KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w26 Çile r. 14-19
  • Em Çima Hewceyî Fîdyeyê ne?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Em Çima Hewceyî Fîdyeyê ne?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2026
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • GUNEHÊN ME BI SAYA FÎDYEYÊ TÊN EFÛKIRIN
  • ROJEKÊ EMÊ BI SAYA FÎDYEYÊ BIGIHÎJIN BÊQISÛRIYÊ
  • EM DIKARIN BI SAYA FÎDYEYÊ BIBIN DOSTÊN YEHOWA
  • FÎDYE DILREHMIYA YEHOWA NÎŞAN DIDE
  • Fîdye Çi Nîşanî Me Dide?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Tuyê Çawa Nîşan Bidî ku Tu ji bo Fîdyeyê Şikirdar î?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2026
  • Em ji Hezkirina Yehowa Çawa Feydeyê Dibînin?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Em Çima ji bo Efûkariya Yehowa Spasdar in?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2026
w26 Çile r. 14-19

16-22 ADAR 2026

KILAM 20 Te Kurê Xwe Daye

Em Çima Hewceyî Fîdyeyê ne?

“Kî wê min ji bedena ku min ber bi mirinê ve dibe xelas bike?” (ROMAYÎ 7:24).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku bi saya fîdyeyê, gunehên me dikarin bên efûkirin, emê rojekê bigihîjin bêqisûriyê, û em dikarin bibin dostên Yehowa.

1-2. Çima lazim e ku kesek me xelas bike? (Romayî 7:22-24) (Li resim jî binêre.)

KA BÎNE ber çavê xwe: Avahiyek hildiweşe û mirovek di bin keviran de dimîne. Ew hê sax e, lê ew nikare xwe bi xwe ji wê derê derkeve. Ew tenê dikare bike hawar û li hêviyê be ku kesek wî ji wê derê xelas bike.

2 Ji aliyekî ve, em gişt di halekî wisa de ne. Gelo çawa? Gava Adem li hemberî Xwedê serî hilda, ew bû însanekî gunehkar. Paşê, wî halê xweyî gunehkar derbasî zarokên xwe jî kir. Di netîceyê de, hemû însan di nav guneh de girtî mane, û tu kes nikare xwe bi xwe ji vî halî bifilite. Di nameyeke xwe de, Pawlosê şandî behsa vî halê meyî gunehkar kir (Romayî 7:22-24 bixwîne). Pawlos fehm dikir ku ew ji ber gunehê mîrasstandî, yê ku însanan ber bi mirinê ve dibe, girtî ye, û lazim e ku kesek wî xelas bike (Romayî 6:23). Halê me jî wisa ye. Lazim e ku kesek me ji vî halî xelas bike.

Zilamekî birîndar, ê ku di bin avahiyeke hilweşî de maye û dike hawar.

Çawa ku lazim e ku mirovekî ku di bin avahiyeke hilweşiyayî de maye ji aliyê kesekî din ve bê xelaskirin, em di nav gunehê mîrasstandî de girtî ne û lazim e ku kesek me xelas bike (Li paragrafên 1 û 2yan binêre)


3. Fîdye çawa dikare me xelas bike?

3 Piştî ku Pawlos behsa halê xweyî gunehkar kir, wî zelal kir ku kî dikare wî xelas bike: “Şikir ji Xwedê re, çimkî ew min bi saya Efendiyê me Îsa Mesîh xelas dike!” (Romayî 7:25). Bi van gotinan, Pawlos nîşan da ku Yehowa me bi destê fîdyeya Îsa Mesîh xelas dike.a Bi saya fîdyeyê, (1) gunehên me dikarin bên efûkirin, (2) emê ji qisûrdariya xwe bifilitin û (3) em dikarin bibin dostên Xwedê. Fikirîna li ser van nuqteyan wê alî me bike ku em ji “Xwedayê ku hêviyê dide” hê jî zêdetir hez bikin (Romayî 15:13). Wekî din, emê ji Îsa Mesîh re hê jî zêdetir şikirdar bin, çimkî bi saya fîdyeya wî, “gunehên me hatine efûkirin” (Kolosî 1:14).

GUNEHÊN ME BI SAYA FÎDYEYÊ TÊN EFÛKIRIN

4-5. Em gişt çima hewceyî fîdyeyê ne? (Waiz 7:20)

4 Ji bo ku gunehên me bên efûkirin, em hewceyî fîdyeyê ne. Rastî ev e ku her însanê qisûrdar bi gotin û kirinên xwe gunehan dike (Waiz 7:20 bixwîne). Hin guneh pir giran in. Mesela, di bin Qanûna Mûsa de, cezayê zina û mêrkujiyê îdam bû (3. Mûsa 20:10; 4. Mûsa 35:30, 31). Hin guneh helbet ne ew qas giran in, lê dîsa jî guneh in. Mesela, Dawid Padîşah wisa gotibû: “Ezê li riyên xwe miqate bim, bi zimanê xwe guneh nekim” (Zebûr 39:1). Belê, em carinan “bi zimanê xwe”, yanî bi tiştên ku em dibêjin, guneh dikin (Aqûb 3:2).

5 Ka gotin û kirinên xwe yên berê bîne ber çavê xwe. Gelo qet wisa çêbû ku te tiştek got yan kir û paşê poşman bûyî? Bi îhtimaleke mezin, tuyê ji bo van du pirsan bibêjî “Erê”. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Eger em bibêjin: ‘Gunehê me tune ye’, em xwe dixapînin, û di dilê me de rastî tune ye” (1. Yûhena 1:8).

6-7. Yehowa gunehên me li ser esasê çi efû dike? (Li resim jî binêre.)

6 Yehowa me li ser esasê fîdyeyê efû dike (Efesî 1:7). Ev yek helbet nayê maneya ku Yehowa çavê xwe li ser qisûrên me digire, qey ew ne muhîm in. Yehowa ji gunehan nefret dike (Îşaya 59:2). Edaleta Yehowa bêqisûr e, loma ji wî re esasekî saxlem lazim e ku ew gunehên me efû bike.

7 Di bin Qanûna Mûsa de lazim bû ku mirov ji bo kefareta gunehên xwe heywanan qurban bikin (3. Mûsa 4:27-31; 17:11). Wan qurbanan nîşan dida ku însan hewceyî qurbaneke mezintir in. Qurbana Îsa Mesîh bi rastî jî bereketên mezin anîne. Ji aliyê hiqûqî ve, qurbana Îsa Mesîh ji bo Yehowa bûye esasê ji bo efûkirina gunehên me. Ji gotinên Pawlos ên ji xwişk û birayên li Korîntê re tê dîtin ku wî qîmeta fîdyeyê rind fehm dikir. Piştî ku wî behsa gunehên wan ên berê kiribû, wî got: “Xwedê bi navê Efendiyê me Îsa Mesîh û ruhê xwe hûn paqij kirin, pîroz kirin û wek kesên rast derxistin” (1. Korîntî 6:9-11).

Li îbadetgehê, malbateke Îsraîlî miyekê dide kahînekî.

Heywanên ku ji bo kefareta gunehan dihatin qurbankirin fîdyeya Îsa Mesîh û bereketên ku ji fîdyeyê tên, ji berê ve temsîl dikirin (Li paragrafên 6 û 7an binêre)


8. Di hefteyên berî Bîranînê de, tu dikarî li ser çi bifikirî?

8 Di hefteyên berî Bîranînê de, ka bifikire ku efûkariya Yehowa ser jiyana te çawa tesîr dike. Mesela, bi saya fîdyeyê, piştî ku te tobe kiriye êdî ne lazim e ku tu xwe ji ber gunehên xwe yên berê sûcdar bikî. Dibe ku li te zor tê ku vêya qebûl bikî. Mesela, dibe ku tu ji xwe re wisa dibêjî: “Ez fehm dikim ku Yehowa dikare gunehan efû bike, lê ez nikarim xwe efû bikim.” Eger tu wisa difikirî, îcar bîne bîra xwe ku yê ku efû dike, Yehowa ye, û wî Kurê xwe kiriye hakim. Ew îznê nade ku tu yan kesekî din qerarê bide ku gerek ew rehmê li kê bike yan neke. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Eger em di ronahiyê de bimeşin, wek ku Xwedê di ronahiyê de ye, … xwîna Kurê wî Îsa me ji her guneh paqij dike” (1. Yûhena 1:6, 7). Çawa ku em bi hemû gotinên din ên Kitêba Pîroz bawer in, em dikarin bi vê yekê jî bawer bin. Li ser esasê fîdyeyê, Yehowa dikare me efû bike, û Kitêba Pîroz dibêje ku ew hazir e ku vêya bike (Zebûr 86:5).

ROJEKÊ EMÊ BI SAYA FÎDYEYÊ BIGIHÎJIN BÊQISÛRIYÊ

9. Li gor Kitêba Pîroz, maneya peyva “guneh” çi ye? (Zebûr 51:5)

9 Di Kitêba Pîroz de, peyva “guneh” carinan ji bo kirinên nebaş, carinan jî ji bo halê ku me ji bûyîna xwe ve mîras standiye, tê bikaranîn (Zebûr 51:5 bixwîne). Ji ber vî halî, kêmasiyên me hene, yên ku dibin sebeb ku em tiştên nebaş bikin. Wekî din, em ji ber vî halî nexweş dikevin, kal û pîr dibin û dimirin. Sebebê ku zarokên biçûk, ên ku tiştekî xerab nekiriye, dikarin nexweş bikevin û heta bimirin jî, ev e. Wekî din, ev yek nîşan dide ku çima hem mirovên xerab hem jî mirovên baş tengasiyê dikişînin û dimirin. Her zarokê Adem halê gunehkar ji wî mîras standiye.

10. Halê gunehkar ser Adem û Hewayê çawa tesîr dikir?

10 Bîne ber çavê xwe ku vî halê gunehkar ser jin û mêrê pêşîn çawa tesîr dikir. Guneh bû sebeb ku ew xwe xerab hîs bikin. Piştî ku wan serî hildabû, wan netîceyên binpêkirina qanûna Xwedê – ya ku “di dilê wan de nivîsî” bû – di cih de hîs kirin (Romayî 2:15). Ji nişka ve, di hundirê wan de tiştekî xerab çêbû. Wan xwe mecbûr hîs kir ku bedenên xwe binixumînin û xwe ji Yehowa Xwedê veşêrin (1. Mûsa 3:7, 8). Cara pêşîn, Adem û Hewayê xwe sûcdar hîs dikir, endîşe dikişand û şerm dikir. Hîsên wisa heta mirina wan dewam kir (1. Mûsa 3:16-19).

11. Halê meyî gunehkar ser me çawa tesîr dike?

11 Halê meyî gunehkar ser me jî xerab tesîr dike. Sebebê xem û êşên me ev e ku em gunehkar in. Em çi qas xîret bikin ku halê xwe serrast bikin jî, emê ancax heta dereceyekê bi ser bikevin. Gelo çima? Çimkî wek Kitêba Pîroz dibêje, em di “halekî pûç û betal” de ne (Romayî 8:20). Bi rastî jî her kes di vî halî de ye. Mesela, bîne ber çavê xwe ku însan çi qas xîret dikin ku tebîetê biparêzin, zilm û zordariyê tune bikin, feqîriyê ji holê rakin û di nav miletan de aştiyê çêkin. Însanan her çi qas gihîştine hin netîceyên baş jî, xîreta wan bi gelemperî pûç û betal derketiye. Gelo fîdye çawa dikare me ji halê xweyî gunehkar bifilitîne?

