KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
Îlan
Zimanên nû: Betsimisaraka (Northern), Betsimisaraka (Southern), Konkomba, Matses, Mi'kmaq
  • Îro

Roja Pêncşemê, 16 Cotmeh

Li beriyê riya Xudan amade bikin, li çol û deştê ji bo Xwedayê me riyeke mezin vekin (Îşaya 40:3, Mizgînî).

Rêwîtiya li ser riya herfî ya ji Babîlê heta Îsraêlê rêwîtiyeke zehmet bû û nêzîkî çar mehan dikişand. Lê Yehowa soz dabû ku ewê hemû astengên li ser riya wan ji holê rake. Ji bo Cihûyên bawermend, vegera bo welatê Îsraêlê hêjayî her fedakariyekê bû. Bereketa herî mezin bi îbadeta Yehowa ve girêdayî bû. Li Babîlê ji bo Yehowa qet îbadetgehek tune bû. Li wê derê, ji bo pêşkêşkirina qurbanên li gor Qanûna Mûsa ne qurbangeh ne jî xizmeta kahînan a nîzamî hebû. Wekî din, nifûsa pûtperestên ku qedrê qanûnên Yehowa nedigirt ji nifûsa xizmetkarên Yehowa zêdetir bû. Loma bi hezaran Cihûyên xwedênas bi hesreta wê rojê bûn ku vegerin welatê xwe û li wê derê îbadeta Yehowa ji nû ve ava bikin. w23.05 14-15 par. 3-4

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Înê, 17 Cotmeh

Wek zarokên ronahiyê rêve herin (Efesî 5:8).

Ji bo ku em “wek zarokên ronahiyê” hereket bikin, em muhtacî alîkariya ruhê pîroz in. Gelo çima? Çimkî qet ne hêsan ku em di vê dinyaya bêexlaq de pak bimînin (1. Selanîkî 4:3-5, 7, 8). Ruhê pîroz dikare alî me bike ku em li hemberî fikir û felsefeyên dinyayê, yên ku li dijî nêrîna Xwedê ne, micadele bikin. Wekî din, ruhê pîroz dikare alî me bike ku em “her qencî, rastî û rastdariyê” bînin meydanê (Efesî 5:9). Gerek em dua bikin ku bila Yehowa ruhê pîroz bide me. Îsa Mesîh gotibû ku Yehowa wê “ruhê pîroz bide wan, ên ku ji wî dixwazin” (Lûqa 11:13, NWT). Wekî din, gava em li civînan bi xwişk û birayên xwe re pesnê Yehowa didin, em ruhê pîroz distînin (Efesî 5:19, 20). Tesîra baş a ruhê pîroz wê alî me bike ku em li gor dilê Xwedê bijîn. w24.03 23-24 par. 13-15

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Şemiyê, 18 Cotmeh

Bi dewamî bixwazin û wê ji we re bê dayîn, bi dewamî lê bigerin û hûnê bibînin, bi dewamî li derî bixin û wê ji we re bê vekirin (Lûqa 11:9, NWT).

Gelo lazim e ku tu sebra xwe zêde bikî? Eger wisa be, ji bo sebra zêde dua bike. Sebir yek ji sifetên berê ruhê pîroz e (Galatî 5:22, 23, KP). Loma em dikarin ji bo ruhê pîroz dua bikin û ji Yehowa bixwazin ku em sebra xwe zêde bikin. Eger sebra me di rewşekê de bê ceribandin, emê bi destê duayê ruhê pîroz “bixwazin” (Lûqa 11:13). Wekî din, em dikarin ji Yehowa rica bikin ku ew alî me bike ku em li gor nêrîna wî bifikirin. Piştî ku me dua kir, gerek em çi ji destê me tê bikin ku em her roj sebir bikin. Her ku em ji bo sebirkirinê dua dikin û xîret dikin ku yekî bisebir bin, ev sifet wê di kûrahiya dilê me kok berde û bibe qismekî şexsiyeta me. Wekî din, li ser serpêhatiyên di Kitêba Pîroz de kûr bifikire. Kitêba Pîroz behsa gelek kesên bisebir dike. Gava em van serpêhatiyan dixwînin û li ser wan kûr difikirin, em dielimin ku sebir bikin. w23.08 22-23 par. 10-11

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne