 Marqos bi merivê xwe Barnabas re çû ku li cihekî din xizmet bike. Teqrîben 11 sal bi şûn de, gava Pawlos cara pêşîn li Romayê ket hebsê, Marqos û çend kesên din destek da wî (Filîmon 23, 24). Pawlos ji destek û teseliya Marqos pir razî bû (Kolosî 4:10, 11).
6. Marqos ji hevaltiya bi xwişk û birayên gihîştî re çawa feyde didît? (Li jêrenotê binêre.)
6 Marqos ji hevaltiya bi xwişk û birayên gihîştî re feyde didît. Piştî ku ew ji bo demekê li Romayê li cem Pawlos mabû, ew çû Babîlê, ba Petrûsê şandî. Marqos û Petrûs ew qas nêzîkî hev bûn ku Petrûs jê re got “kurê min Marqos” (1. Petrûs 5:13). Bi îhtimaleke mezin, Petrûs ji hevalê xweyî ciwan re behsa jiyan û xizmeta Îsa Mesîh kir, û Marqos ev melûmat paşê di Încîla xwe de nivîsî.a
7. Birayekî ciwan ê bi navê Sêung-Wû çawa wek Marqos kir? (Li resim jî binêre.)
7 Belê, Marqos bi xizmeta xwe mijûl dibû û xwe li birayên gihîştî digirt. Gelo tu çawa dikarî Marqos ji xwe re emsal bigirî? Belkî te dixwest bibûyayî rîspî yan alîkarê civatê, lê heta niha, ev îmtiyaz neketiye destê te. Eger wisa be, sebir bike û li fersendên din bigere ku tu ji Yehowa re û ji civatê re xizmet bikî. Ka serpêhatiya birayê me Sêung-Wû, yê ku niha rîspî ye, bîne ber çavê xwe. Gava ew ciwan bû, wî xwe bi birayên din re muqayese dikir. Hin ji wan berî wî bûn xwediyê hin îmtiyazan. Sêung-Wû ji ber vê yekê aciz bû û dilê xwe ji birayên gihîştî re vekir. Rîspiyekî jê re got ku eger hin karên ku ew dike neyên dîtin jî, bila ew çi ji destê wî tê bike ku alî kesên din bike. Sêung-Wû guh da vê şîretê û dest pê kir ku xwişk û birayên emirmezin û kesên din bibe civînan. Birayê me wisa dibêje: “Min fehm kir ku mirov çawa dikare xêrê li kesên din bike. Gava min alî kesên din dikir, ez pir dilxweş dibûm.”
Ji bo birayên ciwan çima bifeyde ye ku ew bi birayên gihîştî re wextê derbas bikin? (Li paragrafa 7an binêre)
WEK TÎMOTÊYOS BI DILOVANÎ BI KESÊN DIN ELEQEDAR BE
8. Pawlosê şandî çima Tîmotêyos hilbijart ku bi wî re rêwîtiyê bike? (Filîpî 2:19-22)
8 Gava Pawlos vedigeriya bajarên ku ew rastî muxalefetê hatibû, jê re hevalên mêrxas lazim bûn ku bi wî re herin. Pêşî, wî birayekî bitecrûbe yê bi navê Sîlas hilbijart ku bi wî re here (Karên Şandiyan 15:22, 40). Gelo Pawlosê şandî çima paşê Tîmotêyos jî hilbijart ku bi wî re rêwîtiyê bike? Yek ji sebeban ev bû ku Tîmotêyos xwediyê navekî baş bû (Karên Şandiyan 16:1, 2). Wekî din, ew ji dil bi mirovan eleqedar dibû (Filîpî 2:19-22 bixwîne).
9. Tîmotêyos çawa bi xwişk û birayan ji dil eleqedar dibû?
9 Ji wexta ku Tîmotêyos bi Pawlos re bi rê ket û pê ve, ew herî zêde ne bi xwe, lê bi kesên din eleqedar dibû. Ji ber vê yekê, Pawlos ew li Beroyayê hişt ji bo ku ew cesaretê bide kesên ku nû hatibûn ser rêya rastiyê (Karên Şandiyan 17:13, 14). Wê demê, Tîmotêyos bê guman ji mîsala Sîlas feyde didît, ê ku bi wî re li Beroyayê ma. Lê paşê, Pawlos Tîmotêyos bi tena serê xwe şand Selanîkê ku dilê xwişk û birayên li wê derê xurt bike (1. Selanîkî 3:2). Piştî vê, Tîmotêyos teqrîben 15 sal bi xwişk û birayên ku tengasî dikişand, eleqedar dibû, û ew hîn bû ku “bi yên ku digirîn re bigirî” (Romayî 12:15; 2. Tîmotêyos 1:4). Gelo birayên ciwan çawa dikarin Tîmotêyos ji xwe re emsal bigirin?
10. Birayekî bi navê Wû Cêy çawa hîn bû ku bi kesên din zêdetir eleqedar bibe?
10 Birayekî bi navê Wû Cêy hîn bû ku zêdetir bi kesên din eleqedar bibe. Gava ew ciwan bû, li wî zor dihat ku bi xwişk û birayên emirmezin re sohbetê bike. Loma, wî li Salona Îbadetê tenê silav dida wan û diçû. Rîspiyekî ji Wû Cêy re pêşniyaz kir ku bila ew ji xwişk û birayan re bibêje ku ew çima qîmetê dide wan û bi vî awayî dest bi sohbetan bike. Wekî din, rîspî jê re got ku bila ew bîne ber çavê xwe ku kîjan mijar dikare bala kesê din bikişîne. Wû Cêy guh da vê şîretê. Wû Cêy, yê ku niha rîspî ye, wisa dibêje: “Niha li min hêsantir tê ku ez hem bi kesên ciwan re hem jî bi kesên extiyar re sohbetên kûr bikim. Ez şa me ku ez ji halê xwişk û birayan baştir fehm dikim, çimkî bi saya vê, ez dikarim alî wan bikim.”
11. Birayên ciwan çawa dikarin bi xwişk û birayan eleqedar bibin? (Li resim jî binêre.)
11 Birayên ciwan, hûn jî dikarin hîn bibin ku bi kesên din eleqedar bibin. Gava hûn diçin civînan, hem bi kesên ciwan hem jî bi kesên emirmezin re sohbetê bikin. Bipirsin ku ew çawa ne, û guh bidin wan. Bi zeman re, hûnê pê derxin ku hûn çawa dikarin alî wan bikin. Mesela, hûnê belkî bibînin ku ji xwişk û birayekî extiyar re alîkarî lazim e ku programa JW Library® bi kar bînin. Yan jî, dibe ku hûn bibînin ku wan bi tu kesî re ji bo xizmetê plan çênekiriye. Gelo hûn dikarin alî wan bikin ku ew cîhazên xwe yên elektronîk bi kar bînin yan ji wan re teklîf bikin ku bi wan re derkevin xizmetê? Wexta ku hûn alî kesên din dikin, hûn ji civatê re dibin mîsaleke baş.
Birayên ciwan dikarin bi gelek awayan alî civatê bikin (Li paragrafa 11an binêre)
JI ŞÎRETÊN PAWLOSÊ ŞANDÎ FEYDEYÊ BIBÎNE
12. Birayên ciwan çawa dikarin ji şîretên ku Pawlos dabûn Tîmotêyos, feydeyê bibînin?
12 Ji bo ku Tîmotêyos di jiyan û xizmeta xwe de serkeftî bibe, Pawlos hin şîretên bifeyde dan wî (1. Tîmotêyos 1:18; 2. Tîmotêyos 4:5). Birayên ciwan, hûn jî dikarin ji şîretên Pawlosê şandî feydeyê bibînin. Gelo çawa? Ka du nameyên Pawlos ên ji Tîmotêyos re wisa bixwînin qey ew ji we re hatine nivîsîn û pê derxin ku hûn dikarin kîjan şîretan di jiyana xwe de bi kar bînin. Niha emê çend mîsalan di ber çavan re derbas bikin.
13. Ji bo ku em nêzîktirî Yehowa bibin, gerek em çi bikin?
13 Xwe di rêya Xwedê de perwerde bike (1. Tîmotêyos 4:7b). Dilsoziya ji Yehowa re xwe bi xwe nayê meydanê. Ji ber vê yekê, lazim e ku em vê sifetê hîn bibin. Peyva Yûnanî, ya ku di vê ayetê de derbas dibe, gelek caran ji bo antrenmana sporvanan dihat bikaranîn. Ji bo ku sporvan serkeftî bin, lazim e ku ew tim bala xwe bidin hedefa xwe. Mîna wan, lazim e ku em jî bala xwe bidin hedefa xwe û tiştên wisa ji xwe re bikin adet, ên ku alî me dikin ku em nêzîktirî Yehowa bibin.
14. Gava em Kitêba Pîroz dixwînin, gerek hedefa me çi be? Mîsalekê bide.
14 Pir muhîm e ku em ji xwe re bikin adet ku Kitêba Pîroz her roj bixwînin. Wexta ku em Kitêba Pîroz dixwînin, gerek hedefa me ev be ku em nêzîktirî Yehowa bibin. Mesela, gava em serpêhatiya Îsa Mesîh û xortê zengîn dixwînin, em di heqê Yehowa de çi hîn dibin? (Marqos 10:17-22). Wî xortî bawer kir ku Îsa bi rastî jî Mesîhê sozdayî ye, lê îmana ne ew qas qewî bû ku li pey Îsa here. Dîsa jî, Îsa Mesîh “jê hez kir”. Ma ev yek ku Îsa Mesîh bi wî xortî re çawa xeber da, ser dilê te tesîr nake? Xuya ye ku Îsa Mesîh xwest ku ew qerareke baş bide. Wekî din, ev yek ku Îsa Mesîh ji wî hez kir nîşanî me dide ku Yehowa jî ji wî hez kir (Yûhena 14:9). Gava tu li ser vê serpêhatiyê û li ser şert û mercên xwe difikirî, ji xwe bipirse: “Gerek ez çi bikim ku nêzîktirî Yehowa bibim û ji kesên din re zêdetir xizmet bikim?”
15. Çima lazim e ku birayekî ciwan ji xwişk û birayan re bibe mîsal? Mîsalekê bide. (1. Tîmotêyos 4:12, 13)
15 Ji xwişk û birayan re bibe mîsal (1. Tîmotêyos 4:12, 13 bixwîne). Pawlos ji Tîmotêyos re got ku bila ew ne tenê hunerên wek xwendin û hînkirinê, lê sifetên wek hezkirin, îman û îfetê jî bi pêş bixe. Gelo çima? Çimkî tesîra kirinan, ji tesîra gotinan zêde ye. Mesela, ferz bike ku gerek tu gotareke li ser zêdekirina xîreta ji bo xizmetê pêşkêş bikî. Eger tu bi xwe di xizmetê de yekî bixîret î, tuyê bikarî gotara xwe bi piştrastî pêşkêş bikî, çimkî tiştên ku tu dikî wê qîmeta gotinên te zêde bikin (1. Tîmotêyos 3:13).
16. (a) Birayên ciwan dikarin di kîjan pênc waran de bibin mîsal? (b) Birayekî ciwan çawa dikare “di peyivînê de” bibe mîsal?
16 Di 1. Tîmotêyos 4:12 de, Pawlosê şandî behsa pênc waran kir, ên ku gerek birayekî ciwan di wan de bibe mîsal. Belkî tu dikarî di lêkolîna xwe ya şexsî de li ser van waran bifikirî. Mesela, ferz bike ku tu dixwazî “di peyivînê de” bi pêş bikevî. Ji bo vê, bifikire ku tu çawa dikarî kesên din bi gotinên xwe teşwîq bikî. Eger tu hê li mala dê û bavê xwe dijî, gelo tu dikarî spasdariya xwe ji wan re zêdetir bînî zimên? Piştî civînan, gelo tu dikarî pesnê kesekî ku pareke bernameyê pêşkêş kir, bikî? Wekî din, xîret bike ku tu bi gotinên xwe cewaban bidî. Gava tu xîret dikî ku “di peyivînê de” bibî mîsal, kesên din wê bibînin ku tu di rêya Yehowa de bi pêş dikevî (1. Tîmotêyos 4:15).
17. Çi dikare alî birayekî ciwan bike ku ew bigihîje hedefên xwe yên ji bo xizmeta Yehowa? (2. Tîmotêyos 2:22)
17 Ji xwestekên ciwaniyê bireve û bikeve pey rastdariyê (2. Tîmotêyos 2:22 bixwîne). Xwestekên ciwaniyê dikarin zerarê bidin dostaniya kesekî ya bi Yehowa re û bibin sebeb ku ew xizmeta xwe berfirehtir neke. Pawlosê şandî ji Tîmotêyos re gotibû ku bila ew ji xwestekên wisa bireve. Belkî te jî dîtiye ku hin tiştên ku bi eslê xwe ne xerab in jî dikarin wexta te bixwin û fersendê nehêlin ku tu xizmeta xwe berfirehtir bikî. Mesela, ka hesab bike ku tu ji bo sporê, ji bo gerîna li înternetê yan ji bo lîstikên kompîturê çi qas wext xerc dikî. Ma tu nikarî hinek ji wê wextê ji bo îşê Yehowa bi kar bînî? Mesela, tu belkî dikarî li Salona Îbadetê kar bikî yan derkevî xizmeta bi erebeya weşanan. Gava tu bi fealiyetên wisa mijûl dibî, tuyê bi îhtimaleke mezin ji xwe re dostên nû bibînî, yên ku dikarin te teşwîq bikin û alî te bikin ku tu di xizmeta Yehowa de bigihîjî hedefên xwe.
XIZMETA JI KESÊN DIN RE BEREKETAN TÎNE
18. Em ji ku dizanin ku jiyana Marqos û Tîmotêyos pir baş bû?
18 Marqos û Tîmotêyos fedakarî kir ku ji kesên din re zêdetir xizmet bikin. Di netîceyê de, jiyana wan pir baş bû (Karên Şandiyan 20:35). Marqos çû welatên dûr ku ji xwişk û birayan re xizmet bike. Wekî din, wî kitêbeke xweş a li ser jiyan û xizmeta Îsa Mesîh nivîsî. Tîmotêyos alî Pawlosê şandî kir ku civatên nû ava bike û xwişk û birayan teşwîq bike. Yehowa bê guman ji fedakariya Marqos û Tîmotêyos razî bû.
19. Çima muhîm e ku birayên ciwan bala xwe bidin şîretên ku Pawlos dabû Tîmotêyos, û eger ew wisa bikin, netîce wê bibe çi?
19 Nameyên ku Pawlos ji Tîmotêyos re nivîsîn bi eşkereyî nîşan didin ku wî ji hevalê xweyî ciwan çi qas hez dikir. Wekî din, ev nameyên îlhamkirî nîşan didin ku Yehowa ji we xortan pir hez dike. Ew dixwaze ku hûn serkeftî bin. Loma, şîretên Pawlosê şandî cidî bigirin û daxwaza xwe zêde bikin ku hûn ji kesên din re xizmet bikin. Eger hûn wisa bikin, hûnê jiyaneke dilxweş bajon û di pêşerojê de “jiyana rastîn bi dest bixin” (1. Tîmotêyos 6:18, 19, Mizgînî).
KILAM 80 Bibîne ku Yehowa Çi Qas Qenc e
a Petrûs mirovekî pir dilnazik bû. Ji ber vê yekê, li wî hêsan bû ku ji Marqos re ne tenê behsa gotin û kirinên Îsa Mesîh bike, lê behsa hîsên wî jî bike. Dibe ku ev e sebebê ku Marqos di Încîla xwe de gelek caran behsa hîsên Îsa Mesîh kir (Marqos 3:5; 7:34; 8:12).
b RESIM: Di dema rêwîtiyê de, Marqos ji Pawlos û Barnabas re xizmet dike. Tîmotêyos diçe civatekê ku dilê xwişk û birayan xurt bike.