12. Fîdye çi hêviyê dide?

12 Fîdye hêviyê dide ku “hemû tiştên ku [Xwedê] xuliqandine wê ji xulamtiya ku ber bi helakê ve dibe, azad bibin” (Romayî 8:21). Li dinyaya nû, emê ji fîdyeyê tam feydeyê bistînin. Emê êdî ji ber nexweşiyên bedenî û psîkolojîk tengasiyê nekişînin, û emê êdî xeman nekin û xwe sûcdar hîs nekin. Wekî din, gavên ku emê bavêjin ku erdê paqij bihêlin û di aştiyê de bijîn wê êdî pûç û betal dernekevin, lê wê di bin hukimdariya “Mîrê Aştiyê” û xelaskarê me Îsa Mesîh de bi ser bikevin (Îşaya 9:6, 7).

13. Berî ku em herin Bîranîna îsal, em dikarin li ser çi bifikirin?

13 Ka bifikire ku xelasbûna ji halê gunehkar wê çi qas xweş be! Her sibehê, emê bi siheteke baş hişyar bibin, û emê tu caran netirsin ku em yan dost û merivên me birçî bimînin, nexweş bikevin yan bimirin. Îro jî, eger em “xwe li hêviya ku li pêşiya me ye qayîm bigirin”, emê hizûrê bibînin, çimkî “hêviya ku li ba me heye ji bo canê me wek lenger e” (Îbranî 6:18, 19). Çawa ku lenger dikare gemiyekê saxlem bigire, hêviya me dikare îmana me saxlem bike û alî me bike ku em li hemberî tengasiyan tehemul bikin. Belê, em dikarin bawer bin ku Yehowa “kesên ku bi dil û can li wî digerin xelat dike” (Îbranî 11:6). Teseliya ku em niha distînin û hêviya me ancax bi saya fîdyeyê mumkin in.

EM DIKARIN BI SAYA FÎDYEYÊ BIBIN DOSTÊN YEHOWA

14. Guneh ser dostaniya me ya bi Xwedê re çawa tesîr kiriye, û çima?

14 Ji wexta ku Adem û Hewayê guneh kir û pê ve, însan ji Xwedê dûr ketine (Romayî 8:7, 8; Kolosî 1:21). Gelo çima? Çimkî Yehowa bêqisûr e, û ew nikare çavê xwe li ser guneh bigire. Kitêba Pîroz di heqê Yehowa de wisa dibêje: “Çavên te ewqas paqij in ku li xerabiyê nanêrin. Tu nikarî neheqiyê ragirî” (Habaqûq 1:13). Loma, dostaniya di nav Xwedê û însanan de xera bûye. Lê bi saya fîdyeyê, em dikarin ji nû ve bibin dostên wî.

15. Bi saya fîdyeyê çi çêdibe?

15 Kitêba Pîroz dibêje ku Îsa Mesîh “ji bo gunehên temamiya dinyayê qurbana lihevhatinê ye” (1. Yûhena 2:2). Gelo fîdyeyê çawa rê vekiriye ku em bi Yehowa re li hev bên? Fîdye bûye esasekî hiqûqî ku Yehowa me ji nû ve wek dostên xwe qebûl bike (Romayî 3:23-26). Heta, kesên ku berî mirina Îsa Mesîh bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikir jî wek kesên rastdar dihatin dîtin (1. Mûsa 15:1, 6). Gelo çawa? Li ser esasê fîdyeya ku paşê hat dayîn. Yehowa ji berê ve dizanibû ku Îsa Mesîh wê fîdyeyê bide (Îşaya 46:10). Bi vî awayî, rêya lihevhatina bi Xwedê re bi saya fîdyeyê vebûye.

16. Di rojên berî Bîranînê de, em dikarin li ser çi bifikirin? (Li resim jî binêre.)

16 Ka bîne ber çavê xwe ku dostaniya te ya bi Yehowa re çi qas biqîmet e. Mesela, dibe ku tu ji Yehowa re dibêjî “Bavo”, çawa ku Îsa Mesîh di duaya emsal de nîşan dabû (Meta 6:9). Carinan jî, dibe ku tu Yehowa wek “Dost” bi nav dikî. Gava em peyvên wek “Bav” û “Dost” tînin zimên, gerek em vêya bi hurmet û dilnizmî bikin. Gelo çima? Çimkî em gunehkar in û xwe bi xwe nikarin nêzîkî wî bibin. Em tenê bi saya fîdyeyê dikarin bibin dostên wî. Bi destê Îsa Mesîh, Yehowa “hemû tiştên li erd û ezmanan bi xwe re li hev anîne. Bi saya xwîna ku Îsa li ser darê îşkenceyê rijand, bi Xwedê re aştî mumkin e” (Kolosî 1:19, 20). Ji ber vê yekê, em her çi qas hê qisûrdar in jî, em dikarin bibin dostên Yehowa.

Eskerên Romayî haziriyê dikin ku Îsa Mesîh li ser darê îşkenceyê mix bikin. Du esker wî dibin ber dar, di destê eskerekî din de jî çakûç û mix hene.

Mirina Îsa Mesîh esasekî hiqûqî ye ku însan ji nû ve bibin dostên Yehowa (Li paragrafa 16an binêre)


FÎDYE DILREHMIYA YEHOWA NÎŞAN DIDE

17. Fîdye dilrehmiya Yehowa çawa nîşan dide? (Efesî 2:4, 5)

17 Fîdye nîşan dide ku Yehowa çi qas dilrehm e. “Her çi qas em ji ber gunehên xwe mirî bûn jî, wî em … sax kirin” (Efesî 2:4, 5 bixwîne). “Kesên ku dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir” e, fehm dikin ku ew di nav gunehê mîrasstandî de girtî ne û lazim e ku kesek wan bifilitîne, loma ew dikin hawar (Karên Şandiyan 13:48). Bi destê xebera Hukimdariya xwe, Yehowa Xwedê fersendê dide wan ku ew wî û Îsa Mesîh nas bikin (Yûhena 17:3). Şikir ku gunehê Adem û Hewayê nikaribû ji armanca Xwedê re bibe asteng û planên Îblîs vala derketine!

18. Armanca sereke ya fîdyeyê çi ye?

18 Fîdye ji me re bereketên mezin tîne. Dîsa jî, gerek em doza herî mezin ji bîr nekin. Fîdye ne tenê ji bo kara me hat dayîn. Bi destê fîdyeyê, Yehowa cewabê dide doza ku Îblîs di baxçeyê Adenê de avêtibû meydanê (1. Mûsa 3:1-5, 15). Bi destê fîdyeyê, Yehowa navê xwe pîroz dike û ji lekeyan paqij dike. Wekî din, ew me ji guneh û mirinê xelas dike û bi vî awayî îsbat dike ku ew Xwedayê hezkirinê ye. Em her çi qas gunehkar in jî, Yehowa bi dilovanî îznê dide ku em jî îsbat bikin ku tiştên ku Îblîs di heqê wî de gotine, gişt derew in (Methelokên Silêman 27:11). Gelo em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji bo fîdyeyê şikirdar in? Meqaleya din wê cewaba vê pirsê bide.

BI SAYA FÎDYEYÊ …

  • gunehên me çawa tên efûkirin?

  • em çawa dikarin bigihîjin bêqisûriyê?

  • em çawa dikarin bibin dostên Xwedê?

KILAM 19 Şîva Xudan

a NOT: Fîdye tê dayîn ku kesekî girtî bê azadkirin. Bi saya qurbanbûna Îsa Mesîh, însan ji koletiya guneh û mirinê azad dibin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne