KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w26 Çile r. 20-25
  • Tuyê Çawa Nîşan Bidî ku Tu ji bo Fîdyeyê Şikirdar î?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Tuyê Çawa Nîşan Bidî ku Tu ji bo Fîdyeyê Şikirdar î?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2026
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • XWENDEKARÊN KITÊBA PÎROZ
  • ŞAGIRTÊN VAFTÎZBÛYÎ YÊN ÎSA MESÎH
  • MIYÊN WINDABÛYÎ
  • TUYÊ ÇI BIKÎ?
  • Em ji Hezkirina Yehowa Çawa Feydeyê Dibînin?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Fîdye Çi Nîşanî Me Dide?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Em Çima Hewceyî Fîdyeyê ne?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2026
  • Gelo Tu ji bo Roja Herî Muhîm a Salê Hazir î?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2026
w26 Çile r. 20-25

23-29 ADAR 2026

KILAM 18 Em ji bo Fîdyeyê Spasdar in

Tuyê Çawa Nîşan Bidî ku Tu ji bo Fîdyeyê Şikirdar î?

“Hezkirina Mesîh dilê me xurt dike ku em hereket bikin” (2. KORÎNTÎ 5:14).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji bo fîdyeyê şikirdar in.

1-2. Fîdyeya Îsa Mesîh gerek bibe sebeb ku em çi bikin, û çima? (2. Korîntî 5:14, 15) (Li resim jî binêre.)

EGER kesekî tu ji bin avahiyeke hilweşiyayî derxistayî, ma teyê xwe deyndarê wî kesî nedîta? Eger ne tenê tu, lê kesên din jî bihatana xelaskirin, teyê dîsa jî bixwesta şikirdariya xwe şexsen nîşan bidaya.

2 Wek meqaleya berê zelal kiribû, ji destê me nayê ku em xwe ji tesîrên gunehê mîrasstandî bifilitînin. Tenê bi saya fîdyeya Îsa Mesîh, (1) gunehên me dikarin bên efûkirin, (2) hêviya me heye ku em ji qisûrdariyê bi temamî bifilitin, û (3) em dikarin bibin dostên Xwedê. Di netîceyê de, em dikarin li dinyaya nû heta hetayê bijîn. Fîdye nîşan dide ku Îsa Mesîh ji însanan çi qas hez dike. Bi rastî jî, pir wext berî ku ew wek însanekî bêqisûr hatibû dinyayê, wî jixwe ji însanan hez kir (Methelokên Silêman 8:30, 31). Pawlosê şandî nivîsîbû ku “hezkirina Mesîh dilê me xurt dike ku em hereket bikin” (2. Korîntî 5:14, 15 bixwîne). Yanî, madem ku Îsa Mesîh ji me hez dike, gerek em jî nîşan bidin ku em ji bo fîdyeya wî şikirdar in.

Zilamê ji meqaleya berê ji aliyekî kesekî ve ji bin avahiya hilweşiyayî tê derxistin.

Gava kesek canê me xelas dike, em jê re şikirdar in. Ma ne lazim e ku em ji Yehowa û Îsa Mesîh re şikirdar bin, ên ku em ji guneh û mirinê azad kirine? (Li paragrafên 1 û 2yan binêre)


3. Çima dibe ku her kes şikirdariya xwe ya ji bo fîdyeyê bi awayekî din nîşan bide?

3 Tu çawa dikarî nîşan bidî ku tu ji bo fîdyeyê şikirdar î? Her kes ji hev cuda ye, loma dibe ku her kes şikirdariya xwe bi awayekî din nîşan bide. Mesela, ferz bike ku sê kes dixwazin herin eynî cihî, lê her yek ji wan ji bajarekî din dikeve rê. Loma, ewê bi rêyên cuda herin. Mîna vê, “rêya” ku ber bi hedefa te ve dibe – yanî ku tu şikirdariya xwe ya ji bo fîdyeyê nîşan bidî – pê ve girêdayî ye ku dostaniya te ya bi Yehowa re di çi halî de ye. Ev meqale wê nîşan bide ku (1) xwendekarên Kitêba Pîroz, (2) şagirtên vaftîzbûyî yên Îsa Mesîh û (3) miyên ku rêya xwe şaş kiriye û ji kerî dûr ketine çawa dikarin şikirdariya xwe ya ji bo fîdyeyê nîşan bidin.

XWENDEKARÊN KITÊBA PÎROZ

4. Yehowa çawa bala xwe dide xwendekarên Kitêba Pîroz?

4 Ev yek ku tu kursa Kitêba Pîroz distînî nîşan dide ku Yehowa te dikişîne ba xwe û dixwaze ku tu bibî dostê wî (Yûhena 6:44; Karên Şandiyan 13:48). “Yê ku dilan diceribîne Xudan e”, loma ew dibîne ku tu çi qas xîret dikî ku wî nas bikî û jiyana xwe li gor qanûnên wî serrast bikî (Methelokên Silêman 17:3; 27:11). Ji bîr neke ku tiştê ku rê vedike ku tu bibî dostê Yehowa, fîdye ye (Romayî 5:10, 11).

5. Xwendekarên Kitêba Pîroz çawa dikarin li gor rêberiya Filîpî 3:16 hereket bikin?

5 Wek xwendekarekî Kitêba Pîroz, tu çawa dikarî nîşan bidî ku tu ji bo fîdyeyê şikirdar î? Mesela, tu dikarî li gor vê rêberiya Pawlosê şandî hereket bikî: “Bi qasî ku em pêş ketine, bila em bi eynî awayî dewam bikin” (Filîpî 3:16). Tercûmeyeke din wisa dibêje: “Gerek em bi dewamî herin aliyê ku em niha diçin.” Belê, îznê nede ku tiştek bibe sebeb ku tu li rêya jiyanê bi pêş ve neçî (Meta 7:14; Lûqa 9:62).

6. Eger li xwendekarên Kitêba Pîroz zor tê ku ew jiyana xwe serrast bikin, ew dikarin çi bikin? (5. Mûsa 30:11-14) (Li resim jî binêre.)

6 Eger li te zor tê ku tu gotineke Kitêba Pîroz qebûl bikî, li ser mijarê lêkolînê bike û ji Yehowa re dua bike ku tu wê baştir fehm bikî (Zebûr 86:11). Eger tu wê dîsa jî tam fehm nakî, meseleyê heta wextekê bihêle, lê dev ji kursa Kitêba Pîroz bernede. Eger li te zor tê ku tu dev ji tiştekî xerab berdî, bîne bîra xwe ku Yehowa tiştên bêîmkan ji me naxwaze. Tu dikarî li gor qanûnên wî bijî (5. Mûsa 30:11-14 bixwîne). Wekî din, Yehowa soz daye ku ewê alî te bike (Îşaya 41:10, 13; 1. Korîntî 10:13). Loma, neweste! Bi zêdeyî bala xwe nede vê yekê ku çi qas zor e ku tu xwe biguherînî. Li şûna vê, bala xwe bide vê yekê ku tu ji bo tiştên ku Yehowa tedarek kirine – mesela ji bo fîdyeyê – çi qas şikirdar î. Her ku tu ji Yehowa zêdetir hez dikî, tuyê bibînî ku “emrên wî ne zehmet in” (1. Yûhena 5:3).a

Zilamek dersa 40î ya kitêba “Heta Bi Hetayê Dilşad Be!” dixwîne. Li ser maseyê cixare û xwelîdank hene.

Yehowa tu caran tiştên bêîmkan naxwaze. Ewê alî me bike ku em li gor qanûnên wî bijîn (Li paragrafa 6an binêre)


7. Zarok û ciwanên ku di rêya rastiyê de mezin dibin dikarin li ser çi bifikirin?

7 Zarok û ciwanên ku di rêya rastiyê de mezin dibin, hûn jî xwendekarên Kitêba Pîroz in. Heta, hûn xwendekarên herî biqîmet ên dê û bavê we ne. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Nêzîkî Xwedê bibin, û ewê jî nêzîkî we bibe” (Aqûb 4:8; 1. Dîrokan 28:9). Wexta ku hûn xîret dikin ku nêzîkî Yehowa bibin, ewê jî nêzîkî we bibe. Yehowa we ne tenê wek qismê komekê dibîne. Ew her kesî yek bi yek – û her kesê ku di rêya rastiyê de mezin dibe jî – dikişîne ba xwe. Bi saya fîdyeyê, tu dikarî bi Yehowa re dostaniyeke şexsî çêkî. Vê kerema mezin tu caran ji bîr neke (Romayî 5:1, 2). Loma, berî ku tu îsal herî Bîranînê, li ser maneya mirina Îsa Mesîh ji bo te kûr bifikire. Bila ev yek te teşwîq bike ku tu di xizmeta Yehowa de bigihîjî hedefên xwe. Bi vî awayî, tu dikarî nîşan bidî ku tu ji bo fîdyeya ku Yehowa bi destê Îsa Mesîh tedarek kiriye, şikirdar î.b

ŞAGIRTÊN VAFTÎZBÛYÎ YÊN ÎSA MESÎH

8. Şagirtên vaftîzbûyî yên Îsa Mesîh îmana xwe ya bi fîdyeyê çawa îsbat kiriye?

8 Eger tu şagirtekî vaftîzbûyî yê Îsa Mesîh î, te îmana xwe ya bi fîdyeyê jixwe bi çend awayan îsbat kiriye. Mesela, te gavên lazim avêtine ku tu nêzîkî Yehowa bibî û li gor qanûnên wî bijî. Te guh daye emrê Îsa Mesîh ku gerek tu ji kesên din re behsa baweriya xwe bikî û mirovan bikî şagirtên wî. Te soz daye ku tuyê heta hetayê ji Yehowa re xizmet bikî, û tu vaftîz bûyî. Ji ber ku tu di rêya rastiyê de dimeşî, gelo te muxalefet dîtiye? (2. Tîmotêyos 3:12). Dilsoziya te îsbat dike ku tu ji Yehowa hez dikî û ji bo fîdyeya Îsa Mesîh şikirdar î (Îbranî 12:2, 3).

9. Eger tu yekî vaftîzbûyî yî, gerek tu hay ji çi hebî?

9 Wek şagirtên vaftîzbûyî yên Îsa Mesîh, gerek em hay ji xwe hebin ku şikirdariya me ya ji bo fîdyeyê kêm nebe. Tiştekî wisa çawa dikare çêbe? Ka halê civata Efesê bîne ber çavê xwe. Ji ber tehemula wan, Îsa Mesîh pesnê wan da. Lê belê, wî ji wan re got: “Te dev ji hezkirina xwe ya pêşîn berdaye” (Peyxam 2:3, 4). Ji gotinên Îsa Mesîh tê fehmkirin ku bi zeman re, dibe ku kesek xizmeta xwe ya ji Yehowa re êdî bi awayekî otomatîk bîne cih. Ew belkî dua dike, diçe civînan û derdikeve xizmetê, lê ne bi dil û can û ne ji hezkirinê. Eger tu tê derxî ku hezkirina te ya li hemberî Yehowa êdî ne wek berê ye, tu dikarî çi bikî?

10. Tu çawa dikarî li ser fealiyetên ku bi îbadeta te ve girêdayî ne ‘kûr bifikirî û bi temamî bala xwe bidî wan’? (1. Tîmotêyos 4:13, 15)

10 Pawlosê şandî ji hevalê xwe Tîmotêyos re gotibû ku bila ew li ser fealiyetên ku bi îbadeta wî ve girêdayî ne “kûr bifikire û bi temamî bala xwe bide wan” (1. Tîmotêyos 4:13, 15 bixwîne). Li gor vê şîretê, bifikire ku tu dikarî çi bikî ku ‘ruhê pîroz agirê xîretkêşiyê di dilê te de vêxe’ (Romayî 12:11). Mesela, ji bo ku tu li civînan baştir guh bidî, belkî tu dikarî ji berê ve baştir haziriyê bikî. Yan jî, ji bo ku tu ji lêkolîna Kitêba Pîroz zêdetir feydeyê bistînî, tu belkî dikarî li cihekî tenha rûnî û lêkolînê bikî, da ku tu bikarî li ser tiştên hînbûyî kûr bifikirî. Ji bo ku agir vênese, lazim e ku tim êzing bê avêtin nav êgir. Mîna vê, ji bo ku şikirdariya me ya ji bo tiştên ku Yehowa Xwedê tedarek kirine – mesela ji bo fîdyeyê – vênese, gerek em gavên lazim bavêjin. Wekî din, di heftiyên berî Bîranînê de, li ser bereketên ku Yehowa dane xizmetkarên xwe kûr bifikire. Ev yek wê alî te bike ku tu ji bo fîdyeyê – ya ku esasê dostaniya te ya bi Yehowa re ye – zêdetir şikirdar bî.

11-12. Eger xîreta te carinan ne wek berê be, gelo ev yek tê maneya ku te ruhê Xwedê winda kiriye? (Li resim jî binêre.)

11 Eger xîreta te ya ji bo xizmeta Yehowa carinan ne wek berê be, cesareta xwe winda neke û nefikire ku te ruhê Xwedê winda kiriye. Bîne bîra xwe ku Pawlosê şandî di heqê xizmeta xwe de çi gotibû: “Eger ez bi dilxwazî vêya bikim, xelata min heye. Lê eger ez ne bi daxwaza xwe vê yekê bikim, dîsa jî ev mesûliyet ji min re hatiye dayîn” (1. Korîntî 9:17). Maneya van gotinan çi ye?

12 Carinan, daxwaza Pawlos kêm dibû ku mizgîniyê belav bike. Dîsa jî, li gel hîsên xwe, wî qerar da ku dev ji xizmeta xwe bernede. Tu jî dikarî ji xwe re qerareke wisa bidî. Eger motîvasyona te kêm be jî, dev ji xizmeta xwe bernede. Ji Yehowa rica bike ku ‘ew hem daxwaz hem jî qewetê bide te ku tu dilê wî xweş bikî’ (Filîpî 2:13). Tiştên lazim bike ku tu nêzîkî Yehowa bimînî. Bawer be ku bi zeman re, kirinên te wê ser hîsên te tesîr bikin, û hezkirina ku di dilê te de hê heye wê ji nû ve gur bibe.

Xwişkeke ku xemgîn xuya dike bi zarokê xwe re tevî xwişkeke din di xizmetê de ye.

Eger motîvasyona te carinan kêm be jî, tiştên lazim bike ku tu nêzîkî Yehowa bimînî (Li paragrafên 11 û 12an binêre)


13. Em çawa dikarin ka em “li gor îmana xwe dijîn yan na”?

13 Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Bi dewamî tê derxin ka hûn li gor îmana xwe dijîn yan na. Xwe bi dewamî biceribînin” (2. Korîntî 13:5). Mesela, li gor vê rêberiyê carinan ji xwe bipirse: “Di jiyana min de, gelo xizmeta ji Yehowa re cihê pêşîn digire?” (Meta 6:33). “Gelo tiştên ku ez li wan temaşe dikim û mijûliyên min ên din nîşan didin ku ez ji xerabiyê nefret dikim?” (Zebûr 97:10). “Gelo ez aştiya di nav xwişk û birayan de bi pêş dixim?” (Efesî 4:2, 3). Bîranîna mirina Îsa Mesîh fersendeke baş e ku em li ser van tiştan bifikirin. Gava em tînin ber çavê xwe ku Yehowa û Îsa Mesîh ji bo xêra me çi kiriye, daxwaza me zêde dibe ku em şikirdariya xwe nîşan bidin û ne ji bo xwe, lê ji bo Mesîh bijîn.

MIYÊN WINDABÛYÎ

14. Dibe ku hin şagirtên Îsa Mesîh çima ji kerî dûr dikevin?

14 Hin xwişk û bira, piştî ku wan bi mehan yan heta bi salan bi dilsozî xizmet kiriye, ji civatê dûr dikevin. Gelo çima? Hinek ji ber “xemên vê dinyayê” difetisin (Lûqa 21:34). Hinek jî ji ber gotin yan kirinên xwişk yan birayekî xeyîdîne (Aqûb 3:2). Hin kesan gunehên giran kirine û şerm dikin ku alîkariyê bixwazin. Sebeb her çi be jî, eger tu ji kerî dûr ketiyî, tu dikarî çi bikî? Fîdye û hezkirina Yehowa û Îsa Mesîh dikarin alî te bikin ku tu çi bikî?

15. Yehowa li miyên windabûyî çawa dinêre? (Hêzekîêl 34:11, 12, 16)

15 Yehowa kesên ku ji kerî dûr ketine red nake, lê ew li wan digere û alî wan dike ku ew vegerin ba wî (Hêzekîêl 34:11, 12, 16 bixwîne). Gelo Yehowa alî te jî dike? Belê! Ev yek ku tu niha vê meqaleyê dixwînî nîşan dide ku tu ji rastiyê hez dikî. Çawa ku Yehowa tu berê kişandibûyî ba xwe, gelo dibe ku ew te niha dîsa dikişîne ba xwe?

