Gelo Wergera Dinyaya Nû Wergereke Rast e?
Di sala 1950yî de qismê pêşîn ê Wergera Dinyaya Nû hatibû weşandin. Ji vê demê û pê ve, hin kesan şik û gumanên xwe yên li ser rastbûna Wergera Dinyaya Nûa anîn zimên, çimkî di hin cihan de Wergera Dinyaya Nû naşibe wergerên din. Bi gelemperî ev ji ber van sê sebeban wisa ye:
Çavkaniyên Pêbawer. Wergera Dinyaya Nû li ser esasê destnivîsên herî kevn ên Kitêba Pîroz hatiye çêkirin. Lê çavkaniyên ji bo hin wergerên din carinan ne ew qas kevn in û di hin cihan de ne tam rast in.
Maneya Eslî. Tercûmanên Wergera Dinyaya Nû hewl dan ku li gor maneya eslî tercûme bikin, çimkî Kitêba Pîroz bi îlhama Xwedê hatibû nivîsandin (2. Tîmotêyos 3:16). Lê gelek tercûman ji bo xatirê adetên mirovan xebera Xwedê bi awayekî nerast tercûme dikin. Mesela, di gelek wergeran de li şûna navê Xwedê Yehowa, sernavên wek Xudan an Efendî dibêjin.
Wergereke Rast. Di Wergera Dinyaya Nû de her tişt bi awayekî rast hatiye tercûmekirin. Heta fehmdar be, ew maneya herfî jî bi kar tîne. Lê di hin wergerên din de gotinên Kitêba Pîroz li gor fikrên mirovan, yanî bi serbestî hatine tercûmekirin. Ji ber vê carinan fikrên muhîm di wergerên wisa de derbas nabin.
Ferqa di nav Wergera Dinyaya Nû û wergerên din de
Kitêbên neîlhamkirî. Di wergerên dêrên Katolîk û Ortodoks de hin kitêbên neîlhamkirî derbas dibin. Ew wek kitêbên Apokrif tên naskirin. Lê belê ev kitêb di demên berê de ji aliyê Cihûyan jî wek qismekî peyva Xwedê nehatibûn qebûlkirin. Û gerek em ji bîr nekin ku “Xwedê xeberên xwe yên pîroz emanetî Cihûyan kirine” (Romayî 3:1, 2). Nexwe, ev kitêbên Apokrif di Wergera Dinyaya Nû û di wergerên din ên modern de derbas nabin.
Ayetên neîlhamkirî. Di hin kopyayên Kitêbên Pîroz de çend ayet derbas dibin, lê ew di destnivîsên kevn de derbas nabin. Û di hin wergerên Kitêba Pîroz de ev ayetên neîlhamkirî derbas dibin. Di Wergera Dinyaya Nû de û di gelek wergerên din ên modern de ev ayet derbas nabin. Gelek wergerên modern qebûl dikin ku ev gotin paşê hatibûn zêdekirin, yanî ew neîlhamkirî ne.b
Îfadeyên cuda. Wergerên ku her tiştî bi awayekî herfî, yanî peyv bi peyv tercûme dikin, gelek caran ne zelal in û ne rast in jî. Mesela, gotinên Îsa Mesîh yên li Meta 5:3 gelek caran wisa tên tercûmekirin: “Xwezî bi yên ku di ruh de belengaz in” (English Standard Version; King James Version; New International Version). Ji bo hin kesan terima “di ruh de belengaz” ecêb e, û hin kesên din jî difikirin ku Îsa Mesîh behsa feqîrî yan nefsbiçûkî kir. Lê belê maneya gotinên wî ev e ku ji bo kêfxweşiya rast mirov hewceyî rêberiya Xwedê ye. Ji ber vê, Wergera Dinyaya Nû van gotinan wisa tercûme dike: “Çi qas dilxweş in kesên ku fehm dikin ku ew hewceyî Xwedê ne” (Meta 5:3).
Fikrên pozîtîf der heqê Wergera Dinyaya Nû de yên ji zanistên ku ne Şahidên Yehowa ne
Li sala 1950yî, Edgar J. Goodspeed, yê ku zanistek û tercûmanekî Kitêba Pîroz ê bi nav û deng e, di nameyekê de der heqê Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Yûnanî de wisa nivîsand: “Ez ji bo karê we yê belavkirina mizgîniyê li seranserê dinyayê pesnê we didim. Wergera we bi rastî pir zelal e û maneya rast dide. Li gor dîtina min, zanîna tercûmanan a li ser zimanên eslî pir fireh û saxlem e.”
Edgar J. Goodspeed
Profesor Allen Wikgren ji Unîversîteya Chicagoyê li ser Wergera Dinyaya Nû got ku ew wergereke modern e ku xwe naspêre wergerên din. Li şûna vê, gelek qismên wê pir zelal in, ên ku di wergerên din de bi vî şiklê xweş nehatine tercûmekirin (The Interpreter’s Bible, Cîld I, rûp. 99).
Alexander Thomson, zanistekî Brîtanî, li ser Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Yûnanî wisa nivîsand: “Ev werger ji aliyê zanistên jîr û jêhatî û bihuner hatiye çêkirin. Wan xîret kir ku maneya eslî ya zimanê Yûnanî bi zimanê Îngilîzî bînin zimên” (The Differentiator, Nîsan 1952, rûp. 52).
Her çi qas Robert M. McCoy difikirî ku Wergera Dinyaya Nû hin tiştan ne wek wergerên din tarîf dike, ew di dawiya şîroveya xwe de wisa dibêje: “Tercûmeya Peymana Nû îsbat dike ku di nava Şahidên Yehowa de zanistên jîr û jêhatî hene, yên ku dikarin di heqê zehmetiya tercûmekirina Kitêba Pîroz de werin der” (Andover Newton Quarterly, Çile 1963, rûp. 31).
Profesor S. MacLean Gilmour, bi hin qismên di Wergera Dinyaya Nû de ne qayîl e. Dîsa jî, ew îqna bûye ku tercûmanên wê hakimê zimanê Yûnanî ne (Andover Newton Quarterly, Îlon 1966, rûp. 26).
Profesor Thomas N. Winter di şîroveya xwe ya li ser Kingdom Interlinear Translation of the Greek Scriptures de wisa nivîsand: “Wergera ku ji aliyê heyeteke tercûmanên anonîm ve hatibû çêkirin, modern û di hemû cihan de rast e” (The Classical Journal, Nîsan-Gulan 1974, rûp. 376).
Di sala 1989an de Profesor Benjamin Kedar-Kopfstein, zanistekî Îbranî, wisa got: “Di lêkolînên xwe yên li ser Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Îbranî û wergerên wan de ez xwe gelek caran dispêrim Wergera Dinyaya Nû ya bi zimanê Îngilîzî. Her cara ku ez wan didim ber hev, ez dibînim ku Wergera Dinyaya Nû xîret dike ku maneya eslî bi awayê herî rast bide.”
Piştî ku Profesorê dîn û baweriyê Jason David BeDuhn neh wergerên mezin ên bi zimanê Îngilîzî muqayese kirin, wî wisa nivîsand: “Di nav wan wergeran de, Wergera Dinyaya Nû ya herî rast e.” Gelek zanistên Kitêba Pîroz û kesên din jî îdîa dikin ku tercûmanan li gor baweriya xwe tercûme kir, û ji ber vê di Wergera Dinyaya Nû de tiştên cuda hene. Lê BeDuhn li ser vê îdîayê wisa dibêje: “Ev ferq û cudahî hene, ji ber ku Wergera Dinyaya Nû wergera herî rast e. Ew gotinên nivîskarên Peymana Nû bi awayekî rast û bi sadiqî tercûme dike” (Truth in Translation, rûp. 163 û 165).
a Di sala 2013an de versiyoneke nû ya Wergera Dinyaya Nû ya bi zimanê Îngilîzî hat weşandin. Lê belê fikrên hanê li ser versiyona wê ya berê ne.
b Hûn dikarin li wergera Kitêba Pîroz (KP, Mijdar 2011) û li wergera ÎNCÎL (Mizgînî) û Zebûr (Mizgînî, Çile 2009) binêrin. Ayetên neîlhamkirî ev in: Meta 17:21; 18:11; 23:14; Marqos 7:16; 9:44, 46; 11:26; 15:28; Lûqa 17:36; 23:17; Yûhena 5:4; Karên Şandiyan 8:37; 15:34; 24:7; 28:29; û Romayî 16:24. Wekî din, hin wergeran li 1. Yûhena 5:7, 8 fikreke şaş lê zêde kirine. Bi sedan salan piştî ku Kitêba Pîroz hatibû nivîsandin, ev fikir lê hatibû zêdekirin.