9-15 ADAR 2026
KILAM 45 Fikrên Dilê Min
Li dijî Hîs û Fikrên Xerab bi ser Bikeve
“Ez rebeno!” (ROMAYÎ 7:24).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku em çawa dikarin li dijî hîs û fikrên negatîf micadele bikin.
1-2. Pawlosê şandî xwe carinan çawa hîs dikir, û dibe ku em jî xwe carinan çawa hîs bikin? (Romayî 7:21-24)
BI DÎTINA te, Pawlosê şandî yekî çawa bû? Gelo tu wî wek mizgînvanekî dilxurt, mamosteyeke jîr û jêhatî yan nivîskarekî Kitêba Pîroz dibînî? Bi rastî jî, ew yekî wisa bû. Lê belê, wek gelek ji me, wî jî carinan xwe xerab hîs dikir.
2 Romayî 7:21-24 bixwîne. Di nameya xwe de, Pawlos behsa hîsên xwe kir. Ma em jî carinan mîna wî hîs nakin? Wî her çi qas bi dilsozî ji Xwedê re xizmet dikir jî, ew însanekî qisûrdar bû. Loma, carinan li wî hêsan nedihat ku guh bide Xwedê û li gor xwestekên xwe yên nerast hereket neke. Ji xeynî vê, Pawlos carinan ji ber tiştên ku wî berê kiribûn û ji ber problemeke ku derbas nedibû, xemgîn dibû.
3. Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin çi? (Li “Not”ê jî binêre.)
3 Dîsa jî, Pawlosê şandî îzin nedida ku hîs û fikrên negatîfa ser wî bi zêdeyî tesîr bikin. Di vê meqaleyê de, emê cewabên van pirsan bistînin: Pawlosê şandî xwe çima carinan xerab hîs dikir? Wî çawa li dijî hîs û fikrên negatîf micadele dikir? Em çawa dikarin li dijî hîs û fikrên negatîf micadele bikin?
SEBEBÊN HÎS Û FIKRÊN NEGATÎF ÊN PAWLOS ÇI BÛN?
4. Gelo sebebên hîs û fikrên negatîf ên Pawlos çi bûn?
4 Tiştên ku wî berê kiribûn. Berî ku Pawlos bû şagirtê Îsa Mesîh, wî hin tiştên pir xerab kiribûn. Mesela, gava Cihûyan Stefan da ber keviran, Pawlos – ê ku wê demê wek Saûl dihat binavkirin – bi vê yekê razî bû (Karên Şandiyan 7:58; 8:1). Wekî din, wî bi xezebeke mezin zilm li şagirtên Îsa Mesîh dikir (Karên Şandiyan 8:3; 26:9-11).
5. Ji ber tiştên ku wî berê kiribûn, Pawlos xwe çawa hîs dikir?
5 Piştî ku Pawlosê şandî bû şagirtê Îsa Mesîh, ew carinan ji ber tiştên ku wî berê kiribûn xemgîn dibû. Sal her ku derbas dibûn, dibe ku ew ji tiştên berê hê jî zêdetir aciz dibû. Mesela, P.M. di sala 55an de, wî di nameyeke xwe de wisa got: “Ez ne hêja me ku ji min re şandî bê gotin, çimkî min zilm li civata Xwedê kiriye” (1. Korîntî 15:9). Teqrîben pênc sal bi şûn de, Pawlos di nameyeke din de li ser xwe got “mirovekî ku di nav pîrozan de yê herî biçûk e” (Efesî 3:8). Wekî din, wî ji Tîmotêyos re wisa nivîsî: “Berê min kufir dikir, zilm li xelkê Xwedê dikir û ez mirovekî bêşerm bûm” (1. Tîmotêyos 1:13). Ka xeyal bike ku gava Pawlosê şandî diçû civatan û rastî kesên ku wî berê zilm li wan kiribû dihat, wî xwe çawa hîs dikir!
6. Wekî din, Pawlosê şandî ji ber çi tengasî dikişand? (Li jêrenotê jî binêre.)
6 Striyekî di bedenê de. Pawlosê şandî tengasiyeke xwe dişiband striyekî di bedena wî de (2. Korîntî 12:7). Wî behsa sebebê tengasiya xwe nekir, lê ji peyva “strî” tê fehmkirin ku wî ji ber nexweşiyekê yan ji ber problemeke din êş dikişand.b
7. Carinan çima li Pawlos zor dihat ku ya rast bike? (Romayî 7:18, 19)
7 Kêmasiyên şexsî. Pawlosê şandî ji ber kêmasiyên xwe pir aciz dibû, û wî pir xîret dikir ku şexsiyeta xwe serrast bike (Romayî 7:18, 19 bixwîne). Dîsa jî, wî carinan tiştên ku gerek wî bikirana, nedikirin, û tiştên ku gerek wî nekirana, dikirin. Pawlos qebûl kir ku wî tim micadele dikir ku li gor xwestekên xwe yên nerast hereket neke, lê ya rast bike (1. Korîntî 9:27). Ka bîne ber çavê xwe ku gava wî dîsa jî şaşî dikir, ew çi qas xemgîn dibû!
PAWLOS ÇAWA LI DIJÎ HÎS Û FIKRÊN NEGATÎF MICADELE DIKIR?
8. Pawlosê şandî çawa bi kêmasiyên xwe re micadele dikir?
8 Di nameyên xwe de, Pawlosê şandî nîşan da ku ew û xwişk û birayên din çawa dikarin bi alîkariya ruhê pîroz li dijî xwestekên gunehkar micadele bikin û bi ser bikevin (Romayî 8:13; Galatî 5:16, 17). Pawlos gelek caran behsa xisûsiyet û xwestekên nebaş dikir, ên ku gerek em li dijî wan micadele bikin (Galatî 5:19-21, 26). Bê guman, Pawlos li ser kêmasiyên xwe kûr difikirî, di Nivîsarên Pîroz de li şîretan digeriya û xîret dikir ku kêmasiyên xwe serrast bike. Em dikarin bawer bin ku wî ne tenê şîret dida kesên din, lê bi xwe jî li gor van şîretan hereket dikir.
9-10. Gava Pawlos xwe xerab hîs dikir, wî çi dikir? (Efesî 1:7) (Li resim jî binêre.)
9 Pawlos her çi qas xwe carinan xerab hîs dikir jî, ew bi gelemperî dilxweş bû. Mesela, ew ji ber xeberên xweş ên hevalkarên xwe şa dibû (2. Korîntî 7:6, 7). Wekî din, wî ji dostaniya bi xwişk û birayan re kêf distand (2. Tîmotêyos 1:4). A herî muhîm jî, wî dizanibû ku Yehowa ji wî razî ye. Belê, Pawlosê şandî dilxweş bû ji ber ku wî “bi wijdanekî paqij” ji Xwedê re xizmet dikir (2. Tîmotêyos 1:3). Wexta ku ew li Romayê girtî bû jî, Pawlos ji xwişk û birayan re got ku bila ew “di xizmeta Xudan de kêfxweş bin” (Filîpî 4:4). Eger Pawlos bi temamî di bin tesîra hîs û fikrên negatîf de bûya, wiyê tiştekî wisa negota. Xuya ye ku gava Pawlos xwe xerab hîs dikir, wî bala xwe dida tiştên pozîtîf, da ku ji vî halî derkeve.
10 Fîdyeyê jî alî Pawlos dikir ku ew dilxweş bimîne. Wî dianî bîra xwe ku Yehowa ji wî hez dike û fîdye ji bo wî jî tedarek kiriye (Galatî 2:20; Efesî 1:7 bixwîne). Ji ber vê yekê, ew bawer bû ku bi destê Îsa Mesîh, Yehowa wê wî efû bike (Romayî 7:24, 25). Belê, li gel şaşiyên xwe yên berê û kêmasiyên xwe, Pawlos bi dilxweşî ji Xwedê re “xizmeta pîroz” dikir (Îbranî 9:12-14).
Pawlos ji ber tiştên ku wî berê kiribûn her çi qas aciz dibû jî, fikirîna li ser fîdyeyê hizûr dida wî (Li paragrafên 9 û 10an binêre)
11. Em çima ji serpêhatiya Pawlos teşwîqê distînin?
11 Wek Pawlosê şandî, dibe ku em jî carinan ji ber fikir, kirin yan gotinên xwe aciz dibin. Dibe ku em xemgîn dibin ku car caran li me zor tê ku em dilê Yehowa şa bikin. Xwişkeke ciwan a bi navê Elizac di heqê micadeleya xwe de wisa dibêje: “Ez ji serpêhatiya Pawlos teşwîqê distînim, çimkî ez dibînim ku ne tenê ez xwe wisa hîs dikim. Wekî din, ez dibînim ku Yehowa halê xizmetkarên xwe rind dizane.” Wek Pawlosê şandî, ji bo ku wijdanê me rehet be û em li gel hîs û fikrên xwe yên negatîf dilxweş bin, em dikarin çi bikin?
EM ÇAWA DIKARIN LI DIJÎ HÎS Û FIKRÊN NEGATÎF MICADELE BIKIN?
12. Ji bo ku em di bin tesîra hîs û fikrên negatîf de nemînin, gerek em çi bikin?
12 Fealiyetên bifeyde îhmal neke. Ka bîne ber çavê xwe: Ji bo ku siheta me baş be, ji me re rûtîneke baş lazim e. Mesela, gerek em tim xwarinên bifeyde bixwin, sporê bikin û xewa xwe bistînin. Mîna vê, ji bo ku em bi zêdeyî bala xwe nedin tiştên ku me aciz dikin, ji me re rûtîneke baş lazim e. Gerek em Kitêba Pîroz her roj bixwînin, mizgîniyê belav bikin, ji bo civînan haziriyê bikin, herin civînan û li civînan cewaban bidin. Fealiyetên wisa wê alî me bikin ku em bala xwe bidin tiştên pozîtîf (Romayî 12:11, 12).
13-14. Hin xwişk û birayên dilsoz çawa li dijî hîs û fikrên negatîf micadele kiriye?
13 Serpêhatiya birayê me John bîne ber çavê xwe. Gava ew 39 salî bû, ew bi kanser nexweş ket. Di serî de, ew pir xemgîn bû. Wî meraq dikir: “Ez ew qas ciwan im, ez çima nexweş ketim?” Wê demê, kurê wî tenê 3 salî bû. Gelo çi alî John dikir ku ew li dijî hîs û fikrên xwe yên negatîf micadele bike? Ew dibêje: “Min xwe her çi qas bêhal hîs dikir jî, em diçûn hemû civînan, û em her hefte diçûn xizmetê. Gava zor bû jî, me îbadeta malbatê derbas dikir.” Di heqê wan rojan de, John wisa dibêje: “Di serî de, tu şok dibî. Lê hêdî hêdî, tu fehm dikî ku Yehowa ji te hez dike. Çawa ku Yehowa qewet dabû min, ew dikare qewetê bide te jî.”
14 Eliza, ya ku me berê behsa wê kiribû, wisa dibêje: “Her ku ez diçim civînan û lêkolîna şexsî dikim, dikeve bîra min ku Yehowa min dibihîze û ji min hez dike. Ev yek dilê min şa dike.” Çavdêrekî herêmê yê bi navê Nolan, ê ku li Afrîkayê xizmet dike, di heqê xwe û jina xwe Diane’ê de wisa dibêje: “Gava em xemgîn in jî, em dev ji dua, civîn, xizmet û lêkolîna Kitêba Pîroz bernadin. Yehowa jî tim alî me dike ku em ji nû ve dilxweş bin. Em tînin bîra xwe ku Yehowa wê alî me bike û bereketa xwe bide me. Em nizanin ku ewê vêya çawa bike, lê em dizanin ku ewê vêya bike.”
15. Gava em xemgîn in, belkî lazim e ku em çi bikin? Mîsalekê bide.
15 Eger fikrên me yên negatîf dîsa jî derbas nebin, dibe ku gerek em hin tiştên din jî bikin. Mesela, ferz bike ku pişta te diêşe. Ji ber ku êşa te derbas bibe, belkî ne bes e ku tu her roj bimeşî. Belkî lazim e ku tu li ser nexweşiya xwe lêkolînê bikî û herî ba doktor. Mîna vê, eger fikrên me yên negatîf dîsa û dîsa vedigerin, dibe ku gerek em li ser vê mijarê di Kitêba Pîroz û weşanên me de zêdetir lêkolînê bikin û ji xwişk yan birayekî bitecrûbe re behsa derdê xwe bikin. Niha, ka em bala xwe bidin hin tewsiyeyên din.
16. Çi dikare alî me bike ku em pê derxin ka sebebê fikrên me yên negatîf çi ye? (Zebûr 139:1-4, 23, 24)
16 Ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu hewcedariyên xwe fehm bikî. Dawid Padîşah dizanibû ku Yehowa wî rind nas dike. Ji ber vê yekê, Dawid ji Yehowa alîkarî xwest ku ew sebebê xemên xwe fehm bike (Zebûr 139:1-4, 23, 24 bixwîne). Tu jî dikarî bi destê duayê ji Yehowa alîkariyê bixwazî ku tu sebebê xemên xwe fehm bikî û pê derxî ku tu çawa dikarî li dijî wan micadele bikî. Wekî din, ji xwe bipirse: “Bi eslê xwe, ez ji bo çi xeman dikişînim? Gelo tiştek heye ku tim dibe sebebê fikrên negatîf? Gelo ez tim li ser fikrên negatîf disekinim û wan ji hişê xwe dernaxînim? Wê baş be ku ez li ser kîjan mijaran lêkolînê bikim?”
17. Kîjan mijarên lêkolînê dikarin alî te bikin ku tu bala xwe bidî fikrên pozîtîf? (Li resim jî binêre.)
17 Li gor hewcedariyên xwe mijareke ji bo lêkolînê hilbijêre. Carinan belkî bifeyde be ku tu hin xisûsiyetên şexsiyeta Yehowa lêkolîn bikî. Mesela, Pawlosê şandî ji fikirîna li ser fîdye û efûkariya Yehowa pir feyde didît. Tu jî dikarî wisa bikî. Bi alîkariya Rêberiya Lêkolînê ya Şahidên Yehowa yan çavkaniyên din, ên ku bi zimanê te hene, tu dikarî li ser mijarên wek dilrehmî, efûkarî û hezkirina dilsoz a Xwedê lêkolînê bikî. Piştî ku te hin meqaleyên bifeyde dîtine, wan li ser kaxizekê binivîse û kaxizê li cihekî li ber çavan bizeliqîne. Gava tu xwe xerab hîs dikî, wan meqaleyan dîsa di ber çavan re derbas bike û pê derxe ku ew çawa dikarin alî te bikin (Filîpî 4:8).
Mijarên lêkolînê hilbijêre, yên ku wê dilê te xurt bikin (Li paragrafa 17an binêre)
18. Hin xwişk û birayan ji kîjan mijarên lêkolînê feyde dîtiye?
18 Elîzayê dest bi projeyeke lêkolînê ya li ser Eyûb kir. Ew dibêje: “Wek Eyûb, min jî gelek tengasî di eynî demê de dîtin. Halê Eyûb pir xerab bû, û wî sebebê derdên xwe nizanibû. Dîsa jî, wî tim bala xwe dida Yehowa” (Eyûb 42:1-6). Diane wisa dibêje: “Ez û zilamê min, em di weşanên teşkîlatê de li ser sifetên Yehowa lêkolînê dikin. Em spasdar in ku Yehowa alî me dike ku em zêdetir mîna wî bibin. Gava em ji ber şaşiyên xwe xemgîn dibin, em tînin bîra xwe ku Yehowa alî me dike ku em xwe serrast bikin. Bi saya vê, em nêzîktirî wî dibin” (Îşaya 64:8).
YEHOWA XWEDÊ WÊ ALÎ ME BIKE Û ME XELAT BIKE
19. Eger em xwe carinan xerab hîs bikin jî, em dikarin bi çi bawer bin?
19 Eger em hemû tewsiyeyên vê meqaleyê bînin cih jî, dibe ku em carinan xemgîn bin û xwe xerab hîs bikin. Dîsa jî, bi alîkariya Yehowa, em dikarin tesîra hîs û fikrên xerab siviktir bikin. Em dikarin bawer bin ku bi gelemperî, wijdanê me wê rehet be û emê hem ji jiyana xwe hem jî ji xizmeta Yehowa kêfê bistînin.
20. Gerek tu çi bikî?
20 Carinan, dibe ku em ji ber tiştên ku berê çêbûn, xemên xwe yên rojane yan kêmasiyên xwe xemgîn bin. Lê belê, bila em îznê nedin ku hîsên xerab me bindest bikin. Yehowa dikare hizûrê bide me (Zebûr 143:10). Em dizanin ku li dinyaya nû, hîs û fikrên xerab wê êdî çênebin. Her sibehê, emê bê xem û derdan hişyar bibin û ji xizmeta Xwedayê meyî dilovan Yehowa kêfê bistînin!
KILAM 34 Her Tim Dilrast Bimîne
a NOT: Ev meqale behsa kesên wisa dike, yên ku xwe carinan xerab hîs dikin û xemgîn dibin. Meqale behsa kesên bi depresyona kronîk nake, yên ku hewceyî alîkariya profesyonel in.
b Dibe ku çavên Pawlos rind nedidît, û li wî zor dihat ku nameyan binivîse û xizmeta xwe bîne cih (Galatî 4:15; 6:11). Yan jî, dibe ku Pawlos ji ber tiştên ku mamosteyên sexte di heqê wî de digotin, xemgîn dibû (2. Korîntî 10:10; 11:5, 13). Em tam nizanin ku sebebê derdên Pawlos çi bû, lê em dizanin ku ew ji ber tiştekî xemgîn dibû.
c Hin nav hatine guhertin.