16. Çi dikare alî miyên windabûyî bike ku ew vegerin ba Yehowa? (Li resim jî binêre.)

16 Broşûra Vegere ba Yehowac wisa dibêje: “Bawer be ku Yehowa wê alî te bike ku tu vegerî ba wî. Ewê alî te bike ku tu bikarî barên jiyanê hilgirî, ku tu ji hêrsa xwe bifilitî û ku hizûr bikeve dilê te. Ev yek dikare rêya te veke ku tu dîsa bi xwişk û birayan re ji Yehowa re xizmet bikî.” Wekî din, ji bîr neke ku rîspî hazir in ku alî te bikin. Ew dikarin bibin “wekî dereke mirov xwe ji bayê vedişêre, wekî sitara taviyê” (Îşaya 32:2). Madem ku tu ji bo fîdyeyê şikirdar î, ji xwe bipirse: “Ez dikarim çi gavan bavêjim ku ez dîsa bibim dostê Yehowa Xwedê?” (Îşaya 1:18; 1. Petrûs 2:25). Mesela, gelo tu dikarî herî civîneke li Salona Îbadetê? Gelo tu dikarî ji rîspiyekî alîkariyê bixwazî? Ewê belkî ji kesekî bixwaze ku heta demekê bi te re Kitêba Pîroz lêkolîn bike. Bawer be ku Yehowa şikirdariya te ya ji bo fîdyeyê dibîne, û ewê xîreta te bibereket bike ku tu vegerî ba wî.

Zilamekî emirmezin, ê ku di destê wî de Kitêba Pîroz heye, nêzîkî Salona Îbadetê sekinî ye. Ew dibîne ku xwişk û bira çawa bi dilxweşî silavê didin hevdû.

Ji xwe bipirse: “Ez çawa dikarin vegerim ba Yehowa?” (Li paragrafa 16an binêre)


TUYÊ ÇI BIKÎ?

17-18. Berî Bîranînê, wê baş be ku em çi bikin?

17 Îsa Mesîh gotibû ku armanca fîdyeyê ev e “ku her kesê ku baweriya xwe bi wî tîne, helak nebe, lê jiyana herheyî bi dest bixe” (Yûhena 3:16). Bi destê fîdyeyê, Yehowa me ji tesîrên guneh û mirinê xelas dike. Gerek em vêya tu caran ji bîr nekin (Romayî 3:23, 24; 2. Korîntî 6:1). Di rojên berî Bîranînê de, fersenda me heye ku em li ser hezkirina Yehowa û Îsa Mesîh kûr bifikirin. Bila ev hezkirin me dehf bide ku em şikirdariya xwe nîşan bidin.

18 Gelo tuyê şikirdariya xwe çawa nîşan bidî? Dibe ku her kes vêya bi awayekî din bike. Lê tu dikarî bawer bî ku Yehowa wê xîreta te û xîreta bi milyonan xwişk û birayên din bibereket bike, yên ku “êdî ne ji bo xwe, lê ji bo wî, yê ku ji bo wan mir” dijîn (2. Korîntî 5:15).

EV KES ÇAWA DIKARIN NÎŞAN BIDIN KU EW JI BO FÎDYEYÊ ŞIKIRDAR IN?

  • Xwendekarên Kitêba Pîroz

  • Şagirtên vaftîzbûyî yên Îsa Mesîh

  • Miyên windabûyî

KILAM 14 Pesnê Padîşahê Nû Bide

a Ji bo ku tu ji kursa Kitêba Pîroz feydeyê bistînî û bi pêş ve herî, çarçoveya “Hedef” a li dawiya her dersa kitêba Heta Bi Hetayê Dilşad Be! bi kar bîne.

b Ji bo hin tewsiyeyên li ser vê yekê ku tu çawa dikarî di rêya rastiyê de bi pêş ve herî, li meqaleya “Ciwanno – ‘Xilasiya Xwe Pêk Bînin’” (Birca Çavdêriyê, Kanûn 2017) binêre.

c Li ser jw.org bi gelek zimanan heye.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne