KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w25 Cotmeh r. 30-31
  • Du Endamên Nû yên Koma Rêberiyê

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Du Endamên Nû yên Koma Rêberiyê
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Malzemeya Eleqedar
  • Du Endamên Nû yên Koma Rêberiyê
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Endamekî Nû ya Koma Rêberiyê
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
w25 Cotmeh r. 30-31

Du Endamên Nû yên Koma Rêberiyê

DI 5Ê COTMEHA 2024an de, li civîna salane hat îlankirin ku birayên me Jody Jedele û Jacob Rumph wek endamên Koma Rêberiyê ya Şahidên Yehowa hatine tayînkirin. Her du birayan bi gelek salan bi dilsozî ji Yehowa re xizmet kiriye.

Jody Jedele û jina wî Damaris

Birayê Jody li Missouriyê (Amerîka) hat dinyayê, û dê û bavê wî Şahidên Yehowa bûn. Li herêma wan mizgînvan hindik bûn. Ji ber vê yekê, wî gelek xwişk û birayên ji kok û miletên cuda nas kirin, ên ku hatin wê derê ku mizgîniyê bi wan re belav bikin. Hezkirin û yekîtiya wan ser dilê wî tesîr kir. Di 15ê Cotmeha 1983yan de, gava ew hê gelekî ciwan bû, ew vaftîz bû. Wî ji xizmetê pir hez dikir, û di Îlona 1989an de, piştî xelaskirina lîseyê, ew bû pêşengê daîmî.

Gava birayê Jody hê ciwan bû, dê û bavê wî ew û xwişka wî çend car birin ziyareta Beytelê. Bi saya van ziyaretan, zarokan jî xwest ku rojekê dest bi xizmeta Beytelê bikin, û her du jî gihîştin vê hedefê. Birayê Jody di Îlona 1990î de bû Beytelvan. Wî pêşî li Departmana Paqijkirinê û paşê li Xizmeta Tibî kar kir.

Wan salan, hin civatên bi zimanê Spanî mezin dibûn û hewceyî birayan bûn. Loma, birayê Jody beşdarî yek ji van civatan bû û dest bi hînbûna zimanê Spanî kir. Demeke kin bi şûn de, wî xwişkeke bi navê Damaris nas kir, a ku li wê herêmê pêşengî dikir. Bi zeman re, ew zewicîn, û xwişka Damaris jî bû Beytelvan.

Di sala 2005an de, lazim bû ku birayê Jody û jina wî ji Beytelê derkevin ku li dê û bavê xwe binêrin. Wê demê, wan wek pêşengên daîmî xizmet kir. Birayê Jody çend car li Kursa Xizmeta Pêşengiyê mamostetî kir. Wekî din, ew li Komîteya ji bo Îrtibata bi Nexweşxaneyan û li Komîteya Herêmî ya Avakirinê xizmet kir.

Di sala 2013an de, teşkîlatê ew ji bo projeya avakirina Warwickê dîsa gazî Beytelê kirin. Ji wê demê û pê ve, wan li Patterson û Wallkillê jî xizmet kiriye. Birayê Jody li Departmana Proje û Avakirinê ya Herêmî û li Xizmeta Agahdarkirina Nexweşxaneyan kar kiriye. Di Adara 2023yan de, ew wek alîkarê Komîteya Xizmetê hat tayînkirin. Di heqê wezîfeyên xwe yên berê de, ew wisa dibêje: “Gava em tayînên nû distînin, em carinan ditirsin. Di demên wisa de, gerek em xwe bispêrin Yehowa, çimkî yê ku pêk tîne, ew e.”

Jacob Rumph û jina wî Inga

Birayê Jacob li Kalîforniyayê (Amerîka) hat dinyayê. Gava ew zarok bû, diya wî neaktîf bû, lê dîsa jî, wê xîret dikir ku Kitêba Pîroz hînî wî bike. Wekî din, ew her sal diçû ba pîrika xwe, ya ku xwişkeke dilsoz bû. Pîrika wî bala wî dikişand ser rastiyê, û gava ew 13 salî bû, wî xwest dest bi kursa Kitêba Pîroz bike. Di 27ê Îlona 1992yan de, gava ew hê ciwan bû, ew vaftîz bû. Bi zeman re, diya wî dîsa aktîf bû, û hemû ferdên malbata wî pêş ketin û vaftîz bûn.

Gava birayê Jacob ciwan bû, wî dît ku kesên ku pêşengiyê dikin çi qas dilxweş in. Loma, di Îlona 1995an de, piştî ku wî lîse xelas kiribû, wî dest bi pêşengiyê kir. Di sala 2000î de, ew ji bo belavkirina mizgîniyê çû Ekuadorê. Li wê derê, wî pêşengeke ji Kanadayê ya bi navê Inga nas kir, û bi zeman re, ew zewicîn. Piştî dawetê, wan li bajarekî biçûk ê li Ekuadorê xizmet kir. Wê demê, li wê derê mizgînvan hindik bûn, lê îro, civateke qewî heye.

Bi zeman re, birayê Jacob û xwişka Inga wek pêşengên xisûsî hatin tayînkirin, û paşê, birayê Jacob wek çavdêrê herêmê hat tayînkirin. Di sala 2011an de, ew ji bo sinifa 132yan a Mekteba Gîleadê hatin dawetkirin. Piştî mezûniyetê, wan li pênc welatên cuda wek Beytelvan, mizgînvanên wezîfedar û di xizmeta çavdêriya herêmê de xizmet kir. Wekî din, birayê Jacob mamosteyê Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê bû.

Ji ber pandemiya COVID-19, birayê Jacob û xwişka Inga vegeriyan Amerîkayê. Teşkîlatê ew gazî Beytela Wallkillê kirin, û li wê derê, birayê Jacob li Departmana Xizmetê perwerde stand. Bi zeman re, ew dîsa hatin şandin buroya Ekuadorê. Li wê derê, birayê Jacob wek endamê Komîteya Buroyê xizmet kir. Di sala 2023yan de, ew hatin şandin Warwickê. Di Çileya 2024an de, birayê Jacob wek alîkarê Komîteya Xizmetê hat tayînkirin. Birayê me di heqê xizmeta xwe de wisa dibêje: “Tiştê ku wezîfeyekê xweş dike ne ev e ku em li ku derê xizmet dikin, lê ev e ku em bi kê re hevkariyê dikin.”

Em bi rastî jî pir qîmetê didin ked û xîreta van birayan! (Filîpî 2:29).

Di Koma Rêberiyê de niha 11 birayên hilbijartî hene: Kenneth Cook, Jr.; Gage Fleegle; Samuel Herd; Geoffrey Jackson; Jody Jedele; Stephen Lett; Gerrit Lösch; Jacob Rumph; Mark Sanderson; David Splane; û Jeffrey Winder.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne